Dagirkeri karê dewleta Tirk e û ew ji bav û kalên wan ji wan ra mîras ma ye. Lê ev dagirkerîya wan a îroyîn ewê bibe bela serê wan.
Çawa ku bapîrên wanên Mongol, Selçukî û Osmanî bi dagirkerîyên xwe, xwe ji têkçunê xilas nekirin, ew ji nikarên bi van kirinên xwe yên qirêj hebuna xwe bidomînin.
Bi sed salan e li kîderê dibe bila bibe, destxistinek Gelê Kurd dewleta dagirker dîno har dike.
Sebebê dagirkirina Başur jî serkevtinên Kurdên başur in. Ev ne cara yekemin e. Leşkerê Tirk ji sala 1983 yan vir da 25 care derbasî axa Kurdistana Başur dibin û bi top û tankên xwe Gele Kurd tehdît dikin û dixwazin wan jî wek kurdên bakur bê maf bihêlînin û li ber pêşveçuna wan dîwarek biçikînin.
Lê hata îro tu carek biserneketin û vê carê jî sernakevin.
Wek salên borî, ji bo dagirkirina Kurduistana Başur çiqas hebuna PKK bahane bikin jî, iro dîsa mexseda wan ya herî mezin, Kurdên Başur û destxistinên wanên girîng in.
Armanca dewleta Tirk ewe ku:
- Bi vî êrişa xwe li Basur bimîne û pêşî li referanduma Kerkûkê bigre.
- Pêşveçuna hukumete Kurdistanê ya herêmî bide sekinandinê û rê li daxwazên ji bo serxwebuna Kurdistana Başur bifetisîne.
- Şerwanên PKKê ji herêmê bide durxistin û wan bê tesir bike.
- Têkilîya Kurdên Başur û Kurdên Bakur ji hev biqetîne û di navbera wan da herêmek tamponî ava bike.
Lê ev armanc û daxwazên wan, ne gorî dilê wan, ne jî bi tank û topên wan nayê cîh. Ji bo vê yekê rewşa navnetewî û rewşa rojhilata navî jî ne musait e.
Çiqas Amerîka bi dewleta dagirker ra iro destbiratîyê bike jî, sînorê destbiratîya wan tenê ji bo hebuna PKKê ye.
Êrişek dijî Hukumeta Herêmî ne ji alî Kurdên Başur ne jî ji ali Amerika bê bersiv namîne. Amerîka bi destê xwe balte li lingê xwe naxe û li Iraqê serkevtina xwe ya yekemîn ji hole rana ke û seranserê Iraqê ji xwe ra nake hezek.
Alîyê din wek operasyonên berê Dewleta Tirk bi alîkarîya Amerîkayê jî dîsa nikare li Başurê Kurdistanê koka PKKê bine.
Mimkune ku ji bo demek kurt PKK bê hêz bimîne, lê hebuna wî ne li Başur ne jî li Bakur naqede. Lewra hatta pirsa Gelê Kurd çareser nebe, wek hêzên din PKK jî dikare bi awayek hebun û tekoşîna xwe bidomîne.
Lê çare çî ye?
Çare ewe ku, kingê dewleta dagirker, ji nu va xwe ava bike û wek dewletek domoqratîk di nav malbata cîhani de cîhê xwe bigre, we demê ew ji tirs xofên xwe, gelê Kurd jî ji dagirkerîya wan xilas dibe.
Ji bo vê yekê hinek cesaret û medeniyet lazim e...
24.02. 2008
ikramoguz@navkurd.net
|