Çend roj berê li Amerîkayê kîtabek derket. Navê kîtabê „Lawê Reich“ e. Kîtap ji alî J.P. De Sales va hatîye nivîsandin.
Di kîtabê da tê iddiakirin ku Seddam Huseyn kurê Hitler e. Gor kîtabê tê gotin ku 1936’an da dilketîyek Hitler bi zarokan hamîle dimîne. Istixbarata Alman ya wê demê ji ber ku Hitler ji vê yekê agahdar nebe, keçika hamîle bi dizî digrin û wî direvînin dibin Beyrûdê.
Wê demê ajanê Alman yê bi navê Reinhardt Hoffmann li Bexdayê bi xortekî Ereb, bi navê Hayrullah Tulfa bazarîyê dike ku zaroka di meha Adarê da tê dinê, xwedî derkeve û jê ra malbatek bibîne.
Gor îddiaya nivîskar Hayrullah Tulfa jî wê demê alîgirîya Nazîya dike û ji ber wê yekê xwuçka xwe ya hamîle ya bi navê Subha pêşnîyar dike.
Dilketîya Hitler roja 20 Adarê sala 1937’an da Saddam tîne dinê. Heft roj şunda jî Subha, xwuçka Hayrullah jî di welide. Ajanên Nazîyan wê şevê li Beyrudê dest davên ser nexweşxwenê û Saddam ji hembêza dîya wî digrin û dibin Tîkrîtê, mala malbata Tulfa.
Hayrullah di fikire ku Saddam çawa bi zaroka xwuçka xwe ra biguherine. Lê tişte ku ne di hesab da di qewime. Zaroka xwuçka wî mirî tê dinê û dîya wî jî ji xwe diçe. Ev jî, bê qeza û bê bela Saddam li ba Subha’yê datînin û zaroka wî ya mirî dibin bi dizî defin dikin.
Dema ku Saddam mezin dibe, jê ra tê gotin bavê wî Huseyn el-Mecîd e û berîya buyîna wî dîya wî terk kirîye.
Di kîtabê da tê agahdarkirin, Xalê Saddam, Hayrullah sala 1941’î da têkkilî serhildana Reşîd ya dijberî Îngilîzan dibe û tê girtin. Şeş sal di girtingehê da dimîne.
Hayrullah, piştî serokkomarîya Seddam dibe Şaredarê Bexdayê.
Di kîtabê da tê îddia kirin kû ajanên Nazîyan jî ji vê yekê agahdarbun.
Min dema ku ev nuçe xwend pirsek Hittler ket bîra min.
Min salan berê di derheqê Mistefa Kemal da kitabek xwend. Kitab ji alî MEB va bi navê „Atatürk için diyorlar ki“ hatibu weşandin.
Di kîtabê da cîh dabun gotinên gelek sîyasetwan, nivîskar û ronakbîren dinê yên bi nav û deng. Di nav wan da yek jî Adolf Hitler bu.
Gor wê kîtabê, Adolh Hitler ji bo Atatürk wuha gotibu: „Mamosteyê min ê yekemîn Mistefa Kemal Atatürk e.“
Îro jî te gotin ku Seddamê xwînxwar jî kurê Hitler e. Ji îro va tê xuyakirin, rastî û xeletîya vê îddiayê, wê zemanek durî dirêj bê mineqeşekirin.
Lê rastîyek heye ku tu tiştek wê naguherîne.
Ew jî xwînxwarî û qetlîamên dîktatoran nin.
Atatürk, Fille û Kurd qirkirin, Hitler xwe şagirdî wî hesiband û Cuhîyê li Almanya dijîn, di firinan da şewitand. Saddam jî bi hezaran Kurd û Erebên Şîi bi çekên kimyewî qetilkir.
Ji ber vê yekê navbera wan da eqrebatî û şagirtî tune be jî, şirîgtayîyek din heye ku, ew jî xwînxwarîya wan e...
20.11.2007
ikramoguz@navkurd.net
|