Nivîskar Jiyan Minari, bi salane di kovar û rojnamê kurda da bi zimanê kurdî dinivsîne. Ew qedêrê saleke jî di malpera me da, di Quncikê Keleş da nivîsand. Em tam hînî wî û quncikê wî bibun, wi bi biryarek Keleş kuşt û quncikê xwe jî girt. Lê hefta pêşîya me ew bi quncikek nu, bi quncikê Rewsenbîr dîsa bi me ra ye. Berî quncikê Rewşenbîr e m nuha guh bidinê û binêrin Jiyan Minarî ki ye û hata nuha çi karî kirî ye...
- Jîyan Minarî kiye?
Jîyan Minarî: Pêş hemu tiştekî we de berî her tiştî, Jîyan Minarî Kurde. Xelkê Minarê ye. Ma we ne bihîstîye ku dibêjin ‘Eynik û Eydar, Bêkend u Minar.’ Her weha ev camêr şaire, nivîskar e, radyoci û televizyoncîye. Ne li gundê xwe dijî. Li xerîbîyê ye. Yek ji wan kesan e ku xerîbî û sirgunîyê mala wî xera kirîye. Mirovek bi hal û wextê xwe tenik e. Ne deyndar û ne maldar e. Hem xwehî doste û hem jî xweyî neyar e. Nexweşek pîr bê hale, ji derdê dila dinale, êdi li ser dar û kopale. Ne genceke êdi kal e. Hal ku ev hale, ewqas jî li mal e.
- Jiyan Minari kingê dest bi xebata edebî kir û çima bi zimanê kurdi?
Jîyan Minarî: Babê min, ma Jiyan Minari ne ji îro ve, ji zudaye bi edeb e. Ji bo edebê ji tu xebatek nekirîye. Ew dana xwedê ye. Çima kurmancî? Sedem ku ji xencî Kurmanciyê tu zimanek dîn nizane. Yani yek lisan û yek insan e. Xelkê hemu erkan û rêzê jê wergirtîye. Sedem ku ne karîye ji derdê xwe re bigrî, helbesta nivsandiye feqîro. Lê tu kesek helbestê wî ne xwendîye, kîtêbên wî hemu mane di dest de.
- Berîya Navkurdê we di gelek rojname û kovaran da jî nivîsî, dikarî behsa wan xebatên xwe jî bikî?
Jîyan Minarî: Belê. Min hetanî niha di gelek kovar u kezate û rojnameyan de nivsandî ye û ez niha jî di nivsînim, lê çî feyde...? Ka kî di xwîne... Xêr û bê xêr, heq û niheq, baş û nebaş, qenc û xirap di gelek rojnameyan de nivsandiye. Ne tu bipirse û ne ez jî bêjim. Lê kurtê kelamê ev camêr hê jî, rut û tazîye.
- Hun jî dizanin bi Kurdi ji mirovên rind, yên baş ra Keleş dibêjin, lê di quncikê Keleş da hun bi pirranî li ser mirovên bêbav, mirovên nebaş sekînin, çima?
Jîyan Minarî: Derewe. Eslen tiştekî wisa tuneye. Kî gotibe derewa kîrîye bi serê te yê ezîz. Keleş, ew kesin ku belaş bune xwedîyê şan u şohretê, mal û dewletê, dewlemendî û serwetê. Li doruberê me Keleş gelekin. Ka serê xwe ji pacê bine der temaşa derve bike, gelo çend kes li derve mane ku emê nikaribin ji wan re bêjin Keleş. Lê Qelaş tiştek din e. Ew Birayê Tirk ku gotîye Keleş yani Kalleş. Ewi ne zanîye ku Kalleş yanî Qelaş e.
- Îro di civata me da pîvanê her tiştî siysete, her kes gori sîyasetê tê tarif kirin, quncikê Keleş da çima siyseta rojane cîh negirt.?
Jîyan Minarî: Siyaset ne karê Keleş bu. Ew tiştek giran e û ne li gora Keleş e. Paşî ew eger bikeve sîyasetê jî, sîyaseta rojane nake. Ew teraftarê sîyaseta dur û dîrêj e. Paşî çima ne buy û buxtanan li Keleş dikin. Tiştê ku Keleş dikir û digot hemu sîyaset bun. Lê wîsan xuya dike ku xwendevana tu sîyasetek ji Keleş wenegirtine. Tiştek nabe bila cansaxî be wekî din wê xwedê hemu tişteki bi qedîne. Xwedê me ji îman u quranê bê par nehêle.
- We çima Keleş kuşt, sebebê kuştina wî çî ye?
Jîyan Minarî: Tu ber dikevî. Bila bimre here. Ma me pere dabu toximê wî.? Gelek ru girtibu. Gelek qure bibu. Esas Jiyan Minarî wî xulqandibu û mezin kiribu. Lê ewî çî kir.? Ked û emega xwediyê xwe ji bîr kir. Dest avête ez ezî û xweperestîyê. Rehme li gora wî be. Baş bu mir ji xwe re xelas bu. Ji destê Jiyan Minarî felitî.
- Çima Rewşenbîr, Rewşenbîr kî ye?
Jîyan Minarî: Rewşenbîr, gelekin û hemu jî çav belekin. Bi serê teyê ezîz birazî ez ji baş nizanim ka Rewşenbîr kîye. Emê tev bi hevra bibînin ka gelo Rewşenbîr kîye. Bila wekî surprîz bimîne.
- Derheqê Naveroka Quncikê Rewşenbîr da tu dikarî ji nuha da tişteki bêjî?
Jîyan Minarî: Babo ew nivîsar, navê xwe ne rewşenbîr e. Rewşenbîr beşek jê ye. Navê nivîsarê ev e : Ji Kesayetên Veşartî, Rewşenbîrên Bijartî. Êdî ne hewceye ez tiştek bêjim. Her tiştek eşkere ye.
- Rewşenbîr çawa, yan jî bi çi awayî der dora xwe ronî bike?
Jîyan Minarî: Berevac. Ew derdora xwe tari dike ne ku ronahî... Lewra ronahî bi kêrî Rewşenjibîr û destebirayên wî nayê. Lazime ewil ew serê xwe ronahî bike paşî yê xelkê. Pirs û kêşeya herî mezin jî, ew e. Emê li ser vê yekê bisekinin.
- Di warê sîyasetê da ewê rolekî çawa bilîze?
Jîyan Minarî: Hinek cara wê xwe bavêje nav çeng u navtenga siyasetê. Lê piranî wê bi siyasetzanan re meşgul bibe. Bi nezanên veşartî û xwelî li ser.