Birêz Nesrîn Qasimlo, berî her tiştekê ez spasiya we dikim bona ku we dema xwe bo me veqetand heya ku em bikarin li dor bîranîna cinayet û terora Viyenê de vê hevpeyvînê bi we re bo rojnameya Kurdistan, organa Komîteya Navendî ya PDK Îranê pêk bînin.
Ez jî keyfxweş im ku bo Kurdistanê dipeyivim, rojnameya ku min bîranînên zaf pêre hene.
18 sal ji terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî re dibihure. Ev midehe ji bo we bi bê Dr. Qasimlo çawan derbas bûye?
Di heyamê wan 18 salan de, temenê min çûye jor û saxlemiya min hêdî hêdî rû ji xirabiyê kirî ye. Lê pêwendiya min bi gelê Kurd re sar nebûye û min tu car hest bi vê çendê nekiriye ku ez ji bo Kurdan keseke biyanî bim. Hemû kar û kiryarên min ji bo Kurd û Kurdistanê bûne û xwe cuda ji wan nizanim.
Di rewş û zirûfa niha de têkiliyên te bi PDK Îranê çawan in?
Dema ku min zanî dîsan cudabûn rû daye, birastî ez nerihet bûm. Min rêz û hurmetek taybet bo PDK Îranê heye. Bi xasmanî ku Dr. Qasimlo roleke berçav di vê partiyê de lîstî ye. Ez alîgirê gel im û piştevaniyê ji wan kesan dikim ku gel bo pêşve dibin.
Ew taqima ku vê dawiyê ji PDK Îranê cuda bûn, pareke zaf ji wan tometan dubare dikin ku di cudabûna piştî kongireya 8’an de dixistine stûyê Qasimlo û Şerefkendî û ew bi dîktator nav dibirin. We ji nêzîk ve ew rêberane dinasîn, gelo bi rastî ew dîktator bûn?
Min di hemû jiyana xwe de dîtin û bihîstin ji hev cuda kirine. Li min bibure, ez gellek caran tevî serokê xweştivî yê te jî şer kiriye. Tu dizanî, divêt li dewrana şer de nezm hebe. Ez serbarê wê ku endamê partiyê jî nebûm, lê min dîsîplîna partiyê diparast. Ger Qasimlo bigotiba ku neçim derve, ez nediçûm. Di wê rewş û zirûfê de jî, şerek giran li holê de bû. Partiyê hewcehî bi nezm û dîsîplînên pêtir hebû. Di halekê de zirûfa niha gellek baştir û jêhatîtir e bo mana di partiyê de. Min serbarê wê ku gellek tişt qebûl nebûn, lê li cihê hêcet û karşikêniyê, min hevkarî dikir. Bi her hal bo min gellek dijwar û giran e ku ez Qasimlo û Şerefkendî bi dîktator bizanim. Her di wê demê de jî ez ji cudabûnê bêzar im.
Di wan salên dawîn de hin belge ketine dest ku nîşan didin Mehmûd Ehmedînejad, Serokkomarê niha yê Îranê, endamekî girûpa terora Dr.Qasimlo û hevalên wî bûye. Di vê derheqê de hûn çi dibêjin?
Li zivistan û havîna wê salê de, anku sala birêveçûna terorê de, du girûpên terorê hatibûn welatê Austoryayê, daku teror ser bigire. Tê gotin berpirsê girûpa duyem ya terorê Ehmedînejad bûye. Buzurgiyan wate yek ji terorîstan berê matorek kirîbû ku piştî terorê di nava zibildanê de tevî hin belgeyan ketine destê Polîs. Lê rastiya wê eva ye ku dewleta Austryayê nedixwest ku hevkariya me bike û heta bi zorî me termê şehîdan jê stand. Ji ber ku dewleta Otrîşê ditirsiya ew çek û teqemeniyên ku di şerê Îraq û Îranê de bi Îraqê firotibûn, eşkere bin. Lê ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku medyaya Otrîşê tevî me bû.
Başe hûn wan axavtinên Pîtir Pîlz, endamê Parlemana Otrîşê ku derheq rolê Ehmedînejad di terorê de dehan car bas dike, çawan dinirxînin?
Sala borî ez hatme haydarkirin ku yek ji karbidestên Komara Îslamî ji Îranê helatiye û zaniyariyên zaf li ser terora Viyenê hene Min tevî aliyên pêwendîdar yên dewleta Otrîşê qise kir û piştre min rojanmevanekî Otîrşî jî ku hevalê min e, haydar kir. Diyar e wî kesî li gor gotinan, Benî Sedr jî dîtibû. Lê mixabin paşan ez hatime haydarkirin ku belge ewqas ninin ku dosya terora Viyenê bêxe kar.
Lê dewleta Otrîşê her ji destpêkê ve heya niha hevkariyên hewce ji bo cîbicîbûna dadperweriyê nekiriye. Dema xwe birêz Fîşir, Serok Komarê niha yê dewleta Otrîşê û Sekreterê wê demê yê Partiya Sosyal Demokrat, aliyê me digirt û digot ku dewlet xemsariyê li derheq vê terorê dike. Lê ez hez dikim hemû aliyekê agehdar bikim ku xatircem bin, dê rojekê hemû ew rastiyên li dor li vê terorê dê eşkere bibin û dê xelik haydarê hemû tiştekê bibin.
Nesrîn xanim ger bîranînek te tevî Kek Ebdula Qadirîazer de heye, ji me re bibêje?
Kek Ebdula Qadirîazer bi rastî wekî kurê min bû. Diyare ew hesta du alî bû. Ew hevtemenê zarokên min bû. Cara dawîn jî ku tevî Qasimlo bû, vegeriya û bi ken ve got ku ew û Qasimlo dê bi hev re şehîd bibin. Ev axavtine tim di mejiyê min de ye.
Ez bawer im ku di 22’ê Pûşpera îsal de, xelkê Kurdistanê tevî daxistina dukan û bazaran, li ser daxwaza PDK Îranê biryar e ku demjimêr 22 heta 22:03 deqîqeyan çirayên malê xwe bitemirînin, taku bi vî awayî yad û bîranîna Qasimlo bilind rabigirin û dijberiyê tevî teror û reşekujiyê bikin. Di vê derheqê de hûn çi dibêjin?
Bi rastî ez bi bihîstina vê nûçeyê gellek keyfxweş bûm. Hêviya serkevtinê bo vê bizav û livînê dixwazim û hêvî dikim bi bê tund û tûjî bidawî be. Bi rastî Qasimlo dijî tund û tûjiyê bû, ez jî her weha difikirim. Serkeftina vê ezmûn û ceribînê bo xebata aştîxwazane ya Kurd û hemû gelên Îranê girîng e û di heman demê de destkevtekî mezin e.
Gelê Kurd bi sedema vê ku hûn hevsera Dr. Qasimlo bûn û ji aliyê din jî, we ji bo bidestveanîna armancên tevgera Kurd gellek xebat kiriye, herwekî we di destpêka vê hevpeyvînê de jî îşare pê kir ku we bîranînên zaf digel “Kurdistan”ê de hene, ji kerema xwe derheq wan bîranîn û ew xizmetên ku we bo doza rewa ya gelê Kurd kirine, ji me re bipeyive?
Ez şanaziyê dikim ku min kariye rêyeke dûr û dirêj tevî Dr. Qasimlo de bipîvim û min karîbe alîkariyekê bikim. Kes nikare haşa û înkarê ji vê yekê bike ku Qazî rê diyarî kiriye û Qasimlo jî selmandiye ku partî (PDK Îranê) hêjayî bidestve girtina desthilatê ye. Qasimlo bi anîne rojeva bernameyeke rêk û pêk, biîsrarbûn û pêçeqandin li ser wekheviya mafê jin û mêran, serbarê ew şerê ku bi ser partiyê de sepandibûn, lê hemû endamên partiyê û heta xelkê din jî pir hişyar kir. Bîranînên min tevî “Kurdistan”ê ger ez şaş nebim vedigere bo sala 1954’ê Zayînî. Wê demê em li Tehranê bi nepenî dijiyan. Min didît ku Qasimlo gellek xwe bi karê nivîsînê ve mijûl dike û paşan jî nivîsên xwe dişîne bo çapê. Wê demê karê çap û weşanê gellek dijwar bû. Êdî min dest bi hevkariyê kir û zêdetir karê teknîkî û xedematî li stûyê min bû. Herweha karê belavkirinê jî tevî hevrêyên Qasimlo li stûyê min bû. Qasimlo wê demê xebat û tekoşîneke zaf dida ku “Kurdistan” du mehan carekê belav bibe. Niha ez keyfxweş im ku dibînim pêşketî ye. Hêviya pêşketinên zêdetir ji bo wê dixwazim. Hewce ye vê yekê jî bibêjim ku di Piragê de jî me çap û belavkirina “Kurdistan”ê domand heya ku em hatine Parîsê.
We çi peyamek bo endamên PDK Îranê û malbatên Şehîdan heye?
Min tim evîneke taybetî bo Pêşmerge heye. Pêşmerge kesek e ku dizane ditevînim û dizanim ku tim di hundirê xwe de êş û azarek bijan xwedî kirine. Hêviya aramî û serkevtinê ji wan re dixwazim û daxwaza min eva ye ku di xebatê de berdewam bin.û çima bûye Pêşmerge û dixwaze çi bike. Min silav û rêz hene bo malbatên partiyê, herweha ez serê rêz û hurmetê bo şehîdan û malbatên wan
(Ev heypeyvin jı alıyê Rehîm Reşîdî u Selîm zincirî, ji bona Rojnameya KURDISTAN hatıye amade kirin u paşı jı di vê rojnameyê de hatıye çapkirin. Latif EPÖZDEMİR jı, hevpeyvınê sererast kirıye u ji bo vê malperê amadeyê weşanê kiriye. ) |