|
|
Mele Kerem Soylu:
‘Edebiyata devkî, bi têkîliya gundî û feqiyan tesîra xwe li medresa dikir’
|
Hevpeyvîn: Fehim Işık / Salihê Kevirbirî
|
|
Tu eger karibî bi kurtî xwe bi xwendevan re bidî nasîn emê kêfxweşbin?
Ez xelkê Malazgîr im. Bi qendî deh sala di medresa de xwendime. Piştî ku min îcazê xwe wergirt, di pey wî re min demekî meletî jî kir. Lê tesîra welatparêziyê û gelperwêriyê medresa, gelek li ser min ma. Bi vê tesîrê fikra min a netewî xurt bû û paşê jî min dest bi xebata siyasî kir. Ewil car li Muşê ji lîsta SODEPê de bûm endamê Meclîsa Giştî ya Bajarî. Piştî ku HEP hate damezrandin, ev car di HEP û partiyên pey wî re hatin, min xebatên xwe yên siyasî domand. Di sala 1993an de mal û avahiyên me ji alî cerdewan û hêzên dewletê ve hate şewitandin, em jî neçar man hatin li Stenbolê cîhwar bûn.
êbi der dorê Enstîtuya Kurdî re, bi mamoste Feqî Huseyn re peywendî danî. Di sala 1996a de jî bûm endamê Revebiriya Enstîtuya Kurdî. Heta niha jî xebatên xwe di Enstîtuyê de didomînim.
Tu dikarî piçek behsa xwendina xwe ya medreseyê bikî? Tabî, meriv bi vê pirsê dikare hem bingeha medresa Kurdî û hem jî pêşketina edebiyata Kurdî ya li medresan hîn bibe...
Dema me di medresê de dixwend, xwendina me bi nehwa Erebî bû; ango me gramera Erebî dixwend. Pirtûkên gramerê û yên olî tev bi Erebî bûn, lê hinek pirtûkên klasîk yên Kurdî jî hebûn.
Medresa Kurda, bi rastî ji bo bingeha edebiyata Kurdî gelekî girîng e. Meriv ev girîngiya dikare ji berhemên fîlozofê mezin Şêx Ahmed Efendiyê Xanî hîn bibe. Ev yeka hem di Mem û Zînê de, hem jî di Nûbara Biçukan de bi aşkerayî tê dîtin. Lê Mem û Zîn hinekî bi zehmet e; ji ber ku peyvên Farisî û Erebî jî tê de gelek in... Berhemê wî yê herî girîng yê Şêxê Xanî ku li medresan dihate xwendin, Nûbara Biçûkan bû. Nûbara Biçûkan hem pirtûkekî gramerî, hem jî ferhengek e bi taybetî ji bo zarokên Kurda... Şagirt ango feqiyên medresa Kurdî ku Qûran xilas dikirin, berê Mewludê dixwendin, piştî Mewludê jî gerek Nûbara Biçûkan bixwendana. Yên Nûbarê Xanî nexwenda, nikaribû bigota min li medresa Kurdî xwendiye. Bi vî teherî meriv dikare bêje ku, meleyên ku ji medresa Kurdî îcaze wergirtine, temamê wan ji Nûbara Biçûkan re deyndar in. Ev ferhengoka ku Şêx Ahmet Efendî çêkiriye, tesîra wê li ser xwendekarên Kurda yên li medresa xwendine, pir û pir e.
Şagirtên medresa Kurdî piştî xwendina Qûran, Mewlud û Nûbara Biçûkan, ev car destpêdikirin gramera Erebî dixwendin.
îheya ku ez nehatibûm Stenbolê û der dora Enstîtuyê de min dest bi xebatê nekiribûm, bingeha min a li ser gramera Kurdî, Nûbara Biçûkan bû. Lê ev rastî jî heye: Ez dikarim li ser navê xwe bêjim ku, piştî hatina min a Stenbolê, min bi riya Enstîtuyê, gramera Kurdî gelek pêşve bir. Bi pêşvebirina gramera Kurdî gramera Erebî jî pêşket. Hûn dizanin, di medresa de dersê herî giran gramera Erebî ye. Bi raya min eger şagirtên medresa Kurdî bi gramera Kurdî destpênekirana, gramera Erebî nikaribûn di 15-20 sala de hîn bibin. Gramera Kurdî û Erebî hev û du temam dikirin.
Ev rastî jî heye.. Klasîkên tu behs dikî ango berhemên Ahmedê Xanî berhemên 300 salî ne. Em zanin ku bingeha medresa Kurdî gelek ji 300 sal dibore. Belê em vê yeka jî dizanin, gelek berhemên klasîk a Kurda bingeha xwe ji medresan digre. Her weha medrese jî bingeha xwe ji edebiyata nivîskî wergirtiye. Bi vî teherî, meriv dikare vê pirsa bîne holê: Ji xeynî klasîkên ku li ser şagirtên medresa Kurdî tesîr kiriye, meriv dikare çi bêje?
Di medresa dema me de, edebiyata nivîskî ya Kurda wekî niha nebe jî, pêşketibû. Wekî mînak, me di medresa de helbestên Cegerxwîn jî dixwend. Li ser helbestên Cegerxwîn, li ser Mem û Zîn û li ser Dîwana Melayê Cizîrî dihat rawestandin. Bi taybetî jî em li ser Dîwana Melayê Cizîrî radiwestiyan. Bêguman, em bi zaneyî li ser vana û li ser berhemên din a şêx û meleyên Kurda ranediwestiyan. Me van berhemana bi piranî helbestkî dixwend. Eger seydayên medreseyê yekî zîrek ba, van berhemana car carina ji şagirtan re şirove dikir, ango ji şagirtan re bi mane dikir. Di şirovekirinên van berheman de jî yên derdiketin pêş, fikrên netewî yên van şexsiyetên Kurd bûn. Lê mixabin, ev tiştê ez dibêjim di gelek medresê de pir kêm çêdibû. Ango ev tiştên neteweyî ji şagirtan re ya qet nediat beskirin, ya jî pir kêm dihat behskirin.
Belê, ji xeynî van klasîkana, an jî berhemên din yên şêx û meleyên Kurda, hinek tiştên folklorîk jî di medresa de çêdibû. Bi taybetî rojên înî, ku hûn dizanin medrese roja înî atle dibûn, tiştên folklorîk di medrese de dihate karanîn. Ne bi zanyarî be jî, zargotina Kurda di van şahiya de xwe dida xuyakirin.
êje ku ev tiştên dihate kirin bi awayekî zanistî bû; lê dihate çêkirin. Ev tiştên folklorîk, bi gotinekî din karanîna gotinên pêşiyan, pêkenokan, destanan, ango zargotina Kurda, tesîra xwe ya li ser şagirta piranî di hêla netewayetî de dihişt. Ne di hemû medresa de be jî, hinek medresa de ev tiştên han dihate çêkirin.
Em dizanin ku di navbera medresa Kurda û yên qewmên din de hinek cudayî hene. Yên di Rojhilata Navîn de bêdewlet mane, tenê Kurd in. Ev yeka tesîra xwe li medresa jî kiriye. Meriv dikare bêje ku ji ber vê yekê edebiyata devkî a Kurda pêşiya edebiyata nivîskî tê. Ji gotinên we jî dixwuye, ev zargotina Kurda xwe di naveroka dersên medresa Kurdî de nade xuyakirin. Lê di rojên atle de, di geştû şahiyên feqî û şagirtan de, berhemên edebiyata devkî, zargotina Kurda ne bi zanistî be jî tê dîtin. Meriv dikare vê yeka çava şirove bike? Ango, edebiyata devkî di medresa Kurda de çawa hatiye bikaranîn?
Hûn dizanin, medrese û gelên herêmê di nav hevdabûn. Edebiyata devkî ne ji naveroka dersên medrese, lê di nav hevbûna gundî û feqiyan, tesîra xwe li şagirtên medresa Kurda jî dikir. Bi taybetî şeva îniyê, ango roja pêncşemê di gundan de şahiyên berfireh çêdibûn. Şagirtên medresa jî beşdarî ev şahiyan dibûn. Di nav şagirtan de yên zîrek jî hebûn. Ji xeynî vana dengbêj û çîrokvan û destanbêjên gundiyan jî hebûn; an jî carina ji herêmên din hinek ji wan dihatin gund...
Evana û şagirtên medresê di van şahiyan de bi hev re sohbet dikirin. Carina ev sohbet û şahiya, hetanî nîvê şevê, carina jî hetanî destê sibê domdikir. Li vê derê dayin û stendinê gundî û dengbêj, çîrokbêj û destanbêjan û her weha dayîn û stendinê şagirtan derdiket pêş.
Tê zanîn ku, ev şahiyên li gunda dihate çêkirin bingeha xwe ji zargotina Kurda digre û edebiyata dihat karanîn jî edebiyata devkî bû. Ev dayîn û stendina min behskir, ji bo şagirtan wekî dersekî bû. Gelek şagirt ji vê îstîfade dikirin. Hem fikra xwe ya netewî, hem jî edebiyata xwe, zanîna xwe pêşve dibirin. Ev dayîn û stendin, dayîn û stendinekî kulturî bû.
Wekî mînak; mesela di van şahiyan de hinek skeç dihate leyistin. Yên skeça pêkdinanî, feqî bûn. Di van skeçan de carina jî yên ji edebiyata devkî hatibûn bîhîstin, dibûn naveroka skeçê. Tabî tiştên di rojên atlê de dihate çêkirin, ne tenê van berhemên zargotina Kurda bû. Bi piranî jî ji klasîkên Kurda hinek beş dihatin xwendin. Wekî beşa satrancê a Mem û Zîna Şêx Ahmedê Xanî Efendî; Dîwana Melayê Cizîrî û hwd. dihate xwendin.
Ji xeynî çalakiyên feqiyan, dengbêjên herêmê jî bi hinek awayên cûrbecûr peywîrên xwe pêkdianîn. Kilaman digotin, behsa destanên Kurdî dikirin, bi qaîde û usulên dengbêjiyê qala Memê Alanê ji guhdarvanan re dikirin. Gelek metelok û çîrok dihate gotin.
în û stendinekê di navbera medrese û gel de hebû û bi vê peywendiyê jî edebiyata devkî ciyê xwe li medresa digirt.
Seyda, li vir nakokiyekî dernakeve meydanê? Em dizanin ku di medresa de hinek tişt ji feqiyan re dihate qedexekirin. Ango hinek tişt “heram” dihate dîtîn û seydayên medresa nedihiştin feqiyên wan, ev tiştên “heram” bikarbînin. Belku, ev tiştê tu dibêjî rê li ber dayîn û stendina edebiyata nivîskî û zargotinê vedikir. Lê bi rengekî din, ji ber tengdîtîniyê, rê li ber vê dayîn û stendinê jî nedihat girtin?
ê, pirsekî rast e. Lê rewşa Kurda yê wê demê jî, ji aniha cudatir nebû. Wekî mînak, ma niha jî di nav Kurda de yên demokrat û yên paşweru tunene? Dema ku em behsa vê yekê dikin, bila bê zanîn ku, wê demê jî ev tiştên han hebûn. Gelek medresa Kurda, gelek seydayên Kurda zanyar û pêşketîbûn; ango bi gotinê îro demokrat û pêşwerûbûn. Lê tabî, ev rewş dûra gûherî. Wexta me xwe gîhand, gelek medresa Kurda ketibûn bin hegemonyayê şêxên paşwerû. Kêm mele û seydayên Kurda xwe ji bandorê şêxa xilaskiribûn. Mesela medresa herêmê me, medrasa Seydayê Taxê bû û ev medresê de seydayên demokrat û neteweperest ders didan şagirtan. Di medreseyekî weha de tiştên tu dibêjî dernediket pêşiyê şagirtan. Şagirt rehet bûn. Kilamê xwe digotin, dengbêjan guhdarî dikirin. Mesela hinek medresê Bilîsê hebûn, ewana jî pir radîkal bûn. Mesela medresa Kufrevî... Seydayên ev medresê, nedihiştin dengbêj bên nav gund jî; bi gor wan gelek tişt heram bûn. Heta welê bû ku, di medreseyên wekî medresa Kufrevî de, dev ji kilamên evîndarî berde kilamên mêraniyê jî nedihat gotin. Lê medreseyên em dixwendin, mela ji bo kilamên evîndariyê bi xwe jî digotin, “Ev kilamana jî bêjin, ne gune ye”. Heta digotin, “Sunnet e” û di henik şahiyan de keç û kûr bi hev re kilaman digotin û seyda çi deng li wana nedikirin.
Seyda, we babet anî ser dengbêjiyê. Ji xwe zargotina Kurda jî bingeha xwe ji dengbêjî, destanbêjî, çîrokbêjî digre. Em welê dizanin ku, çavkaniya dengbêj û destanbêjan, ne medrese ne. Lê di medresa de jî “qasîdegotin”, “beytgotin”, “mewludxanî” hene. Meriv dikare ji bo vê yekê çi bêje? Çiyê vana dişibihe hev û du?
êjiyê Kurda, bi rastî ev kok nayê dîtinê. Çi wextî destpê kiriye, bi kê destpê kiriye, nayê zanîn.
Belê, nayê zanîn. Lê meriv dikare vê jî bêje; koka dengbêjiyê ji medrese jî nayê...
Belê, ji medrese jî nayê. Lê tiştê ez dibêjim tê vê manê jî; gelê Kurd gelekî bi bingeh û qaîm û qedîmî bûye û dîroka gelê Kurd de dengbêjî jî hebûye. Lê piştî edebiyata nivîskî derket holê û medrese vebûn, bêguman peywendiyek di navbera medresa û dengbêjan de jî çêbû. Di vê dawiyê de, me vê peywendiya bi çavan dît. Hinek dengbêjên zîrek û meqamxweş hebûn. Mele û feqî van dengbêjana dianîn û mewlud û qesîde û beyt bi wan didan xwendin. Ev yeka li ser feqî û şagirtên awazxweş jî tesîra xwe çêdikir. Ez dikarim li ser vê yekê mîsalekî bidim. Hûn dizanin, pêşiya Mem û Zînê de, Memê Alan heye. Ji xwe Şêx Ahmedê Xanî, îlhama xwe ji Memê Alanê wergirtiye.
Cemal Reşîd di pirtukekî xwe de, behsa herêma Alan dike. Hezar û çend sal berê, di Azerbeycanê de dewletekî Şedadiya hebûye, Alan jî navê herêmekî vê dewletê buye. Navê gelê li vê herêmê dijî, Alan bûye. Ev yeka di nav Kurda de, ji zemanê kevin heta niha wekî helbestkî, bi wezin hatiye gotin. Ev mîsala me jî dide xuyakirin ku, dengbêjiya Kurda gelek qedîm e. Belê, Memê Alan ji hezar û çend salan vir de, di nav Kurda de tê gotin.
êyeka bi qasîdegotin û beytgotin û mewludxaniya medresan bişibîne. Bingeha dengbêjiyê gelekî kevn e. Dibe ku qasîdegotin û beytgotin û mewludxaniya medresan, bingeha xwe ji dengbêjiyê girtibe.
Seyda, wekî pirsa dawiyê... Em dizanin di peşketina zimanê Kurdî de, tesîrekî medresa Kurda heye. Bi raya te, medresa Kurda çi tesîr li ser zimanê Kurdî kiriye?
Bêguman medrese ciyê zanîne ye. Merivên li medresa xwendine, ilma xwe pêşve birine. Ê, wekî me di jor de got, di medresa Kurda de zimanê Kurdî jî hatiye bikaranîn. Ev yeka jî nîşan dide ku, medresa Kurda, tesîrekî li zimanê Kurdî kiriye. Ev yeka, tesîra pozîtîf e. Tabî tesîrekî negatîf jî heye. Piraniyê çavkaniyên medresa bi Erebî bû, ev ji alî olî ve tesîrekî pozîtîf, ji alî zimanê Kurdî jî tesîrekî negatîf pêkdianî. Wekî hûn jî dizanin, hinek medresa Kurda yên olperestên radîkal jî hebûne. Medresên weha xebatên xwe tenê ji alî olî ve pêşvedibirin. Ev jî tesîrekî negatîf bû, hem ji bo netewayetî, hem jî ji bo ziman.
Spas Seyda.
Ez jî sipasiya we dikim. Hêvîdar im, xebatên hûn dikin bi awayekî xurt pêşkeve. |
|
|