Evdile Koçer kî ye? |
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.Zanîngeha Anadolu beşa ‘Kamu’ di nîvî de hişt. Li Swêdê li Ûnîversîteya Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî heyamekê ders wergirt. Gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên kurdî yên wekî Jiyana Rewşen, Pîne, Azadiya Welat, Nûdem, Hîwa, Tîroj, Kovara W, de derketin. Nivîs û çîrokên wî li gelek cihan bûn şano û kurteleyîstik.Pirtûkên wî:
Govendistan (Weşanên Pêrî-2002)
Mirin (Weşanên Aram - 2006) |
“Edebiyat an jî berhemeke hunerî di du sê rojan de şîn nabe”
Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramber bi salén 80 çawane.Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad bune, çî fersend daye pêşketina edebîyatê.Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..?
Erê rewş îro gelekî baştir e; berî 20 salan peyveke kurdî ji gelek kesan re dibû goristan. Lê îro entelîjensiya kurd hêj di nava haleke sersar de qelema xwe dilebitîne; tu dibêjî qey çavê li qanûn û deriyên Enqereyê dê ti carî neqerime. Edebiyat an jî berhemeke hunerî di du sê rojan de şîn nabe û bi çar gulan jî bihar nayê; divê dildarên kurdî bi şev û roj xepara erda nivîs û hunerê ya beyar bikin. Heke ev xepartî bi rêk û pêk û li gorî disiplîna hunera dinyayê bidome, civaka me jî dê bikaribe rojekê pala xwe bide bexçeyê huner û edebiyata xwe û jê bitamije.
Heke qesta te civaka me be: jixwe nifşên nû weke ku bi taya mirinê ketibin her ji xwe ji hebûna xwe dûr dikeve û xwe li ber zimanên din şêrîntir dikin ; heq ew bû ku nifşên nûhatî bi ser me nivîskaran de her biqêriyan da ku me berhemên baştir bihûnandana. Lê heke qesta te xwendin û nivîsandina nivîskar an jî nivîsevanên kurdî be: Ez bawer nakim ku bi hev re bimeşin. Jixwe dema ku meriv ji hinek nivîskaran dipirse, ji zikê xwe têr in û pozê xwe li xwendinê xwar dikin. Psîkolojiyeka wiha xerîb li ser wan heye ku, tu dibêjî qey dibêjin, “Me xwendinê xetimandiye, pêdiviya me êdî pê tune, em êdî nivîskar in...” Lê ya rastî nivîsandin zaroka xwendinê ye; bêyî xwendinên jidil û bieşq ew zarok -yanî nivîs- seqet tê dinyayê û dikeve ser rûyê rojname kovar û pirtûkan.
“Bi zor û dehfdanê ne kurdîtî çedibe ne jî hûşiyên gotinan ên huner û edebiyatê digihin. “
Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî.?
Sirgun û xerîbî helbet feydeyek pir mezin daye edebiyata kurdî ya modern; kiriye ku zimanê nivîsînê bi ser xwe ve were û ji gulebarandina asîmîlasyona serdestên Kurdistanê xilas bibe.
Sirgûnî berî her tiştî dike ku meriv fêrî ziman edebiyat û kulturên din bibe û dike ku meriv bi vî awayî gelek sembol motîf û metaforan bide ber hev û bi riya edebiyatê veguhêzîne ser bedena civaka xwe. Heke meriv xerîbiyê ji xwe re neke goristanek, dikare ji civaka xwe re bike deriyê gotinên biriqî.
Lê wisa xuya dike ku kurdan baş sûde ji xerîbî û sirguniyê wernegirtin. Me tavan bi çavê serê xwe dît ku dema pereyê hin kesan hate birîn dev ji nivîsa kurdî berdan. Yanî bi zor û dehfdanê ne kurdîtî çedibe ne jî hûşiyên gotinan ên huner û edebiyatê digihin.
İro jî navenda edebîyatê xerîbîye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe.Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.?
Ev deh sal e jî edebiyat li ser xaka xwe yanî li welêt şîn dibe. Vebûna hin navendên rojname û çand û hunerî li Bakur îşaretên xêrê ne. Lê ya rastî bi haleke pir trajîkomîk ve edebiyata me şîn dibe. Wisa bi dileke sar û bi helwestên pasîv ve huner û edebiyat pêş nakeve. Mesela helbestek çima di qehwexaneyeke Amed, Sêrtê de nayê xwendin ez hê jî fêm nakim; çima şanoyek li ser tenûra kurdan nayê lîstin. Û pirsa herî girîng ev e: Çima hunermend û nivîskarên kurd dimînin li benda îktîdara dewletê û îktîdara belediyeyan? Helbet wezîfeya belediyan e ku peyva kurdî li her derî şîn bikin, lê heke ev çênebe jî heqê hunermendan tune ku li benda ti “xweda”yî bisekinin.
“ Dengbêj pirtûkxaneyên kurdan ên veşartîne ”
Dengbêjî,xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê.?
Jixwe tê zanîn ku dengbêj pirtûkxaneyên kurdan ên veşartîne. Ji bo hunera kurdan a modern divê her û her dengbêjên me çavkanî bin, û hemû gotinên wan divê bêne qeydkirin û terişandin.
Heke em dêna xwe bidin rêça ronesans û modernîteya dinyayê jî her eynî rastî xuya dike: Her tiştê nû li ser kelepora kevin ava dibe. Li ji ber ku modernîzm wekî gelek tiştan di nava civaka kurd de mîna mirîşka serjêkirî ye û şaş tête fahm kirin, îro bi tenê navê dengbêjan heye.
Heke ev dengbêjên me di destê van ewropiyan de bûne, dê stran metelok çîrok û destanên wan ji xwe re bixistana çem û robar û tê de bi şev û roj soberberî bikirana; dê her gotineke dengbêjan ji xwe re bixistana vîtamînên A,B,C û rojê sê danan bixwarana heta bi ser xwe ve bihatana. Lê welatê me mixabin di nava şkefteke tarî de ye.

“ Çepên tirkan ên ku ji kaniya dewleta veşartî av vedixwin bi zimandirêjiya xwe ve aqilê entelîjensiya kurdan çeliqandine.”
Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.Roman , berhemek pir hêjaye di edebîyatê de.Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye.Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye.?
Niştimanperweriya kurdan mixabin ne xurt e; bi destê rewşenbîr û bi kopalê dewleta tirk her tê manûpilekirin. Nivîskar û rewşenbîrên kurdan di bin nîrê van berovajîkirin û manîpulasyonan de qelema xwe dibin tînin û çend gotinan dibêjin. Bi taybetî çepên tirkan ên ku ji kaniya dewleta veşartî av vedixwin bi zimandirêjiya xwe ve aqilê entelîjensiya kurdan çeliqandine.
Em bi rihetî nikarin bibînin ku şervanekî kurdan bi nav û dengê xwe ve bikeve ser kaxizên edebiyata kurdî. Her kes behsa dîwarên bajarê xwe dike, her kes êşa dayikên xwe vedihûne, her kes çîroka xwe helbesta xwe ji welatê xwe re dike deriyê azadiyê, lê dema ku dor tête ser kurdan ji me re dibe qebehet. Jixwe du sê nimûne hene meriv şerm dike ku bixwîne tu dibêjî qey di berhemên xwe de dixwazin bibêjin ku “Kurd ne niştimanperwer in...!”
Helbet ev ji tesîra van manîpulasyonên ku min jor behs kirî tê.
Di hinek berheman de jî bi gotinên xav behsa “Kurd û Kurdistanê” tê kirin, helbet ev jî zirarê dide hebûna vehûnandina nivîs û hunerê. Di edebiyatê de meriv dikare bi gelek awayan, bi sembol û sîmgeyên lihevhatî, bi metafor û nihêrînên veşartî ve behsa niştimanperiya xwe bike. Mesela meriv dikare di berhemekê de çar hezar çavikên cihê veke û di her çavikekê de jî meriv dikare dûmana gundekî şewitî bi cih bike; yanî ez dixwazim bibêjim ku huner rê dide gelek awayan.
“Rola ziman bo miletan rola man û nemanê ye! “
Di Hişyarbun u pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye.?
Rola ziman bo miletan rola man û nemanê ye! Di roja îro de ziman ji bo hebûna miletan bûye wekî “DÎN”eke modern ku bikaribin hebûna xwe pê biparêzin. Ziman ji bo her miletî bêhn û hebûn, reng û dirûv, ken û girîn, mifte û mala wan e!
Heke mesele milet-azadî-dewletbûn be; ziman ala ye, şûr û mertal e, gule û berik e, tîr û kevan e, alaveke mezin yê xweparastin û berxwedanê ye...
Heke mesele dîn be; meriv dikare taet û îbadetên xwe dia û kelaman bi zimanê xwe xweştir û rihetir bike; yanî ziman bang û zengila meriv e, secade û tizbî ye, cinet û bexçeyê herî mezin e! Ne xerîb e ku dewletê medreseyên kurdistanê girt; îro piraniya nivîskar û dildarên kurdî an ji feqetî û seydatiyê tên an jî dê û bavê wan. Meriv dikare li ser vê yekê gelek xebatên doktorayî bike...
Heke mesele înternasyonalîzm û biratî be; jixwe her kes bi zimanê xwe di nava mala dinyayê de heye û bi rengê zimanê xwe dibe birayê hev...
Heke mesele siyasî û polîtîk be; bi fêrbûna zimanekî meriv dikare bêtir bikeve nav rihê civakekê û tê de qayîşê bikêşîne û bigihîje armancên xwe yên siyasî û polîtîk...
Heke mesele edebiyat û çand û huner be: ziman av û xwîna berhemekê, reng û qîrîna lîstikekê, kanî û bilbilê stranekê ye...
Lê heke mesele tiralî û xwexwapandineke ecêb û bêmane be, jixwe meriv nikare tiştekê ji vê malxirabiyê re bibêje
Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin.?
Pêwendiya ziman bi edebiyat û ramanê re an jî bi celebeke hunerî re weke tevr û bêrê ye; di hûnandin û xepartiya berhemekê de destebirakiya hev dikin. Lê ew çendî nêzî hev bin jî, di karê xwe yê esasî de ji hev dûr in. Ziman weke çemekî di nav rihê civakê de diherike û mîna nefelekê ji nû ve xwe divejîne. Edebiyat û huner jî vegotina rihê wê civakê ye. Filankes an jî bêvankesek dema ku pirtûkekê binivîse heke ku ji rihê zimanê xwe qut bibe dê nikaribe mesela biwêjeke biçûk tê de binivîse, an jî heke bixwaze stranekê bistre çiqas ku dengê wî xweş be jî dê nikaribe peyveke kurdî telafuz bike. Heta agirê ziman geş nebe dê tu carî pêt li berhema hunerî jî nekeve.
Ya rastî berhema nivîskar ji kesayetiya wî/ê mûhîmtir e! Belkî nivîskarek ji bo nivîsandina berhema xwe -belkî jê re pere lazim e, an jî dixwaze ji bo hûnandina berhema xwe tecrûbe werbigire!- biçe firaxan jî bişû. Dema ku me berhemeke filankesekî/ê xwend divê ji me re nebe derd ka kesayetiya wî/ê çi ye? Lê bivê nevê li rojhilata malneketî berhemek mixabin bi kesayetiya nivîskar ve tê xwendin.
“ Bi ya min hebûna alfabe û zaraveyan ne pirs û kêşeyek e! “
Pirs u kêşeya yekîtîya elfabe u zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.?
Bi ya min hebûna alfabe û zaraveyan ne pirs û kêşeyek e! Helbet em dihizirin ku dema yekîtiya alfabe û zaravayên kurdî çêbe, dê ji ber xwe de yekîtiya kurdan pêk were û bi vî awayî dê Kurdistan jî azad bibe; ev rastiyek e. Lê her dem çemê jiyanê wekî xwestek û rîtûelên siyasetê yên rojane naherike. Min ê bigota bila berî her tiştî rewşenbîr û serkêşên civaka me xwe fêrî alfabe û zaravayên din ên kurdî bikin, lê dema ez dibînim hêj ku zaravayên xwe nizanin û hêj ku navê gundê xwe yê bi kurdî nizanin bi zimanê serdestan qala yekîtiya zimanê xwe dikin, ez dibehecim û dimirim...
Ev mesele bêtir dikeve ser hêz û qeweta kurdan ya siyasî û entelektûelî.
Lê helbet heke rojek ji rojên Xwedê li çar parçeyên Kurdistanê jî li gorî rewş û hereketên xwe çar dewletên Kurdistanî yên cihê jî ava bibin, heke her sê zarava jî bi wext re bêtir ji hev dûr kevin û her yekî bibin zimanek û di dibistanên Kurdistanê de her sê ziman(kurmancî, soranî, zazakî...) bi hev re bêne xwendin, bila ti kes ji vê jî netirse û nexe hewlohawar.
“ Bi du sê gulan bihar nayê. “
Xuyaye dî edebîyata Kûrdî de,helbest zêdetir pêş ketîye. Çîma. ? Helbesta klasîk a Kurdî u ya nûjen bî çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çî ferq di navbera wan de heye.?
Helbesta kurdî ne ku pêşketiye; -bila ti kes li min negire!- bi tenê hejmara helbestan roj bi roj zêde dibe. Helbet bi du sê gulan bihar nayê, lê dema ku em helbesta îro noqî zimanê kurmancî bikin, gelo dê çend jê tê de bibin av û dê çend jê bi ser kevin û hikmê wê ava zimanî bikin. Weke gelek fenomenên din, helbestnivîsîn jî li ba me şaş tê fahm kirin. Helbestek divê bikaribe hemû pexşana zimanê xwe di bin çengê xwe de bisitirîne. Helbestnivîsîn ne bi tenê fêrbûna gramer, rêzkirina du sê gotinên sor û eletewş e! Dema behsa xwendina helbestê bête kirin, çima em hê jî bêriya Baba Tahirê Ûryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran dikin, bila her kes ji xwe biperse! Ji ber ku helbestek di zimanekî de divê bibe kakilê gûzekê, rihê çivîkekê, şîrê şêrekî û şîva şivanekî...
Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de ( rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ?
Wezîfeya pêşîn dikeve ser milê Enstîtuyên Kurdî, Hikumeta Başûr û Belediyeyên Bakur. Helbet gelek dereng jî ma, lê kurd dikarin li Amed û Hewlêrê Navendeke ji bo ferheng û wergerê vekin. Îro îmkan û derfetên kurdan têra vê yekê dikin, lê nikarin xwe organîze bikin û tovê pêşeroja xwe bireşînin. Heqê serkêşên kurdan tune ku di nava îktidara xwe ya rojane de pêşeroja zarokên vî welatî bidin ber sersariya xwe. Welatek miletek bi kitêbxane, ferheng û pêşketina çand û hunera xwe ve di nava aqilê dinyayê de tê pîvandin; ne ku bi slogan, qîrewîr û bejn û bala xwe ve...
Civakek bêyî pirtûkxaneyeke mezin, bêyî her çeşît ferhengên qerase, bêyî wergerandina pirtûkên girîng û klasîk wekî kerr û lal û şehtan e!