- Berî ku em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, bi kerema xwe tu dikarî xwe ji xwendevanan re bidî naskirin?
- Ez neviyê Şêx Mihemed Şewket im. Şêx Mihemed Şewket lawê Şêx Evdirehman e û Şêx Evdirehman jî lawê Şêx Hesenî Nûranî ye. Bavê min Nexşîbendî ye û diya min Cemîle ye. Bi vî awayî ji Şêx Hesenî Nûranî heta niha ez dibim neviyê pênca. Di 1933an de, li gundê Axtepe hatime dinê. Jiyana xwe hê jî li Axtepe didomînim. Bi cotyari mijûl im.
- Xwendina te çi ye, em dikarin hîn bibin?
- Di sala 1940an de min li Diyarbekir li cem mala apê xwe Şêx Fehmî dibistana seretayî xwend. Lê ew derfeta min tune bû ez xwendina xwe bidomînim. İlmê dînî jî, bi gora zanebûna xwe min xwe giyand. Lê bi rastî di xwendina min a ilmî de kêmasiyê min hene. Xwendina min a ilmî ne bi awayê min xwest e. Em ji xwendinê mehrûm neman lê imkanê me ewqas bû.
- Ez dixwazim bêm babeta eslî, ango rewş û xebata malbata Şêx Hesenê Nûranî. Em dizanin ku di malbata Şêx Hesenê Nûranî de gelek şêxên hêja henin ku bi dehan berhemên wan hene. Ji van berheman hinekan jî bi Kurdî ne. Belê, hinek berhem winda ne, hinek nehatine çapkirin û negihîştine destê xwendevanan. Bêgûman, gelekê wan di medresan de bi tîpên kevin hatine zêdekirin; lê îro xwendevanên Kurd ji van berheman bêpar in. Tu dikarî hem şêxên malbatê yên berhemdayî û hem jî berhemên wan bi me bidî naskirin?
- Roja dayîkbûna Şêx Hesenê Nûranî nayê zanîn. Roja wefata wî li cem me heye. Di ser kitêbekî Şêx Hesenî Nûranî bi xwe hatiye nivîsandin.

- Tu dikarî behsa vê kitêbê bikî?
- Kitêb li cem me mewcûd e. Li ser terîqeta Nexşîbendî hatiye nivîsandîn. Lê ev kitêba neqil e. Bi destxetê Şêxê Nûranî hatiye neqilkirin. Di hin ciyan de jî ew bi xwe jêrenotên dirêj nivîsandiye. Kitêb, 1265ê Hicrî ango, 5 sal berî roja dayîkbûna Şêx Evdireman hatiye nivîsîn.
- Çend zarokê şêxê Nûranî hene? Tu bikarî wana hem bi berhemên wan, hem jî bi zimanê berhemê wan bidî naskirin, wê gelek baş dibe.
- 5 zarokê Şêxê Nûranî heye. Yek ji wan Mihemed Hadî ye; lê Mihemed Hadî bi zarokî rehmet kiriye. Yê jiyane, çar in. Bi gor rêza mezinî ev in: Şêx Evdirehman, Şêx Mihemed Can, Şêx Mihemed Nûr û yê biçûk jî Şêx Mihemed Sîrac.
Yê ji vana gelek berhem daye, Şêx Evdirehman e. Diyar e, pir eserên wî hene. Lê di destê me de îro 8-9 mevcûdê wî mane. ‘Rewdneîm’ û ‘Dîwana Rûhî’, bi Kurdî hatine nivîsandin, ‘Kitab-ul Ebrîz’ û ‘Kitab-ul Keşfî Zelam’, bi Erebî hatine nivîsandin. Kitêbekî piçûk ya Şêx Evdirehman ya li ser astronomiyê jî heye. Kitêbekî li ser astronomiyê jî ji Tirkî wergerandiye Erebiyê. Her weha salnamayek (Teqwîm) bi gora Diyarbekir amade kiriye. Ev salname bi gor salên Romî hatiye amadekirin û sal donzdeh meh de demê nimêjê diyar dike. Îro jî mirov dikare ji vê salnameyê îstifade bike. Kitêbên wî yê bi navê ‘Mihrac-ul Usul’ ya li ser fiqhê û ya li ser gramera Erebî jî heye. Evana di destê me de mewcûd in. Çend kitêbên Şêx Evdirehman jî me agahî jê wergirtiye lê destê me naghîje wana. Demekî me xeberekî wergirt ku di kitêbxana Konyayê û Muxlayê de kitêbên Şêx Evdirehman hene.
- Min berê jî bihîstî bû ku di hin kitêbxaneyan de kitêbên Şêx Evdirehman hene… Gelo, lêkolînvanekî bixwaze li pey wan kitêban bikeve, wê çawa wana bi dest bixe?
- Ez bi xwe jî li pê me; lê bi raya min ev kara hinde hêsan nîne. Wekî mîsal, kitêbekî Şêx Evdirehman di wexta xwe de li kitêbxana Konyayê bû ku li ser dermanên nebatî bû. Di vê kitêbê de behsa nebata dike ku kîjan nebat dermanê kîjan nexweşiyê ye. Ew kitêba berê li kitêbxana Muxlayê bû. Tiştê em zanin niha li kitêbxana Konyayê ye.
Wekî hûn jî zanin, demekî kitêbên destxet teva berhev kirin û birin Kitêbxana Konya û Stenbolê. Yê wê heremê birin Konyayê. Em bi çiqasî pey jî ketin me ev kitêba bi dest nexist. Lê yên vê kitêba, kitêbxana Muxlayê dîtine hene. Dûra me pirsî, gotin birine kitêbxana Konyayê. Lê îro li wê kitêbxaneyê jî naye dîtin. Me bakan û waliya jî xist navberê nehat dîtin. Em nizanin çi hat serê vê kitêbê!
- Ji bo dayîkbûna Şêx Evdireman hinek tarîxên cûda tên gotin. Mesela kovara Devrîmcî Demokrat Gençlîk (Xortên Şoreşger û Demokrat) ya ku berî 12 Îlonê dihat weşandin tiştekî nivîsandibû, hinek lêkolînvanên din jî tiştekî din digotin. Tarîxa rast çiye?
- Roja dayîkbûna wî diyar e. Bi hesabê Hicrî, meha Rebî-ul Ewelê sala 1270, ku her weha êvara înê ye. Ev tarîxa, Şêxê Nûranî bi destxetê xwe li ser kitêba xwe nivîsandiye. Ev nayê înkarkirin. Wefata wî jî Romî 16ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29ê Adarê 1910.
- Ji bo Şêx Mihemed Can û Şêx Mihemed Sîrac tu dikarî çi bêjî?
- Roja dayîkbûna wan û roja wefata wan mewcûd e. Şêx Mihemed Can 1274a Hicrî hatiye dinê. Şêx Mihemed Can jî 1280a Hicrî de çêbûyî. Roja dayîkbûna wan di kitêbê Şêx Hesenê Nûranî de nivîsandiye. Ev kitêb li cem me heye.
Her weha Şêx Mihemed Can ‘Leyl û Mecnûn’ nivîsandiye. Ev jî di destê me de heye. Bi Kurdî ye. Heta risaleyêkî wî ye din jî heye. Ev rîsala di biçûkaniya xwe de nivîsandiye. Di vê rîsaleyê xwe de dibêje, “Min vê risaleyê di hûcra Şêxê Şêxan, Şêx Evdirehman de nivîsandiye.” Ev risale, bi Erebî ye; lê gelek kurt e. Ev her du kitêb jî di destê me de heye. Kitêbên wî yên din heye tune ye, em nizanin.
Ez rastî kitêbê Şêx Mihemed Nûr nehatime. Dibê ku tiştên Şêx Mihemed Nûr nivîsandiye, dema tevgera Şêx Saîdê Pîranî hatibin windakirin. Tiştê tê gotin, wê demê gelek kitêbên malbata me yan hatine şewitandin, yan hatine wendakirin. Şêxên me hatine sirgunkirin û dest danîne ser hemû tiştên wan. Şêx Mihemed Nûr, li gundê Erxeniyê, li Tilxûzurê dima. Şêx Mihemed Nûr hatiye girtin. Dûra kurê wî yê mezin Şêx Mihemed Sidîk jî hatiye girtin. Dibe ku di girtina wan de dest danîne ser kitêbên wan jî.
Yê Şêx Mihemed Sîrac; risaleyekî wî heye. Kitêbê wî yê mezin jî ‘Şerha Curcanî’ ye. Ew jî Erebî ye. Risala wî jî ji bo ‘Şerha Curcanî’, wekî teqwiye hatiye nivîsandin.
Şêx Mihemed Can bi navê ‘Hadî’; Şêx Mihemed Sîrac jî bi navê ‘Lutfî’ û ‘Dilbiderd’ nivîsandine. Di hin ‘haşe’yan de, ku ji bo têbiniyên li ser kitêbên din hatine nivîsandin ‘haşe’ dibêjin, şêxên me van navana li bînî dane, ku ev ‘haşe’ jî li ba me hene.
Van kitêbên ku ez behsa wan dikim, tev di destê me de ne.
- Bi qasî ku em zanin Şêx Evdirehmanê Axtepî jî navên mahlas bikar aniye.
- Mahlasên Şêx Evdirehman di kitêbê wî de mewcûd in. Navên ‘Şemseddîn’ û ‘Rûhî’, bikar aniye.
- Tabî ne tenê kurên Şêx Hesenê Nûranî, neviyên wî jî hin kitêbên bi Kurdî û Erebî nivîsandine. Yên bi Kurdî nivîsandine, di serî de Şêx Mihemed Kerbela tê bîra me. Şêx Mihemed Kerbela, ‘Dîwana Kerbelayî’ nivîsandiye. Em dikarin kitêbên neviyê Şêx Hesenê Nûranî hîn bibin? Bawer dikim, tu bi xwe jî gihaştiye serdema neviyên Şêxê Nûranî?
- Belê, ez gîhiştime serdema neviyên Şêxê mezin. Her weha bi Şêx Eskeriyê kurê Şêx Evdirehman re dûr û dirêj jiya me.
Şêx Kerbela, di sala 1926ê Mîladî de çûye sirgûniyê û di sala 1928an de sirgûna wî rabûye û vegeriyaye, li gundê Çuliyê ku li tenişta Diyarbekirê ye, cîhwar bûye. Piştî sirgûniyê dehî venegeriyaye Axtepeyê. Şêx Kerbela, piştî sirgûniyê têkiliyê xwe bi însana dibire û di odeyekî reş û tarî de dijî. Di oda wî de tenê şibakeyekî biçûk hebûye. Min oda wî dît. Odayekî dûr û dirêj bû û her du aliyê odê tije kitêb bûn. Masayekî erdê hebû û der û dora wî jî kitêb tijîbûn. Duwêt û hibûr û kaxizê wî li çekmeceyên masê de bûn.
- Dibêjin, Şêx Kerbelayî piştî ji sirgûnê vegeriyaye gelek tiştan nivîsandiye. Lê tiştekî ji wan negiştiye îro. Tiştê em zanin, kitêbên wî yê îro tên zanîn jî, berî sirgûnkirina wî hatine nivîsandin.
- Şêx Kerbela, berî sirgûnê muderisê medresa Axtepeyê bûye. Her du kitêbê xwe yê Kurdî jî, ango kitêbên ‘Dîwana Kerbelayî’ û ‘Amadegeha Zarokan’ (Mirsad-û Etfal) di dema muderisiyê xwe de nivîsandiye. Piştî sirgûnê jî gelek tişt nivîsandiye. Lê hema çi nivîsandiya, çirandiye. Tiştek nehêlaya. Heta Şêx Eskerî xwestiye hinek tişt ji çirandine xelas bike, ew jî nikaribûye.
- Sedema sirgûna wî çibû?
- Ji ber tevgera Şêx Seîdê Pîranî hatiye sirgûnkirin. Ji xwe çi elaqa wî û tevgerî bi hev re tûnebû. Belku hin pêywendî di navbera wan û Şêx Seîd de çêbûye; lê tevgera Şêx Seîd hê negihaştibû hêla Axtepeyê, hatiye temirandin. Her çiqas tevgera Şêx Seîd negihaştibe hêla başûrê Diyarbekirê jî, hukumet hemû şêxan û hin şexsiyetên Kurd şandiye sirgûniyê. Ji malbata Şêx Hesen jî hinek mezinê me hatine girtin û Şêx Mihemed Kerbelayî jî hatiye sirgûnkirin. Şêx Kerbela, ewilî dibin Uşakê, ji wir jî tînin Edeneyê û vegerê xwe de jî naye Axtepeyê, li Çuliyê dimîne. Ku Çulî girêdayî navenda Diyarbekir e; ango nêzî Diyarbekir e. Eger çi meseleye, em jî baş pê nizanin. Lê wê demê hema çi nivisandiye, teva çirandiye. Piştî sirgûniya xwe, hema dinivîsîne û diçirîne...
- Şêx Kerbela, nezewiciye jî?
- Qet nezewiciye. Heta, gotinekî wî jî heye; dibêje, “Însan, şêrê berdayî ye. Dizewice dibe, şêrê girêdayî. Şêrê girêdayî jî çi qîmet lê namîne.” Sedema nezewicandina wî yek jî ev e ku, xwe bi ilmê ve girêdaye. Ji ber vê yekê nexwestiye jiyana xwe bi yekî din re parve bike.
- Ez bawer dikim tu Şêx Eskerî ji dehî nêzîk ve nas dikî? Her weha Şêx Hesîb jî heye. Dibêjin, hin berhemên Şêx Hesîb jî hene...
- Şêx Eskerî jî û Şêx Hesîb jî, ji dehî nêz ve nasdikim. Çend kitêbên Şêx Eskerî hene û îro jî di destê me de ne. Kitêbên wî tev bi Kurdî ne. Diwana Şêx Hesîb jî hebûn. Heta yek dîwanekî wî di destê min de bû. Bi navê ‘Dîwana Hesbî’ û Kurdî bû. Eslê wî ji sala 1965’an heta 1980an, 15 sala li cem min ma. Beriya sala 1980an, kurê Şêx Hesîb ev dîwana ji min girt. Israren xwest û ez jî mecbûr mam ku kitêbê teslîmî wî bikim. Piştî darbeya eskerî gotin, “Esker li mala digerin. Li kê çi zeft bikin wê cezayê bidin wan.” Heyder Begê kurê Şêx Hesîb jî ser vê gotinê, pir mixabin, digre dîwanê dişewitîne. Ji xeynî orjînala wî jî çi nimuneyekî din destê me de tûne bû. Kitêb jî hema weha winda bû çû.
- Tenê ev kitêba Şêx Hesîb hebû?
- Na! Bi navê ‘Simbil’ kitêbêkî wê yê din jî hebûye. Dibêjin, Şêx ev kitêba, bi şiklê Firdewsî nivîsandiye. Li ser tarîxa Kurmanca bûye. Hinek digrin îxbara Şêx Hesîb dikin, ew jî digre ev kitêba dişewitîne. Ango ‘Simbil’ê, Şêx Hesîb bi destê xwe dişewitîne. Hem ‘Dîwana Hesbî’, hem jî ‘Simbil’; her du jî Kurdî ne. Ez negîhaştim ser ‘Simbil’; lê min ‘Dîwana Hesbî’ dît.
- Çi kitêbên Şêx Eskerî hene?
- Yê Şêx Eskerî, du heb li cem min mewcûd in. Yek jê ‘Keşkul’ e; yê din jî ‘Iqdî Durfam’ e. ‘Keşkul’, beyt e, bi helbestî nivîsandiye; ‘Iqdî Durfam’ jî, çirokên fabl in.
- Beşa dûwemîn de, ‘Medreseya Nûranî’ û ‘Ziyareta 20ê Gûlanê’ -