Van rojên dawî da ji me ra gelek mesaj tên. Yên ku dişînin,
piranîya wan Tirk in.
Hinekên wan di mesajên xwe da ji me ra didin xebera û me
tehdît dikin, hinek jî berê aqil didin me û piştra jî bi eyarek nerm avirên xwe
ser me da dirijînin.
Di naveroka nivîsên wan da tê xuyakirin, yên ku me tehdît
dikin ne tenê nijadperestên Tirk in, ji wan gelek çep in û çeptîya xwe jî înkar
nakin.
Bi rastî kifir û heqarêtên nijadperestan tişteki nû nîne û
mirov wan fêm jî dike. Ê nayên fêmkirin, çepên Tirkan in û kirin û gitinên wan
in. Ew di mesela kurdî da ne îro tenê hertim çep dinêrin û rast ledixin.
Lê bila ew bizanibin em bi rexne û xeberên wan va biçuk
nabin, lê ew ferq nekin jî bi van
kirinên xwe, serî da xwe şermezar dikin.
Çima, ji bo çi, me rexne dikin?
Heger hebe jî, xeletî û kemasîyên me gelo çima wan ewqas
zêde rihetsiz dike?
Bi eşkere tê xuyakirin, ew ji bo serfîrazîya me me rexne nakin, serkeftinên me
li zora wan diçe.
Ji bo bersiva pirsên wan, ne hewceye ku mirov dur û dirêj bi
fikire û bi pîve, daxwazên kû ji me dikin, niyeta wan eşkere dike....
Dibêjin, çima em dijî tekilîyên Amerîka û Kurdên Başur
dernakevin û niyeta Amerîkîyên kolonyalist nabînin.
Çima, wek wan dijîtîya emperyalîzmê û ABD’yê nakin.
Çima, em ji bo sosyalîzmê, sosyalîzma ku îro Castro û Kim Il
Sung serkêşîya wî dikin, dest ji mafên xwe yên netewî bernadin û bi ruhek netew
li meseleyên Rojhilata Navîn dinêrin..
Çima bi çepên Tirkan ra dijîtîya Barzanî û Talabanî nakin û
wan bi kewneperestîyê şermezar nakin.
Daxwazên wan wusa dirêj dibin û diçin...
Gerçî gelek Kurd jî, kurdên ku hê xewna dîktatorîyê dibînin,
wek çepên Tirk û nijadperestên Tirk hê jî dijîtîya Kurdên Başur dikin, lê ya baş ewe kû van nîyêtên xwe bi eşkere naynin ziman.
Ev pirs û gotin jî têra van camêran nakin, di mesajên xwe da
dev dirêjî jiyana me ya rojane jî dikin û di mesajên xwe da nav û navnîşanên xwe jî eşkere dinivsînin.
Ji wan yek dibê ; „Hun çiqwas maaş distînin. Hun bi van karên xwe, xwe erzan nefroşin, ji Soros dawa heqê xwe bikin ku bila ew maaşê we
zêde bike.“
Yekî din dibê; „Bila Ibrahim Aksoy di nivîsên xwe da yan
methê emperyalîzmê neke, yan jî bila navê kurê xwe biguherîne.“
Tê xuyakirin ev
mirov qasî ku navê kurê wî dizane, Ibrahim Aksoy baş nasdike.
Yekî din jî wuha dibê; „Hun ji serî hatta bînî di nivîsên
xwe da bijî Kurdistan bêjin. Piştî kişandina
Amerîkayê ezê we bibînim. Wê rojê ezê derîm ser çîyayê Cudî û li reva we
binêrim. Hela kî li we starîyê dike, emê bi hev ra bibînin.“
Belê piranîya mesajan bi vî awayî ne û ne tenê nîyetên şexsî ne.
Hem û kul û birînên wan, serfirazîya
Kurdên Başur û Kurdistana Federal e. Derdê wan ne sosyalizm e, ne jî biratîya
gelan e.
17. Tebaxê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|