|
Mîre zimanê Kurdî Celadet
Bedirxan, di nivîsa xwe yê Hawarê de, ku bi mahlasê xwe yê Herekol
Azîzan nivîsandiye, behsa Şêx
Evdirehmanê Axtepî jî dike û wî weha dide naskirin:
"Kitêbeke wî heye bi navê 'Rewzel
Neîm' tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm
e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin.
Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala
kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê
de dibêje:
Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin."
Çar kitêbên Şêx Evdirehmanê Axtepî hene. Ji van kitêban du bi erebî ne, du jî bi
kurdî û bi zaravayê kurmancî ne. Kitêbên Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi taybetî jî yên bi kurdî, gelek car yan bi
tîpên kevîn hatine çapkirin, yan jî bi destxetê feqiyan hatine zêde
kirin. Du kitêbên wî yên bi kurdî, yekem car bi tîpên latînî û bi
amadekirina Zeynelabîdîn Zinar, li Stockholmê hatine çapkirin. Zeynelabîdîn
Zinar, di pêşgotina 'Rewdneîm'ê de, Şêx Evdirehmanê Axtepî,
weha dide naskirin:
"... rewşenbîr, zana û dûrbînên wî [kurd] jî
di warê nivîs û çapemeniyê de, ger bi hindikî be jî, li gorî destdana
birî û çaretiya xwe berpirsiyariya xwe bi cîh anîne; bi zimanê xwe
gelek pirtûk, kovar, rojname û hwd. nivisîne, dinivîsin, diweşînin
û deynê xwe yê netewî ji stuyên xwe derdixin. Yek ji van rewşenbîran
jî Şêx Evdirehmanê Axtepî ye, ku bi zimanê kurdî -zaravayê
kurmancî- du pirtûk nivîsîne."
Zeynelabîdîn Zinar, li derhaq Şêx Evdirehmanê
Axtepî hin agahdariyan jî dide:
"Şêx Evdirehmanê Axtepî di 1270 yê (1850) Zayînê
de li Axtepe, şeva êvara înê, roja 30ê meha Rebî'ulewelê hatiyê
dinê. Lê ji dilovaniyê wî re, du tarîxên cihê hene. Yek, li gorî
beyana pêşgotina bi zimanê erebî ya pirtûka wî Rewdneîmê, ew
di 16ê Adara Romî 1326an, 29ê Adara Mîladî 1910an de çûye dilovaniya
xwe. Lê bele li gorî beyana Kovara Xortên Şoreşger Ên
Demoqrat (Devrimci Demokrat Gençlik Dergisi, Jimar 5-6, Hezîran 1978, rupel 14.),
wî di 5ê Sibata 1905an de li Diyarbekir wefat kiriye. Niha gora
wî ya pîroz li Axtepe, li kêleka bavê wî de dimîne."
Şêx Evdirehmanê
Axtepî, kûrê Şêx Hesenî Nuranî ye. Qasî ku tê zanîn, Şêx
Hesenî Nuranî bî esle xwe ji Colemergê ye. Hê ku merteba şêxîtî
bi dest nexistiye, ji ber nakokiyekî malbatî ji nav birayên xwe
derdikeve û dest bi xwendina li medreseyê dike. Di xwendina xwe
de ji ber zîrekî û baweriya xwe merteba şêxîtî bi dest dixe
û tê li gundê Axtepeyê, ku bi ser Çinara Amedê ye, cîhwar dibe;
medreseyêkî li Axtepeyê vedike. Ew û kûrên wî û dura jî neviyên
wî li medresa Axtepeyê dersdariyê dikin. Lê ev medresa Axtepeyê
niha nemaye. Bi gor agahdariya mezinên malbatê, medresa Axtepeyê,
piştî serketina Partiya Demoqrat
a Menderesê jî çend sal bi dizî xwendina feqiyan didomîne. Lê her
ku diçe xwendina li medresa Axtepeyê kêm dibe û beriya 12ê Adara
1971an bi temamî tê girtin.
Çar kûrên Şêx Hesenî Nuranî heye. Şêx
Evdirehman yê mezin e. Birayên wî yên dîn ev in: Şêx
Mîhemed Can, Şêx Mîhemed Nur û Şêx Mîhemed Sîrac.
Şêx Evdirehmanê
Axtepî jî, wekî birayên xwe yên din, ji bo xwendin û îlma xwe pêşve
bibe, li gelek herêmên welat de geriyaye. Pêşî li medresa Axtepê
xwendiye. Demekî dirêj li Kurdistana Başûr jî xwendina xwe
domandiye; piştî xwendina xwe li Başûr kuta kiriye, vegeriyaye
Axtepe. Bi dilovaniya bavê xwe re jî, demekî berpirsiyariya medreseyê
kiriye. Lê ev berpirsiyariya medreseye zêde dom nekiriye; xwe bi
temamî daye nivîsandina kitêban û berpirsiyariya medresa Axtepeyê
jî, dewrî birayê xwe Şêx Mihemed Canê ku nivîskarê kitêba 'Leyl
û Mecnûn' e, kiriye.
Wekî me li jor jî got, çar kitêbên Şêx hene.
'Dîwana Rûhî' û 'Rewdneîm' bi kurdî û zaravayê kurmancî; 'Kîtabû
Keşfîz'Zelam' û 'Kîtab-ul Ebrîz' jî bi erebî ne.
Kitêba herî mezin yê Şêx, Revdneîm e. Di vê kitêbê
de, behsa çûyin û hatina Mîracê û wesfên pêxember tên kirin. Tê
de gelek rîwayetên olî jî hene. Kitêbê kurdî yê din jî 'Dîwan'a
Şêx e ku, ev kitêba bi navê 'Dîwana Rûhî' jî tê zanîn. 'Rûhî'
mahlasa Şêx e û gelek helbestên xwe bi vê mahlasê nivîsandiye.
'Dîwan' jî ji helbestên Şêx, pêkhatiye. Kitêbên erebî yê Şêx,
lî hember kitêbên wî yên kurdî, kurt in. 'Kîtabû Keşfîz'zelam'
35, 'Kîtab-ul Ebrîz' jî 81 rûpel in. Yê ewil, li ser baweriyên cûda
yê li ser İslamê ye, yê duwemîn jî li ser Quranê ye.
Zeynel Abidîn Zinar, li ser kitêbên Kurdî yê Şêx
Evdirehmanê Axtepî, weha dibêje:
"Bêguman balkêşiya herî mezin ku ji mirov re
çêdibe ev e ku Rewdneîma Şêx
Evdirehmanê Axtepî di warê ziman, bêjeyên kevnare û di awayê
bikaranîna zemanê wan di bilêvkirina birastî de, gencîneyeke herî
dewlemend e ji zaravayên kurmancî re. Pirtûk di giranbihatiya xwe
de, piştî 'Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî û 'Dîwan'a Melayê Cizîrî
li Kurdistanê rada sisiyan vedigire. Çimkî tê de gelek babet û rewşên
cihê hene. Her çiqas di nava xwendevanên nû de naveroka wê bi 'olî'
hatiye zanîn, lê ji ber sedemê heta niha ku ji wan re pêşber
nebûbû, rind nehatiye naskirin. İcar ez di vê baweriyê de me;
ku ev pirtûk di warê çand û wêjeya kurdî de piştî Mem û Zînê
li rada diduyan cîh digire." (Ji
pêşgotina çapa latînî ya Rewdneîm.)
Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi taybetî di kitêbên
xwe yên bi kurdî de, gelekî behsa kurda û kurmancî jî kiriye. Li
hin ciya gazindê xwe yên ji şêx û meleyen kedxwar
aniye ziman, li hin ciyan jî bi koledaran re ketiye guftûgoyê
û li hember zordariya koledaran sîtemên kurda aniye ziman. Her weha
Şêx, gazindê xwe yên ji felek û cîhanê jî aniye ziman.
Şêx, di dumahiya Rewdneîmê de, sedema nivîsandina
kitêbê weha dinivîsîne:
"(.)
Nîhayet ku meqbûlî bit ev meta'
Bi zarî dikim besttê kefê xera'
Dikim hêvî û sailî ez muqîm
Ku van çendî elfazê 'Rewdînne'îm'
Qebûl kin ji bo xatirê Mustefa
Li Ruhî nedin derbê te'n û cefa
Ji van qesdê min nîne 'erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
'Nehin kurdî şa'ir di misra'ekê!'
Bizanin ku şa'ir ji kurdan hene
Ji 'uşşaqê Turk û Ecem zêde ne!
Welê bêxwedan in nehin me reîs
Ku meqbûl-î bin nik wî şi'rê selî
Me jî ger hebûya xwedanêk çunîn
Guhernas û qîmetşunas û emîn
Ji Kurdan gelek şa'irê sihrîdar
Bi nexme diatin wekî musîqar
Welê çun me dîtin ku em bêkes in
Ji bêçaregî kes bi me nahesin!
Me anî qetî kir kelamê metîn
Me xame hilanî ji nezmê şêrîn"
|