|
|
Lokman Polat kîye..?
Lokman Polat di sala 1956an de, li Licê - qeza Diyarbekirê- hatiye dinyayê. Ew çend car hatiye girtin û berdan.Di dawî de di giyaba wî de deh sal û nîv ceza dane pê. Wî beriya sala 1980yî li welat belavokên siyasî û nûçeyên siyasî dinivîsand.Di sala 1984an de ew hatiye Swêdê. Li Swêdê dest bi nivîsîna kurteçîrokan kir e. Gelek kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cure yên kurdan de hatin weşandin.
|
Berpirsé Kovara Helwest Lokman Polat
Hetanî niha 16 pirtûkên wî derketine. Pirtûkên wî 6 roman û 9 pirtûkên kurteçîrokan û 1 pirtûka helbestane. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandiye kurdî. Lokman Polat kovara kulturî û lîteraturî HELWESTê jî weşand. 11 hejmarên kovarê derketin. Wî bi navê Robîn, Kodnav Vîyan û Parola Operasyonê sê rêzeromanên macerayê nivîsiye û weşandiye. Ew niha çîroknivîserî û romannivîseriya xwe didomîne.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cîh girtiye û buye endam û endamiya wî ya komelê hêj jî berdewam dike. Ew endamê PEN- Înternasyonal û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Lokman Polat xwediyê weşanxaneya Helwest - Çanda Nûjen e û berpirsiyarê kovara Helwestê ye.
Latif Epözdemir
’’Niha, 40 Nivîskarên Kurd, li Swêd Endamê Komela Nivîskara nin”
- Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramber bi salén 80 çawane. Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad bune, çî fersend daye pêşketina edebîyatê. Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..?
Lokman Polat: Rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî bi her awayî ji salên 80-yî baştir e û pêştetir e. Di salên heştêyî de çend kesan bi kurdî dinivîya û hejmara nivîskarên kurd yên ku bi kurdî pirtûk afirandibûn ji çar, pênc kesan nedibûriya. Niha 40 nivîskarên kurd endamên komela nivîskarên kurd li swêdê ne. Gelek nivîskar endamên komela nivîskarên kurd li Amedê ne û ji hejmarên wan pirtir nivîskar jî neendamên komelanin, lêbelê kar û xebata xwe ya nivîskariya kurdî didomînin.
Di hêla weşandina kovar, rojname û pirtûkên kurdî de jî dema niha ji ya dema salên heştêyî û beriya wê baştir e. Wê demê rojnameyên hefteyî û kovarên mehane yên xweru bi kurdî dernediket, niha derdikevin. Wê demê hejmara hemû pirtûkên kurdî yên ku hatibû weşandin ji dehan nedibûriya, niha salê bi hindikayî sed pirtûkên kurdî derdikevin.
Rewşa xwendinê çawaye, ez baş nizanim, lêbelê rewşa nivîsîna berhemên kurdî baş e. Bi min hindik be jî pirtûkên kurdî têne xwendin. Xwendina pirtûkên kurdî ya niha ji xwendina salên heştêyî baştir e.
- Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî.
Lokman Polat: Ji ber sedemên siyasî rewşenbîrên kurd neçar mane û bûne koçber. Wan jiyana sirgûniyê ji keyfî helnebijartine, ji mecbûrîyê jîyana sirgûnê jiyane. Jiyana sirgûnê tesîreke pozîtîf li ser wan kiriye û ew bêhtir li çand, ziman û edebiyata kurdî xwedî derketine.
Jiyana sirgûnê di hest û ruhê mirov de hezkirina gel û welat xurtir dike. Mirov li sirgûnê bêtir li hemû hêjayiyên neteweyî derdikeve û dixwaze hîn pirtir ji bo welatê xwe, ji bo doza netewa xwe bixebite. Edebiyata kurdî ya nûjen bi destê rewşenbîr û nivîskarên kurd yên ku li sirgûnê dijîn hatiye jîndarkirin. Bi saya xebata wan di hêla çand, ziman, dîrok û edebiyatê de geşbûnek, dewlemendiyek pêk hatiye.
- İro jî navenda edebîyatê xerîbîye. ? yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe. Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.
Lokman Polat: Xeribî anku jiyana sirgûniyê demeke bû navenda afirandina berhemên kurdî û di vê hêlê de roleke baş leyist. Lê, niha ji ber guhertinên welêt û îmkana hebûna xebatên li welêt, êdî navend ji sirgûniyê çûye welêt. Yanî êdî welat bûye navend û niha xebatên herî baş li welat pêk tên. Li Amedê berê yek weşanxaneyeke kurdan hebû û wê jî bi piranî pirtûkên tirkî diweşand, niha pênc, deh weşanxaneyên kurdan hene û pirtûkên xweru bi kurdî diweşînin. Li Stenbolê jî bi dehan weşanxaneyên kurdan digel pirtûkên tirkî, gelek pirtûkên kurdî weşandine û diweşînin.
Nivîskarên ku hêj jî li sirgûnê ne berhemên xwe dinivîsin û li Amedê û Stenbolê didine çapkirin û li welat didine belavkirin. Demên berê ev îmkan tunebû, niha ev îmkan hene û lewre jî giraniya xebatê li welêt e. Nivîskarên kurd yên nû jî ji welêt derdikevin û berhemên baş diafirînin. Ev jî bu edebiyata kurdî pêşveçûne û hêvîya pêşerojê ye.
- Dengbêjî, xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê.
Lokman Polat: Edebiyata kurdî ya devkî ji edebiyata kurdî ya nivîskî xurtir e, dewlemendir e. Dengbêj û çîrokbêjên kurd hîmdarên edebiyata gelêrî û folklorîk in. Di şevên tarî yên di gundan de, ango di şevburikan de çîrokbêjan û dengbêjan bi seatan ji gundiyan re çîrok digotin, klam û stran distiriyan.
Ji edebiyat û stranên kurdî re xizmeta herî mezin çîrokbêj û dengbêjan kirine û ew xebata wan bûye serkaniya edebiyata kurdî ya nivîskî jî. Beriya ku Ahmedê Xanî çîroka / destana Mem û Zîn binivîse, Mem û Zîn bi devê çîrokbêjan û dengbêjan dihatin gotin.
Bi min, divê kurd tu car xizmeta çîrokbêj û dengbêjan jibîr nekin. Herweha ji bo edebiyata kurdî ya nûjen jî divê nivîskarên kurd yên ku bi kurdî dinivîsin û berhemên edebî diafirînin, neyên jibîrkirin.
- Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman , berhemek pir hêjaye di edebîyatê de.Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye.Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye.
“Ziman hebuna Milleta ne”
Lokman Polat: Belê, bi min jî niştimanperwerî bi edebiyatê dest pê dike. Ji xwe îspata vî tiştî berhemên edebî yên cîhanêne ku wan berheman di pêvajoya pêkanîna hestên niştîmanperwerî de roleke girîng leyistine.
Edebiyatabiyata kurdî ya klasîk jî roleke sereke di pêkanîna hest û ruhê welatparêziyê de leyistiye. Bavê neteweperestiya kurdî Ahmedê Xanî ye û berhema wî ya nemir Mem û Zîn e. Dîwana Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û yd jî roleke girîn di pêkanîn û geşbûna hestên netewî de leyistine.
Romana kurdî hêj nû ye. Heger em romana Ereb Şemo “Şivanê Kurd” romana kurdî ya pêşîn bihesibînî, hêj temenê wê sed sal nake. Ji blî romanên Areb Şemo û çend romanên bi zaravayê Soranî, romana kurdî ya nûjen di sirgûnê de pêk hat. Ji xwe piraniya romanên kurdî ji alî nivîskarên kurd yên ku li sirgûnê dijîn hatin afirandin. Lewre jî romana kurdî zêde tesîr li ser doza kurdî nekir. Lê, helbesta kurdî tesîreke mezin li ser doza kurdî kir.
- Di Hişyarbun u pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye.
Lokman Polat: Ziman hebûna miletan e. Ziman nebe, miletbûn nabe. Di pêvajoya pêkanîna miletbûyinê de ziman bingeh e. Ziman haceta jihevûdu fêmkirinê, ramanê, edebiyatê, çandê û hemû şêwe pêşveçûnê ye.
Wek mînak; Edebiyat zanîstiye, ew şaxekê hunerê ye. Malzemeyê edebiyatê ziman e. Edebiyat bi haceta zimên dibe huner. Çawan ku haceta muzîkê deng e, yên wêneyê reng e û xêzik e, yê peykerê kevir û tunç e. Û çawan ku vana hemû şaxên hunerê ne, edebiyat jî weha şaxekê hunerê ye û bi ziman ava dibe.
Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye.
“Bêy Dewlet, Ziravên Kurdî Nabin Yek”
- Pêwendîya ziman u raman, ziman u edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin.
Lokman Polat: Edebiyat wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêş dikeve, bi goşt û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêş ve diçe.
Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berhemên edebî li gor zimanê xwe tê binav kirin. Nivîskarekî kokkurd heger bi zimanekî din –bi tirkî, arebî, farisî, almanî, îngilîzî û hwd. – binivîse, ew berhema wî / wê nabe aîdê edebiyata kurdî.
Berhemên nivîskarên kokkurd yên bi zimanên din ji hêla naveroka xwe ve li ser kurdan be jî, dîsa jî ew berhem nabe aîdê edebiyata kurdî. Nivîskarê kokkurd Metîn Aktaş li ser keçeka kurd –Dîjle yê -, Yilmaz Odabaşî li ser keça kurd ferîde’yê bi tirkî binivîse berhemên wan nabe aîdê edebiyata kurdî. Lêbelê nivîskarekî kokkurd li ser keça kurd Perwînê bi kurdî binivîse, ew dibe aîdê edebiyata kurdî.
- Pirs u kêşeya yekîtîya elfabe u zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.
Lokman Polat: Çareseriya van pirsgirêkên ku we bi nav kir, bi biryarên dewletî dikare bê çareserkirin. Yanî heger dewleta federe a başurê Kurdistanê biryar bigre û alfabeya Latînî / Kurdî bike alfabeya fermî û dev ji alfabeya arebî ya bi tîpên Mihamedî berde dê mesela alfabeyê çareser bibe.
Mesela yekîtiya zaravan jî bi dewletbûnê dikare çareser bibe. Ji bo kurdan ji hemû tiştan girîngtir ango tiştê herî bingeh û kilîta çareseriya hertiştî dewletbûne. Kurd nebin dewlet nikarin ji pirsgirêkên xwe re çareserî bibînin, dema bibin dewlet – dixwazî dewleta federe be û dixwazî serbixwe be- wê demê dikarin ji hemû pirsgirêkên heyî re çareserî bibînin.
- Xuyaye dî edebîyata Kûrdî de, helbest zêdetir pêş ketîye. Çîma. ? Helbesta klasîk a Kurdî u ya nûjen bî çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çî ferq di nabvbera wan deheye.
“Edebîyat, Hûnera Nivsînê ye”
Lokman Polat: Bi gelemperî, anku li seranserê Kurdistanê – bi taybetî jî li hersê perçeyên Kurdistanê - helbesta kurdî pêş ketiye. Lêbelê, li bakurê Kurdistanê helbesta kurdî pêşneketiye, paşve maye.
Helbet rewşa helbest û helbestvanên kurd yên niha ji dema 80-yî baştir e. Wê demê du helbestvan hebû, niha bi dehan helbestvan hene. Di hêla afirandina berhemên helbestkî de li bakurê Kurdistanê qelsiyek heye. Li bakurê Kurdistanê çîrok / kurteçîrok û roman hîn bêtir pêş ketine. Hejmara pirtûkên çîrok û romanan ji hejmara pirtûkên helbestan pirtir in. Ji xwe di nav sed, dused nivîskarên kurd yên bakurê kurdistanê de hejmara nivîskarên helbestvan ji pênc, deh kesan nabûre.
Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Ferqa di navbera helbesta klasîk û nûjen de bi gelek hawan e. Di teknîka nivîsînê, metoda afirandinê, naverok, form, lihevûdu hunandin, wezn, kafiye, rêzberî, vebêj û pêşkêşkirin û herweha gelek cûreyên din de ferqîyet hene. Helbesta klasîk ji ya nûjen baştir e, giranbihatir e. Lê, helbet gelek helbestên nûjen jî hene ku bi rastî jî giranbihane, hêjayê xwendinê ne.
- Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de ( rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ?
Lokman Polat: Di warê ziman û gramera kurdî de çiqas xebat bê kirin û pirtûkên lêkolînerî bêne weşandin ewqas baş e. Hetanî ku kurd bibin dewlet hewcedariya wan bi hertiştî heye. Dema kurd li bakurê Kurdistanê bûn dewlet dê îmkanên berfireh bikeve destê wan û bi wan îmkanan dê bikaribin ji hertiştî re çareserî bibînin.
Niha pêwistiya kurdan netenê bi ferhengeke mezin heye, di gel vê pêwîstî bi gelek tiştên din jî heye. Herweha Ansîklopedîa kurdî, ferhenga edebiyata kurdî, dîroka lîteratura kurdî û hwd.
Ez spas dikim ku we firsend da min ku ez di derbarê van pirsan de dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.