|
Si
û pênc salên min li Tirkîyê derbas bû. Min di van salê xwe da tu
çêhîyek ji Tirkîyê û ji hemwelatîya Tirkîyê nedît. Lê xirabîya ku
min dît bê hesab e...
Sî û pênc sal di jîyana mirovekî da ne kêm e. Welatên wek
Tirkîyê da sî pênc sal nîv emr e. Ji bo xatirê ewqas salan carcaran
di navbera xwe û Tirkîyê da şirîgatîyek digerim, bi rastî tu
tiştekî nabînim. Destê xwe bavêm çi, ew jî puç derdikeve. Ev
durketina ku di warê sîyasetê da tê dîtin, hemû şaxên jîyanê
da jî derdikeve pêşîya min. Ev ne ku ji bo min tenê, ji bo
piranîya kurdan jî realîteyek e.
Hebuna
hinek nivîskar, ronakbîr û mirovên Tirk yên baş vê rastîyê
naguherîne. Mesela mirov çiqwas navbera xwe û hinek nivîskar û rewsenbîrên
wek Ahmet Altan, Orhan Pamuk yan jî Ismaîl Beşikçî hwd. da
şirîgtayîya mirovatîyê bibîne jî, ji bo şirîgtayîya Tirkîyê
ne bes e. Lewra mirovên wusa jî bi kêmasî qasî me zilm û tadeya
dewleta Tirk dîtine û hê jî dibînin. Ew jî wek îstîsna ne, bi wan
tenê ne Tirk, ne jî Tirkîye tê guhartin.
Bi salane li dervayî Tirkîyê navê Orhan Pamuk li pêşîya
Tirkîyê tê û gelek mirovên bîyanî bi saya Orhan Pamuk, yan jî bi
saya nivîskarekî din navê Tirkîyê dibihîsin. Lê Orhan Pamuk ji ber
gotinek xwe îro tê dadgeh kirin û serda jî teref sîyasetwan, rewşenbîr
û rojnamevanên Tirk va, wek mirovek xayîn û lîstokê Europîyan tê
binavkirin.
Alîgirên wî yên Europî jî ji Tirkan heqaretê dibînin ku çima
ew li dijî tadeya dewleta Tirk a li ser Orhan Pamuk tê kirin, derdikevin.
Yên ku derheqê Europîyan da gotinên ne baş dibejê yek jî serokwezîrê
Tirkîyê R. Tayyip Erdoğan e. Erdoğan dibêjê alîgirên Orhan
Pamuk, yên Europî bi gotin û kirinên xwe mudaxeleyî mahkemê dikin,
hekimên serbixwe(!) di bin tesîrê da dihêlin.
Xwedîyê van gotinan mirovek din ba, Tansu Çiller, Mesut Yilmaz
yan jî Mehmet Ağar ba, mirov dikaribu fêm bikira. Lê mirov
nikare Tayyip Erdoğan fêm bike. Tayyip Erdoğanê ku sirf
ji bo xwendina şiîrek teref mahkema ku ew îro "serbixwe" binav
dike, hat dadgehkirin û ji bo xwendina şiîrek deh meh di hapsê
da raza.
Ev mahkemeya ku îro Erdoğan lê xwedî derdikeve, duh
sal berê peşî li wî girt û nehişt ew bibe serokwezîr.
Erdoğan, ji vê yekê dersek dernexist û firsenda kû ket destê
wî baş neamiland. Lê serokwezirtîya Tirkîyê di demek kin da
wî guhart. Wî ji bo serokwezîrtîya Tirkîyê, ji hemû daxwazên xwe
feraqet kir. Îro ew jî wek serokwezîrên berê, hatta carcaran ji
wan jî kewneperestir difikir e.
Ne
kû sîyasetwanên Tirk tenê, piranîya ilimdar û zanayên wan jî wusane.
Gavek ji kemalizmê durnakevin û di hemû meseleyên civakî da xwe
bi kemalîzmê va girêdidin.
Dema
ku mirov ji derva dinihêre, tu tiştekî Tirkan normal nabine.
Ne dîndarên wan gorî bawerîyên xwe difikirin û hareket dikin ne
jî çep û nijadperestên wan.
Yên
dîndar çiqwas bi çavê umetçîtîyê li meseleyên civakî binêrin jî,
dema kû Tirk û Tirkayetî werê rojevê, bawêrîyên xwe didin alîkî
û Tirkatîya xwe didin pêş.
Çepên
wan jî wusanin. Ew jî xwe enternasyonalist binavdikin, lê sînorê
wanê enternasyonalîzmê tucar ji sînorê kemalîzmê derbas nabe. Kemalîzmê
wek bingeha çeptîya xwe ya herî grîng dibînin û bi dengek bilind
jî wî tînin ziman.
Ji
ber vê yekê çepên wan û nijadperestên wan, dîndarên wan û lîberalên
wan, dewlemendên wan û karkerên wan pirî caran wek mîna hev difikirin
û bi hêsanî dikevin milê hev û bi ruhê kemalîzmê va hareket dikin.
Ev
tevlihevbuna di civata Tirk da çêbuye nayê fêm kirin û gorî pîvanên
zanyarî jî nayên binavkirin. Ji ber vê yekê ye ku ew jî tu carî
navbera xwe û welatek din da şirîgtayiyek nabînin û xwe wek
dewlet û milletek nimune dihesibînin. Hemû dewlet û milletên ru
dinê jî, ji xwe ra dijmin dibînin û gorî vê yekê zarokên xwe perwerde
dikin.
Sedem
vê yekê, di van salên dawî da gavên kû bi zora Eeropîyan hatine
avêtîn ji bo pêşveçuna mirovatîya Tirkan tenê ne bes in. Ew
himê ku nêzîka sed sal berê hatîye avêtin puç e. Hata ku ew ji bin
va hilneweşe û bingeha wê serrast nebe, guhartinek dirust gelek
zahmet e. Tu guhartinek rojane jî bi taybetî ji derdên kurdan ra
nabe derman, hinek êşa wan kêm bike jî...
25.12.2005
ikramoguz@navkurd.net
|