Ji buyîna mirovatîyê hata îro, qasî buyînê dawîya mirovatîyê jî hatîye şirovekirin. Gor olî, an jî gor zanyarîyê tu bersivek sedî sed nehatîye gotin.
Tiştên ku em dibihîsin, ew jî ji farazîyan pêşva naçin.
Lê her farazîyek jî bê bingeh nîne.
Ji van farazîyan yek, Salnameya Maya ye.
Salname 31’ê meha Berçile, sala 2102’an da diqede...
Dem û dewran jî di cîhê xwe da disekine...
Ev, salnameyek zanyarî nîne, lê ya herî kevn e û tiştê ku tê da hatinê nivîsandin, piranîya wan qedîyan e. Sedem vê yekê gelek zanyar li ser vê salnamê disekinin û sebebê dawîya wê şirove dikin.
Gor hinek zanyaran dawîya salnamê, dawîya jîyana mirovatîyê ye, jîyan jî diqede...
Hinek zanyar jî dibên sala 2012 ne dawî ye, lê belê destpêka dawîyê ye.
Gor şiroveyên van zanyaran, di sala 2012’an da tufanek mezin diqete.
Piranîyan zindîyan bi vî tufanê can didin. Yên dimînin, ew jî bi van îmkanên iro, di her alî da jîyanek baş derbas dikin.
Lê ev dem, ne demek direj e.
Bi zêdeyî 50 – 60 sal e.
Piştî wê jî qiyamet diqete û di dinê da tu zindîyek namîne.
***
Farazîyek din jî ya Einstein e.
Einstein salan berê gotîye ku, kîngê li dinê moz winda bin, hun bizanin ku wundabuna wan, îşareta dawîya dinê ye.
Ew dem jî 50’î an jî 60 sal e...
Ev gotinên Einstein kingê hatin rojevê?
Duh meh berê.
Çima?
Li Amerîkayê moz wundabun, loma...
***
Farazîya sisîyan jî farazîyek olî ye.
Tê gotin ku jîyana mirovatîyê li Mezopotamyayê destpêkirîye, li wir jî diqede.
Gor vê farazîyê; li ser erdê Mezopotamyayê şerek mezin derdikeve...
Li alîkî misilman û Uris, alîyê din jî qewmek ji misilmanan bi kafiran va dibe yek...
Şer çend salan didome, lê kes bisernakeve...
Dawîya şer da Mehdî yanê Hz. Isa ji jor tê xarê...
Dewletek cîhanî ava dike û bi xwe jî dibe hukumdarê wê dewletê.
Di bin hukumdarîya wî da idareyek bi edlayî û wekhevî tê sazkirin...
Hemû hemwelatîyên wê dewletê, reng, netew û ola wan çi dibe bila bibe, wek xuçk û bira bi hevra dijîn û bê hesudî û bê cudayetî jîyana xwe didomînin...
Lê ew dem jî ne dur û dirêj e...
Piştî wê roja qiyametê ye...
***
Bi rastî ev hersê farazî jî ji bo min wek çîrok in.
Ji wan ya herî nêzîk tê xuyakirin, ew jî ya sisîya ne...
Rastîya wî jî ji bo min tenê ne xem e...
Lê xema min ewe ku heger ev rast be, ji bo me kurdan Kurdistanek serbixwe, dîsa xewn û xeyal e...
27’ê Îlonê 2007
ikramoguz@navkurd.net
|