|
Di civatên paşdemayî da mirov hebuna xwe bi hebuna cemaatâ
xwe va girêdidin û xwe gorî wî tarif dikin. Jîyanek bê cemaat ne
difikirin ne jî ji bo jîyana xwe mimkun dibînin. Ji ber vê yekê pîvana rastî û xeletîyên wan jî gorî rewşa
cemaatên wan tên guhartin. Ji bo wan heger tiştek ji cemaatê
qebul bibîne, rast e, nebîne xelet e. Endamên cemaatan carcaran
di derheqê hinek tiştan da têkevin şikê jî, ji tirsa durketina
cemaatê rastîyên xwe eşkere nakin û wan ji xwe ra dihêlin.
Lê hinek mirov jî hene, rastîyên wanên şexsî dibin bela serê
wan. Lê dîsa jî navên hundirê xwe û wan bi mirovên derdora xwe ra
parva dikin. Bi van kirinên xwe, bi serê xwe tenê dimînin, lê histunek
ji cemaatên xwe jî bi xwe ra dibin...
Ji bo vê yekê xwendin û nivîsandin jî ne şert e, hebuna
mantiqek realist bi serê xwe tenê va bes e, wek realîstîya gundîyê
me.
Gundê me jî wek gundên derdorê mirudên mala Şêx Seid
Efendi bûn. Ji bo vê yekê kurê Sêx Seîd, Şêx Selahaddîn Efendi,
kêmasî salê da carek li hemû gundê ku murîdê wan lê dijîyan, digerîya
û li her gundek şevek dibû mêvan. Biçuya kîjan gundî, wê şevê
hemû mêrên gund li der dora wî dicivîyan, ew, bi waazên xwe bersiva
pirsên gundîyan, yên derheqa dîn da, dida. Heger di gund da dujminatîyek
heba, navbera wan çêdikir û problemên wan çareserdikir.
Di hatinek wî ya gundê me da, Şêx Selehaddîn wek hertim
dawîya waazê xwe de, "Bila xwedê dîn û imanê bide me, me hemuyan
ji din û imanê neke" got û xeberdana xwe qedand. Pişt ra gundîyek,
misade ji Şêx xwest û daxwazek jê kir; "Ez qurban, bila Xwedê
me bê dîn û bê îman nehêle, lê belê dîn û iman a bê mal û mulk jî
tenê ne bes e, gere em daxwazên mal û milk jî ji Xwedê bikin."
Ser vê gotinê, berîya Şêx hemû mirovên ku di cemaatê
da runiştibun, ji cîhên xwe qilbun û ser wî mirovî da qêrîyan.
Bi saya Şêx ew ji destê gundîya filitî û bi kor û poşman
berê xwe da mala xwe. Piştî çûyîna Şêx ne kesî gotinên
wî anî bîra xwe, nê jî wî, erişên gundîyan anî ziman.
Hata ku çend sal şunde gundîyê me di pêncî salîya xwe
da felç bu. Ji ber nexweşîyê alîkî wî kişîya, dev û lêvê
wî hinek xwar bu û di umrekî kin de jî wefat kir.
Ew gotinên ku wî salan berê di meclîsa Şêx da anîbu
ziman, carek din di rojeva gundîyan da cîyê xwe girt.
Çiqwas sebebê nexwaşîya wî bihata zanînê jî, kesî wê
rastîyê nedidît û nexwaşîya wî bi gotinên wî yên salan berê
va girêdidan.
Piştî wefata wî jî ew ji gundîya xilas nebû. Li ser
her gotinekî wî çîrokek hat gotin. Ji ber tiştên ku li ser
nexwaşîya wî û mirina wî digotin, guhên mirovan dirêj dibun.
Kingê bahsa dîn û îmanê bihata kirin, di wê cemaatê da kî
heba, yek û yek derheqê wî mirovî da xeberdidan û dur û dirêj diaxifîn.
Carcaran gotinên wan hevdu nedigirtin, lê kesî ji gotinên kesî ra
îtraz jî nedikir. Tiştên ku li ser dibun yek, kêmbun, lê belê
herf bi herf wek hev bun. Yeki digot; "Wî dîn û iman nedixast. Xêncî
mal û milkên dinê çavê wî tiştek nedidît. Xewnê wî jî li ser
mîhên qemer û beranên sor bun. Berê qelbê wî reş bu, paşê
hiş û aqil jê durket. Heger wusa neba li cemaatâ Şêx da
dikaribu îtiraza dîn û imanê bikira."
Yekî din dest pêdikir û digot; " Gotinên Şêx jî têr
a wî nekir. Dawîyê da Xwedê dev û lêvê wî xwar kir, dîsa jî qelbê
wî yê reş paqij nebu. Di emrekî kin de çû dinya wîyalî. Kî
dizane nuha di kîjan sîtila qîr û qetranê de dişewite."
Lê hemû gundîyan jî dizanibun ku ev gotin û şiroveyên
tên kirin ne rast in û hemû kes bi van gotinan va, serî da xwe,
piştra jî miroven derdora xwe dixapînin. Lê bi vî awayî jîyana
cemaatê dimeşîya.
Rastî çi bu?
Rastî ew bu ku, dilê hemû gundîyan da jî imanek bê mal û
bê mulk zêde pere nedikir, lewra kesî wek wî mirovê realist daxwazên
xwe rast e rast nedianî ziman, ji ber ku mirudîtîya wan rê nedida
wan...
15ê Adarê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|