Ambasadorê Amerîkayê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad çend roj berê li Hewlerê, di merasima vekirina ofîsa Tîma Jinûveavakirina Herêmê li Kurdistanê de behsa hevpeymaniya Kurdistanê û Emerîkayê kir û got; „Rast e ku tenê çiya dost û penaya kurdan in lê belê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê jî pêbendiyeka demdirêj digel xelkê Kurdistanê heye û ji vir şunda jî hevpeymaniya me dê hevpeymaniyeka demdirêj be û Xwedayê mezin bila xelkê Kurdistanê û hemî xelkê Iraqê pîroz bike û biparêze.“
Raste, bi sed salane ku çiyayên kurdistanê bi kurdan ra bun dost, ji wan ra starî kirin û wan ji neyarên wan parastin. Kurd kingê ketin tengasîyê, berê xwe dan çiya û di paşlê çîyan da ji xwe ra jîyanek nu avakirin û ji bo tekoşîna mafên xwe, xwe ji nuva amadekirin.
Ew carcaran Zagros, carcaran Cudî, carcaran jî Ararat ûSîpan bu. Çîya sar bun, asê bun, bê dar û war bûn, lê ji kurda ra ne bêbext bûn wek Tirk, Faris û Ereban.
Ji ber vê yekê ye ku gelê Kurd bi rumet li çîyâyê kurdistanê nihêrîye û dost û hevaltîya xwe û çîyan bi klam û stranan, bi helbest û çîrokan anîye ziman. Kilam û stranên li ser çîya û banîya tên gotin, di nav zargotin û edebiyata kurdan da xwedî cîyeki gringin û gellek în. Lê qasî ku di helbesta xuya bi navê Rev da Edo Dêran(*) dost û hevaltîya Kurd û çîya têda anîye ziman, kêmin. Edo Dêran, di wê helbestê da ne tenê starîya çiyan, di derheqê bêbextiya cendiraman da jî wuha dibê;
„Ser meda girtin
Berbangeke kûr
Em du bira bûn
Eme destê vala
Isdêrk huldişîyan
Dîkê subê hê xewdabûn
Em du bira bûn
Ketibûn pey belengazîya xwe
Derketibûn serê çîya
Çîya ne bê bext bûn
Mîna cendirma
Pêxasbûn
Birçîbûn
Û belengazîya mera
Vekiribûn hemêza xwe ne mezin
ÇÎYA
Sîha me bû mera heval
Yek jî çîyayê bilinde por sipî
Me zanibû
Çîya ne bê bext bûn
Mîna cendirma ... „
Haya Ambasadorê Emerîkayê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad ji helbesta Edo Dêran nîne, lê belê, tê xuyakirin ku wî jî gelê kurd baş naskirîye û, wek qasî çîya diwaze bibe dostê kurdan...
Ji ber vê yekê ez bi van gotinên Xelîlzad gelek kêfxweş bum. Lê dîsa jî, ew ji hemû teredutên min ra hê nabin derman...
Ji bo îspata dost û hevaltîya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê mirov dikare gelek tiştan bijmêre. Ev panzdeh salên dawî da kurdên başur bi alîkarîya wan gelek gavên hevbeş avêtin, ji bo bingeha dewletek serbixwe xwe her alîda amade kirin. Lê dîsa jî ji bo dostanîya demdirêj, bi kêmasî hê salek lazim e. Kingê gor biryara Kurd, Iraqî û Amerîkîyan, hata payîza 2007’a referanduma Kerkukê çebê û Kerkuk têkilî herêma Kurdistanê be, wê demê şunda mirov dikare bi hêsanî bêje dostî û hevaltîya Kurd û Amerîkîyan jî dostî û hevaltiyek demdirêj e, wek ya kurd û çîyan...
ikramoguz@navkurd.net
* Ev helbest, ji teref huquqnasê Kurd Abdurrahman Alaca bi navê Edo Dêran hatîye novîsandin û salên 60î da di kovara Yeni Akiş'ta hatîye capkirin... |