Piştî biryara Meclisa Tirk, dijminatîya li dijî Kurdan carek din rabu şah. Ne ku tenê leşker û nijadperestên Tirk, ji çepên wan hata olperest û liberalên wan, bi zimanek nijadperestî kurdan tehdît dikin.
Qef û gefên wan ne tenê ji bo PKK’ê ye.
Hedefa wan hemû kurd in, ha yên Bakur ha yên Başur.
Ji bo wan ferq nîne.
Kurd kurd e..
Nav û nisana wî çi dibe bila bibe...
Li kî derê dijî bila bijî..
Ji bo wan neyar e...
Karker û gundîyên wan, di nav kuç û kolanan da êrişî cînarên xwe yên kurd dikin, mal û milkên wan talan dikin.
„Ronakbîr“ ên wanên wek Ertuxrul Ozkok, bi feryad û fîgan dibên bila lêşker têkeve Kurdistana Başur û bila ne tênê Qendîlê, bila „Bakurê Iraqê“ seranser bombe baran bike û dersek mezin bide Barzanî.
Hunermendên wek Lewend Kircayê simêlboq jî ji Ertuxrul şunda namînin. Derdikevin meydanê û bi eşkere dibên „emê jî çek û rextan bigrin û li dijî kurdan şer bikin.“
Gotinên siyasetwan û leşkeran jî ne hewceye mirov bîne ziman.
Bi destê wan were, ew koka kurdan diqelînin...
Dema ku ez li Tirkan dinêrim, ji xwe ji xwe ra dibêm gelo ew bi van gotin û kirinên xwe va çiqwas di nav xeletîyê da bin, em jî bi daxwazîya biratîyek bê rumet neheqîyê li xwe nakin?
Kingê ku Tirk dibin yek û bi yek devkî li dijî me derdikevin, ji me her yek radibe û gor dil û daxwazê xwe, ji yebunîya wan ra bahaneya dibîne û li ser nîyêtên wanên neyartî ra, tasek av vala dike û wan pîr û pak dike...
Mesela dîndarên me dibên; „Erdoxan û şureka wî dijminatîya kurdan nakin, lê belê mecburin wek dewleta binerd xeberdin.. Ji ber kû hê dewlet nexistine destê xwe.“
Çepên me dibên; „Mexseda karker û gundîyên Tirk, dijminatîya gelê Kurd nîne, lê belê ew jî ji teref dewletê va hatine xapandin û ji ber wê yekê gor sîyaseta dewletê hareket dikin.“
Liberalên me jî şunda namînin. Ba li kîjan alî da zexm were, ruyê xwe diguherînin wî alî...
Dijwartîya navbera me da jî ji vê yekê tê...
Tirk ji me ra dijminatîyê dikin û me topyekun xaîn û xulam bi nav dikin.
Em jî radibin û rudinên ji bo neheqîyên „mutefîqên“ xwe yên Tirk fetwayê dertînîn...
Ji ber vê yekê ye ku gotin û kirinên Tirkan çiqwas qirêj bibînim jî, alîkî da wan fêm jî dikim.
Ew di meselêyên xwe yên netewî da dibin yek û ji bo menfaatên xwe çi ji destên wan were wî dikin, bi hovîti an jî bi mirovatî!..
Lê em, em jî ji sibê hata êvarê radibin, rudinên bi hev dikevin...
Paşê ji hev dipirsin...
Çima em bisernakevin?..
Ji bo serkeftinê çi lazim e?
Kurdayetî...
23.10.2007
ikramoguz@navkurd.net
|