|
|
Li ser rewşa ziman û edebiyata kurdî bîr û ramanên Şefîq Beyaz |
Hevpeyvîn: Latif Epözdemir
|
|
Şefîq Beyaz kî ye?

Şefik Beyaz (yé çepé) u
Mıhemed Hemo (Jı bin xeté)
|
Şefîk Beyaz di sala 10.09.1956’an de li gundê Oleka Jorîn a Bedlîsê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li heman gundê, ya navîn û gîmnazyumê li Bedlîsê, perwedehiya bilind li Zankoya Ataturk Peymangeha Wêjeyê Beşa Fîlolojî ya Zimanê Erebî û Farisî xwendiye.
Beyaz, di sala 1979’an de li Wezaretxaneya Avadaniyê destbikarî dike. Di dema xebata xwe ya wezaretxaneyê de serokatiya liqê Sendîqa ya Karkerên Avadanî-BAYSEN, endamtiya kargêriya navendî û nûneriya herêmî ya heman sendîkayê dike.
Piştî derbeya leşkerî ya 12.09.1980 Beyaz bêgav dimîne û derdikeve derveyî Tirkiyeyê û li Almanyayê ji bo wî jiyana penaberî ya siyasî destpê dike. Di van salan de li ser ziman û wêjeya Kurdî lêgerîn û vekolîn dike; ferhengokeke Tirkî-Kurdî ku ji 12 hezar xalan pêk tê, amade dike. Li Enstîtuya Goethe-Bonn perwerdehiya zimanê Almanî dibîne.
Beyaz, di destpêka sala 1992’an de vedigere Tirkiyeyê, bi komek hevalên xwe ve rojnameya Welat a hefteyî û bi Kurdî, kovara Rewşen a mehanî ya çandî, wêjeyî û hunerî derdixe. Demek kargêriya kovara Rewşen’ê û ya Navenda Çanda Mezopotamyayê dike, di heman demê de di nav xebatên amadehî ya avakirina Enstîtuya Kurdî de cih digire û di navbera salên 1993-97 û 2003-2005’an de Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dike.
Beyaz di sala 1995’an de wek berendamê parlamenter û di sala 2004’an jî wek berendamê serokê şaredariya Bedlîsê tevlî hilbijartinan bûye. Ji bo gelek pirtûkan pêşgotin nivîsiye û di gelek kovar û rojnameyan de gotarên wî hatine weşandin. Ta niha bi navê Pirçandîtî Demokrasî û Kêşeya Kurdî, Pir çandîtî û Kurd, Ziman û Raman sê xebatên wî hatine weşandin.
Şefîk Beyaz zewiciye, xwedî lawek û keçekê ye. |
Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramberî bi salén 80’î çawan e? Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad bûne, çî fersend daye pêşketina edebîyatê? Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser dimeşin? An na?
Şefîq Beyaz: Helbet, edebiyata kurdî di van çend salên dawîn de gelek bi pêş ve çûye. Berî 20-30 salan, li bakurê Kurdistanê bi zimanê kurdî pirtûk hema-hema peyda nedibûn. Bi zaravayê kurmancî çend ta pirtûk (wek Mem û Zîn, Nûbara Biçûkan, Mewlûda Bateyî) hebûn. Jixwe der heqê kurdan de pirtûk zêde nebûn; bi zimanê tirkî çend ta pirtûk (wek Şerefname, Kurd-Bazîl Nikîtîn û hwd.) hebûn. Ji ber ku li Tirkiyeyê hem zimanê kurdî, hem jî pirtûkên ku der heqê kurdan de hatibûn nivîsîn, çapkirin û belavkirina wan qedexe bûn.
Piştî sala 1990’î di dema serokomariya Ozal de qedexeya li ser zimanê kurdî rabû. Sazî û weşanxaneyên kurdî ava bûn, rojname, kovar û pirtûkên bi kurdî hatin çapkirin û di nav xwenda û rewşenbîrên kurdan de belav bûn. Ev kovar û rojname ji bo fêrbûn û pêşveçûna zimanê kurdî roleke pozîtîf lîstin. Divê mirov bibêje ku di fêrbûn û pêşveçûna zimanê kurdî de rojnameya welat û azadiya welat cihekî xwe yê taybet heye.
Bi azadbûna zimanê kurdî di nav van 10-15 salên dawîn de xwendin û nivîsandina zimanê kurdî di nav civata kurdan de gelek zêde bû. Ev rewş ji bo edebiyatê bazarek pêkanî. Her çend ev bazar zêde ne mezin û dewlemend be jî, lê ji bo afirandina berhemên edebî faktoreke teşwîqkar e. Çêbûna vê bazarê bi xwe re reqabetek jî anî. Ev reqabet ast û qelîteya berhemên edebî yên kurdî bilintir dike. Lê mixabin tevî vê rastiyê, hêj jî ji bo zimanê kurdî bazareke mezin û dewlemend nehatiye pêkanîn. Mixabin, hêj di navbera xwendin û nivîsandinê de jî teraz/denge pêk nehatiye. Li gorî berhem û nivîsandinê, hejmara xwendevanan kêmtir e. Lê ev rewş jî, roj bi roj diguhere.
Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd ji ber sedem şert û zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin û herne derveyî welêt. Her weha li dervêyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn û xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî?
Ş. Beyaz : Belê, rast e. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku edebiyata kurdî li derveyî welêt, ango li diyasporayê derfetên jiyanê dîtiye, ji nû ve vejiye û xurt bûye. Jiyana penaberî du aliyên xwe hene. Aliyek wê ya pozîtîf, a din jî negatîf e. Li derveyî welêt derfetên xebat û jiyanê hêsantir e. Derfetên peydakirina berhem û dokomantan û pêwendî yên bi ronakbîrên-nivîskarên biyanî re hêsantir û zêdetir e. Ango derfetên xwegihandin û pêşvebirina entelektuelên kurd ên li derveyî welêt zêdetir e. Ji ber vê yekê, asoya rewşenbîr ên li derveyî welêt firehtir e. Lê ji ber ku ji welêt û civata xwe dûr e, ji hest, raman, giyan û realîteya civata xwe jî dûr e. Ev rewş ji bo edebiyatsazên kurd jî, lê (her wisa) ye.
Wêjevanên kurd ên li derveyî welêt gelek berhemên hêja afirandine; edebiyata kurdî bi xwendevanên kurd dane hezkirin; her wiha edebiyata kurdî bi gelên cîhanê dane nsandin. Ev rastî hêjayî pesindanê ye. Lê divê mirov bibêje ku bi piranî di berhemên edebî yên wêjevanên kurd ên li derveyî welêt de hest û ramanên bedbîn û bêhêvî hatine honandin.
İro jî navenda edebîyatê xerîbî ye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe? Nîvîskarên Kurd lazim e çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe?
Ş. Beyaz : Her çend edebiyata kurdî êdî li ser axa xwe derfetên jiyan û bi pêşveçûnê bibîne jî, lê mixabîn hêj jî, berhemên herî hêja yên wêjeya kurdî li derveyî welêt tên afirandin. Ji bo ku edebiyata kurdî li welêt, li ser axa xwe xurtir bibe û bi pêşve here, berî her tiştî divê ku wergera berhemên biyanî bên kirin. Divê ku hezkirineke xurt a edebiyatê di nav xwenda, xwendekar û ronakbîrên kurd de bê afirandin. Nivîskarên kurd divê ku zimanê kurdî hêsantir û siviktir bikin, da ku xwendina berheman di nav civatê de zêdetir bibe. Nivîskarên kurd di berhemên xwe de çendî karibin kult û motîfên kurdî zêdetir û bi awayekî xweşiktir bi kar bînin û bihonin, ewçend dikarin edebiyatê bi xwendevanan bidin hezkirin. Hezkirin çendî zêde bibe, edebiyat jî ew çend xurtir dibe. Lê rastiyeke din jî heye ku mirov çendî bixwaze, dîsa her tişt li gorî daxwaz û vîna/îradeya mirovî pêknayê. Domaneke xwezayî heye, rûdan û pêşveçûn bi piranî li gorî vê domanê pêk tên.
Dengbêjî, xalek gelek giring e di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rûmetek bilind hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê?
Ş. Beyaz : Dengbêjî hunerek e, ev huner jî parçeyek ji mûsîka kurdî ye. Jixwe edebiyat jî huner e. Ev her du huner hevûdu xwedî dikin. Dengbêjî pirî caran bûye mijara edebiyatê û edebiyat pê re mijûl bûye. Ango nivîskar, an jî wêjevanên kurd pirî caran motîfên xwe ji dengbêjiyê hilbijartine. Dengbêj her tim bûne şahidê jiyana civata xwe, bûyer û rûdanên ku di nav civatê de pêk hatine, ew nirxandine, şîrove kirine û ji nû ve bi hunerî afirandine. Dengbêj dîrok û civaknasiya civata xwe radixe ber çavan, ango wênekêş û wênesazên civata xwe ne. Dengbêj kerese û materyal berhev dike, edebiyatsaz/nivîskar jî, ji van kereseyan sûd werdigire, ew ji nû ve dihone û pêşkêşî civata xwe dike.
Dengbêj di heman demê de zimanê kurdî parastine, tam û lezet dane zimên. Her edebiyatek xwedî zimanekî taybet û xweser e. Dengbêj ne tenî xwedî hunera musîkî ne, lê her wiha wêjevan in û edebiyateke devkî afirandine, ew xwdî kirine û ragihandine nifşên nû. Nivîskar ji van motîfan sûd werdigirin û wêjeya devkî ji nû ve dihonin. Mirov dikare bibêje ku edebiyata kurdî ya nûjen, ji aliyek ve li ser xîmê edebiyata devkî, bi saya motîfên dengbêjiyê hişîn dibe.
Tê gotin ku niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêjay e di edebîyatê de. Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye. Edebîyat û romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye?
Ş. Beyaz : Edebiyat, ziman, felsefe û dîrok her tim bi hev re di nav pêwendiyeke diyalektîk de ne. Mirovî ku pêwendiya wî bi ziman û edebiyatê re hebe, ev pêwendî bi felsefe û dîrokê re jî çêdibe. Gava mirov bi ziman û edebiyata xwe bizanibe û ji dîroka xwe haydar be, welat û civata xwe dinase. Naskirin bi xwe re hezkirinê tîne. Nasîna mirov çendî zêde be, hezkirin jî ewçend zêde dibe. Ji ber vê yekê, ez vê pirsa we bi erênî dibersivînim. Ronakbîrên kurd ên ku li medreseyan xwendine, bi piranî giyana kurdeweriyê ji Mele Ehmedê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û hwd. girtine. Ronakbîrên kurd ên ku li dezgehên perwerdehî yên dewletên serdest xwendine, dîsa bi piranî, biştî ku ji edebiyata kurdî haydar bûne, hingî giyana wan a kurdewerî xurt bûye, an jî felsefe û ramana wan li ser xîmê kurdeweriyê ji nû ve avabûye. Roman di edebiyata kurdî de cihekî xwe yê nû heye. Lê li ser nifşên nû yên xwenda bandoreke gelek zêde heye. Edebiyat, bi taybetî jî roman, hem di afirnandina hiş, bîr, bawerî û ramana kurdeweriyê de, hem jî di biryardariya xwedî lê derketin a doza kurdayetiyê de wek dînamoyê ye.
Pêwendiyeke gelek xurt di navbera ziman û edebiyatê de heye. Ziman mifta edebiyatê ye. Her edebiyatek xwedî zimanek e. Ziman taybetî û hêmana herî girîng û sereke ye, ya ku civatan ji hev vediqetîne. Lê her wiha civat bi navgîninya ziman û edebiyatê hev dinasin, der heqê hevûdu de agahdar dibin. Edebiyat dikare civatan hem nêzîkî hev bike, hem jî ji hev dûr bixe. Ev hêz bi edebiyatê re heye. Di vê babetê de bi taybetî hêz û rola romanê gelek mezin e.
.Di Hişyarbûn û pêşketîna mîlletan de rola ziman çî ye?
Ş. Beyaz : Li ser rûyê dinyayê tiştî ku cih û nirxê mirov diyar dike, ziman e. Ziman, ji bo zanavaya mirovî hêmaneke bingehîn e. Ev hêman, hem ji bo kesan, hem jî ji bo pêwendiya kesan a bi civatê re, xaleke referansê ya esasî ye. Takekes bi vê hêman û referansê tê tarîf kirin. Ziman ji her aliyê ve neynika çanda neteweyî ye. Ziman movik, prûsk û hestiyê pişta çandê ye. Hêmana sereke ya ku gel derdixe qada netewebûnê, ziman e. Ziman hîm û stûna sereke ya civakî ye. Humboldt “Giyana neteweyekê, zimanê wê ye, zimanê wê jî, giyana wê ye” dibêje. Wosler dibêje ku “Ziman neynika çandê ye.” Herînger “Wateya avê, ji bo jiyanê çi be, ji bo mirov û gelan jî, ziman ew e” dibêje.
Ziman mifteya çandê/kulturê ye. Her kulturek mifteyeke xwe ya taybet û xweser heye. Mirov bi vê mifteyê dikare bikeve gencîneya kulturê, jê sûd wergire û xwe bikemilîne. Gava mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bizanibe û jê baş haydar be, dikare ji çanda xwe jî haydar be û bikeve kûrahiya wê. Ziman û çand di şiyarbûna neteweyî û şînbûna giyana neteweyî de du faktorên gelek girîng in. Li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derketin û bi hesûdiyeke mezin ew parastin moral û motîvasyona neteweyan bilind dike. Gava moral û motîvasyona neteweyekê bilind be, baweriya xwe bi xwe zêdetir dibe, ev jî dibe sedemê serkevtinê. Ji bo pêşveçûn û bihêztirbûna neteweyekê helbet pêdivî bi zimanê zikmakî heye, lê ev tenî têrî nake. Ji bo ku neteweyek karibe ji her aliyê ve bi pêş ve here, pêdivî bi zimanê zanistê yê ku li dinyayê herî li pêş e, heye. Hekena ji dinyayê îzole dibe.
Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çî ye? Berhemên edebî, lazim e li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin?
Ş. Beyaz : Bermayên zanînê, bi navgîna zimên ji nifşên kevin derbasî nifşên nû dibin. Depokirin û belavkirina zanînê, bi navgîna zimên pêk tê. Pêşveçûna ramanê jî, her wiha ye. Bingeha çêbûn û pêşveçûna mirovî jî, ev e. Ziman, mirov û raman bi hev re di nêv pêwendiyeke xurt de ne. Zimanê zikmakî motora bîrê ye.
Em ji zimên çendî karibin zêde sûd wergirin û di vê mijarê de pêkhatî bin, ewçend fêrisên me yên ramanê jî, zêdetir dibin. Raman û îfadekirina ramanê, bi awayekî şidyayî bi hev ve girêdayî ne. Pêwendiyeke xurt di navbera raman û zimên de heye. Ziman amûra ramanê ye, raman bi navgîna zimên tê îfadekirin. Faktora herî mezin û sereke ya ku mirovî ji candarên din vediqetîne, raman e. Azadiya ramanê, navê mafê mirov ê sereke û maka azadiyan e. Cihê ku lê azadiya ramanê tune be, xebatên zanistî, pêşveçûna zanyarî, şexsiyetên xurt û civateke azad jî çênabe. Raman fenomeneke guhêrbar e. Gava raman diguhere, şêweya îfadekirina ramanê, ango zimanê ramanê jî diguhere. Mirov bi nirxdaraziyên pênce sal berê, pêşveçûn û rûdanên îroyîn nikare fam bike. Ji bo ku mirov karibe pêşveçûnên îroyîn rast fam bike û li gorî vê rastiyê helwesteke baş wergire û bi pêş ve biçe, beriya her tiştî, divê ku ezbera xwe xera bike. Ta ku ezber xera nebe, guhêran pêk nayê.
Her edebiyatek zimanekî xwe heye. Edebiyat bi vî zimanê xwe yê xweser û taybet tê afirandin. Ziman edebiyatê diafirîne û ew xwedî dike, her wiha edebiyat jî, hem zimên dewlemend û hem jî xwedî dike. Di navbera zimên û edebiyatê de pêwendiyeke wiha diyalektîk heye. Berhemên edebî helbet divê ku li gorî zimanê xwe bê nirxandin û bi nav kirin. Pêgirî/mensubiyet, dîn, helwesta siyasî û bîrdoziya nivîskarê berhemeke edebî çi dibe bila bibe, zimanê berhemê girîng e. Ziman wesfê berhemê diyar dike. Ango berhem bi zimanê xwe tê nas kirin.
Pirs û kêşeya yekîtîya elfabe û zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe?
Ş. Beyaz : Kurd sê elfabe (kirîlî, erebî û latînî) bi kar tînin. Kurdên ku bi elfabeya kirîlî, an latînî, an jî bi erebî dinivîsin, bi piranî nivîsar û berhemên hevûdu nikarin bixwînin. Gava ku nekaribin bixwînin, ji raman û berhemên hevûdu jî nikarin sûd wergirin. Ev rewş ji bo civatê jî her wisa ye. Ev rewş hem ji bo jiyana rewşenbîrî, hem ji bo domana ronîdariya kurdan, hem jî ji bo yekîtiya neteweyî kêşeyeke mezin e. Ev pirsgirêk bi hêsanî û di demeke kin de nikare bê çareser kirin. Wisa dixuyê ku statuya kurdan a bi vê rengê ta wiha bidome û ew dewletên ku kurd di nav sînorên wan de dijîn, demokratîze nebin, ev problem jî dê ji holê ranebe. Lê mînîmîzekirina vê kêşeyê mumkun e. Eger nivîskar û rewşenbîrên kurd, van her sê elfabeyan jî fêr bibin û karibin heta radeyekê bi van elfabayan binivîsin, bandora negatîf a vê problemê dê gelek hindiktir bibe. Hînbûna van elfabeyan jî, ewçend zêde ne muşkil e. Qet nebe bila nivîskar û rewşenbîrên kurd karibin ji hev fam bikin û ji hev sûd wergirin.
Zêdebûna zarava/diyalektê kurdî hem avantaj, hem jî dezavantaj e. Pirbûna zaravayan ji bo me hem dewlemendî ye û hem jî bi xwe re problem tîne. Kurdên bakur-rojava bi kurdiya jorîn (ji % 85 kurmancî û ji % 15 dimilî) dipeyivin. Kurdên başûr bi kurdiya jêrîn (ji % 50 soranî, ji % 35 kurmancî, ji % 15 hewramî-goranî) dipeyivin. Kurdên rojhilat bi kurdiya jêrîn (ji % 50 soranî, ji % 25 kurmancî, ji % 15 hewramî-goranî û ji % 10 lorî ) dipeyivin. Her çend di destê me de doneyên statîstîkî tunebin jî, (done û nîsbetên ku li jorî hatine nivisîn, tev texmînî ne) lê li gorî zanîna me bi texmînî piraniya kurdan bi zaravayê kurmancî dipeyivin. Piştî kurmancî jî zaravayê soranî tê.
Ji bo pêkhatina zimaneke neteweyî daxwaziyeke xurt heye. Hin kes dibêjin ku “Em zaravayan tevîhev bikin û jê zimenek derxin.” Bi ya min ev nêrîn ne rast e. Bi vî awayî zimanê neteweyî pêk nayê. Ev metod hem li gorî rêgeza zimanasiyê çewt e û hem jî di pratîkê de pêkhatina wê ne gengaz e. Bi ya min metoda herî rast ew e ku her zarava, di nav xwe de standartek pêk bîne û di navbera zaravayan de dan û standina peyvan zêdetir be. Gava peyvên hevpar zêdetir bên bi kar anîn, zaravaxêv jî baştir dikarin ji hev fam bikin. Di nav domaneke xwezayî de zaravayek derdikeve pêş û yên din jî di nav wî de dihelin. Divê ku zorandin nebe; cihê ku lê zorandin hebe, reaksyon derdikevin pêş, zarava ji hev dûr dibin. Bi zorandinê ne yekîtiya zaravayan, ne jî yekîtiya neteweyî pêk nayê. Jixwe zaravayê soranî standartîze bûye. Zaravayê kurmancî jî ber bi standartbûnê ve diçe. Lê mixabin ji bo zaravayê me yê zazakî ev doman hêj nû dest pê kiriye.
Xuyaye ku dî edebîyata Kûrdî de, helbest zêdetir pêş ketîye. Gelo çîma? Helbesta klasîk a Kurdî û ya nûjen bî çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin? Yanî çî ferq di nabvbera wan de heye?
Ş. Beyaz : Helbet gelek sedemên vê hene. Lê mirov dikare bibêje ku jiyana edebî ya gelan bi helbestê dest pê dike. Gel ên ku di jiyana wan a edebî de kevneşopa nivîsarî tunebe, an jî qels be, berê xwe didene helbestê. Ji ber ku mebesta gotinê bi rêya helbestê hêsantir tê îfade kirin. Mirov bi rêya helbestê mebestên xwe bi sergirtî baştir dikare îfade bike. Nivîskar, an jî helbestvan bi rêya helbestê hem baştir dikare gotinên xwe bibêje û hem jî baştir dikare xwe ji êrîşên hêza serdet biparêze. Fîlozofên kurd ên wek Ehmedê Xanî ramanên xwe ên siyasî û civakî bi vê metodê hem îfade kirine û hem jî xwe parastine.
Helbesta klasîk bi wezn hatiye nivîsandin. Ango qalibên wê hene, nikare derkeve derveyî van qaliban. Lê helbesta nûjen ne wisa ye, bi temamî serbest e. Mirov dikare bibêje ku helbesta nûjen di navbera helbesta klasîk û pexşanê/nesrê de wek pirek e. Di wêjeya kurdî de helbesta nûjen cihê xwe girtiye û her diçe xurtir dibe. Bi ya min pêşketina pexşan û helbesta nûjen ji bo edebiyata kurdî tiştekî erênî ye.
Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de ( rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ?
Ş. Beyaz : Di warê gramerî de gelek xebatên hêja hatine kirin. Helbet ev xebat dê bidomin. Lê divê em pêşikiyên xwe baş û rast destnîşan bikin û li gorî wê bixebitin. Bi ya min îro pêdiviya me ya herî mezin bi rênîşa vekîteyê û bi ferhenga zaravayên kurdî heye. Helbet ev xebat, xebatên giran in; ji bo vê xebatê pêdivî bi demeke dirêj, bi mirovên pispor û bi pîgarî/arîkariya diravî heye. Ji bo vî karî jî, ji her aliyê ve ciyê herî guncan/munasîp başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku ev derfet li wir hene. Divê kes ên pispor ên zimanê kurdî (diyalektên kurdî tev) di di nav xwe de pêwendiyek pêk bînin û bi awayekî komînî dest bi xebatê bikin. Organîzekirina vî karî jî divê wezareta perwerdehî û ya çandî ya hukumeta başûrê Kurdistanê bike.
|
|
|