Ez dikarim bi hêsanî bêjim, di derheqa PKK’ê da ji damezrandina wî hata îro, di bingeha nerînen min da tu guhartinek çê nebu.
Bist sal berê çi difikirîm, îro jî wusa difikirim.
Ez duh çiqas nêzik bum, îro jî ewqas durî PKK ê me..
Lê ez dîsa dikarim bêjim, wek bingeha nêrînên min, di bingeha PKK’ê da ji guhartinên mezin çênebune. Çiqwas gotin û gotarên wan da ferq hebin jî, nîyeta wan a duh û îro jî yek e.
Duh jî rê û reçên PKK ji alî Abdullah Ocalan va dihat kifşkirin, îro jî bê şik û bê îtiraz ew kifş dike.
Ji ber vê yekê PKK neguherî, lê gelek tişt hatin guhartin.
Pêkî tiştên ku hatine guhartin çi ne?
Ew ji alî kê va hatin guhartin?
Civat çima ewqas serî –binî hev bu?
Ev guhartinên ku di nav civata kurd da çebune, tu bi teorîyên sîyasî, yên hata îro hatine cêribandin, nayên îzahkirin. Ji bo vê yekê gere di gelek xalan da lêkolînên soyolojîk werin çekirin.
Sedem vê yekê ne nerînên alîgirên PKK, ne jî dijberên wî nabe bersiva guhartinên PKK û yên civata Kurd...
Di van guhartinan da para kê çî ye, çima PKK e?
Bi bawerîya min bersiva vê pirsê di destpêka PKK’ê da veşartî ye...
Wek herkes jî dizane ku PKK’ê damezrandina xwe bi çek û rextan îlan kir, bi salan şunda dest bi karên çapemenîyê û legalî kir.
Hemû karên xwe ji roja yekemîn va raste rast bi navê xwe kir.
Bi xwe binerd bu, lê navê wî sererd bu.
Ev herduh taybet, PKK’ê ji hemû hêzên Kurdên Bakur veqetand.
PKK, gor hinek xeletî û şaşîyên xwe, roj bi roj xurt bu û ev xurtbuna wî li alîkî jî bu sebebê zayifbuna hêzên din.
Hata salên 90’dî xwedî kovarek nebun, lê îro kes hejmara kovar û rojnameyên wan nizane...
Îro xwedî radyo û televizyona ne...
Hata salên 90’î alîgirên PKK’ê di derê komelek da derbas nedibun, îro bi hezaran komel û enstîtu di bin baskên wan da xebatên xwe didomînin.
Amed û gelek bajarên Kurdistana Bakur di bin birêvebirîya wan da tên idare kirin...
Xwedî partîyên legal in.
Alîgirên wan ne tene di nav meclîsa Tirkan da, di hinek meclîsên Eurupî da jî cîh digrin.
Di nav Gel da bi hêz û quwet in.
Bi saya vê quwetê, di hilbijartina darbasbuyî da keçikek Maraşî û Elewî, li Wanê, gor axa û began, gor şêx û mellan bi reyên şafiîyan şandin parlamentoya Tirk.
Jinêk Mêrdînî li Îdirê hilbijartin.
Akin Birdal bi reyên Amedîyan kirin parlamenter ku, Akin Birdal bi çeptiya xwe bi hêza partîya xwe xewna parlamenteriyê nedikir.
Sedem vê yekê îro DYA li alîkî PKK’ê wek hêzek terorî ilan dike, lê li alîyek din jî ji dewleta Tirk ra raste rast dibêje ku bila bi PKK’ê, an jî bi hevalbendên PKK‘ê ra dest bi guftugoyê bike...
Ev hemu tiştên li ber çav, ne tenê encamê siyasetek rast in, ne jî tenê ji daxwazên maqul pêkhatine...
Lê realîta îroyîn wusa ye...
Kî bi hêz û quwet be, ewqas bi qedr û qimet e...
Rastîya bê quwet jî, di şertên îroyîn da li vê dinê kesî têr nake, feyda wî ya axîretê jî hê kes nizane...
Lewra, bi sebr û bawerîya rastîyê guhartin nabe...
10.10.2008
ikramoguz@navkurd.net
|