Jîr Dilovan
kî ye?

|
Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî Kurd e. Sala 1956an li Gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolya ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, du bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê" û "Şana Helbestê" amade û pêşkêş dike. Bi nave “Zenga Zêrîn” Romanek û bi nave “Ji Piçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok” pirtûkeke helbestên fabl dane weşandin.
Jîr Dilovan ji ber rewşa siyasî li mişextiyê ye û li Almanya bajarê Bochum dijî.
|
Kurdistan çar pace ye, lé mixabin ne bi parçebûna axê tenê maye.
Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramber bi salén 80 çawane. Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad buye, çî fersend daye pêşketina edebîyatê.Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..?
Dema em rewşa edebiyata Kurdî ya îro beramberî salên 80yî bigirin, bêguman cudahiyeke mezin xuya dike. Bi rêjeyeke diyar pêşketinek di nivîs û afirandina berhemên Kurdî de çêbûye; lê gelo ev yek çiqasî akademîk û zanistiye? Digel pêşketina nivîsandin û wêjandina Kurdî, em nikarin bibêjin ku xwendevanên Kurdî di rêjeyeke bi vî rengî de ne. Xwendekar gelekî kêm in. Heger em Bakurê Kurdistanê li ber çavan bigirin, digel 20 milyon şêniyên Kurd, firotina pirtûkeke -çi roman, çi helbest, çi çîrok û hwd.- Kurdî nagihîje hezarî.
Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li derveyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî.?
Nivîskarê ku ji çavkanî û nirxên zimên dûr be, nikare berhemén çé bi afrîne
Welatekî mina Kurdistan ku bûyî çar parçe, mixabin ne bi parçebûna axê tenê maye. Herwiha çand, ziman û hemû nirxên neteweyî jî hatine parçekirin. Li her çar parçeyan jî polîtîkaya desthilatiyên dagirkeran, bûye qedexekirina ziman û berhemên ku bi zimên tên afirandin. Ji ber vê yekê jî, rewşenbîr, nivîskar û zanistên Kurd nikarîne bi awayek azad bi zimanê xwe binivîsin. Êdî derketine penaberiyê û li welatên biyanistanê bi vî zimanî nivîsîne. Yekemîn Rojnameya Kurdan “Kurdistan” li Qahîre ji Aliyê Mithed Miqdad Bedirxan ve hatiye derxistin. Dîsa xebatên li ser ziman û afirandina gelek berhemên Kurdî ji aliyê Celadet û Kamuran ve li derveyî welat hatine pêkanîn. Vê yekê bandor û hîkariyeke mezin li ser wêjeya Kurdî kiriye. Lewra wêjeyeke mişextiyê, ji welat, ji axa xwe, ji binyat û çavkaniya xwe dûr pêk hatiye. Ev jî mina darspîndareke ku tu li kerebejekê biçînî ye. Darspîndar rojekê bê av bimîne dê hişk bibe. Herwiha nivîskarê ku ji çavkanî û nirxên zimên dûr be, dê çiqasî bikaribe berhemên çê biafirîne?
İro jî navenda edebîyatê niha jî, xerîbîye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe.Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.?
Heger dengbêjî nebûna, gelek têgîn, peyv û nirxên wêjeyî dê winda bûbana.
Belê mixabin navenda wêjeya Kurd xerîbî û biyanistan e. Min li jor mînaka darspîndarê da; wêjevan û nivîskarên Kurd ku ne li ser axa xwe bin, gelo dê di rêjeyeke çawa de bikaribin berhemên bi nirx û bi binyata Kurdî ve girêdayî biafirînin? Em nikarin bersiva vê pirsê bi erênî bidin. Heger wêjevanê Kurd li ser axa xwe afirînêriyê bike, ewê materyal û kereseyên ku li ti derên cîhanê tine bin bibîne û ji çavkanî û jêderkên gelê xwe sûdeke mezin bigire. Êdî îro derfetên vê yekê ji hemû deman bêtir çêbûne ku sazî, dezgeh û kasatî li ser axa xwe niştecih bibin; ji jêderk û çavkaniyên beriya hezar salan xweyî bibin. Heger ne bitêrayî be jî, îro li Amed û hinek derên din ev yek tê pêkanîn. Lê dil dixwaze ku hemû bajarên Kurdistanê bibin qadên wêjandinê.
Dengbêjî, xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rumetek bilind hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê.?
Ez dikarim bibêjim ku hîm û bingeha wêjeya Kurdî “Dengbêjî” ye. Ji Evdalê Zeynikê heta bi Zahiro, Şakiro, Hiseynê Farê û gelek kesatiyên din, wêjeya devkî ya berî hezar salan gihandine dema îro û parastine. Herwiha qedexe, zext, zor û çewsandina Kurdî bi dengbêjiyê vala hatiye derxistin. Heger dengbêjî nebûna, gelek têgîn, peyv û nirxên wêjeyî dê windabûbana.
Wêje, ji aliyê moral, hest û dilîniyê ve, xwereka niştimanperweriyê ye
Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.Roman , berhemek pir hêjaye di edebîyatê de.Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye.Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye.?
Wêje, ji aliyê moral, hest û dilîniyê ve, xwereka niştimanperweriyê ye. Dema em li gelên pêşketî binêrin, emê bibînin ku wêjevanên mezin ji wan derketine û ne li wan tenê li gelên cîhanê yên din jî bandoreke mezin kirine. Her çiqas ku bi derengî be jî, romana Kurdî di qada hişyarbûn û pêşketina niştimanperweriyê de rolek lîstiye. Sala 1935an Erebê Şemo bi “Şivanê Kurd” ev rêçik vekir û îro bi sedan romanên Kurdî hatine weşandin. Dema em li hember romannivîsîna gelên cîhanê bigirin, di deryayê de ne dilopek e, lê digel qedexe û zext û zorên giran ên li ser Kurdî jî, pêwîste ku ev yek piçûk neyê dîtin.
Ziman jiyan e, ziman helwest e, ziman tevger e, ziman hest û raman e, ziman mêjî û aqil e.
Di Hişyarbun u pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye.?
Ziman ne tenê amûrekî axaftin û ragihandinê yê di navbera mirovan de ye. Heger wisa bûna zimanek tenê ji bo tevaya cîhanê bes bû. Lê ziman jiyan e, ziman helwest e, ziman tevger e, ziman hest û raman e, ziman mêjî û aqil e. Zimanê gelekî hemû nirxên wî gelî di nava xwe de vedişêre. Şêweya jiyana gelan di zimanê wan de ye. Mînakeke piçûk, her çiqas ku heman wateyê bidin jî, biwêjên di zimanekî de naşibin biwêjên zimanên din. Herwiha zarokeke Kurd ku heta heft saliya xwe bi zamanê dayîka xwe diaxive û êdî bi zimanê tirkî ku jê re biyanî, perwerdehiyê dibîne, ne gengaz e ku li qasî zarokeke tirk bikar bîne û pêş keve. Lê heger bi zimanê dayîka xwe perwerdehiyê bibîne bawer dikim ewê gelekî bêtir pêş bikeve.
Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin.?
Pêwendiya ziman û raman nola baxçe û avê ye. Heger mirov avê bernedê ser baxçe dê hişk bibe û berhem nede. Ango mirov ji wî baxçeyî nikare mêwe û sebzeyan bixwe. Lê heger tu baxçeyê xwe birêkûpêk av bidî, tê wî berhemdar bikî û ji berhemên wî sûd bigirî. Raman jî ava zimên e. Heger raman xwe di zimên de diyar bike, dê berhemên wêjeyê yên çê derkevin hole. Bawer dikim berhemên wêjeyî, ne tenê bi zimanê xwe û ne tenê bi kesatiya nivîskar dikarin werin binavkirin. Pêwîste bi têkeliya her du xalan were binavkirin.
Kurdistan TV, di waré latînî de hewl dide ku pêş bixe.
Pirs u kêşeya yekîtîya elfabe u zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.?
Pirsgirêka yekîtiya alfabeya Kurdî, bi gumana min ji têlstriyên di nava çar parçeyan de xetertir e. Sê alfabeyên Kurdî -latînî, erebî, krîlî- ku li çar parçeyan û kafkasyayê tên bikaranîn, ji bo yekîtiya zimên astengiyeke mezin derdixin hole. Ji aliyê din ve, pêşêxistina hinek zaravayan ku li ser hemû zaravayan tên ferzkirin jî, rûxandina yekîtiya zimanê Kurdî ye. Îro Kurdên ku alfabeya krîlî bikar dianîn, ber bi latînî ve diçin. Bakur û Başûrêrojava jî latînî rûniştandine. Li Başûrê Kurdistan, ango Kurdistana Federe jî hinek gavavêtin xuya dikin. Li herêma Behdîna latînî pêş ve diçe. Bi taybetî Televizyona Kurdistan di ware latînî de hewl dide ku pêş bixe. Tenê herêma Soran bi taybetî televizyona Kurdsat di tîpên erebî de bi israr e. Herwiha zaravayê Soranî jî li Başûr tê derpêşkirin ku li hemû zaravayên din were ferzkirin. Ev yek yekîtiyeke zimên bi xew re nayîne; berevajî vê yekê dê pirsgirêkê kûrtir bike. Ha, ev dê çawa çareser bibe? Bawer dikim ku salên dirêj ji vê yekê re divin. Piştî zêdebûn û pêşketina weşan û çapemeniya Kurd ku sînor rakirine, ev yek dê hêsantir be. Em bixwazin nexwazin ji çar zaravayan dê zimanekî têkel derkeve hole. Pêwîste nivîskar, rewşenbîr û zanyarên Kurd jî giraniyê bidine vê yekê û ji bo zimanekî hevgirtî dorhêleke sûdewar biafirînin. Ji bo yekbûna ziman û alfabeyê jî otorîteyeke Kurd şert e. Bawer dikim Kurdistana Federe dikare vê yekê bike; ji zimanzan, akademîsyen û zanyarên Kurd ên çar parçeyan lijneyekê ava bike û di vî warî de bide xebatê.
Helbestvanê Kurd,bi taybetî nifşê nû, ji bingeha Kurdî û ji mantelîteya zimên gelekî dûr in.
Xuyaye dî edebîyata Kûrdî de,helbest zêdetir pêş ketîye. Çîma. Helbesta klasîk a Kurdî u ya nûjen bî çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çî ferq di nabvbera wan de heye.?
Ez ne bi vê yekê re me ku helbesta Kurdî pêş ketiye. Em dikarin bibêjin ku herî bêtir helbest tê nivîsandin. Kesê ku radihêje pênûsê, xwe li helbestê diqewimîne. Kesê ku du hevokan saz dike pirtûkan diweşîne. Lê gelo ev çiqasî helbest e û çiqasî ne helbest e? Lê helbest di wêjeyê de mijara herî kûr e ku girîngî pê bête dayîn. Helbestvanê Kurd, bi taybetî nifşê nû, ji bingeha Kurdî û ji mantelîteya zimên gelekî dûr in. Ji klasîkên helbestvanên beriya hezar salan bêagahî ne. Ango lingê wan li hewa ye. Ji stran, biwêj, zargotin, destan, çîrok û mîtolojiya Kurd bêxeber in. Dema em li klasîkên Kurdî dinêrin, bêhna nirxên Kurdî ji wan tê. Lê em nikarin ji helbesta nûjen re vê yekê bibêjin, ji aliyê nirxên me li jor anîn zimên ve bê bingeh e.
Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de ( rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên Kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ?
Xebatên ku di ware zimanê Kurdî de hatine pêkanîn, karesateke mezin in. Bi dehan rêziman ji aliyê takekesan ve hatine nivîsandin û weşandin. Lê yek yekê nagire. Piştî vê yekê, karesata herî mezin jî ev e ku ku kesek radibe bi sere xwe rêzimanê dinivîse. Kesek jî ne gengaz û mumkine ku rêzimaneke birêkûpêk binivîse. Dema çend kes werin cem hev û bi xebateke akademîk bixebitin, bawer dikim rêjeya çewtiyan dê gelekî kêm bibe. Weke min li jor jî anî zimên ji bo zimanekî hevgirtî û ferhengeke ku hemû zaravayan bigire nava xwe salên dirêj divin. Lê ev yek jî bêxebat û bêhewldan çênabe. Vê peywir û wezîfeyê jî encex parçeyê Kurdistanê ku îro nîvazad e, dê bikaribe pêkbîne. Lê tenê ne bi zimanzan û akademîsyenê parçeyekî, bi yên her çar parçeyan.