|
İro gelek nivîskarên klasîk a Kurda heye ku çi
bi nav çi jî bi berhemên xwe ve nayên zanîn; ango berhemên wan hebin
û gêhîştibîn îro jî, ne ew ne jî berhemên wan nayên naskirin.
Bêguman, nenasiyên wan bi taybetî ji bo xort û keçên îro ye; lê
gelek melle û feqiyên kevin, bi berhemên klasîk yê bi van nenasên(!)
Kurda mezin bûne û di medreseyan de berhemê wan jiber kirine. Gelek
berhemên weha ku bi eslê xwe nehatine dîtin jî, bi destxetê feqî
an jî meleyên medresan ve gêhîştiyê roja me. Şêx Mihemed
Canê nivîskarê kitêba Leyl û Mecnûn jî, edebiyatzanekî klasîk a
Kurda ye û bi awayekî me qalkir, nenaskirî ye.
Tê
zanîn ku, Leyl û Mecnûn bi gelek formatan û ji alî gelek nivîskaran
ve, bi zimanên cûr be cûr hatine nivîsîn. Leyl û Mecnuna Şêx
Mihemed Can bi Kurdî ye û bi manzuman hatiye nivîsîn. Bi qasî ku
tê zanîn, Leyl û Mecnûna herî naskirî bi Farisî ye û ji alî Fizûlî
ve hatiye nivîsîn. Lê beriya Şêx Mihemed Can jî, edebiyatzanekî
Kurd Selîm Sîlêman (dawiya sedsala 16'an an jî destpêka sedsala
17'an) Leyl û Mecnûnekî ji manzuman pêkhatiye, nivîsandiye. Bi qasî
ku em zanin, Leyl û Mecnûna Mele Mahmudê Bazîdî jî heye. Her weha
gelek meleyên Kurd, Leyl û Mecnûna Fizûlî jî wergêrandine Kurdî.
Ewil şaîrên klasîk
a Kurda
Berî ku em qala Şêx Mihemed Can bikin, bi awayekî kurt be jî
qala ewil şaîr û hin naskiriyên edebiyata klasîk a Kurda bikin.
Li ser berhemên herî kevin a bi zimanê Kurdî, hin
nêrînên ji hev cuda henin. Bi raya Alexander Jabayê lêkolînvan,
şaîrê klasîk a Kurda yê ewilîn, Elî Herîrî ye. Hinek lêkolînvanên
Kurd Baba Tahirê Hemedanî, hin jî Ibn Xelîkan, ewil şaîrê klasîk
yê Kurda qebûl dikin.
Ji bilî vê yekê, Alexander Jaba di kitêba xwe de,
behsa 8 şaîrên Kurda dike. Yên Jaba behs dike ev in: Elî Herîrî
(1009/1010-1078), Melayê Cizîrî (sedsala 12'a, an jî sedsala 15-16),
Feqiyê Teyran (1307-1375 an jî 1590-1660), Melayê Batê (1417-1491),
Ehmedê Xanî (1650-1706), Ismaîlê Bazîdî (1654-1709), Şeref
Xanê Hekarî (1682-1748) û Murad Xanê Bazîdî (1736-1778). Ji xeynî
Jaba, Celadet Bedirxan jî di hejmara 33 a Hawarê de, di nivîsa xwe
ya bi mahlasê Herekol Azîzan nivîsandiyê de, hin şexsiyetên
klasîk yên bi Soranî û Kurmancî nivîsandine dijmêre û li derhaqê
wan de agadarî dide xwendevaran. Yên Bedirxan bi nav kirine ev in:
Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza Telebanî, ku evana berhemên
xwe bi Soranî afirandine; Axayê Bidarî, Siyahpûş, Axayok, Mewlana
Xalidê Kurdî, Mele Yehyayê Mizûrî, Mele Xelîlê Sêrtî, Şêx Ebdilqadirê
Geylanî, Hecî Fetahê Hezroyî, Şêx Mihemedê Hedî, Şêx Evdirehmanê
Taxê, Şêx Nureddînê Birîfkî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Mela
Unisê Erqetînî û Melayê Erwasê, ku vana jî berhemên xwe bi Kurmancî
afirandine.
Di nav klasîkên Kurdî de yên ku bi Goranî jî nivîsandine
hene. Ehmedê Textî, Şêx Mistefayê Beseranî (1641-1702), Xanay
Qubadî (1700-1759), Feqî Qadirî Hemewend, Mewlana Xalid (1777-1826)
û Mahzûnî jî berhemên xwe bi Goranî afirandine.
Şaîr
û zanyarên di nav klasîkên Kurdî de tên zanîn, ne tenê zilam in.
Her weha ya jin jî di navbera wan de hene. Mahşeref Xanima
Erdelanî ku bi navê Mestûre Xanim jî tê zanîn, her weha ji xeynî
şaîriya xwe dîrokzanekî naskiriye. Mestûre Xanim di sala 1800'an
de li Erdelanê hatiye dinê û hê di 47 saliya xwe de, ango1847'an
de çûye ser heqiya xwe. Sirre Xanima Amedî, di navbera salên 1814
û 1865'an de; Mîhrîbana Berwarî jî di navbera salên 1858 û 1905'an
de jiyanin.
Şêx Mihemed Can û
berhema wî
Ji xeynî van şexsiyetên edebiyata klasîk a Kurdî, hîn nivîskarê
me yê Kurd û berhemên wan ê hêja jî hene ku, wekî me li jor qalkir,
bi taybetî ji alî xort û keçên îro ve nayên naskirin. Yek ji van
nivîskarên klasîk yê Kurda jî Şêx Mihemed Canê Axtepî ye.
Şêx Mihemed Can, di sala 1858'an de li gundê
Axtepeya Çinarê li qeza Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Şêx
Hesenî Nûranî ye. Wekî tê zanîn, herî naskiriyê malbata Şêx
Hesenî Nûranî, Şêx Evdirehmanê Axtepî ye ku, ew jî kekê mezin
ye Şêx Mihemed Can e. Şêx Mihemed Can 21'ê Adara 1909'an
de, çûye ser heqiyaxwe.
Şêx Mihemed Can, ewil car li gundê xwe, li cem
bavê xwe dest bi xwendina xwe dike. Bi gor agahdariyan, Şêx
Mihemed Can piştî xwendina xwe ya li Axtepeyê, diçe Şamê
û li medresa Mewlana Xalidê Kurdî de, li cem xelîfeyên wî de xwendina
xwe didomîne. Şêx Mihemed Can piştî xwendina xwe ya li
Şamê vedigere gundê xwe û li şuna kekê xwe Şêx Evdirehmanê
Axtepî, mamosteyiyê medresa bavê xwe dike û gelek şagirtan
dide xwendin.
Kitêba Şêx Mihemed Can, bi formekî helbestkî
û bi Kurdî hatiye nivîsîn û evîna Leyl û Mecnûnê radixe ber çavan.
Sedema nivîsandina bi Kurdî, di destpêka kitêbê de weha hatiye nivîsîn:
Kurmancî qesaîdê di mewzûn
Behsê bikin ew ji halê Mecnûn
Turkî hene, nîne Kurdewarî
Kurdî weke kenzeke veşarî
Qet nîne kesek ji xelkê
Ekrad
Leylasîfet ew bi ah û feryad
Şêx, di kitêba xwe de xwe yekî bi qabîliyet û
têgîhîştî nade naskirin. Ango bi gorî gotina Şêx, ew ne
ji ber qabîliyet û têgîhiştina xwe, lê ji ber xîretkeşiya
misilmanî û Kurdewarîtiyê, kîtebê Leyl û Mecnûnê nivîsandiye. Her
weha ew di kitêbê xwe de qala Emedê Xanî jî kiriye û pesna wî daye.
Rêzên pesna Ehmedê Xanî û xîretkeşiya misilmanî û Kurdewarîtiyê
dide, weha nin:
Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedanê şîrek
Ev Turk û Ereb, Tetar û
Faris
Carek bibûna li ber me naqis
Her şaîrekî zebanê
Kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan
Emma ku xwedan ji bo me
nîne
Nêv Rom û Ereb ne Ademî ne
Her mêrê di wan de ejdiya
ye
Nêv Rom û Ereb wekî çiya ye
Ger yek jî bit û deh jî
Etrak
Hemyan bikitin bi şubhetê xak
Ekradîsîfet sexî tu nîn
qet
Wan qehwe diçin bi şubhetê şet
Xasil ketima teessuba wan
Xîret me kişandî bi qelb û can
Neku me heye tu qabîliyet
Belkî me heye hinek jî xîret
Behsê bikin em ji halê Mecnûn
Leylê bibe pê dil û cîger xwun
Elfazê dî Kurdî pur şêrîn
in
Meqbûl in û wek durrê semîn in
Kitêbê Şêx Mihemed Can, bi tîpên kevin, ango
bi tîpên Erebî gelek car hatiye çapkirin; an jî bi destxetên feqiya
hatiye nivîsandin. Lê bi tîpa Latînî, yekem car li Swêdê, bi amadekirin
û wergêriya tîpên Erebî yê ji alî Zeynelabidîn Zinar ve, hatiye
çapkirin. |