Du sal berê li Îstenbol konferansek li ser pirsa Kurdî hatibu amadekirin. Di wê konferansê da Prof. Mümtazer Türköne, ji bo siyaseta dewletê ya li ser pirsa Kurdî mîsalek dabu. Mümtazer Türköne digot, „ rojek mirovek bi otomobîla xwe li meydana Taksîmê li derdora hêykelê Atatürk dizivire. Ne yekcar, ne ducar. Ji sibê hata êvarê derdora hêykêl tere tê. Dawîyê da bala polêsek trafîkê dikşîne. Polês li pêşîya erebê digre û dipirse: `Bavê min li te xêr e. Tu çima ji sibê virda derdora hêykel diçî tê?‘ Siwarê erbê ji polês ra dibê; memur beg li qisurê min nenêre, sînyala mina çepê xirab buye, nayê şuna xwe. Loma ez mecburim gor sînyalê derdora heykel diçim têm. Dewletê jî carek hebuna kurd a û çand, huner û zimanê kurdan înkar kirîyê. Ji wê sîyaseta xwe venagere û derdora xwe diçe tê“.
Îro, dewlet nîyeta wî çi dibe bila bibe, sîyaseta xwe ya berê hêdî hêdî terk dike û gav davê. Ji wan gavan yek jî di televizyona dewletê da weşana bi zimanê kurdî ye. Min di nivîsa xwe ya berê da jî gotibu, ev gav ji bo gelê kurd gavekî girînge û dîrokîye. Bese ku Kurd vê gavê baş binirxînin û bi wê tenê razînebin.
Kurdên ku îro di vê projeyê da cîh girtine, ez piranîya wan ji nêzikva nasdikim û tu carî ji kurd û kurdperwerîya wan şik nakim. Ji bernamevanan hatta mêvanên wan, kî ku dipeyve, derd û kulê gelê kurd tîne ziman û ji bo çand, huner û zimanê kurdî xwe amade dike...
Deh roj e, hata ku dikarim TRT-Şeşê temaşe dikim. Min di weşanên wê da di derheqê kurdan da tiştekî xirab nedît, heger wuha biçe nayên dîtinê jî. Wek îddiayên hinekan ne kes bi zimanê me ji me ra dide xebera, ne jî li me heqaretê dikin.
Bîlakîs di hinek kilamên ku tê da hatine weşandin, di wan da yek û yek dijbertîya dewletê he ye û dema mirov wan stranan di TRT’ê da guhdarî dike, şas û metal dibe...
Kêmasîyê wî tu nin?
Gelek in û lê ew kêmasî gere nebin sedemên dijbertîya wî.
Lê xuyaye, ne tenê sînyala dewletê, sînyala hinek kurdan jî xirab bûye û ew jî ji sibê hatta êvarê li der dora xwe diçin tên û di ezberên wan da çi heye, wan dubare dikin.
Bi rastî ew jî, bi wan gotinên xwe yên dubare bawer nakin, lê carê plaq destpêkirîye, naxwazin wê bidin sekinandinê...
Dibên yen kû di vê projeyê da cih girtine „qorucîyên çandî“ ne.
Çima?
Televizyona dewletê ye...
Gelo kurdan di hemû warên jîyanê da têkilîyên xwe ji dewletê qetandine ku, em bêjin ev têkilî xirab e.
Kurdekî ravayê min bidin ku bila bêje ez ji bo xizmeta gelê kurd naxwazim bi dewletê ra runêm.
Madem ku em bi piranî çareserîya vê pirsê bi warek demoqratîk dixwazin hal bibe, ev gav jî gavekî demoqratîk e û di navbera wê û daxwazên me da nakokîyek jî tune.
Lê gava mirov dijberê çavgirtîbe, ne kar û zirara xwe dibîne, ne jî pêşîya xwe...
Gelek kesên wek Şivan Perwer û Nîzamettin Ariç hene ku ew di vê demê da naxwazin di TRT-Şeşê da cîh bigrin. Mirov sedemên ne cîh girtina wan fêm dike.
Lewra hinek şert û şurtên wan hene û ew vê gavê ne ji binî da mahkum dikin, ne jî yên ku wek wan nafikirin, wan tawanbar dikin..
Heger daxwazên me yên yek jî bi zimanê me yê zikmakî weşana televizyonê be, nîyeta dewletê çi dibe bila bibê, madem ku di vî warîda gavek avêtîye, gere emê lê xwedî derkevin û vê gavê ji bo daxwazên xwe yên din ra jî bikin bingeh.
Bi vebuna TRT-Şeşê em gere dijbertîya xwe ya li dijî dewletê nerawestînin, lê bi çavgirtî dijbertîyê jî nekin...
11.01.2009
ikramoguz@navkurd.net
|