Roja 26ê Adarê min cara yekemin
bu ku programa kek Latif Epözdemir, ya bi navê "Gulîstan", di Yaşam
Radio da guhdarî kir. Latif, berîya programê sohbeta meya li ser
internetê da ji min ra got ku ew sê sale vî programê amade dike
û heftê da carek, roja bazarê saat di 16.00 da pêşkêş
dike.
Çawa ku soz dabu min, bi kilama
Şakiro dest bi programa xwe kir û bi hunermenda hêja Şevinê
ra domand.
Şevînê serî da got, ew ne
durî dengbêjtîyê ye û apê wî jî dengbêj e. Bi rastî ev gotina wî
gelek bala min kişand. Lewra hunermendên kurd, bi taybetî yên
jin xwe nêzîkî dengbêjtîyê nabînin, yên wek Şevînê hebin jî
gelek kêm in.
Ji ber vê yekê min program ji
seri hata dawîyê bi dil û can guhdarî kir. Di vê programê da hunermenda
hêja Şevînê gelek stran gotin. Stranên ku di albuma xwe ya
nu da xwendibûn. Dawîya programê da hat xuyakirin ku bi rastî jî
Şevîn ne ku tenê nêzîkî dengbêjtîyê ye, dengbêjekî sereke ye
jî. Ji bo min wî dengbêjtîya xwe bi bi dengê xwe yê zelal û bi hêstirandina
strana "Çîya Bilind e" û bi strana "Eyşanê" va, da ispatkirin.
Her bijî hunermenda hêja...
Min dema ku Kilama Şakiro
ya bi navê "Deran" guhdarî kir, ez gelek kêfxweş bum. Bi kilamê
ra çend sal şunda çum.
Salan berê ne ku di radio û televizyonekî
da, mirov di mala xwe da jî nikaribu gori dilê xwe kilamek Şakiro
an jî kilamek bi zimanê kurdi guhdarî bikira. Lê îro di radyo û
televîzyonan da kilam û stranên kurdî tên gotin, programên kurdî
tên weşandin. Ev nîşana pêşveçuna me ya rojane ye.
Bi programa Gulîstan tiştek din jî hat bîra min,
ew jî çend meh berê gotinên Kalemêrekî Diyarbekirî bu.
Mirovekî di koçanên Diarbekirê da mikrofon dirêjê kesan dikir û
ji wan pirsa weşana bi zimanê kurdî diprsî. Hinekan gilî
û gazinên xwe ji bo kinbuna weşanan dikirin. Hinekan jî digotin
"weşan bê wextin, di nîvê şevê da kî temeşe dike."
Di
nav wan da Kelemêrekî jî
hebu, tesîra gotinên wî ji gulê zêdetir bu. Nuçevan dîsa
mikrofona xwe dirêjî Kalemêrî kir û jê pirsî; "Tu derheqê weşanên
bi zimanê kurdî da çi difikirî? Wexta, kinbun û dirêjbuna wî çawa
dibînî?"
Kalemêr bi devekî ken û bi gotinên fîlozofî jê ra
got: "Ne kinbun û dirêjbuna weşanên bi zimanê kurdi û ne jî
wexta wî min zêde eleqeder nake. Tiştê ku min eleqeder dike
ewe kû Deweleta Tirk bi salan hebuna me û zimanê me înkar kir. Lê
îro di televîzyona wî da ew zimanê ku nedihat naskirin, tê axaftin.
Ev tenê ji bo min bes e."
Hinek xebat hene ku zêde nayên dîtin. Mesela xebatên
di warê çand û huner yan jî di warê ziman da tên kirin, pirî
caran di rojname û kovaran da zêde cîh nagrin. Lê ev xebat çiqwas
piçuk bin jî kara wan ji gelek xebatên din zêdetirin.
Di salên dawî da guhartinê ku cêbûn, jîyana me ya
rojane da yek û yek neyên dîtin jî ew guhartinên gelek girîngin.
Ji bo vê yekê ez wek Kalemêrê Dîyarbekirî nabêjim ev ji bo me bes
in. Lê ez dikarim bêjim, ev guhartinên rojane, ji îro va tên xuyakirin
ku ew dibin bingehên azadbun û serxebuna me.
Wek kilama ku hunermenda hêja Şevînê di dawîya
programê da got, "wan hata niha me avêtin zîndanan, me firotin neyaran,
me kuştin, cesedê me avêtîn newelan."
Lê iro em li ser kokê xwe ji nu va hêşîn dibin.
Bi çand û hunerên xwe, bi klam û stranên xwe, bi zimanên xwe yên
şêrîn himê jîyanek nu davêjin. Jiyanek bi rumet...
26ê Adarê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|