|
Berî
sala 1990an tu agahiya min li ser ola Êzîdiya tunebu. Lê li ser
Êzîdiya yek ji zaroktiya min li bîra min mabû: Ez li Çinara Diyarbekirê
bûm. Bi navê Dawudî, nabeyna Çinar û Mêrdînê de gundekî hebû. Ev
gund her weha nêzî gundê me bû jî. Di Dawudî de 2 hezar gundî dijiyan.
Bi piranî Êzîdî bûn. Tenê çend malên Misilman di nav wan de hebûn.
Êzîdiyên Dawudî, pir caran ji bo karên xwe dihatin qezeyê.
Di
zaroktiya xwe de, carekî ji gund vedigeriyam Diyarbekirê. Li qezeyê,
tenişta apê xwe runiştîbûm. Em li benda erebe bûn. Êzîdiyekî
Dawudiyê jî hatibû qezê. Hin zilamên li qehwexanê runiştîbûn,
pere dan zarokan û gotin, "Herin dawa Êzîdiyê bigrin, wî bînin xwarê."
Zarok jî wek zilam gotî, çûn dawa Êzîdî girtin û wî anîn xwarê.
Ser vî buyerê apê min li zarokan û li zilaman xeyîdî û banga Êzîdî
kir. Êzîdî hat midetek li cem me runişt û bîhna xwe da. Serê
wi şikya bû. Min, cara ewil yekî Êzîdî didît.
Di
sala 1990an de, li hepsa Diyarbekir, bi navê Şêxmûs, Êzîdiyekî
Dawudî jî hatibû girtin. Cara duwem jî min Êzîdiyek li hepsê dît.
Kekê Şêxmûs li Elmanyayê, bajarê Hanoverê dijiya. Lê piştî
salan ji bo gerekî kurt vegeriyabû welat û wî girtibûn. Bi gotina
Kekê Şêxmûs, ji 2 hezar Êzîdiyên Dawudî, tenê çend Êzîdiyên
pîr li gund mabûn. Ê din tev koçkiribûn, dervayî welat.
Kekê
Şêxmûs, Êzîdiyekî karker bû. Hem çand û dîroka Êzîdiyan ji
me re digot, hem jî gazinda xwe ji me, ji şoreşger û welatparezên
Kurdan dikir: "Em ne tenê ji ber zilma dewletê, her weha ji zilma
Kurdên Misilman jî reviyan."
Piştî
ji hepsê derketim, sala 1992an de daketim Kurdistana Iraqê. Nêzîkî
2 sal û nîv li wê derê jiyam. Lê anekdota zarokiya min û gotina
Kekê Şêxmûs, qet ji bîra min nediçû.
Li
Dihokê navendekî Êzîdiyan hebû. Gelek Êzîdiyên rewşenbîr di
Navenda Çanda Laleş de kar dikirin. Ido Baba Şêx jî, yek
ji xebatkarên navendê bû û her weha di Yekîtiya Niştîmanên
Kurdistan-YNK şaxa Dıhokê de berpirsiyarê kovarekî Kurmancî
ya bi tîpên latînî bû. Ido Baba Şêx, bilî van karên xwe, parlamentera
Kurdistanê bû jî.
Pirî
caran li şaxa YNKê a Dihokê de, li cem Ido Baba Şêx bûm.
Em bi hev re diçûn Navenda Çanda Laleşê jî. Wek tê zanîn, navenda
pîroz a Êzîdiyan, ango Geliyê Laleş jî nêzîkê Dihokê, di mintiqa
Şêxan bû. Ez û Kek Ido çend caran bi hev re çûn Geliyê Laleş
jî.
Wê
demê min Êzîdiyan baştir naskir. Êzîdî, wekî Kurdê Başûr
dibêjin, bi rastî jî Kurdê resen bûn. Li hember ewqas zilmê, xwe
parastibûn. Lê Êzîdiyên Kurd, ji ber ku di bin zilmê de jiyanin,
bê guman hewcedariyê alîkarî nin. Pêwîst e ku Kurd, orjîna xwe biparêzin.
Zilma
Li Ser Êzîdiya
Wekî
tê zanîn, Êzîdîtî tenê di nav Kurdan de heye û ji Kurdan pêve tu
qewmekî din ên Êzîdî tune nin. Lê behsa Êzîdiyan, lêkolîna li ser
ol, çand, felsefe û dîroka wan kêm hatiye çêkirin. Ji ber ku tu
car Misilmanî qebul nekirine, pirî caran hatine talankirin jî. Qewmê
ku talana Êzîdiyan nekiriye, tuneye. Bi taybetî jî Kurd û Ereb,
talana Êzîdiyan kirine. Her weha, talan û qetlîama herî mezin a
Êzîdiyan jî, dîsa bi destê Kurdan, di sedsala 19an de, dema Mihemed
Paşayê Rewandizî de çêbûye. Di vê qetlîamê de, nêzîkî 75 hezar
Êzîdî hatine kuştin.
Ji
ber qetlîam û talanên desthilatdaran, Êzîdî xwe veşartine;
pirî caran çanda xwe, ola xwe bi dizî jiyane, cîhanîna esasên ola
xwe, nimêj û îbadeta xwe bi dizî pêkanîne. Serbestiya Êzîdiya piranî
di dema Şêx Adiyê de tê dîtin. Li ser vê yekê, ji bo Şêx
Adî tiştên ji hev cuda jî tên gotin. Şêx Adî tu car ji
xwe ra negotiye, "Ez Êzîdî me." Dibêjin ku, dema Kurd bi piranî
Misilmanî qebul kirine, pirî caran talan û qetlîama Êzîdiyan jî
kirine. Êzîdî, ji bo ku xwe biparêzin, xwe bi Şêx Adî spartine.
Ango hin kes dibêjin ku, Şêx Adî bi xwe jî Misilman e. Min
vê yeka li Geliyê Laleş, ji Êzîdiyan pirsî. Ew jî negotin ku,
"Şêx Adî Êzîdî ye." Bersîva Ido Baba Şêx, hîn di bîra
min de ye: "Çi Êzîdî, çi Misilman; ew Pêxemberê me ye. Em bawerî
bi pêxemberiya wî tînin."
Kurtedîroka
Êzîdiyan û Tesîra Şêx Adî
Êzîdîtî,
ewil car di pirtuka Şarîstanî de, ku 1153ên zayînî de koç kiriye,
derbas dibe. Piştî pirtuka Şaristanî, behsa Êzîdiyan di
derdora sala 1670-'80an de, di pirtuka "Seyahatname" a Ewliya Çelebî
de derbas dibe.
Lê
dîrokê de tesîra herî mezin a li ser Êzîdiya, tesîra Şêx Adi
ye. Belgeyên nivîskî ku îro gêhîştiye destê lêkolîneran jî,
pirtûkên Şêx Adî nin.
Şêx
Adî, bi bîr û ray û raman, tu car negotiye ku "Ez Êzîdî me.". Lê
tevayî Êzîdiyan bawerî bi Şêx Adî tînin, wî wek pêxemberê Êzîdiyan
dizanin; ruhê Melekê Tawûs di şexsiyeta Şêx Adî
de dibînin.
Gora
Şêx Adî, li mintiqayê Şêxan, di Geliyê Laleş de ye.
Hemû Êzîdiyên dinê, Geliyê Laleş, bi taybetî gora Şêx
Adî tewaf dikin û piştî tewafê dibin, hecî. Li ser bûyîn û
nijada Şêx Adî tiştên ji hev cuda tên gotin. Hinekan dibêjin,
Şêx Adî li Hekariyê ji dayîk bûye; hinekan jî dibêjin li Lubnanê.
Bi gor vê cîhê dayîkbûna wî jî, hinekan dibêjin Kurd e, hinekan
jî wî Ereb dihesîbînin. Dema dayîkbuna wî jî bi tevayî ne eşkereye.
Lê bi gor piraniya nivîskaran û pêşkeftiyên Êzîdiyan, Şêx
Adî di navbera 1073 û 1078an de, li gundekî Lubnana îro, li Beytfarê,
li Deşta Bekaayê (Bekaa Vadîsî) hatiye dinê. Navê bavê wî,
Musafîr e. Bavê wî ji malbata Benî Umeyên Emewî ye ku ev malbata
li Demîşqa (Şam) Suriyeyê dijîn. Bi vê nêrînê jî diyar
e ku, Şêx Adî Ereb e. Lê tevayî jiyana xwe di nav Kurdan de
wek Kurdekî Êzîdî domandiye.
Êzîdîtî,
ji alî gelek lêkolîneran ve, wekî dumahîka ola Zerdeştî tê
dîtîn. Hinekan jî, Êzîdîtî wek olên din a Xwudayî, dihesîbînin.
Bi gor nêrînên duwemîn, Êzîdîtî jî, olekî pirtukî ye, ango ji ezmanan
hatiye.
Lê bi raya min, nêrîna yekem di cî de ye. Di nêrîn û felsefe de, di esasên
îbadetê ya li navbera Êzîdîtî û Zerdeştî de gelek nêzîkbûn
heye. Bi raya min, eger Êzîdîtî ne dumahîka Zerdeştî be jî,
her du ol ji bingehekî tên. Ango orjîna Zerdeştî û Êzîdîtî,
yek e. Hin esasên di navbera her du olan de ne wek hev bin jî, tê
zanîn ku ev esasana piştî Şêx Adî derketinin holê. Şêx
Adî, esasekî li pîle û îbadeta Êzîdiyan danaye û ev esasên Şêx
Adî hîn jî berdewam e. Ji xwe pirtukên nivîskî a Êzîdiyan jî bi
destê Şêx Adî hatine nivîsîn. Her du pirtukên pîroz a Êzîdiyan
ku Şêx Adî nivîsandiye, dişibihin Zend-Avestayên Zerdeştî.
Wekî tê zanîn du pirtukên Şêx Adî heye. Yek ji wan Cilwe, ya
din jî Mishefa Reş e. Ku orjînala Mishefa Reş, piştî
koça Şêx Adî, di sala 1743ê zayînî de hatiye dîtin. Zmanê Cilwe
çiye nizanim, lê Mishefa Reş bi Kurdî ye.
Destpêka Zerdeştî beriya
zayînê 500 sal e. Zerdeşt bi xwe li ser axa Medya jiyaye. Bi
hezaran Kurd, Zerdeşt wekî Xweda dîtine. Bingeha Êzîdîtî jî
dighîje wê demê. Lê Êzîdî, piştî 2500 salan, bê hêz bin jî
ji holê ranebûnin. Zerdeştî jî, îro wekî olekî dîrokî maye.
Êzîdî,
bawerî bi Xwedayê tînin. Her weha Pêxemberên Xwedê jî nas dikin.
Lê bi gor raya Êzîdiyan, Xwedê li Melekî Tawusê ku di dînên din
de bi navê "Şeytîn" tê navkirin, nehakî kiriye. Êzîdî dibêjîn
ku, wekî Ezraîl, Melekî Tawus jî melekê ruhistanê bû. Ango ew, xerabî
lî însanan nekiriye; emrê Xwedê bi cîh aniye. Xerabî di dilê însanan
de heye. Tenê ew, wekî melekên din ji însanan re, ango ji xeraban
re secde nekiriye.
Ji alî din hin însanên nezan, "Satanîstên" îro û Êzîdiyan, wek hev dibînîn.
Bi yek gotinekî mirov dikare Satanîstî û Êzîdîtiyê şirove bike:
Qasî misqalê zere pêywendiya Satanîstî û Êzîdîtî bi hev re tune
ye. Satanîstî, şaxekî çewt e û ne ol e. Lê Êzîdîtî, olekî herî
kêm 2500 sali ye.
Pîle,
Nimêj û Duayê Êzîdiyan
Pîleyê (derece) di nav Êzîdiya, piştî Şêx Adî hatiye danîn.
Di nav Êzîdiyan de 3 pîle henin: Şêx, Pîr û Mirîd.Ev her sê pîle di navbera xwe de bi pîleyên din jî hatine bi navkirin:
Ango sê pîle Şêx henin; Adanî, Qetanî û Şemsanî. Her weha
du cure mirîd henin; Qewal û Feqîr.
Nimêjê
Êzîdiyan jî wekî Misilmanan rojê pênc car e: Nimêja Berî Sibê; Nimêja
Rojderketinê; Nimêja Nîvro; Nimêja Êvare; Nimêja Rojavayê. Nimêja
Berî Sibê û Nimêja Rojavayê de, Êzîdî berê xwe didin rojê, destê
xwe didin ser sînga xwe û bi Kurdî dua dikin. Her weha nimêjê din
de, berê xwe didin Geliyê Laleş ku wargeha pîroz a Êzîdiyan
e.
Di
vir de tiştekî balkêş ev e ku, di nav Êzîdiya de ax, av,
roj û hewa piroz e. Ev her Çar pîrozbahî, her weha di duayên Êzîdiya
de jî, di jiyana wan ê rojane de jîdiyar e.
Duayê
Êzîdiyan ku di nimêjê de dixwînin, gelek dirêj in. Ji bo nimuneyê
min çend rêzê wan ê serî tenê girt:
Dua
Sibê
Amîn
amîn xwedê tibarek li dîn
Tifaqe li tifaqîn
Xwedê esil xaliqîn.
Bi hîmeta melek Şemsedîn
Amadîn, Babadîn, Nasirdîn,
Sicadîn, Melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tac e ji ewil heta bi axirîn
(...)
Dua
Nîvro
Ya
rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
Leyl û leyletil qedrê suretil Rahman
Û sunetê virêkey han
Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê din ê
Û masiyê bi tenê kerema Xwedanê xîveta veday.
(...)
Dua Êvarê
Ya
siwarê rojhilatê, rojava yê
Hûn bidene xatira dotê û dayê
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê
Hûn bidene xatira erş
û kursî
Gay û masî
Heyat li kursî
Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî
(...)
Çarşema
Sor
Cejna
Êzîdiyan ya herî naskirî, Çarşema sor e. Her sal, yekemîn çarşema
meha Nîsanê ya bi gor salnama kevin de tê pîrozkirin. Bi gor baweriya
Êzîdiya, Xwedayê alemîn her Sal melekekî rêdike ruyê erdê, ji bo
ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav
însanan de belav bibe. Her weha daweta Êzîdiya jî piranî di Çarşema
Sor de, tê pêkanîn. Di Çarşema Sor de, piranî ev duaya jêrîn
tê xwendin:
Qewlê
Afirandina Dinyayê
Yarebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn mişk û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiştî
Bihuşt çêkir rengê bî
Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir
Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeşiya, ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir
Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leş
Lê şêrîn kir got û bêj
(...)
Bê
guman, cejna Êzîdiyan ne tenê Çarşema Sor e. Gelek cejn û rojên
wan ên pîroz a olî jî heye. Wekî mînak, Êzîdiyên dîndar, çil rojên
havîn û çil rojên zivistanê rojiyê digrin. Lê ev rojiyê wan ne wek
rojiyên Misilmana ye. Ji bilî van rojen pîroz, her sal di nav Êzîdiyan
de, Tawus gerandin heye. Êzîdî, bi taybetî ji bo xerca Geliyê Laleş,
di gundên Êzîdî de, salê çend caran Tawus digerînîn û xerca Laleş
berhev dikin. Yên Tawusa di gundan de digerînin, Qewalvan in. Li
pêşiya Qewalvanan jî, Şêxekî Êzîdî, heye.
Tiştekî
balkeş a Êzîdiyan jî ev e ku, Êzîdî, kesên ku ne Êzîdî nin
û dixwazin Êzîdî bin ji dînê xwe re qebul nakin; her weha naxwazin
yekî/ê Êzîdî jî dînê xwe bigorîne. Dîn guherandin di nav Êzîdiyan
de, sucê herî giran e. Her weha, zewaca bi yekî/ê olekî din re jî,
qedexe ye.
Çavkanî:
1- Kovara
Çira
2- Kovara Nudem
3- Rojnama Yenî Ülke
4- Rojnama Azadî
5- Kovara Deng
6- Rojnama Özgür Polîtîka
7- Rojnama Welat
8- Malpera Navenda Çanda Laleş
9- Kovara Laleş
10- Kovara Hîva
11- Kovara Medya Guneşî
|