Rastî, kî dibê bila bibê rast e. Gotinek rast ne gorî gotarvan ne jî gori dilê kesî nayê guhartin. Lê di civatên paştemayî da heger tiştek ji alî heval û hogiran va hatibe gotin rast, yên xerîb, bi taybetî yên ji alî neyaran va hatibe gotin ne rast tê dîtin.
Di civatên wusa da qîmeta wî zêde nebe jî, realîta jîyanê ne wusa ye. Rastî, tu di tekela kesî da nîne û gorî dilê kesî jî nayê guhartin. Yên ku gorî dilê xwe li rastî û xeletîyê dinêrin, ew ne derdorên xwe, tenê xwe di xapînin.
Ji bo jîyanek realist şertê ewil ewe ku gotina rast ji alî neyaran va jî were gotin, gere mirov wî qebul bike û heqê wê bidê.
Di warê sîyasetê da ev nêrîna xelet bê sînor e. Wek gelên cîhanê kurdan jî ji ber vê xeletîyê gelek kişandin û bi hev ra neyartîyê kirin.
Kurdên ku salên borî ji bo armancek kar dikirin, ji wan yekî azadî bigota yên din raizgarî, an jî serxwebun digotin.
Yeki kurdistanek serbixwe bixwasta, yên din tişteki din danin ziman...
Ev ji nerazîbuna gotinên hev wek berê ji hev aciz nabin, lê bi kemasî be ev nêrînên çewt hê jî tên dîtin.
Mesela min ji serîda hata îro sîyaseta ku Abdulah Ocalan ajot rast nedit, îro jî nabînim. Lê ev nayê wê maneyê ku hemû gotin û kirinên wî ne rast bin. Di vê nivîsê da ez behsa kirinên wî yên rast û xelet jî nakim, ew hemû li ber çav in, bese ku mirov bibîne. Lê ez di vê nivîsa xwe da behsa gotinek wî dikim. Rastîya ku wî di wan gotinên xwe da anibu ziman dixwazim bêjim û wî şirove bikim.
Salan berê çi gotibu Ocalan; di gotinên wî da rastîyek çawa hebu?
Wek îro tê bîra min. Bi telefonê têkilî programek MED TV bibu û di wê programê da li ser hinek gotinên hevalbendên xwe wuha digot: „Ez dibihîzim ku bi hezaran kurd ji bo min dibên, ‚Bi xwîn bi can em bi te ra ne ey Serok‘.
Ev tiştekî muhim e lê ne bes e. Lewra kurd canê xwe, xwîna xwe didin lê malê xwe nadin. Kingê ku, ‚bi can, bi xwîn û bi malê xwe em bi te ra ne ey Serok bêjin‘, ez dizanim ku ew wê demê duristin û girêdayî min in.“
Ocalan bi van gotinên xwe dixwest ku kurd ne tenê bi can û xwîna xwe, bi mal û milkên xwe jî bi wî ra bin û ji wî ra xizmetê bikin. Ev daxwaza Ocalan çiqwas durî sîyasetek demoqratîk be jî, lê di tespita wî da rastiyek jî hebu, îro jî he ye.
Lewra wî wek hevalbenên xwe yên heremê ruhîyeta kurda tespît kiribu û gorî wê jî gilî û gazinên xwe dikir..
Ez bi xwe vê tarifê di cî da dibînim û ji rastîya wê jî tu şuphe nakim.
Lê çima wusa ye, dikarim gorî dîtinên xwe hinek tiştan bêjim.
Di malekî da yan jî di civatekî da kêmasîya çi were kişandinê, ew tişt ewqas bi qimet e, tiştên zêde jî bê qîmet in.
Gelê kurd, ji ber destê dagirkeran gelek zilm û zahmetî kişand, pirî caran tî û birçî ma. Piranîya wan di derê xwe da bizinek yan jî çêlekek nedidîtin, lê bi biran zarok xwedî dikirin. Sedem vê yekê carcaran karek yan jî golikek ji zarokek zêdetir qimet didît.
Pirbuna zarokan ji kîderê dihat. Bi raya min duh sebebên wî hene.
Ya yekemin olî ye, ya din jî parastin e. Ji bo vê tespîtê duh gotinên pêşîya bes e.
„Heger Xwedê ruh bide, risq jî dide“.
„Berânê nêr ji bo kêr e.“
Wek kilam û stran, çand û huner, ev gotinên pêşîyan jî ji me ra mîras man.
Têsîra wan îro jî li ser jîyana mê xwedî giringîyek e.
Piranîya kurdan ji bo azadî û serxwebuna welat canfeda ne, lê malfeda nînin. Tu canê wan bixwazî nabêjin na, lê malê wan bixwazî bi hêsanî nabejin erê...
Ji bo vê yekê bi hezaran nimune hene.
Ez ne wek Ocalan difikirim, ne jî can û malê kesî jî bo xwe dixwazim.
Lê ez dixwazim bêjim, kingê em qasî malê xwe ji canê xwe hez bikin, dikarin serî da xwe pişt ra jî welatên xwe xilas bikin...
ikramoguz@navkurd.net
|