| Gelek kes di van rojên taybetî da qala
piçuktiya xwe dikin û bîranînên xwe bi derdorên xwe ra parva dikin.
Ji van rojên taybeti yek jî cejna rocîyê
ye. Îsal jî min ev cejn li dervayî welat derbas kir. Tu xebera min
ji hatina wê jî tune bû. Roja yekemin, ji destê sibê da zengilê
telefona min destpêkir û hata evarê tu carî nehat birîn. Li ser
vê yekê piçuktîya min û cejna wê demê ket bîra min. Min jî xwest
wan bîranînên xwe bi we ra parva bikim, çiqas dewlemend ne bin jî...
Wek tê bîra min, meha remezanê ji bo mezinan meha ibadetê,
ji bo zarokan jî meha lîstik û şahîyê bu. Em jî wek mîna mezinan
radubûn paşîvê û wek mîna mirovên rocî jî li sifra fitarê rudiniştin
û li benda azandina melle disekinîn. Meha rocîyê da xebat kêm dibû,
ji ber vê yekê jî ji bo me zarokên gund, roj û şev bi lîstikê
derbas dibû.
Nav rojê da heger heba, me kar û barên xwe yên zarurî dianî
cîh û dest bi listîkê dikir. Lîstika herî baş, lîstika bi kap
an bu. Evaran jî çavçirtonek dileyîstin. Ji bo vê lîstikê zarok
dibun du kom. Komek çavê xwe digirt, yên din xwe vedişartin.
Piştra çavê xwe vedikirin û li yên din digerîyan. Kîjan kom
berê bihata cîyê destpêka lîstikê wî lîstik qezenç dikir. Ev lîstik
hata paşîvê dikudîya.
Mer û xort jî piştî fitarê diçûn, di camîya gund û li
wir nimêja terawîyê dikirin û piştî nimêjê li odên mêra belav
dibûn. Hatta paşîvê zemanê wan jî wek bi kêf û eşq derbas
dibu. Ji wan hinekan kişik dileystin, hinekan jî lîstikên nu
icat dikirin û zemanê xwe pê derbas dikirin.
Wê demê ji bo me zarokan rocî girtin tiştekî muhîm bu.
Di navbera zarokan da, wek şertê mezinahîyê dihat hesibandin.
Hemû zarokên gund di navbera hevda şert digirtin ku kî dikarê
zêde rocîyê bigre. Lê dê û bavên me nedixwestin em rocîyê bigrin.
Wek mîna mezinên îro nedifikirîn. Bi zorê nan û av didan me û ji
me ra digotin; "hun kîngê reşît bûn wê demê rocîyê bigrin,
lewra îro ji we ra ferz nîne."
Dîsa jî ji bo îspatkirina mezinahîya xwe hinek zarokên gund
rocî ne girtibana jî, ji hevalên xwe ra digotin; "em bi rocîne."
Lê piranîya zarokan duh rojên dawîyê, roja şerefat û
erefatê rocî digirtin, tu kesî jî ji bo van duh rojan ji wan ra
dengê xwe nedikir.
Wan her duh rojan da ji bo hemu zarokan heyecanek destpêdikir
ku ev jî tu carî nedihat tarîf kirin.
Ya yekem ew bu her duh rojên dawîyê da, berîya nanê êvarê
fêkî distandin û jî bo wan xwarinên herî xweş dihat çêkirin.
Ya diduya, bila bê îstisna hemû zarok ji dê û bavên xwe dîyari
distandin, ew ji bo li xwekirina cejna remezanê kincên nû bun. Heyecanek
wanên din jî ew bu ku, ewê di roja cejnê ya yekemîn da çiqas fêkî
berhev bikin. Ji ber vê yekê rojên dawîyê tu carî ji bo zarokan
derbas nedibun. Li alîkî xew nediket çavê wan, wexta radizan jî
van her sê tişt xewnên wan dixemiland
Roja dawîyê jinên gund ji bo amadekirina xwarin û vexwarina
eydê tendurên xwe ji zu va dadidan. Mêr û xort jî ser û gohên xwe
dişuştin û ji zu va diçun camîyê, ji bo nimêjê.
Zarok jî kincên xwe yên nu, yên ku kincên wanê nu tunebana,
yên şuştî li xwe dikirin û li benda belavbuna camîyê disekinîn.
Piştî nimeja eydê cejn destpêdikir û zarok jî dikaribun li
nav gund bigerin û fêkîyan berhev kin.
Gera nav gund bi kom bi kom destpêdikir. Hinekan jorî gund
va dest bigerê dikir, hinekan jî jêr va. Mal bi mal hata serê din
digeriyan.
Ji berê da navbera xwe da biryar digirtin ku ewê destê jinên
kîjan malê ramusin. Pivana destramusana zarokan, gorî fêkiyên kû
xwedîye malê dide wan, dihat guhartin. Lê berî gerê dizanibun ku
ji kîjan malê çi distînin. Ji bo jinên tehma navbera xwe da pîlan
û programên cuda çêdikirin. Ji hev ra digotin, " heger mala felankesê
dîsa serê me hcîrek genî bide me, emê hêcîrên wanên genî bigrin
û ser serên wan da bavêjin."
Carcaran jî temîyên xwe li hev dikirin û ji hev ra digotin;
" ji bîr meke heger tu herî destê jina felankesê ewê lepa xwe tijî
guz bike û bide te."
Hemû xeberdanên wanên wê rojê li ser tematî û destvekirîya
jinên gund derbas dibu.
Piştî gerê, fêkîyên ku tovkiribun vedişartin û
dihatin ba hev, derheqê mal û jinên gund da dipeyivîn. Pesnê hinekan
dikirin. Ji bo hinekan jî çi dihat devên wan digotin.
Heger dem payîz û zivistanba, di gomek pez da dihatin ba
hev, bi kapên hestî li ser guzên ku tovkiribun dileyîstin, bahar
û havîn ba cîyê lîstikê yan ser xanîyên duz yan jî ber derîyên paqij
bu.
Ji bo sê rojan tu dê bavê kesî jî ji bo lîstikên wan dengê
xwe nedikirin.
Ji ber wê yekê jî kêf kêfa wan bû...
05.11.2005
ikramoguz@navkurd.net
|