Serkan Birûsk kî ye?
Serkan Birûsk ji hêla Nisêbînê, ji aliyê Omeryan e. Herêma Omeryan ku weke e ş îra Omeryan jî, tê bi nav kirin, devereke pir berfireh digire ber xwe. Ev herêm bi folklor, bi stran û stranbêj, bi rez û baxên xwe navdar e.Serkan Birûsk li gundê Serê Kaniya Omeryan hatiye dinyayê. Wî xwendina seretayî û ya nêvî li Nisêbînê bi dawî aniye. Pa ş ê ji bo xwendina bilind diçe Izmîrê. Li zanîngehê di be ş a mîmariya peyzajê de bi cî dibe. Pa ş ê derdikeve derveyî welêt. Gelek nivîs û xebatên wî yên edebî di kovar, rojname û malperan de belav bûne. Wî hejmarek bername bo Tvyê, li ser navdarên kurd û wêjeya kurdî amade kirine û belav kirine. Sê pirtûkên wî yên helbestan bi navên “Awirên bi hêvî”, 1999 we ş anxaneya Rew ş en li Almanyayê.“Xem vedixwum bi tasa sor ji demê”, 2000 we ş anxaneya Medya li Swêdê. “Peyvên ê ş mij”,2004 we ş anxaneya Nûdem li Stenbolê. Nivîskar ji awira wergeran ve pir xurt e.
Ji zimanê Tirkî û Swêdî hejmarek nivîs wergerandiye kurdî. Pirtûkên wî yên wergerê ev in; “Muo û Pelle”, “Madiken û Ciwanên Îro”.
Vê dawiyê romana “SÊ TERÎ Ş ” weke yekemîn berhema we ya romanê hate çap û belavkirin. Em ji te pîroz dikin. Çawa bû ku we biryar girt vê romanê binivîsin?
Min berê jî hejmarek berhêm pex ş anî nivîsandibûn û belav kiribûn. Hê di sala 1996’an di serê min de plana nivîsandina deqeke dirêj hebû. Min wê demê çîrokek dirêj bi navê Çend bîstik ji ş ore ş ê nivîsand û di kovara Ava ş înê de balav kir. Dû re çend çîrokên din ên dirêj afirîn û di kovarên Nûdem û Ava ş în de belav bûn. Pi ş tî van ceribandinan, meyl û bala min bêtir çû ser helbestê. Min bê navber helbest nivîsandin û belav kirin. Lê di serê min de her nivîsandina berhemeke dirêj ku karibe têko ş îna van bîst salên dawî bi hemû aliyên xwe di nava xwe de bihevîne hebû. Di van bîst salên dawî de gelê me li Bakurê Kurdistanê gelek ê ş ên dijwar dîtin. Bi hezaran mirov hatin ku ş tin, sirgûn bûn,
gundên wan hatin valakirin, dewletê rêxistinên tarî û gemarî ava kirin û ciwanên kurdan bi destên hevdu bi hev dane ku ş tin... Min jî bi vê berhemê xwest ez wêneyeke derveyî û hundirîn ya vê demê di keseyatiya çend ciwanan de bidim.
Dixwazim li ser çîroka romanê bo me biaxivî. Mijara çîroka vê li ser çi ye û çawa bû ku we ew mijar ji romana xwe ya yekemîn re hilbijart?
Mijara romanê li ser evîn, têko ş în, berxwedan û sirgûnê ye. Du ciwanên welatparêz û kurdperwer bi navê Gulbihar û Dilovan li zanîngehê dixwîn. Ew hem di nava kar û barê siyasî de ne û hem jî evîndarên hevdu ne. Lê pismamekî Gulbiharê heye. Ew jî, endamê rêxistina Hizbilahê ye. Ji sala 1990 û heta 1993’a, rêxistina Hizbilah bi alîkariya dewletê gelek ciwanên kurdperwer û dilsozên gelê kurd rolinîvro di nîvê çar ş iyê de diku ş tin û kesekî jî nevêrîbû xwe li wan bikira xwedî. Pismamê Gulbiharê dikeve rêya dotmama xwe. Ew ji mamê xwe re dibêje; an dê Gulbihar ji axa sar re be an jî, ew ê ji min re be. Ew mam û pismamê xwe bi ku ş tinê çavtirsandî dike. Gulbihar jî, bo xeterek neyê ser bav û
birayên wê, ew vedigere Nisêbînê. Lê Gulbiharê jî,sozek ji hezkiriyê xwe re daye...
Di heman demê de Dilovan jî, ji ber protestokirina qetlîama Helepçeyê ji aliyê polîsan ve tê girtin. Ew çend mehekî di hepsê de dimîne. Pi ş tî azad dibe, ew yekser tê Nisêbînê ku Gulbihara xwe birevîne Ewropayê. Lê Gulbihar dike nake nikare bav û birayê xwe di nava agirê Hizbilahiyan de bihêle û here. Ew dilê xwe di nava xwe de bedena xwe de difetisîne...
Dilovan li Ewropayê nûçeya ş ehîdbûna Gulbiharê dibihîze. Gulbihara ku ji bo Pê ş mergeyan xebat dikir,dikeve kemînekê û bi birîndarî tê girtin. Di encama lêdan û lêxistinên pir dijwar û hovane de, Gulbihar ş ehîd dikeve, wê di goreke nediyar de vedi ş êrin...
Girîngiya her romanekê, di bikaranîna zimanê wê de ye. Zimanê romana “SÊ TERÎ Ş ”xwediyê çi taybetmendiyekê ye?
Min di vê romanê de pir girîngî da ziman. Min xwest ez hêz û tuwaniya zimanê kurdî nî ş an bidim. Min di vê romanê de zimanê helbest, çîrok û gelêrî di nava hev de straye. Loma jî, min gelek formên vebêjeriyê di romanê de bikar anîne, a ku ez meydana zimanên fireh bikim.
Zimanê romana Sê Terî ş bi qasî ku nûjen û helbestî ye, bi vê radeyê jî, ji devokên herêmî, gotinên pê ş iyan,biwêjan û zargotina kurdî ya dewlemd bixwedî bûye.Bûyerên cuda û seyr ên di nava tevna romanê de hene, zimanê xwe yê taybet afirandine. Xewn, bêrî,po ş manî, bîranîn, monologa Dilovan a digel xwe, ajal û xwezayê ji derfetên taybet ên zimanê helbestvaniyê bixwedî bûne.Dîsa min di vê berhemê de hewl da, ez zimanê xwe yê taybet bikar bînim. Bi hevokên kurmanciyê bileyîzim û ji wan hindek hevokên nû ava bikim.
Bi baweriya we dîroka romannivîsiya Kurdî kengê dest pê kiriye,
yan cîhanê çawa?
Dema gotin tê ser romannivîsiya pê ş î ya kurdî, navê ku pê ş î tê bîra min Erebê
Ş emo ye. Bo Ewropiyan Servantes û Don Kî ş ta wan çi be, bo min jî, Ereb û Kela Dimdima wî ew e.Erebê Ş emo û kurdên Sovyeta berê hindek xebatên ba ş kirin. Bi qasî zanebûna min divê mirov li wir li hêlîna romana kurdî bigere. Hêkên ku wan di wê demê de danîn, îro bi firê dikevin.Dû re Heciyê Cindî, Evdrehim Qazî û Îbrahîm Ehmed û hwd. Ji ber ku haya min ji van nivîskaran heye. Û min berhemên wan xwendine, ez bi wêrekî van navan hildidim.Bi raya min mirov îro nikare romana kurdî bide ber romana cîhanê. Ev yek ji aliyê dîrokî, ş ert û mercên civakî de ne durist e. Rew ş a civakî ya ku gelê me îro di navê de ye, li ber çavan e. Wek mînak zimanê kurdî hê jî li Turkiyeyê qedexe ye....
ROMANÊN SIYASÎ
Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rûsî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthilatdariya Çar û pa ş ê jî ya Stalîn hinek romanên ku naveroka wan bi giranî siyasî ne, hatin we ş andin.Roman îcada Ewropiyan e û di nav edebiyata Ewropiyan de jî gelek romanên siyasî, bi taybetî jî yên li ser dema dîktatoriya fa ş îst ya Hîtler û Musolonî hene.Di edebiyata Rojhilata Navîn de, anku edebiyata Ereban, farisan, tirkan û kurdan de romanên siyasî hindik in. Gelo çima? Rojhilata navîn weke do ş eka siyasetê ye û li wir herti ş t siyasî ye yan jî bi siyasetê ve girêdayî ye.Rojhilata Navîn heta niha ji demokrasiyê bêpar maye û sazûmanên nedemokratîk hatine sazkirin û birêvebiriya dewletên Rojhilata Navîn ji alî dîktatoran ve hatiye birêvebirin. Dîktatorên wekî M. Kemal, Înunu, Ş ah Riza Pehlewî, Xumeynî, Kral Faysal, Emîr û Siltanên dewletên mîrî yên ereban, Sadam Husên û Hafiz Esed bi salan li ser hikum bûne û li xelkê zilim kirine. Di nav edebiyata gel û neteweyên Rojhilata Navîn de li ser van dîktatoran çend romanên siyasî hatine nivîsîn, ez nizanim.Lêbelê bi qasê ku ez zanim hejmara romanên siyasî yên nivîskarên Rojhilata Navîn hindik in.
Di nav edebiyata kurdî ya nûjen de jî romanên siyasî hindik in. Herçiqas piraniya
nivîskarên kurd –yên bakurê Kurdistanê-berê çep bûn jî, niha piraniya wan dev ji
fikir û ramanên çepîtiyê berdane. Yên ku dev ji çepîtiyê berdane bi refleksa redbûnê li çepîtiyê – û li derbasbûna xwe – dinêrin û ew hetanî karin xwe ji siyasetê dûr dixin û qet naxwazin ku romanên siyasî binivîsin.
Piraniya zimanzan û wêjevanên Kurd li ser vê baweriyê ne ku
romannivîsiya Kurdî jar û qels e. Hûn sedemên vê yekê di çi de dibînin?
Ma wê çawa ne jar be? Ne dewleteke me ya navendî, ne ziman û ne jî alfabeyeke me ya standart heye. Zimanê me qedexe, çand û hêjayiyên me yên dîrokîhatine talankirin. Wekî din jî me wekî milet hê pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser nekirine. Ş er, talan, berxwedan, koçberî, hejarî û bindestî heye û dema rew ş a me ev be, em ê çawa karibin romanên xurt binivîsin ku jê re zimanekî pir dewlemend û berfireh pêwîst e. Min li jorê behsa tecrûbeya kurdên Sovyetê kir, ji ber ku hejmarek faktorên destdar di wê demê de peyda bûn, me dît her çiqas hindik be jî, roman hatin nivîsandin.Lê îro, rew ş cuda ye. Tu nivîskarên kurmanciyê di dibistanên kurdî de fêrî xwendin û nivîsandina ziman nebûne. Em bi keda xwe ya ferdî hewl didin, xwe fêrî zimanê nivîsandinê bikin. Rew ş a ku nivîskar û ziman têde ev e.Lê dîsa jî, di van salên dawî de hejmarek roman derdikevin, nivîskarên ciwan pir hewl didin xwe da ku karibin bi zimanê kurmancî berhemên wêjeyî biafirînin.
Nirxandina we li ser rew ş a wêjeya Kurdî çi ye?
Ez ê ji ber van sedemên diyar nirxandina xwe bi wêja kurmanciyê bi sînor bikim. Ji ber ku min bi xwe heta niha ji romana Pê ş merge û Jana Gel (bi tîpên latînî û kurmancî) pê ş tir tu romanên din bi tu zaravayên din ên kurdiyê nexwendine. Lewra jî, ez xwe ji bo nirxandineke gi ş tî ya wêjeya kurdî mafdar nabînim.Rew ş a wêjeya kurmanciyê bi gi ş tî ber bi ba ş iyê de diçe.
Di warê helbestê de kurmancan radeyeke ba ş bi destê xwe ve anîne û roj bi roj jî, hejmara ciwanên ku radihêjin pênûsê pirtir dibin. Ji xwe pirtûkên helbestan ji pirtûkên din ên hemû cureyên wêjeyî pir pirtir in.
Di warê çîrokê de jî, rew ş yek kêm yek zêde ba ş e. Mirov pê ş ketineke berbiçav dibîne. Lewaziya ku heye di warê romanê de ye. Romana kurmancî hê di destpêkê de ye. Romanên ku bi her awayî karibin bersiva hunera xwe bidin, mixabin hê jî nehatine nivîsandin. Çend romanên me yên ku nêzîkayiyê li pîvanên gi ş tî yên romanê dikin hene, lê ev jî têr nakin.
Mijarên roman, çîrok û helbestên me hê jî, pirrengî û berfireh nebûne. Jiyana rojane, bîranîn û serpêhatî bi zimanê axaftinê di nava forma romanê de têne dubarekirin. Piraniya nivîskarên me xwe bo avakirina zimanê xwe yê wêjeyî nawestînin. Mirov tu taybetiyeke xweser ya zimanî, lehengî, wesifdana hawîr û derûnî di berheman de nabîne. Yanî wek ku min li jor got; hê jî romanên ku bi gi ş tî karibin di bin barê xwe de rabin pir hindik in.
( Ev hevpeyvin ji Kovara Agîrî hatîye wergirtin Hevpeyviné Azad Kurdî pék anîye. .)
|