Di civatên paşdemayî da pîvana dirustî û cesaretê tenê ji bo mêran tê gotin. Lê di wan civatan da hinek jin hene ku bi durustî û cesareta xwe mêran ji delingên xwe derdixin.
Ji wan jinan yek jî „Diva Tirk“ Bulent Ersoy e.
Bulent Ersoy gerçi jinek klasîk nîne. Ew wek zarokek mêr hat dinê û xortanîya xwe jî bi mêranî derbas kir.
Salan şunda di warê jîyana xwe da biryarek gring girt û cinsîyeta xwe guhart. Piştî guhartina cinsîyeta xwe, wî di jîyana xwe ya rojane û hunermendî da gelek tengasî û zahmetî kişand. Derê hemû televîzyon û sehneyan jê ra hat girtin.
Sedem wê yekê Ersoy, ji hunerê xwe zêdetir bi jîyana xwe ya rojane va hat rexnekirin û tawanbarkirin.
Çend roj e ew ketîye nav menzîla Tirk a û bi şiroveyên xwe yên di derheqa şerê qirêj da tê tawanbarkirin.
Çima ku ew li dijî şerê qirêj derdikeve û di vî şerî da kuştina xortên Tirk û Kurd şermezar dike.
Di vî warî da jî ji gotinên wî yên mirovatî zêdetir, şexsîyeta wî tê şirovekirin.
Bulent Ersoy çi gotibu?
Bulent Ersoy di programa xwe ya televizyonê da bang dikir û digot; „... Ez ne dayîk im û nikarim bibim jî. Ji ber vê yekê ez wek dayikek, êş û jana zarokan jî nizanim. Lê heger kurek min heba, min ew nedişand şer û pişt ra jî li ser cesedê wî hêsir nedirijand...“
Ser van gotinên wî sawcîyê Istenbolê di derheqê Bulent Ersoy da dawe vekir û ji bo van gotinên wî yên jorê, jê ra hatta sê salî ceza dixwaze. Ji ber ku Bulent Ersoy bi van gotinên xwe dilê gel ji eskerîyê sarkirîye.
Peki xeleti di kîdera van gotinan wî da he ye?
Dijbertîya şer ji kîngê va xeletî tê hesibandin?
Mimkune ku sibê hinek rabin bêjin, „Bulent Ersoy, wek zewacên xwe bi van gotinên xwe jî reklama xwe dike“.
Bi rastî ez wusa nafikirim.
Lê reklam be jî ne xelet e.
Min bi xwe jî Bulet Ersoy di televizyonê da guhdarî kir. Wî van gotinên xwe bi dil û can digot û bi van gotinên xwe, tu ji kesî jî neditirsîya. Bîhna reklamê jî ji gotinên wî nedihat.
Min hata nuha ji du tiştê Bulen Ersoy hezdikir û wî teqdîr dikir.
Yek dengê wî yê xweşik, ya din jî bawerîya wî ya bê du rû bu..
Lê ji îro şunda, ji bo tiştek din jî ji wî hezdikim.
Ew jî durustîya wî û cesareta wî ye.
Xwazila hemu mêrên Tirk yên wek Lewent Kircayê simêlboq û Serokwezîr Teyyîbê simbêl qeytan jî qasî Bulent Ersoy mirovhiz, durust û xwedi cesaret bana...
Ji bo cesaret û durustîya xwe, her bijî Bulet Ersoy.
Te bi van gotinên xwe Tirkan ji rureşiîyê xilaskir...
Bese ku ji îro şunda serê xwe xwar nek e...
26.02 2008
ikramoguz@navkurd.net
|