Seyîdxan Kurîj kî ye?
Di 1963 an de li Çewlîge hatiye dinyayé. Esas
Muhendisê Makîna yê ye. Ji sala 1991 vir va li Duîsburgê bi Kurmanci û Kirdkî
weşanwanýya radyo dike. Ji 1992 vir va rojname û kovarên Kurdî de nivisar û
roportajan dinivisine.
Ji 1997 vir va di nav Gruba xebata ya “VATE” da ye û ji
niviskarên Kovara “ VATE” ye. Ji Îlon 2004 vir va endamê redaksiyona
rojname "Peyama Kurd “ e u berpisiyarê beşa Kirdkî ye.
Heta niha 2 pirtukên wý hatine weşandin:
1-Wayê Hot birayûn
2-Fîlît û Gulîzar
Latif
Epözdemir: Rewşa Edebîyata Kurdî, îro
beramber bi salén 80 çawane.Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî
parîyek azad bune, çî fersend daye pêşketina edebîyatê.Gelo em dikarin bêjin ku
xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..?
Seyîdxan
Kurij: Wekû hûn ji dizanin di dîroka edebiyat û ziman û çanda Kurdî de
(Mabest bakûrê Kurdistane) salên 80 wxwediyê rolekê dîrokî ne. Gava em prosesa
peşweçuna edebiyata Kurdî wek jiyana însaneke binirxînîn, salên heşte salên
zaroktiya edebiyata Kurdî ne. Kurdên Bakûr di salên 80 da romanên yekemîn weşandine.
Eger ez ne xelet bim romana yekemîn ya hûnermend Brîndar e. Navê roman “Xanê”
ye û di sala 1983 an de li almanya hatiye weşandin.
Piştî salên 1992-93 yan li metrepolên Tirkiye çapxaneyên Kurdî
vebûn û pirtukên Kurdî li tirkiyê hatin weşandin. Li Tirkiyê ji berê berhemên
rewşenbirên dervayî welat hatin weşandin. Piştra hêdî hêdî li welat ji berhemên
Kurdî hatin afirandin.
Ez bi giştî îro rewşa edebiyata Kurdî baş dinirxînîm, lê hin
seviye ku em dixwazin di ew sevîyê da ye. Di salên heştê da yên ku bi Kurdî
dinivisand dîsa ji kêm bûn, lê îro hin li welat hin ji li derveyî welat hejmara
niviskarên Kurd zêde buye. Ew bi serê xwe ereniye, lê ne bes e. Li aliyê
naverokê va, wekû me berê ji nivisî bu hema hema hemû niviskarên kurd ji
rêxistinekê siyasî dihatin û bi perwerdeyekê siyasî perwerde bibûn. Ew
perwerdebûna wana siyasî tesîr li ser berhemên wan ji kirin. Ango piranî
berhemên wan salan heta yên salên 90 ji ji aliyê naverokê ka siyasî bûn. Ez bi
xwe ewî wek negatîf nenirxînîm. Li vir divê pîvan hêjayiya berhemê ya edebî be.
Edebiyata hemû dinyayê de berhemên hêja yên edebî hene. Gava niviskar babetekê
siyasî bi zimanekê edebî û hûnerî biafirînî û berhem aliyê estetîkê va baş be,
ew berhem dikarê berhemekê hêja be. Lê dîsa ji jîyan ne yekalîye, jiyan
pirrengê, dewlemende. Beramberê salên 80 wan salên dawî de babetên edebiyata
Kurdî anagorê jîyana însanan dewlemend bûne. Edî romanên evînê, yên psîkolojîk
uyd tên nivisandin. Ew tiştekî erenî ye.
Bi zêdebûna niviskarên kurd, devôkên curbe cur yên zimanê kurdî bi
riya berhemên edebî derketine hôle. Ew ji ji bo dewlemendiya ziman erenîyeke.
Dîsa aliye karanîna teknîkên edebî yên curbecur ji edebiyata Kurdî dewlementir
buye.
Bi Î.Seydo Aydogan va hêjmara niviskarên ciwan ji zêde buye. Ez
ewî ji wek tişteke erenî dibinîm.
Ji ber ku berhemên bi zimanê Kurdî zêde bûne, di nav wan de yên
bêqalîte ji hene. Hin çapxaneyên Kurd hema hema her berhemê diweşînîn, di nav
berheman de li gor pîvanên edebî hilbijainekê çê nakin. Ûsa berhemên ne baş ji
tên weşandin, lê yên baş bimînîn, yên ne baş werin bîr kirinê.
Latif
Epözdemir: Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş,
mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê welêt
berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe
parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî.
Seyîdxan
Kurij: Di dîroka gelên bindest da nefî bûn, bi taybetî ji surgunbûna rewşenbiran
li ser tevgera netewî da rolekê berbiçav listiye. Em dikarin li vir netewa
Ermenî û cihuyan wek mînak bidin. Wekû tê zanin rewşenbirên Kurd ji p piştî
cuntaya 12 îlonê ya 1980 girseyî kurdistan terkkirin. Piraniya ew rewşenbiran
polîtîk bûn, ango di nav rêxistinekê siysî dawek kadir kardikirin. Rewşenbirên
kurd berê berê xwe dan rojhelata navîn (Kurdistana rojhelat û başur,
Lubnan,suriye) ji wê ji derketin Ewropayê. Ewana li wan deran tevgerên kurd yên
beşên din, kadirên siyasî yên wan beşan û rewşenbirên wan naskirin. Rewşenbirên
bakûr piştra hatin Ewropa.
Di salên heştê da li Ewropa bi taybetî ji li Swêdê li ser
edebiyat, ziman û çanda kurdî xebateke baş dest pêkir. Berê kovarên kurdî wek
Armanc, Roja Nû, Wan, Berhem, Berbang, Hêvî û Kurdistan Press hatin weşandin.
Piştra ji çapxaneyên wek Jîna Nû, Roja Nû û yên din hatin damezirandin.
Ji ber kû hema piraniya rewşenbirên kurd rexistinî bûn û
çapameniya kurdî ji bi destê rêxistinên siyasî dihat meşandin, piraniya ew
xebata edebiyat û zimanê ji bi destê rêxistinên siyasî dihat meşandin.
Lê wekû car cara tê kirin, red kirina her xebata kû bi destê
rêxistinên siyasî tê meşandin, ne rast e. Di salên heştê da bi taybetî weşanxaneyên
Jîna Nû û Roja Nû û Armanc di jîyana reşşenbiriya Kurd da rolekê pir erenî
lîstiye. Ewana bi perîyodîk wewanên kurdî kirine, klasîkên kurdî weşandine, li
ser rêzimana kurdî xebatên bê hempa kirine.Dîsa piraniya niviskarên kurd cara
ewilîn li vir kurdî nivîsîne. Di wan kovaran de berhemên edebî ji hatine weşandin.
Mirov dikare bêjê ku bingeha edebiyata Kurdi ya modern di salên 80 da li Ewropa
hatiye ava kirin. Hin kes behsa ronesansa Kurd dikin. Ez ji wê baweriyê da me
ku di salên 80 de li Ewropa ronesansekê Kurd destpê kiriye. Hin caran behsa
ekola Swêdê ji tê kirin. Ew dîtînê da ji rastiyêk heye.
Latif
Epözdemir: Iro jî navenda edebîyatê xerîbîye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn
bibe.Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt
bibe.
Seyidxan Kurij: Em qebûl bikin, nekin hin
ji hejmarekê mezin yên rewşenbirên Kurd li derveyî welatê ne, lê başe ku
piraniya çapxaneyên Kurd ji li hindirê welatê ne. Divê em navbera
niviskarêndîaspora û yên welat de diwaran çenekin. Niviskarên ku li dervê ne,
ew ji edî berhemên xwe li welatê diweşînîn. Edî wek salên berê ye, niviskarên
derveyî ji diçin welat û tên.
Cîhê jiyana niviskar ne ewqas girinfge, niviskar bi ruhê xwe, bi
hêsên xwe , bi mejiye xwe li kuye , ew giringe. Gava em behsa çîrok û romanê
bikin, cîhê qewimandina biyarê, qarektera lehengan giringe û qalîteya berhemê
giringe.
Lê dîsa ji divê em hewl bidin ku li welatê niviskarên ciwan
derkevin. Ew xawa dibe? Gava me zimanê Kurdî kir zimanê xwe ya rojane, me
cîvînên xwe da kurdî axaft, me Kurdî xwend û Kurdî nivisand, me bi zarokên xwe
va Kurdî axaft, emê bikaribin gavên mezin bavejin. Lê ew ne bes e. Heta Kurdî
zimaneke fermî nebe, heta Kurdî ji dibistana ewilîn heta zaningehê zimanê
perwerdebûnê nebe, heta Kurdî nebe zimanê pazarê, karê me zor e.
Ji ber we ji aliyê va divê hemû niviskar, rewşenbir û
siyasetmedarên Kurd hewl bidin ku zimanê Kurdî her warê de were kar anîn,
alîkariya rojname û kovarên kurdî bikin. Ji aliye dinva ji divê her kurd hewl
bide ku zimanê Kurdî fermî bibe zimanê perwerdebûne.
Dibe ku hin kes bejin ew karê siyasiye. Belê di jiyanê de her tişt
bi hevra girêdayiye. Karanîna û peşweçûna zimanê Kurdî ji parçeyeke pirsa Kurdî
ye. Pirsa Kurdî ji siyasî ye. Bê di her aliyê jiyanê da li ser axa welat
karanîna zimanê Kurdî, edebiyata Kurdî pêşva naçe.
Latif
Epözdemir: Dengbêjî,xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya
devkî dengbêjîyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî
xizmet dane Edebîyatê.
Seyîdxan
Kurij: Ez bi xwe ji yên ku bi guhdarî kirina dengbêjan mezin bûne,
ji wana yekim. Em hemû dizanin ku yên ku heta wan salên dawî zimanê Kurdî,
edebiyata Kurdî parastine dengbêjin.
Ji ber ku li bakûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî nivisandin qedexe
bû, destê gelê Kurd de tenê edebiyta devkî mabû. Wek hemû neteweyên dinya
Kurdan ji kutura xwe, dîroka xwe, kelepûra xwe bi edebiyata devkî parastiye.
Dengbêjan ne tenê klam digotin, ewana klam diafirand ji. Di klamên dengebêjan
da dîroka gelê Kurd veşartiye.
Dengbêjên Kurd hizmetê ke bêhempa daye edebiyata Kurdî. Berê her
tiştî edebiyata klasîka Kurdî bi dengê dengebêjan gihiştiye nifşên nû. Klamên
dengbêjan ji aliyê edebiyatê va ji dewlemendin. Hemu klamên ku dengebêj distrên
şîîrên bi qalîte ne. Ewana da hûnerekê edebî yê kûr veşartiye.
Sîîra modern ya nû li ser bingeha dengbejtiye ava dibe. Tabî ku şîîra
miodern de teknîk û metodên rojawa ji kar tên. Şîîra kurdî ya netewî bê
kelepura Kurdî ya klasîk kêm bîmîne.
Klamên dengbêjan kurd dikarin ji bo afirandina Çîrok û romanên
kurdî bingeh bin. Çimkî hemû klamên dengbêjan bi serê xwe çîrokin. Ji her klamê
dikare yew çîroka modern were afirandin. Heta hin klam dikarin ji bo afirandina
romanekê ji bibin bingeh.
Latif
Epözdemir : Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.Roman , berhemek
pir hêjaye di edebîyatê de.Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê
ye.Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye.
Seyîdxan
Kurij: Raste geşbûna ramana niştimanperweriyê da rola edebiyat gelek
hiringe. Di vê warî de pirtuka Benedict Anderson ya bi navê “Civatên Heyalî”
(Imagined Communities,
Reflections on the Origins and Spread of Nationalism) çavkaniyeke başe.
Anderson bi mînokên gelêk fireh di derketina holê ya neteweyan û ramanên niştimanperwerî
de rola edebiyatê bi taybetî ji rola romanê dinirxîne. Di nav berhemên edebiyatê
de roman ya herî nû ye. Romanên herî kevn di dema modern da hatine weşandin.
Ango helatina (zayîn) roman û ramanên niştimanperwerî eynî demê da ye.
Edebiyat , bi taybetî ji roman di nav kurdan de belavbûna ramanên
niştimanperwerî da rolekê pir berbiçav lîstiye. Di destpêka dema nozdeh da berê
şîîr belavbûna ramanên kurdperwerî da rolekê girîng lîstiye. Divê li vir bi
taybetî navê Ehmedê Xanî û Şex Riza Talebanî werê li ser zimên.
Piştî şoreşa Oktobre li Sovyetîstana kevn de romanên Kurdî yên
ewilîn hatine nivisandin. Her çixas romanên Erebê Şemo, Qanadê Kurdo û yên din
di parçeyên din da pir dereng hatine wewandin ji dîsa berê li ser kurdên
Sovyetê piştra ji li ser hemû kurdantesîreke mezin hiştine.
Piştra li rojhelata Kurdistanê û başûrê Kurdistanê romanên kurdî
hatine weşandin. Romana Rehîm Qazî ya bi navê “ Peşmerge” ûsa li ser gel tesîr
kiriye kû piştî wewandina vê romanê navê tekoşerên kurd buye “peşmerge”. Romana
di nav gel de zimankekê hevbeş û hêstên hevbeş yên netewî diafirînîn. Çimkî
roman ji aliyê hemû endamên netewa va tên xwendin. Wek mînok piştî romana “ Pêşmerge”
di nava hemû kurdên dinyayê de tekoşerên şoreşa kudistan wek “Peşmerge” hatine
nasandin û “Pêşmerge” wek pêyivokeke pîraz hatiye pêjirandin. Li vir tek
îstîsna PKK ye, PKK her tim tekoşerên xwe wek “Gerîla” bi nav kiriye. ( Hûne
bixwazin dikarin vê cumleyî nenivisîn)
Li bakûrê kurdistan ji piştî salên 80 yî romanên kurdî belavbûna
ramanên kurdewarî de rolekê berbiçav lîstiye. Bi romanên Mehmet Uzun yên wek “
Mirina kalikêke Rind”, “Bîra Qederê”, “Siya Evînê” û yen din nifşên nû di şexsiyeta
Memduh Selîm Beg û Celadet Bedirxan de hînê dîroka xwe ya modern bûne,
Kurdperwerên nifşa yekemîn ( Bîrincî nesîl Kürt miliyetçileri) nas kirine. Ew
roman ne tenê ji aliye komekê, eşîreke, runiştwanên heremekê an ji endamên
partiyeke siysî, ji aliye hemû kurdan tên xwendin. Bi wî hawî nav endamên
netewe da hestên hevbeş, kolektîf hafizaya hevbeş pêk tê. Li vir divê keda
niviskarên kurd yên din ji nayê bîr kirin.
Rola roman ya serekê ewe ku di nav endamên netewa de alîkariya
pêkanîna kolektîf hafiza dike.
Latif
Epözdemir: Di Hişyarbun u pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye.
Seyîdxan
Kurij: Gava tarîfa neteweyan tê kirin miheqeq behsa zimanekê hevbeş tê
kirin. Hema hema hemû tarîfan de, divê ya fîlozofên dema nozdemîn da be, divê
ya Stalîn be, divê Otto Buer be, divê ya Trotzkî be, hemû tarîfan de zimaneke
hevbeş rola sereke dilîze.
Zimanekê hevbeş yê nivisî ku her endamê netewe jê fembike, endamên
netewe bi hevra girêdide. Dîsa ziman faktorekê giring yê îdentîtet e (Şexsiyet).
Ziman neteweyan ji hev cuda dike, ango bi zimanê însan dizane ji kîjan neteweye
ye. Ango li kîjan cografya bi kîjan însana ve ji eynî malbatê ye. Elbet
neteweyên ku eynî zimanê qisê dikin hene, le ew rola zimanê kêm nake.
Rola ziman hîşyar bûn û pêşketina Kurdan de du car giring e. Çima?
Ji ber ku netewbunê da fakol e. Lê ola Kurdan û neteweyên serdest yek e.
Her çi qas pir hatibe nivisandin û klasîk be ji, divê mirov vê derheqê da
gotina Celadet Bedirxan tu car bîr neke. Celadet Bedirxan dibêje, „Du çekên
giring hene ku neteeyeke ji neteweyên din cûda dike û di nav gel de ramana niştimanperwerî
geş dike. Ji wana yek ol e û yek ji ziman e. Ji ber ku ola kurdan û neteweyên
serdets yek ê, kurda ra tenê ziman dimîne”
Erê îro roj rola zimên giringtir e. Çimmî li ser Kurdan zexta
asîmîlasyonê heye. Kurd encax bi peşvebirina zimanê xwe dikarin xee biparêzin,
bi wî hawî dikarin berhemên baş biafîrînîn û qada netewî da xwe bidin qebûl
kirin. Ango di nav dinyaya modern de cîhê xwe bigrin. Ew berhem dikarin,
romanên baş, bin, dikarin fîlmên sînemayê yên baş bin.
Latif
Epözdemir: Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime
li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin.
Seyîdxan
Kurij: Mirov bi kîjan zimanê bifikire dikare bi ew zimanê berhemên baş
biafîrîne. Her ziman xwediye matiqeke. Di her zimanê da ahengekê hindirîn
heye. Însan bi kîjan zimanê difikire, bi kîjan zimanê xewnên xwe dibîne,
bi ew zimanê va buye yek, ango di nav dinyaya wê ya hindirîn û ew zimanê da
ahengeke heye. Însan zimanê xwe hes neke, bi zimanê xwe va aşt nebe nikarê bi
ew zimanê berhemên baş biafîrine.
Di nav bera raman û zimanê de pêwendiyekê heye. Min li jor bersîva
we da. Lê însan dikare bi zimankê biyanî ku pişt ra hîn buye û bi vê
perwerde buye ji berhemên teorîk biafirine. Li vir qesda min berhemên akademîk
in.
Ziman û edebiyat bi raste rast bi hevra girêdayine. Qalîteya
berhemên edebiyatê bi karanîna zimanê va girêdayiye. Her ziman taybetmendiye
xwe heye. Pir caran gava pêkenokeke, an ji çîrokeke ji bo zimanê din tê
wergerandin, qet mehna xwe ya orjînal nade. Wek mînak tiştekê gava bi kurdî tê
goton, mirov dikare ji kenan biteqe, lê gava tirki an ji almanî tê gotin qet
kena însan naye. Ziman ne tenê axaftin e. Her zimanê da îdyom hene, ahengekê
dengan heye, tiştên folklorîk hene.Niviskar zimanê xwe çiqas baş bizane be,
çiqas baş hakîmê zimanê xwe be, ew qas dikare bi zimanê va bilîze, ango zimên
baş kar bîne û berhemên baş biafirîne. Her însan herî baş zimanê diya xwe
dizane û ji aliyên hestê xwe bi zimanê diya xwe va girêdayiye. Ango her însan
herî baş dikare bi zimanê diya xwe hestên xwe bîne ziman. Edebiyat ji aliyeke
xwe va ziman anîna hestên niviskar e. Berhema edebiyatê ku tê da ruh nîne,
ziwaye û bê tahm e.
Pirsa navkirina niviskaran pirsekê kompleks e, bersîva wê pirsê ne
hêsan e. Li gor min berhema edebiyatê bi kîjan zimên hatiye nivisandin, malê
ewî zimanê ye. Ango gava berhemekê bi tirkî hatiye nivisand in ew dibe berhema
edebiyata Tirkî, kurdî were nivisandin dibe berhema edebiyata kurdî. Hin
niviskarên klasîk heneku bi eslê xwe ne rus in, ne îngîlîz in, lê ji ber ku bi
wan zimana nivisandine, îro wek niviskarên Rus , îngîlîz tên nasandin. Lê li
vir îstîsna zi hene. Roja îroyîn da pir niviskar hene ku li Ewropa dijin û bi
zimanên ewropî dinivisin, lê dîsa ji gava behsa wan tê kirin, nasnama wan ya
etnîkî tê gotin. Ew ji bo niviskarên Kurd ji ûsa ne. Ji ber ku herkese rewwa
Kurdan dizane, Kurdên ku bi zimanên din dinivisin ji wek Kurd tên nav krin. Lê
mirov berhemên wan çiqas dikare berhemên edebiyata Kurdî bi nav bike, ew pirgirekekê
din e. Li gor dîtîna min mirov berhemên wan nikare wek berhemên edebiyata Kurdî
bi nav bike, lê yên ku vekirî li her derê xwedî nasnameya xwe ya Kurdistanî
derdikevin,ew nîviskarên Kurd in.
Latif
Epözdemir: Pirs u kêşeya yekîtîya elfabe u zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê
çawa çareser bibe.
Seyîdxan
Kurij: Hûn ji yekitiya zimên çi fehm dikin, an ji qesta we çiye nizanim.
Lê i^ro yekitiya zimanê Kurdî bi gelemperî ne mumkun e. Ango bi prosesekê tabîi
ne mumkun e, dikare bi zorê bibe, lê ew ji di nav gel de bi cîh nabe.
Çimkî di navbera zaravayên Kurmancî, Hewremanî û Kirdkî (Zazakî)
de feqên mezin hene. Di demekê nêzik da ji wan zaravayan afirandina zimaneke ne
mumkun e. Li gor min pirsgirêk ne yektiya zimanê ye. Pirsgirêk standartîze kirina
yeko yeko zarava di xwe da ye. Ango divê kurmanci di nav xwe de, Kirdkî di nav
xwe da were standartîze kirin û zimanekê nivisarî yê standart were afirandin.
Li gor min pirsên Kurmancî hema hema hatine çareser kirin. Ji 1985 vir va
Enstituya Kurdî ya parîs her sal bi navê civînên “Kurmancî” civînan çedike û
encamên civînê ji diweşîne. Ew grûba enstitu heta niha pir xebatên bi hempa
çêkirine. Xercî ew xebatê ji gelêk pirtûkên rêzimanê hatine nivisandin.
Lê mixabin hin nivisarên Kurmancinivisar bê ku ew xebatan teqîp
bikin, kurmancî dinivîsin. Tevlihevî ji wê tê.
Pirsgirêkên Kirdkî hene. Em çend heval ji 1997 vir va bi navê
grûba xebatê ya
“ VATE” eynî wek xebata enstituya Parîs li ser zarava Kirdkî kar
dikin. Me gelêk rê girtiye, lê hin ji pirsgirêk henin. Em niha hewl didin ku
Kirdkî di nav xwe de standartîze be û bibe zazvayê nivisariye.
Ango di nav her zaravayê de devok hene, divê yekitiya devokan pêk
were. Lê niha yektiya zaravayan ne mumkun e û ne raste ji. Divê ûsa xebat were
kirin ku her kurd yê din fehm bike. Gava hemû zarava di radyo û televîzoynê de,
çapamenî de û di civînan dewerin bi kar anîn,wê gavê her kurd demekê nêzîk de
bi her kurd dikare zaravayên din ji fem bike. Gava me hevdû fehm kir, edî pirs
namîne.
Hebûna zaravayan dewlemendiya zimanê Kurdi ye. Ji ortê rakirina
yek zarava dibe sucek ê. Hin zimanzan ji bo zaravayan dibên zimanên kurdî, ew
ji ne xelet e.
Pirsgirêka alfabayan divê were çareser kirin. Lê çareser kirna vê
ji ne hêsan e. Em 2 sale li Almanya bi navê “Peyama Kurd” rojnameyeke hefteyî
bi zaravayên Kurmancî , Kirdkî ûsoranî, bi alfabayên latînî û aramî derdixînîn.
Ez endame redaksiyona giştî û berpirsiyarê beşa Kirdkî me.
Me hewl da Soranî bi alfabeya latînî binivisîn , lê kurdên ku
Ewropayê ne ew hê ne amade ne latînî bixwînîn. Li başûre Kurdistanê kes nizane
kurdî bi latînî bixwîne. Gava alfabe were guherandin, wekû Kemalîstan kir yek şevê
de hemû civat dibe analfabet.
Li gor dîtîna min hikumeta Kurdistan dikarê bi projeyeke rek û pêk
va di nav çend salan de alfaba Aamî biguhere alfaba latînî. Ew dikarin
niha va di dibistanan de her heftê çend sehetan dersê latînî bidin. Xwe
hemû dibistanan de dersa îngilîzi heye, çend sehetên latînî dikarin werin lê
zêde kirin. Bi wî hawî çend salên din her kes dikarê hînê alfaba latînî be.
Latif Epözdemir: Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de
bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de (
rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê
be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve
were pêk anîn. ?
Seyîdxan
Kurij: Xebata li ser zimên tu car bes nabe. Zimanê Almanya zi zimanên
herî dewlemenditirin û kevntirine. Hûn dizanin ku pirtukên felsefîk yên klasîk
bi zimanê Almanî hatine nivisandin. Lê dîsa ji her çend salan de carêk zimanê
Almanî de reform tê çekirin.
Lê di li ser zaravayên Kurmancî û Soranî warê ziman u gramera bes
xebat hatiye kirin. Lê dîsa ji divê zaningehên Kurdistanê de beşên ziman û
edebiyata Kurdî akademîk li ser vê pirsgirekê bisekinin. Çimkî îro dewleta
Kurdan heye. Edî divê xebatên li ser zimanê ne wek kû heta îro hatiye bi destê
kesan û saziyên amator, bi destê zaningehên Kurdistanê werin ajotin. Divê
dewleta Kurdistan ji bo xebata li ser zimanê butçe biqetîne.
Lê hin pirsgirêkên Kirdkî, Hewremanî û Lorî hene. Wekû min li jor
nivisî, em wek gruba xebata “ VATE” li ser zaravaya Kidkî kar dikin, lê ew ne
bes e. Mixabin heta niha di zaningehên Kurdistanê de xercî zaravayên Kurmancî û
Soranî li ser zaravayên din xebat tune. Divê zaningehên Kurdistanê dest bavêjin
ew zaravayan ji. Xebatên li ser ziman bi amatorî nabin, divê zaningehên
Kurdistanê de beşên fîlolojî li ser hemû zaravayan cîdî xebatên akademîk çekin.
Ûsa zimanê Kurdî ji dikare di nav zimanên dinyayê de cîhê xwe bigre