|
Çendê hanê di qenalekî televîzyona Tirkî de (TRT 2)
li ser Kerkûkê bernameyekî hebû. Yên axaftvan bi yekdengî behsa
Turkmeniya Kerkûkê dikirin û her weha hin navdarên Turkmen(!) jî
didan nasandin. Di navberê de, hema tenê bi nav be jî, navê Riza
Talabanî derbas bû. Bi gor gotina wan Riza Talabanî bi eslê xwe
Turkmen bûyî û dema xwendina xwe ya li Stenbolê gelek helbestên
Tirkî jî nivîsandiye.
Bêguman,
ev yeka bala min kişand. Ev Riza Talabaniyê behs dikirin, ne
Şêx Riza Telebanî be? Nizanim bi navê Riza Talabanî nivîskarekî
din heye, an na? Eger tune be ev Riza Talabaniyê ku behs dikirin,
Şêx Riza Telebanî bi xwe bû.
Ji mêjweye dixwest im ku li ser Şêx Riza Telebanî
binivîsînim. Em di civînekî Tîrojê de li ser vê yekê jî axivîbûn.
Bernameyê TRT ya li ser Kerkûkê bû sedema vê nivisê.
Belê, TRT li ser Tirkî nivîsandin û jiyana wî ya li
Stenbolê, rast digot. Bi rastî li Stenbolê çi kiriye; xwendiye nexwendiye
nizanim. Lê Şêx Riza Telebanî, piştî ku li Kerkûkê medrese
kuta kiriye, ango di xortaniya xwe de, bi qasî du sala li Stenbolê
jiyayî. Her weha helbestên Tirkî ya Şêx Riza Telebanî jî hene
û ev helbestên wî li dîwanekî wî de jî hatine çapkirin. Le li Turkmeniya
Riza Talabanî de bila rawestin; Ew Kurd e; Soran e û wekî ku Tirkî
nivîsandiye, bi Kurdî û Farisî jî nivîsandiye.
* * *
Jiyana Şêx Riza Telebanî jî jiyanekî balkeş
e. Ev balkeşî jî, halê wî ya feqîriyê ya di nav zengîniya wî
de ye.
Şêx Riza Telebanî di sala 1842'an de li gundê
Çirîxê ku bi ser nahiya Çemçemala Kerkûkê ye hatiye dinê. Nahiya
Çemçemal di sala 1965'an de ji alî Sedam ve, ji bo demografiya Kerkûkê
xîra bibe û hejmara Kurdan di hijmartinan de kêm derkeve, ji Kerkûkê
hatiye veqetandin û bi ser Sileymaniyê ve hatiye girêdan. Çemçemal
û gundê Şêx Riza Telebanî, niha di resmiyetê de bi ser Muhafaza
Sileymaniyê ve ye.
Şêx Riza Telebanî, ji eşîra Telebanî ye
û bavê wî Şêx Ebdurehmanê Telebanî jî şêxê Qadiriyan e
û her weha serekeşîrê Telebaniyan e jî. Şêx Ebdurahman
yekî maldar e. Di bin hukmê wî de gelek murît û gund û gundî hene.
Lê çavê Şêx Riza Telebanî di mal û mulkê bavê xwe de nîne.
Meyla wî piranî li ser xwendinê ye. Yekî pir bi ken e jî. Ewil xwendina
xwe li medresa Kerkûkê tewaw dike. Piştî wî, di 25 saliya xwe
de tê Stenbolê û bi qasî du sala li Stenbolê dijî.
Dema ew li Stenbolê ye, bavê wî rehmet dike. Birayê
wî yê mezin Şêx Elî Telebanî, dest datîne ser mal û mulkê bavê
xwe û ji mîrata wî tu par nade birayê xwe. Li ser vê yekê Şêx
Riza Telebanî jî piştî vegera Stenbolê tê li Koysencaxê cîhwar
dibe û çendekî li cem xalên xwe dimîne. Ji wir jî bêmecal vedigere
Kerkûkê û dest bi rênçberiyê dike. Maldarê malbatî Şêx Riza
Telebanî, ev car rênçberiyê murîdên xwe dike.
Ji dîwan û helbestê Şêx Riza Telebanî diyar e
ku, ew ji vê yekê, ango ji rênçberiyê ne eciz e. Her weha rênçberiyê
ji xwe re firsendekî dizane û halê gelê Kerkûkê baştir fam
dike:
"Min xweş
tê ji ber cewra bira û lomê qewm,
Sed car xerîbiyê bibim muflîs û meflûk.
(...)
Şahî ku nebe, emê derbas bin bi feqîrî,
Bo ehliyê qenaet ji pîlawê xweştire dendûk."
Helbest
nivîsandina Şêx Riza Telebanî piştî xortaniya wî destpê
dike. Dema helbest nivîsandina wî, her weha dema mexduriya wî ye
jî. Ew di vê demê de ne tenê mexdûriya xwe, bi taybetî mexdûriya
gelê Kerkûkê jî dibîne. Her weha pê dizane ku, sedemê ev mexdûriya
gelê Kerkûkê, malbata wî bi xwe ye jî. Ev dijberiya malbatî ya Şêx
Riza Telebanî, vedigere dijberiya hemû şêx û began. Ew di gelek
helbestên xwe de, hem dijberiya malbata xwe, hem jî dijberiya şêx
û began dike:
"Qehpejineke
mamê min î dewletî şidadî heye,
Ta'lê ya rehber û bextê wî xwedî dadî heye,
(...)
Ev hemû gênc û xezna wî heye, hela hê teresê,
Ne hewa cûd û ne mêla kerem û ne dadê wî heye"
Şêx Riza Telebanî, li dijî zordariyê jî radiweste.
Ew di peyvekî xwe de weha dibêje: "Tu xwedanê şûrek î tuj,
ez ê zimen im. Cudayiya navbera her du, mîna erd û esmên e."
Ji vê gotinê jî diyar e ku, şûrê Şêx Riza Telebanî, zimanê
wî ye. Lê bi rastî ew, zimanê xwe jî xweş xebitandiye. Heta
welê xebitandiye ku, yên niha ji wî re dibêjin Turkmen e, bersîva
wan jî dide:
"Her dengê
keranê û şepûrê Cengîz dike xan,
Ahengê biçûk ya merivê pîr li wextê san."
Wekî me di serî de got, Şêx Riza Telebanî yekî
bi henek e jî. Ji ber vî aliyê xwe ya mîzahî, di dîwana xwe de cîh
dayiye gelek helbestên mîzahî jî. Di helbestên xwe de yariya maldaran
û derewkeran kiriye. Dibe ku îro sax ba, wî li îddîaya Tirkmeniya
xwe jî bikeniya û bi yariya be jî, derewkar û fersendkaran rûreş
bikira.
Şêx Riza Telebanî, di sala 1901'an de ji Kerkûkê
derdikeve û dere Bexdayê, li wê de rê cîhwar dibe. Sala 1910'an
de jî li Bexdayê diçe ser heqiya xwe.
Çavkanî
1.
Malpera
Kovara Roja Nu
2.
Malpera
Nefelê
3.
Malpera
Kovara Amuda
4.
Malpera
Kovara Nudem
5.
Tarîxa Edebyata Kurdî, Prof. Qanatê Kurdo, Weşanên
Oz-Ge, 1992, Anqere.
|