Baqo û Yaqo. Ap û brazî bun. Qasî ap û biraztîya wan, di navbera wan da şirîktayîyek din jî hebû. Ew jî qedera wan bu...
Baqo gazîyê Korê, Yaqo jî yê Qibrisê bu.
Baqo têkilî şerê li Korê bibu, piştî şer, bi salan negihîştibu gund. Ji ber vê yekê hemû gundîyan bîr û bawerîya xwe jê birîbun. Eqrebayên wî dest danîbun ser mêrg û zevîyên wî.
Baqo piştî pênce salîya xwe şunda vegerîyabu gund. Ne karû bar jê dihat, ne jî dest da mêrg û zevîyek wî mabu. Bê dê û bê bav, bê jin û bê zarok bi şerê xwe tenê dijîya.
Ne kar û barek wî hebu ne jî ji destê wî karek dihat. Mirovek feqîr û belengaz bu. Ji destpêka biharê hata dawîya zivistanê gund bi gund digerîya û bi zekat û sedeqê jîyana xwe didomand.
Qedere Yaqo jî wek ya apê wî hatibu nivîsandinê. Ew jî têkilî şerê Qibrisê bibu.
Wî rê û rêcca gund wunda nekiribu, lê şer wî kerr û gêj kiribu. Piştî hatina xwe ya gund feqîro tiştên wusa digot, mirov ji ber gotinên wî ji kena dimir.
Digot: „Dema ku me li dijî eskerê Yewnan şerdikir, bi taybetî êvaran melayke bi kincên xwe yên spi ji jor da yek û yek dadiketin jêr û li peşîya me diketin mewzîyên xwe û eskerên Yewnan gulebaran dikirin. Hemû eskerên Yewnan ê ku li rexta me, şerê me dikirin, dikuştin û ji nişkeva wek hatinên xwe wunda dibun.“
Bi rastî tiştê ku wê demê Yaqo digot, li hemû gundîya xweş dihat, hemûya baweîrîya xwe jî pê dikir. Lê salan şunda hat fêmkirin ku melaykeyên ku Yaqo qala wan dikir, ew jî eskerê Tirk bunê û xwe bi paraşûtê va avêtine jêr. Lê feqîrê min, ne haya wî ji paraşutê hebû ne jî bawerîya xwe bi tiştekî wusa dikir.
Tê zanîn eskerên ku têkilî şerê Qibrisê bibun, piştî şer mal û milkên Ruman talankirin. Ji wan gelek kes bi saya zêr û perêyên ku ji malên Rum a girtibun, wek mirovên dewlemend vegerîyan malên xwe.
Lê Yaqo yê belengaz jî piştî eskerîya xwe, tenê torbeyek qelemên qirşûn û torbeyek jî şîş, şîşên ku jin pê gore çedikirin, anî bû.
Hemû qelem li xwendevan û zarokên gund, şîşên rîs jî li qîz û bûkên gund belavkir, lê dîsa jî ji qilf û henekên gundîyan xilas nebu.
***
Rojekî mifreze dest davêje ser gund, Baqo û birazîyê wî Yaqo jî wek gundiyên din bi lez û bez ji mal derdikevin û berê xwe didin topa Horîbaba.
Horîbaba, gor gundên derdorê wek zîyaret bi nav û deng tê naskirin. Tirba Horîbaba li serê topek bilind e û navê xwe jî ji zîyaretê girtîye. Horîbaba ziyaretek bê kêlk û pêlk e. Qasî ku ji erdê bê kifşkirin, derdora wî hinek kevirên hur hatine rêzkirin. Derheqê zîyaretê da tiştek nivîsandî jî tune. Yê ku tên zanîn jî, bi devkî hata nuha hatine.
Li gundên derdorê, serê kê biêşîya diçun ser tirba Horîbaba xwelî danîn, bi şîr û av pê didan xwerin ku eşa wî biçe. Lingên hemû qîz û bukên teze bi tewafkirina wî dihatin vekirin. Duh sê meh piştî xwestin û daweta qîz û bukek, jin û zarên gund diçun ser Horîbaba, li wir karek yan jî berxek şerjêdikirin. Li alikî govend digirtin, li alikî jî xwarin û wexwarinên ku bi xwe ra dibirin, dixwarin. Wê rojê hata êvarê li wir derbazdikirin. Berbi êvarê, şunda vedigerîyan gund. Ji vê merasimê ra digotin „ling vekirina bukan“.
Topa Horîbaba, qasî çîyayekî bilind e, lê ji berê da rut û tazî ye. Xêncî duh darê çekemê li ser topê ne dar û barek ne jî hêşînayîyek he ye. Ew darên mane, ew jî ji tirsa zîyaretê kesî dest nedayê û hata nuha hatine. Ziyaretvanên ku havînê diçun wir, di bin sîya van her duh daran da rudiniştin, nan û ava xwe dixwarin û xwe ji tava royê diparastin.
Ji bo weşartinê topa Horîbaba tu nedihat bîra kesi, xêncî Baqo û Yaqo...
Dema ku Baqo û Yaqo derdikevin serê topa Horîbaba, xwe davêjin bin dara çekêmê û temaşeyî derdora xwe dikin.
Mifreze tê, dikeve nava gund. Mirovên ku di gund a dimînin, wan li ber derê mektebê tînin ba hev û piştra mal bi mal li çek û sîlahan digerin. Ber bi êvarê ji gund derdikevin û berê xwe diidin gundekî din.
Baqo û Yaqo hemû kirinên wan ji durva dibînin, lê disa jî wê şevê nayên gund. Roj diçe ava, her der dibe tarî, çav çavan nabîne. Lê nişkêva solên Yaqo, solên ku ji naylonên spî hatine çêkirin bala Baqo digşînin. Baqo li ser Yaqo diqêre û jê ra dide xebara:
„Sîpê kerê, tu fahm nakî van solên xweyên spî ji lingê xwe derxî, lê esker ji dur va solên te yê spî bibînin û werin me bigrin, emê çi g…yî bixwin. Zuh rabe wan bibe li durî me veşêre kû bila ji ber solê te tişt neyên serê me!“
Ser gotinên Baqo, Yaqo solê xwe yê ji naylonên spi ji lingên xwe derdixe û gelek durva diçe. Wan li wir dike bên kevirekî û şunda tê. Ap û birazî wê şevê li serê topa Horîbaba, li bin dara çekemê derbasdikin. Bi tava serê sibê radibin, li gund dinihêrin. Di gund da tiştekî neasayî nabînin. Biryara xwe didin ku şunda vegerin. Lê Yaqo digere nagere solên xwe yên ku evarê veşartiye, nabîne. Bawerîya xwe ji dîtina solên xwe dibire û bi kor û poşman û bi lingên pêxas berê xwe dide gund.
Yaqo û apê xwe tên gund û tiştên ku serê wan da darbes buye, yeko yek ji gundîya ra dibêjin. Ser van gotinên wan ji wê rojê şunda wek qelem û şîşên Yaqo, mesela solên wi yên spî jî di nav gund da belav dibe. Li ser pêxasîya wî jî gelek henek tên kirin. Ji wan yek jî ew bu ku, digotin xelk ji tirsê bi lez û bez dereve û solên xwe li malê ji bîr dike, pêxasî berê xwe dide çîyê, lê Yaqo bi solan diçe, pêxasî berê xwe dide gund...
Nisan 2008
ikramoguz@navkurd.net
|