Li gundê me jinikek pîr hebu.
Xwedî zar û zêç û xwedî mal û milk bu.
Jîyana wî jî wek jîyana jinên gund bû.
Ji jinên gund tu kêmasîyek wî tune bu, hata ji piranîya wan zêdetir xwedî dezge û huner bu. Di mala xwe da xalî û xalîçe çêdikir. Dêrî û delmên jinên gund wî dibirî û didirut.
Xwedî du ziman bu, qasî ku kurdîtîya wî tirkîtîya wî jî hebu. Piranîya jinên gund di emrê xwe da ji gund derneketibun, lê têkilîya wî bi bajêr ra hebu û ew jinikekî nîvbajêrî bu.
Wî jî wek jin û mêrên gund, rojê pênc wext nimêj dikir û meha remezanê da rocî digirt. Jinekî xwedî dîn û bi îman bû. Di gund da jineka yekemîn bu ku çubû wezîfa xwe ya hecê jî anîbu cîh.
Lê dîsa jî ne bi hecîtîya xwe, ne jî bi navê xwe dihat nasîn. Jinikekî bênav bu. Ji alî piranîya mêr û jinên gund û hemû zarokên gund navê wî nedihat zanîn. Hinek kal û pîrên ku dizanîbun, wan jî wek gundîyên din wî bi koka wî, bi dinê dê û bavê wî, wî binavdikirin.
Bavfile... Bavfila Tirk...
Li ber çavê gundîyan suc û gunê wî ne tenê Filetîya wî bû, tirktîya wî jî wek kêmasîyek mezin dihat hesibandin.
Lê bavfiletîya wî dihat fêmkirin, lewra ji zarokên gund hata kal û pîrên gund, hemu kes di derheqê Filan da, bi kemasî be jî xwedî fikir bûn. Bi xwe nekiribin jî, di derheqê qirkirin û talankirina mal û milkên Filan da, ji dê u bavên xwe yan jî ji kal û pîrên xwe gelek tişt bihîstibun. Ji dijmintiya Filan û Tirkan jî agahdar bun. Lê çawa dibu ku, ev jinika bê nav hem Bavfile, hem jî Tirk bu...
Navê wî Bavfile bu, lê ew jî qasî gundiyên me ji jîyan û dîrok û ji zimanê Filan dur bu. Di piçuktîya xwe da ji koka xwe qetîya bu û li ber destê dijminên bav û kalê xwe mezin bibu. Gor gundîya, hecîtiya wî, limêj û taatê wî ji bo misilmanîya wî ne bes bu. Cînarekî bas, jinikekî bi huner û ji derdora xwe ra, alîkar bu, lê dîsa jî navê wî Bavfile bu...
Di derheqê jîyana wî da kesî zêde tiştek nizanibu.
Kesen ku dizanibun, wan jî digotin; berîya şerê cîhanê ya yekemîn, dê û bavê xwe windakirîye. Li Erzirumê di êtîmxanê da mezin buye. Gundîyek me jî, wi wek jina xwe ya duyemîn bi xwe ra markirîye û anîye gund.
Lê gundîyê me wî çawa, li ku û bi çi awayî dîtîye, kesî tiştek nizanîbu. Derheqê pêşîya wî da tiştê ku dihat zanin ew bu ku, digotin dê û bavê wî File bune û piştî mirirna wan, ew êtîm maye û di êtîmxanê da mezin buye.
Bavfile, nêzikî sî sal berê, bi kêmasî di hêştê salîya xwe da çu ser heqîya xwe lê dîsa jî navê wî nehat guhartin. Hê jî bi koka xwe va tê binavkirin; Bavfile... Bavfila Tirk...
***
Duh rojnamevanê File birêz Hirant Dink, li Stenbolê, li ber derê Rojnama Agos hat kuştin. Dewlet li qatil digere. Hinek dibêjin yê ku gulê berî bedena Hirant daye, ji Şirneqê ye. Mimkune ku qatil kurd be jî. Lê bi raya min kurdbuna wî û tirkbuna wî tiştekî naguherîne. Ew tişta ku nayê guhartin ne nasnama qatil e ne jî kuştina Hirant; ew rastîya dîrokîye. Ji ber wê yekê jî qatil ne tenê xortekî 19 salî ye. Qatilê Hirant dewlet e, dewleta Tirk e. Civat ê, civata ku li ser hîmê dubendîtiyê hatîye avakirin.
***
Bi kuştina Hirant Dînk va cînara bav û kalê min carek din hate bîra min. Ji bo bîranîna wî min ji der dora xwe pirsî û navê wî yê resmî, bi salan şunda be jî, hinbum. Nuha ez navê wî jî dizanim.
Lê dîsa jî ez wek gundîyên me wî bi Bavfiletiya wî binavdikim. Lewra Bavfile ji navê wî yê resmî çêtir e û wî bi koka wî va girê dide...
20.12.2007
ikramoguz@navkurd.net
|