Salên 90’î, li Turkîyê, di hemu mîtîng û meşên karker û xwendevanên çep da sloganek gelek xweş dihat avêtin. Ew slogan wuha bu:
„Susma, sustukça sira sana da gelecek!“
Mirov dikara vê sloganê wuha wergerîne zimanê Kurdî:
„Bê deng nemîne, çiqwas bê deng bimînî, ewqas dor zu tê te!“
Lê belê Tirkîtîya wê sloganê li guhê mirovan daha xweş tê. Ji ber ku ew ji bo Tirkan dihat avêtin û orjinala wê jî Tirkî ye.
Bi daxwaza girtina AKP’ê, rastîya vê sloganê carek din hate îspatkirin...
Hatta îro kîngê ku daxwaza girtinê ji partîyek Tirk ra hat xwestin, ji çapemenîya Tirk hatta nivîskar û siyasetmedarên Tirk, ew çeteleya partîyên hatine girtinê derdixin û dibên; „Tirkîye wê bibe goristana prtîyan“.
Lê bi girtinên partîyên Kurd, tu dengek ji van camêran dernediket. Ê dengê xwe derdixistin, piranîya wan jî rêvebirên wan partîyan Kurd rexne dikirin û bi dengek digotin; „Bila ew jî gor şert û şurtên Tirkîyê bixebitin û realîta Tirkîyê bidin ber çav û cudakarîyê nekin“.
Dozgerê dadgeha bilind ya Tirkîyê Abdurrahman Yalçinkaya di derheqê AKP’ê da dawe vekir û gor doznameya wî AKP buye nîvenda tawanîye û divê bê girtin.
Abdurrahman Yalçinkaya ji bo doznameya xwe, gotinên Ewdila Gul, Teyîb Erdoxan, Bulend Arinç û gotinên nêzîkî 70’ê kesen din sebeb nîşan dide.
AKP e ku hilbijartina dawîyê ya ku sala 2007’an da pêkhat, ji % 50 rey histandîye û îro bi serê xwe tenê Tirkîyê îdare dike.
Kesên ku ji alî dozger va tên tawanbarkirin, ji wan yek Serokkomar, yek Serokwezîr, yê din jê serokê kevn yê parlamentoya Tirkîyê ye.
Gor dozger sucê wan jî, xebatên wanên ji bo guhartina pergela rejima kemalîst e...
Bi rastî min dixwest ev îddiayên dozger rast bin. Lê ew îdiayên wî jî wek gotinên kemalîstan wir û valan e.
Lewra Erdoxan û Evdille Gul jî wek dozger, parêzgerên dewleta kemalîst in.
Ew Erdoxan ne bu ku duh hatta ku jê dihat bi dengek bilind diqêrîya û digot; „Ez DTP’yîyan tu carî qebul nakim û bi van ra rnayêm ba hev, hatta ku ew PKK’ê terorîst îlan nekin.“
Berîya daxwaza girtina AKP’ê dozgerê ku îro ji alî Erdoxan va tê rexnekirin, ji bo girtina DTP’ê jî dawe vekiribu û di derheqê DTP’ê da wek Erdoxan xeber dida.
Erdoxan jî duh bi wan gotinên xwe yên ji bo DTP digot, piştgirîya dozger dikir ku karê dozger hêsan dikir.
Îro jî, wî dozgerî rexne dike û îdiayên wî yên ji bo AKP’ê di doznamê da nivîsandîye, bêhiquqî nîşan dide û wek şervanên demoqrasîyê doza demoqratîsê dike.
Lê Erdoxan jî ,wek mamosteyê xwe yê bi nav û deng Erbakan, Erbakanê ku ji bo „Susurluk“ê fasa fîso digot, dereng ma.
Heger Erdoxan û Cemil Çiçek, li dijî leşakeran piştgirî bidana dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya...
Heger Erdoxan li ser daxwazên serokê baroya Amedê Sezgin Tanrikulu, daxwazên ji bo zimanê kurdi, „Ji mirovê ezeb ra berdana jinê hêsane“ negotiba...
Ew gotinên xwe yên îro ji bo dozgerê dadgeha bilind ra dibê, duh ji bo îdianameya wî ya di derheqê DTP’ê da nivîsandibu, bigota û bi gotinên xwe piştgirîya wî nekiriba, dor îro nedihat wî û partîya wî...
Lê ew û rêvebirên AKP’ê hê jî dikarin vî derengmayîyên xwe telafi bikin.
Ew jî ne bi gilî û gazinan...
Bi gavên demoqratîk û bi cesaretê va dibe...
15.03.2007
ikramoguz@navkurd.net
|