|
Edebiyatnasê Kurd Prof. Qanatê Kurdo, dî kitêba xwe
ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de helbestvan û siyasetmedarê Kurd Osman
Sebrî, weha dide naskirin: "Li paş Cegerxwîn şêrê serê
çiyayê Kurda yê duwemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkirin û
şerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya
wî mêrî bûne. Lê ew îş û karê xwe de ji riya xwe venegeriyayê,
xebitiye, şer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê
Kurd."1
Bêguman, mirov gava Osman Sebrî bide naskirin, ne
tenê aliyê wî yê edebiyatzaniyê, divê aliyê wî yê siyasetê jî bide
naskirin. Ji alî din ew jî wekî Cegerxwîn, xwe bi aliyê xwe yê edebî,
ango bi helbestvaniyê nade naskirin; xwe bi piranî wekî şêrkerekî
riya azadiyê dide zanîn. Bi gotina Osman Sebrî, eger ew Kurdekî
bindest nebûya, tu helbestekî jî nedinîvîsand. Bi vî awayî, Osman
Sebrî û Cegerxwîn, gelekî dişibin hev. Belê, her du jî bi hemû
heyiyên xwe ve cangoriyê azadiya gelê Kurd in.
Osman Sebrî, 7'ê Çiriya Paşînê 1905'an de li
gundekî Meletyê, li Narîncê hatiyê dinê. Bavê wî, serekaşîretekî
heremî; ango serekeşîrê Mirdêsiyan e. Navê bavê wî Sebrî ye.
Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe winda dike. Piştî
ku bavê wî diçe ser heqiya xwe, diya wî Emîne, bi apê Osman Sebrî
re, ango Şukrî Begê axayê Mirdêsiyan re dizewice. Perwerdeyiya
Osman Sebrî ewil car li cem apê wî destpêdike. Apê wî ji Osman Sebrî
hez dike; lê xwedîtî dike û wî diparêze; her weha wî dide xwendin
jî.2
Şukrî Begê axayê Mirdêsiyan, ango apê Osman Sebrî
jî beşdarî Serîhildana 1925'an dibe. Piştî ku Serîhildan
têk diçe, Şukrî û birayê wî Nurî Beg bi tevî Şêx Seîdê
Pîran li Amedê tên sêdarkirin. Osman Sebriyê ciwan jî wê demê tê
girtin û hetanî sala 1928'an li Denîzleyê di zindanê de dimîne.
Piştî ji zindanê derdikeve, vedigere Meletyê û karê xwe yê
welatparêziyê û dijberiya rejîmê didomîne. Li ser vê yekê carekî
din bi tevî 26 şerokeşîr û axayên Kurdan ve tên girtin
û çendekî li zîndana Meletyê dimîne. Piştî heft mehan ew û
axayên din tên berdan; lê hukumet dîsa li pey wî ye.3
Carekî din biryara girtina wî, heta bi gotina Cegerxwîn, biryara
îdama wî derdikeve.4 Lê Osman Sebrî xwe nade dest û di
sala 1929'an de derbasî Suryê dibe.
Jiyana Osman Sebrî ya li Suryê jî bi meşeqet
û zehmet e. Rojên ewil bi mal û mindalê xwe ve li bal Qedrî Cemîl
Paşa dimîne. Jiyana wan gelek zor derbas dibe. Di wan salan
de Serîhildana Agirî jî têk çûye û gelek Kurdên welatparêz jî hatine
Suryê. Ev welatparêzên Kurd carekî din hewl didin ku Kurd li hember
zordaran serî hildin. Serkêşiya vê amadekariyê de Celadet Bedirxan,
Haco Axa, Qedrî Cemîl Paşa, Osman Sebrî û gelek Kurdên welatparêz
hene. Evên navkirî xwe amade dikin ku vegerin Bakûr û dest bi xebata
serîhildanê bikin. Biryar digrin ku her yek bi hêzê xwe ve derbasî
Bakûr bibin. Lê di nav wana de, tenê Osman Sebrî bi komekî Kurd
ve ji hêla Berazan derbasî Bakûr dibe. Ew û hêza wî li Bakûr dora
qereqolekî jî digrin û dest datînin çêkên wan. Lê ew bi tenê bûn.
Ji ber vê yekê sernakevin û paşve vedigerin Suryê.
Li ser van bûyeran hukumeta Tirkiyê ji hukumeta Suryê
daxwaz dike ku Osman Sebrî û serîhilderên din teslîmî Tirkiyê bike.
Surye, serîhildêran teslîm nake; lê hinekî wan ji sînor dûr dixe,
li Şamê cîwar dike; Osman Sebrî jî sirgûne grava Madagaskarê
dike.
Osman Sebrî demekî li grava Madagaskarê di sirgûnê
de dimîne. Piştre carekî din vedigere tê Suryê û bi tevî civata
Xoybûnê xebata xwe didomîne. Demekî berpirsiyariya Xoybûnê ya şaxa
Şamê jî dike. Piştî du salan ji Xoybûnê dûrdikeve. Ew
û Qadrî Cemîl Paşa û malbata Bedirxan bihev nakin. Ango dubendî
dikeve navbera Osman Sebrî û yên din.5 Piştî ku
Osman Sebrî ji Xoybûnê vediqete, li hin saziyên din jî kar û xebatê
xwe yê welatparêzî û şoreşgeriyê dimeşîne. Ji ber
vê yekê jî tu rojekî rehetiyê nabîne. Her roj û her demên wî di
bin îşkence û di zehmetiyê de derbas dibe. Gelek caran, heta
bi gotina Osman Sebrî bi xwe, 18 caran tê girtin û zîndanîkirin.6
Ne tenê li Tirkiyê û Suryê, li Iraqê, ango li Mûsil û Bexdayê de
jî di zîndanê de dimîne. Lê ev zilm û zor, wî ji riya wî venagerîne.
Wekî ku Cegerxwîn dibêje, ew gelperesteke xûrt e û ji dostê xwe
re dost, dijminê xwe re jî dijmin e.
Osman Sebrî, mirovekî gelekî tûre ye. Bi çi awayî
dibe bila be, nehaqiyê tu caran qebûl nake. Li hember nehaqiyê çi
ji destê wî bê, dike. Ji ber vê yekê gelek caran, qasî ku li hember
hevalên xwe tûre dibe li hember dijminên xwe tûre nabe. Çimkî ew,
dijminên xwe bêminet dihesibîne. Ew di nivîsekî xwe de dijminan
weha dide naskirin: "Neyar neyar e, çi ji destên wan bê dikin
û tiştekî şûnda nahêlin. Li gor wê jî divê mirov xwe amade
bike û li ber xwe bide. Ji bo vê sedemê jî navê wî kirine dijmin."7
Osman Sebrî, ji bilî helbestan gelek çîrok, gotar
û makaleyên siyasî jî nivîsandine. Ji van çîrok, gotar û makaleyan
û her weha ji helbestên wî gelekî li Hewarê û pişt re jî gelek
kovarên Kurdî de hatine çapkirin. Lê ew, di nav hemû nivîsînên xwe
de, bi zêdeyî ji helbestên xwe hez dike. Osman Sebrî, li ser helbestvaniya
xwe weha dibêje: "Qet tu caran nedifikirîm ku helbestên xwe berhev
bikim û bikime dîwan. Ji ber ku berî her tiştî ez xwe helbestvan
nabînim. Lê tiştên ez dinivîsim dema ku ji aliyê mirovên welatparêz
û şoreşger ve tên xwendin, kêfa min tê û ez dilxweş
dibim. Ji bo vê sedemê jî dem û dem ez helbestan dinivîsînim. Heger
helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe
di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin û dê rola xwe ya
pêşketî bilîzin. Min jî da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên
xwe nivîsîne."8
Hewceyê gotineye ku, gelek helbest û çîrokên Osman
Sebrî, bi terzekî marşî hatine nivîsîn û ji alî gelek hozanan
ve jî hatine gotin. Osman Sebrî sedema vê terzê xwe li peyvên xwe
yên jor de diyar dike. Lê sedemekî din jî heye ku, ew jî ji alî
Osman Sebrî ve weha tê diyarkirin: "Piştî mezin bûm mêldariya
şîîrên Kurdî li nik min çar bû û mîn gelek şîîr ji ber
kirin. Lê mixabin ku ji Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê
Xanî pêva şîîrên Kurdî li nik me tunebûn. Ji ber vê yekê min
şîîrên Tirkî yên siyasî dixwendin. Bi şopa ku wan şîîr
û çîrokan di canê min de hiştibin bi hêsanî berê min ketibû
riya tekoşîn û gelpereziyê."9 Belê, Osman Sebrî
di xortaniya xwe de, ango hê ku helbestên xwe nenivîsandiye, ewil
car helbestan ji ber dike û ev helbest jî piranî helbestên Tirkî
yên siyasî ne. Ev meyla Osman Sebrî, dûra tesîra xwe li ser helbestnivîsandinê
de jî dihêle; bi gotinekî din piraniyê
helbestên Osman Sebrî bi terzê marş e û li ser rizgarî û azadîxwazî
ye. Bi raya min sedemeke vê jî, helbestên siyasî yên Tirkî ne ku
Osman Sebrî hê di ciwaniya xwe de wana ji ber kiriye.
Divê bê gotin ku, leqabeke meşhûr ya Osman Sebrî
jî heye. Leqaba Osman Sebrî ji xebatkariya wî ve tê û bi taybetî
li Suryê heta ev leqabê wî neye gotin, kesekî Osman Sebrî nasnake.
Leqaba Osman Sebrî Apo ye. Li hin ciyan jî bi navê Apê Sebrî tê
naskirin. Ew, hin helbest û çîrok û meqaleyên xwe bi van leqabên
xwe jî nivîsandiye.
Osman Sebri, piştî 88 saliya xwe, di 11'ê Çiriya
Pêşînê 1993'an de li Suryê gêhişt ser heqiya xwe.
Jêrenotên Nivîsê
1.
Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Oz-Ge, Anqere, 1992, rp. 166.
2. Ji nivîsîna
A. Balî ya lî kitêba 'Dîwana Osman Sebrî', Weşanên Pêrî, Stenbol,
2004, rp. 13.
3. Bûyîna Min, Osman Sebrî, Jî kitêba 'Dîwana Osman Sebrî',
Weşanên Pêrî, Stenbol, 2004, rp. 19.
4. Hayat Hikayem, Weşanên Evrensel, Stenbol, 2003,
rp. 210.
5. Hayat Hikayem, rp. 211
6. Bûyîna Min, Dîwana Osman Sebrî, rp. 20.
7. Ji nivîsîna A. Balî, Dîwana Osman Sebrî, rp. 14.
8. Ji nivîsîna A. Balî, Dîwana Osman Sebrî, rp. 15.
9. Bûyîna Min, Dîwana Osman Sebrî, rp. 20.
Marşa Aştiyê
Xortê çak rabe zû me divê
dilşadî
Serxwebûn, aşîtî, serbestî, azadî
Van tiştan her divê pir xebat, west û xwîn
Berî me sed hezar, sed hezar tê de çûn
Koledar bûne har, van divê ceng û şer
Di vê rê pirr didin dolaran
zêrê zer
Agirê şer dadan, koriya bû dûj
Tanq û top qembele xwîna wan dirêje
Ev hemî di riya dewlemendên çillek
Dimrin keç û kurr, mêr û jin lek bi lek
Mehêlin şer bibe aşîtî ol û jîn
Em bira tev hemî bo çi ev gir û kîn
Sor û gewr, reş û zer em yek in tev bira
Hemiyan yek rê ye, yek raman, yek çira
Mesîhî, Mûsewî, Misliman hemdem in
Mecûsî, Yêzîdî tev kurrên Adem in
Me divê aşîtî naxwazin şer û bend
Bimirin koledar şerrxwazên dewlemend
Her bijî aşitî, aşitîxwaz bijîn
Serbilind, serfiraz her wekî baz bijîn
Osman Sebrî
|