 |
Berî 27 salan, di sala 1979an de serokê nemir Mele Mistefa Barzanî
li Washingtonê li nexweşxaneya George-Town Hospital çû
ser dilovaniya xwe. Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala
1903an de ji dayik bû. Ew di 3 saliya xwe de dagirker û dagirkeriyê
nas dike. Piştî şikestina serhildana Şêx Ebdulselam,
di sala 1907an de Barzanîyê 3 salî jî bi dayika xwe re li
girtîgeha Mûsilê tê girtin.
Di sala 1915an de jî gava Şêx Abdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê
ji aliyê Waliyê Osmanî Silêman Nazîf Paşa -ku ew jî bieslê
xwe Kurd e- ve tê dardakirin Mistefa Barzaniyê 12 salî jî
li meydanê ye.
|
Li gor hin çavkaniyan di sala 1919an de Şêx Ahmed ji bo kar
û barê serhildaneke ber rehbirayê xwe yê 16 salî Mistefa Barzanî
dişîne bakurê Kurdistanê. Mistefa Barzanî di wî temenê xwe
yê ciwan de li bajarê Mûşê hevdîtinekê bi Şêx Evdilqadirê
Nehrî û Şêx Seîdê Pîran re dike. Li ser daxwaza Xoybûnê Mistefa
Barzanî bi 500 leşkerên xwe diçe hewara serhildana Agiriyê
û li Herêma Oramarê li dijî leşkerên Romê şer dike. Û
piştre derbasî herêma Barzan dibe. Di heman salan de li başûrê
welêt leşkerên Iraqê bi alîkariya balafirên Brîtanî êrîş
birin ser herêma Barzan. Piştî berxwedaneke dijwar tevgera
Kurd carek din jî bi îxanet û piştgiriya hin eşîrên Kurd
têk çû.
Di sala 1932an de Mistefa, Ehmed û Sadiq Barzanî bi leşkerên
xwe ve mecbûr man ku derbasî bakur bibin ku li wir jî ketin bin
destê dewleta Tirk. Piştî ku di sala 1934an de li Iraqê efûyek
derket malbata Barzanî û penaberên Kurd vegeriyan başûr. Lê
hersê Barzanî ji malbata xwe hatin veqetandin û berê wan dan çoleke
Ereban ya bi navê Hîlleyê. Li ber daxwaza dijmin hustuxwarkirin
û ji fermanên wan re teslîm bûn ne li gora Barzanî bû. Barzanî vegeriya
Kurdistanê û Rewandiz ji dijmin rizgar kir. Piştî ku leşkerên
dijmin bi hêzeke mezin êrîşî Rewandizê kirin, Barzanî careke
din berê xwe da dostê xwe, çiyayên Kurdistanê. Barzanî pişt
re bi rêvebiriya Iraqê re li hev kir û hat li Silêmaniyê bi cî bû.
Di sala 1943an de li Colemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike.
Barzanî dîsa helwest û nasnameya xwe ya Kurdistanî eşkere kir
û bi leşkerên xwe re çû alîkariya serhildana li bakurê welatê
xwe. Di wan salan de Barzanî geh ji bo alîkariya rojhilatê welêt
bi leşkerên Îranê re, geh jî bi leşkerên Ereb re herdi
nava şer de bû. Têkoşîna di salên 1943-1945an de bi alîkariya
Brîtanî û Tirkan têk çû û Barzanî bi malbata xwe re derbasî rojhilatê
welêt bû.
Di sala 1945an de bi beşdariya Barzanî li rojhilat "Partiya
Demokrata Kurdistan" hat avakirin. Di meha Çileyê Paşîn ya sala 1946an de li Mehabadê Komara
Kurdistan hat îlan kirin. Barzanî bi du kesên din re ji aliyê hikûmetê
ve weke general hat hilbijartin. Di sala 1946an de gava Barzanî li Mehabadê bû "Partiya Demokrata Kurdistan-Iraq"
hat damezirandin. Ligel ku Barzanî di kongreyê de ne
amade bû jî ew wek serokê partiyê hat hilbijartin. Piştî têkçûna
Komara Kurdistan li Mehabadê, Barzanî alaya Kurdistanê ji Serokkomarê
Kurdistanê Qadî Mihemed wergirt û bi 500 leşkerên xwe dest
bi meşa xwe ya dirêj kir ku li Sowyetê bi dawî bû. Li serwê
riya dirêj ya ku bi qasî 350 kîlometro bû, bi leşkerên Îranê
û Tirkiyê re şerê dijwar kirin û bê ku zirarekeke mezin bibînin
ew di ser Agirî re, 18ê Hezîranê gihîştin menzîla xwe. Ew meşa
ku di dîrokê de bi navê "meşa dirêj " cî girt,, 52 rojan ajot.
Niha emê jiyana Barzanî, zilm û tahdeya ku li wî û 500 qehremanên
Kurd hatine kirin, zikreşî û xêrnexwaziya Bagirof, Beriya,
Yusufov û Stalîn deynin aliyekî.
Bi mirina Stalîn û bi hatina Krusçev re bi hewldana Barzanî rewşa
wan ya li wir çêtir dibe, pêwendiyên serokê netewî Barzaniyê nemir
û Sovyetê dikevin pêvajoyeke nû. Hin mafên Kurdan yên ku Stalîn
dest danîbû ser, li wan tê vegerandin. Di 14ê Tîrmeha sala 1958an
de bi darbeyekê General Abdulkerim Qasim desthilatiya Îraqê xist
destê xwe. General Qasim di çarçoveya Iraqê de hin mafên Kurdan
nas kirin û bangî Barzanî kir ku vegere welatê xwe.
Barzanî di 6ê Çiriya Paşîna 1958an de vegeriya Bexdayê. Li balafirgehê
bi sedhezaran kesan pêşwaziya serokê xwe yê netewî kirin. Barzanî bi Qasim re hevdîtinek
kir û bi lihevkirina ku ev guftûgo bidomin vegeriya Kurdistanê.
Lê wê biharê jî li Kurdistanê zêde dom nekir. Qasim, hemû sozên xwe
binpê kirin û di sala 1961an de bi leşker û balafirên xwe êrîş
bir ser Kurdistanê. Barzanî careke din bi 400 pêşmergeyan re
berê xwe da serê çiyayên Kurdistanê.
Di sala 1963an de li Îraqê derbe çêbû û desthilatî vê carê ket destê
Baasiyan. Di sala 1970î de Sedam Hisên çû Kurdistanê û sê rojan
li gel Barzanî ma û peymanek îmzekirin. Peymana ku otonomiya Kurdistanê
qebûl dike di 11ê Adara sala 1970î de di radyoyê de ji aliyê Hesen
el Bekr ve hat xwendin. Lê Ereb her Ereb bûn û av di çeman de bibûya
şîr jî Ereb nedibûn "eşîr "û ewê her li dû fen û fûtên
xwe bûna. Di van salan de jî ew li ser gotinên xwe neman. Sedam
bi melayekî re, bê ku haya wî jê hebe di wan salên lihevhatinê de,
Quraneke bi bombe dişîne ji Mistefa Barzanî re. Lê Quran di destê mela bi
xwe de diteqe û pêşmergeyek jî bi wî re şehîd dikeve..
Di nav van pirsgirêkan de di 11ê Adara sala 1974an de hikûmeta Iraqê,
bê destûra Barzanî otonomî îlan kir. Bi vî awayî xwestin Barzanî û PDK-Iraqê bê bandor
bikin û raya giştî ya Kurdan û dinyayê bixapînin ku qaşo
li Kurdistanê otonomî heye. Piştî ku rejîma Iraqê gîhişt
wê encamê ku bi şer nikare Kurdan têk bibe. Bi alîkariya Sowyetê
pirsa xwe ya bi Îranê re bir Konseya Ewlekariya RNY. Di encamê de
bi alîkariya Amerîkayê "Peymana Cezayirê" hat îmze kirin û têkoşîna
gelê Kurd bi "dîplomasiya mezin "hat firotin. Du nameyên Barzanî
ji bo Nikson û Kissenger bê bersiv man..
Piştî ku hemû hewldanên wî yên bi Îranê û Iraqê re jî bê encam
man, ew bi 200 hezar kesî re derbasî Îranê bû û dawî li Şerê çekdarî anî..
Çi li serê çiyayên Kurdistanê û çi li paytextên dagirkeran ew her
xwediyê yek peyvê bû, li derekê peyvek li dereke din gotineke din
nedikir. Di heman demê de ji rojnamevanê Misrî Hasaneyn el Heykel re wiha digot: " şoreşa Kurd bi dawî
nehatiye. Niha tenê navber daye û bîhna xwe vedike. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê Kurd li cîhê
xwe ye û dikare serokên ku berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derxe. Rola min temam bûye,
lê ne mimkune ku dawiya gelê Kurd were ".
Di sala 1976an de Barzaniyê nemir ji bo tedawîkirina nexweşiya
xwe bi daxwaza malbat û partiyê çû Amerîkayê. Lê ew Barzanî ye û
li wir jî vala rûnane û her têkoşîna xwe didomîne.
Li Amerîkayê ji Jimm Carter re vê nameyê dinivîse:
"Birêz Serokkomar, em ne li dijî lihevhatina Îran û Iraqê
bûn. Lê gelo pêwîst bû ku Kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê? Me
Kurdan bi soz û bextê Amerîka ya Yekbûyî û Îranê bawer kir û li
dijî cûntaya Iraqê şer kir. Ew soz û bextê ku ji bo azadiyê
hatibû dayîn li kuderê ma? Li kampên Îranê yên penaberiyê? Li başûrê
Iraqê ku Kurd hatin nefîkirin? Di belavbûna Kurdan ya li rojhilatê?
Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan? Di bin îşkenceyên
mirinê de? Neteweyê DYAê ku jibo hemû gelan şayanî serfiraziyê
ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare piştî vê rola ku
di têkçûna azadiya Kurda de leyistiye bê însîyatîf bimîne?"
Serokê mezin yê netewî Mistefa Barzanî di 1ê Adara sala 1979an de
li Amerîkayê çû ser dilovaniya xwe. Ew li Kurdistana rojhilat ji
aliyê bi sedhezar kes ve hat pêşwazîkirin..
Belê bi derengî be jî Amerîka li himber banga serokê nemir bê însiyatîf
nema û şaşîtiya xwe ya dîrokî serrast kir. Êdî dora me Kurda ye.
(*)
Ev nivisa Dana Adams Schmidt di Rojnama Peyama Kurd, hejmara 77an
da hatîye weşandin.
NavKurd
|