Nêzîka salek û nîv e Şerafattin Elçî, M. Ali Eren, Ibrahim Aksoy, M.Emin Sever û hinek Kurdên din, yên bi nav û deng ji bo damezrandina partîyek legal dixebitîn.
Ew, roja 7-8 Tirmehê li paytextê Tirkîyê, li Otelê Hilton bi nezîkî 400 kesî va civîyan. Wan di civînê da xwe Gruba Kurdên Azad bi navkirin û bi piranîya beşdarvanan biryara partiyek legal giritin.
Piştî civînê Şerafettîn Elçî, li ser navê Gruba Kurdên Azad ji bo çapemenîyê daxuyanîyek xwend û ji bo damezrandina partîyek legal biryara civînê da hatibu girtin, eşkere kir.
Gor agahdarîya Elçî, partîya ku dixwazin damezrînin;
- ji yekitîya Tirkîyê ra rêzdar e.
- Li Tirkîyê çareserkirina pirsa kurdî bi sîstemek federal mimkün dibîne û ji bo wê dixebite.
- Kurdên li dervayî Tirkîyê wek bira dibîne û bi wan ra têkîlyên dostane datîne.
- Dijbertîya tu grubek Kurd nake û xebata xwe bi warekî demoqratîk didomîne.
Bi rastî ne hewceye ku Kurd rezdarîya xwe ya ji bo yekitîya Tirkîya bi eşkere bînin ziman, yekitîya wî bi warekî federali be jî.
Bi eşkere xwestinâ federalizmê ji bo Kurdan daxwazekî baş e, lê belê ji bo realîzekirinê, xwestin jî tenê ne bes e, lewra Kurd bi warekî demoqratîk li Tirkîyê ne dikarin bibin îqtidar ne jî bi serê xwe tenê dikarin sîstema Tirkîyê ya uniter ji binî va biguherînin.
Herduh daxwazên din girêdayî hevin, heger bi Kurdên Tirkîyê ra têkilîyek biratî çênebe, çêbuna têkilîyên bi Kurdên dervayî Tirkîyê ra jî bê qimet e.
Ji ber vê yekê gerê herkes gorî rastîya xwe kar bike û li ser hîmê rastîya xwe va bimeşe. Mesela dijbertîya dijî DTP’ê dibe ku DTP’ê qels bike, lê qelsbuna wan ne dibe sedemê xurtbuna Gruba Kurdên Azad ne jî dibê xurtbuna grubek din.
Lê ji daxwazên Gruba Kurdên Azad zêdetir navên wan, navekî nû ye. Azadî û demoqrasî daxwazên hemû Kurdane, lê belê hatta nuha kesî xwe wek “Kurdên Azad“ bi nav nekir Ji bo vê yekê navên wan ên kurdî li min pir xweş hat. Kurdên Azad, yanê Kurdên Serbixwe.
Çima ev nav li min xweş tê? Gor bawerîya min, heger mirovek azad nefikire û gorî fikra xwe kar neke, ne dikare xwe ne jî civata xwe azad bike.
Lê ji bo serkeftina partîyek navêkî xweş û naverokek baş ji tenê ne bes in. Hata nuha gelek caran bi navên azad û demoqrat gelek sazî çêbun, azadî û demoqratî ya wan jî tenê bi navê wan va ma.
Mesela Partîya Keda Gel, Partiya Demoqrasî, Partîya Heq û Mafên Azad... Ev hemû nav jî gelek xweş bun û di naveroka wan da jî tu tiştên xirab tunebun. Lê belê ji wan hinek bun dîrok, yên manê jî bê tesîrin.
Tecrubeyên hata nuha jî ravayê me hemuyan dide ku ji bo têkilîyên xurt xêncî navekî xweş û gotinên rast, di şertên îroyin da berê pere, piştra jî xebatek dirust û hevdem lazim e.
Tê xuyakirin ku di nav vê grubê da mirovên dewlemend hene, lê şertê duduyan ewê çawa bikarbînin bi cîh bînin, hê ne xuya ye.
Lê ez dikarim bêjim, ji nuha da duh kêmasîyên wan tên xuyakirin.
Ya yekemin, alîyê wan ên qels, Kurdên Azad, grubêk bê jîn û bê ciwan in. Ev jî ji bo xurtbuna wan tengasîyek mezin e.
Ya duyemîn jî, navên wan ên Tirkî ye. Hür Kürtler Grubu, ev nav çiqwas wan izah bike jî di nav Kurda da cîh nagre.
Ji ber ku piranîya Kurdan nikarin pirsa „Hür“ î bi hêsanî telafuz bikin. Sedem wê yekê eger ew navê partîya xwe Hür Kürtler Partisi lêkin, ewê ji serîda wunda bikin.
14.07.2006
ikramoguz@navkurd.net |