Kemal Burkay
kî ye?

|
Bi kurtî jîyana Kemal Burkay
û kar û xebata wi ya nivîskarîyê
Di sala 1937 da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban hatiye dinê. Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949 da çû mekteba mamostetîyê bi navê "enstîtûyê" li Akçedaxê, bajarê Meletyê. Li wir û li Ensîtûya Dîclê (li Erganî) xwend û di sala 1955 da xilas kir.Di sala 1956 da îmtihanên lîsê jî da û li Fakulta Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekê jî li gundekî Enqerê) him jî di dawîya her sala xwendinê kete îmtihanên huqûqê û ew di sala 1960 da xilas kir.Lı Erzurumê wek zabit eskerî kir. El Xarpitê (Elazîz) demekê staja Qaymaqamî kır, midetekî kurt jî lı bajarê Osmanîyê Qeymaqamî kir. Lê hîn di wê demê da ji ber bîr û bawerîyên xwe yên welatparêzî û sosyalîstî bala polêzê Tirk kişandibû. Bona vê yekê, berî ku staja xwe temam bike jê ra problem derxistin, girtin ”merkezê”, wî jî dev jê berda, staja awûqatîyê kir û di sala 1964’an da li Xarpitê dest bi awûqatiyê kir.
Burkay, hîn di dema mamostetiya li gundan da helbest û çîrok (hikaye) dinivîsandin.Di sala 1965'an da li Xarpitê her usa jî bi navê "Çira" û bi zmanê Tirkî kovareke çandî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket. Romana wî ya pêşîn bi zmanê Tirkî, Yaşamanin Ötesinde di sala 1964’an da dı rojnameya Vatan da hat weşadin. Pirtûka wî ya helbestan ya pêşîn, ”Prangalar” bi zmanê Tirkî dı sala 1967 da li Enqerê çap bû.
Di sala 1965'an da bû endamê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP). Bo avakirina rêxistinên TÎP'ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîşan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvabir a Giştî. Di sala 1965 da di hilbijartina giştî da li Bîngolê, di sala 1969 da jî li Dêrsimê cî girt.
Di sala 1966 da buroya xwe bir Dêrsimê (Tuncelî). Li wir jî bi navê "Ezîlenler" (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket. Ji ber nivîseke wî li ser pirsa Kurdî, ku di Kovara "Yenî Akiş" da derketibû, di sala 1966 da hat girtin û çar meh di hepsê da ma.
Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969 û 1971 da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Piştra, mecbur ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma. Li wir alîkarîya Kurdên li dervayî welat kir ku dijî Cunta faşîst kar û xebat dikirin, dı kovara Ronahî da bi Kurdî û Tirkî nivîsand. Di nav weşanên Ronahî da çend kitêb û broşûrên wî derketin.
Di sala 1974 da li Tirkîyê hukumet guharî û efûya giştî derket, Burkay vegerîya Tirkîyê. Tevî hin hevalên xwe Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) çêkir û bû sekriterê partîyê. Partî veşartî bû.
Partîyê di Hezirana sala 1975 bi navê ”Özgürlük Yolu” (Rîya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa Kurdî dihate sekinandin. Berê tenê Tirkî bû. Piştî hejmara 6'an tê da Kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên dinê nivîsand. Rîya Azadî li welat 44 hejmar derket.
Di sala 1977 da Partîyê "Roja Welat" derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên dinê her yek 30 hezar bûn. Yek-du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hukma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.
Partîyê di van salan da, her usa jî, "Weşanxana Rîya Azadî" vekir û dest bi weşanên kitêban kir. Ew kitêb hinek bi Kurdî, hinek bi Tirkî bûn; lê li ser dîrok, zman, çand û civaka Kurd bûn.
Lê zulm û zordarîyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Polêz dest dida ser û di derheqa nivîskar û berpirsîyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawîyê jî, di sala 1979 da hukma leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin.
Kongra PSK a pêşîn di destpêka sala 1980 li Enqerê kombû. Kongre gihîşte wê qeneetê ku, esker di nêz da hukum bigre dest xwe, hukmeke faşî avabike û dijî rêxistinên Kurdan operasyon dest pê bikin. Kongrê biryar da ku wek tevdîr Bûrkay derkeve der welat. Pir ne borî di 12 îlona sala 1980 da cûntaya faşîst dest danî ser hukum. Ji ber êrîşên giran, hin hevalên dinê jî mecbûr man derketin der welat.
Piştî wê jî partîyê li welat, her usa jî li der welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo Burkay êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandî li der welat bi rêva bir. Li Swêdê cî bû, lê jı bo kar û barên siyasî û diplomatîk li gelek welatên Ewrûpa, Rojhilata Navîn gerîya, di civînan da qisekir. Carina jî çû Kurdistana Îran û Iraqê.
Partîyê li dervayî welat Rîya Azadî bi Kurdî û Tirkî cardin derxist. Rîya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybetî, giha 142 hejmarî. Bûrkay di Rîya Azadî da, digel wê di weşana Dengê KOMKAR da, Roja Nû da, di rojnama Sol Birlik’ê (Yekitîya Hêzên Çep) da, dı weşana TEVGER’ê da bi navê xwe û bi gelek navên din nivîsand.
|
Rewşa edebîyata Kurdî îro, beramber bi salên 80 çawa ne? Li Tîrkîyê ku şertên nivîsandina bi Kurdî parîyek azad bûye, çi firsend daye pêşketina edebîyatê? Gelo em dikarin bêjin ku xwendin û nivîsandin yekser dimeşin, yan na?
Kemal Burkay: Sala 1980 bi taybetî ji bo Kurdistana Bakûr salekî taybetî ye. Ango di wê salê da li Tirkîyê esker careke din dest da ser hukim û rewş ji bo hemû hêzên pêşverû, demokrat, hêzên çep û bi taybetî ji bo Kurdan gelek giran bû. Rewşenbîrên Kurd jî yan hatin girtin, ketin zîndanan, yan jî ji welat revîn.
Tesîra vê yekê helbet di warê edebî û çandî da jî xwe nîşan da. Berî sala 1980 li Tirkîyê û Kurdîstana Bakûr, di rewşeke gelek zor û zehmet da û gelek kêm be jî, di kovar û rojnamên perîyodîk da bi Kurdî dihate nivîsandin û kitêbên li ser çand û dîroka Kurdan, beşekî wan bi zmanê Kurdî derdiketin. Wek nimûne, rojnama Roja Welat nîv nîvê bi Kurdî û Tirkî derdiket. Romana Erebê Şemo “Şivanê Kurd”, Destana Memê Alan, Gramêra Kamran Bedirxan, şiêrên Eskerê Boyîk (Kulîlkê Çîya), Mem û Zîna Ehmedê Xanî (tevî wergara Tirkî bi destê Mehmet Emîn Bozarslan) di wê demê da çap bûn. Lê mixabin, berê di sala 1979 da îdara orfî çêbû û piştî wê jî, di îlona sala 1980 da derba eskerî. Hingê weşanên Kurdî hemû hatin girtin û polêz dest da ser kovar, rojname û kitêbên derketî, ew kom kirin, yan şewitandin, yan jî di karxaneyên kaxizê da kirin hevîr...
Lê vêcar jî zman û edebîyata Kurdî li der welat, bi taybetî li welatên Ewrûpa, bi destê wan sîyasî û rewşenbîrên ku ji welat revîbûn, geş bû. Li Swêdê, Elmanya û li welatên dinê bi destê wan penaberên Kurd gelek rojname û kovarên sîyasî û edebî derketin, weşanxane ava bûn û gelek kitêbên li ser çand û zmanê Kurdî, li ser dîroka Kurd, her usa jî berhemên edebî (çîrok, roman, şiêr, folklor, lêkolîn, bîranîn û hwd...) hatin nivîsandin û çap bûn. Di wan da zmanê Kurdî bi kar hat, pêşve çû. Gelek nivîskarên teze gihîştin.
Li nav welat jî, piştî ku hukma eskerî sist bû, careke din rê li ber zmanê Kurdî vebû. Vêcar pêla zmanê Kurdî ya li der welat giha hundurê welat û karê zman û çand cardin geş bû û gor berê gelek pêşva çû. Van salên dawî, her usa bi tesîra înternetê, piranîya kovar û rojnamên der welat xwe bêdeng kirin, yan jî derbazî înternetê bûn, lê li hundur welat kovar û rojnamên Kurdî zêde bûn û li nav welat gelek weşanxaneyên Kurd ava bûn.
Ev kar û xebatên li der welat û hundur welat, helbet, li ser edebîyata Kurdî tesîreke baş kirin. Hejmara xwendevanan jî ya nivîskaran jî gor berê gelek zêde bû. Bi dehan berhemên klasîk ên Kurdî û bi sedan berhemên teze çap bûn. Lê dîsa jî ev yek ne gor dil û daxwaz e. Ji ber ku zmanê Kurdî li Kurdistana Bakûr hîn jî ne azad e. Di mekteban da nayê xwendin, di radyo û têlevîzyonê da bi kar nayê, di warê resmî da qedexe ye. Ango hîn li pêşî dîwar û astengên mezin hene. Heya zman bi tevayî azad nebe bi xurtî pêşva naçe.
Di dîrokê da gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert û zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin û herne derveyê welat. Her weha li derveyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sirgûn û xerîbî çi tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî?
Nivîskarên Kurd li xerîbîyê jî piranî li ser pirsên gel û welat, li ser Kurdan û Kurdistanê dinivîsînin.
Burkay: Di bersîva jorê da min behsa vê koçberîyê kir, ku piştî sala 1980 çêbû. Lê di dîroka Kurdan da ev tişt gelek caran pêk hatîye. Malûm e, Rojnama Kurdî ya pêşîn, “Kurdistan” di xerîbîyê da, li Misrê û li welatên Ewrûpa derket. Piştî şorişa Şêx Saîd, gelek rewşenbîrên Kurd derbazî Sûrîyê û Libnanê bûn û li wan deran komele avakirin û weşan derxistin. Kovara Hawar yek ji wan e ku di bin rêberîya Celedet Bedîrxan da derket û bingehê elîfba latînî ya Kurdi û gramera Kurmancî ya nujen danî. Di salên 1960 û 70’yî da jî dîsa ji Tirkîyê koçên han çêbûn. Her usa jî ji parçên dinê, ji Kurdistana Başûr û Rojhilat, ji Sûrîyê...
Ango rewşenbîrên Kurdan li xerîbîyê jî, li kîderê firsend û azadî dîtine li wir baş ber xwe dane, zman û çanda Kurdî parastine û pêşva birine.
Jîyana xerîbî helbet gelek bi êş û zehmet e, bi taybetî ji bo wan kesên ku ne bi dilê xwe, lê ji ber zulm û tedayê ji welat derketine. Jîyana xerîbî, bibê nebê tesîra xwe li ser berhemên wan ên edebî jî dike. Carina jîyana teze dibe babetê berhemên wan, carina di bin tesîra edebîyata wan welatên bîyanî da dimînin. Ev tişt heya derecekî ji bo nivîskarên Kurd jî derbaz dibe. Lê qasî ku dibînim, nivîskarên Kurd li xerîbîyê jî piranî li ser pirsên gel û welat, li ser Kurdan û Kurdistanê dinivîsînin. Berhemên min jî usa nin.
İro jî navenda edebîyatê xerîbî ye, yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe? Nivîskarên Kurd lazim e çi bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xurt be?
Dengbêjî di muzîk û edebîyata Kurdî da xwedî roleke giranbuha ye.
Burkay: İro navenda edebîyatê êdî ne xerîbî ye. Ji ber ku beşekî Kurdistanê li Başûr êdî azad e, li wir zmanê Kurdî jî êdî azad e, zmanê resmî ye, bi dibistan, zanîngeh, radyo û televîzyonê... Her usa jî li Bakûr û Rojhilat û li cîyên dinê zmanê Kurdî bi temamî azad nebe jî, îro qe nebe bi destê rewşenbîrên Kurdan heya derecekî bi kar tê.
Divê em ji bîra nekin ku di dema Yekitîya Sowyêt da li welatên Kafkas, bi taybetî li Ermenîstanê, her usa jî li Moskow û Lenîngradê dibistan û sazîyên Kurdî hebûn (ku hîn jî hene), Kurdên Sowyêt di gelek waran da -wek edebîyat, rêzman, dîrok- gelek berhem dan.
Berhemên Kurdî, çi li welat, çi li der welat pêk bên, tesîreke baş dikin li ser zman û edebîyatê. Lê ji bo ku çand û edebîyata Kurdî li ser axa xwe zêdetir geş be, divê Kurd azad bin, karê welatê xwe bi destê xwe rêva bibin, Kurdî bibe zmanê resmî li hemû parçên welat, xwendin bi Kurdî be ji dibistanê heya zanîngehê, radyo û têlevîzyon bi Kurdî be. Ev yek jî tenê bi kar û xebata edebî û çandî nabe, her usa bi kar xebata sîyasî dibe. Ango ev herdu kar, ya çandî û ya sîyasî, bi hevdu ra bi xurtî girêdayî ne.
Dengbêjî, xalek gelek girîng e di edebîyata Kurdî de. Her usa edebîyata Kurdî ya devkî, rûmetek bilind dide dengbêjîyê. Gelo dengbêjin Kurd hetanî îro çi xizmet dane edebîyatê.
Burkay: Belê, dengbêjî di muzîk û edebîyata Kurdî da xwedî roleke giranbuha ye. Zemanê berê musecele tunebûn û bo nivîsandin û çapkirinê jî firsendên Kurdan kêm bûn. Kitêbên heyî jî gelek caran di zeman da hatin şewitandin yan jî winda bûn. Lê dengbêjan dewlemendîya zman û berhemên edebî, gelek çîrok û destanên berê heya derecekî parastin, di nav gel da belav kirin û ji neslekî derbazî neslê din kirin. Wek nimûne Destana Memê Alan, ya Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik û gelekên dinê. Dengbêjan di parastin û jîyandina folklora Kurdî da karekî gelek giranbuha kirine û hîn jî dikin.
Tê gotin ku niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman berhemek pir hêja ye di edebîyatê de. Her weha, roman barkêşê gotara niştimanperwerî ye. Edebîyat û romana Kurdî çi tesîrek li doza Kurdayetî kirîye?
Burkay: bi raya min, mirov nikare bêje ku “niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike.” Gelek tişt hene ku dibin sedemê niştimanperwerîyê û wê geş dikin, wek ajîtasyon û propagendeya sîyasî, muzîka gelêrî, zulma bîyanîyan û berxwedan û hwd... Lê edebîyata gelêrî jî tesîreke baş dike li ser niştimanperwerî. Roman yek ji wan berhemên edebî ye ku dikare vê tesîrê bike. Lê ne tenê roman, her usa jî şiêr, çîrok, berhemên di warê zman dîrokê da.
Ger em li jîyana Kurdan binêrin, dikarin bêjin ku di jîyana wan da, di bingehê bîr û bawerî û hîsên niştimanperwerî da rola şiêr girantir e. Mem û Zîna Ehmedê Xanî şiêr e, sê sed sal berê hatîye nivîsandin û wek çavkanîya welatparêzî ye. Şiêra Cîgerxwîn jî yek ji wan çavkanîyên xurt e di warê welatperwerî da.
Romana Kurdî gor şiêr gelek dereng hat û mirov dikare bêje ku ev tişt ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelek miletan usa ye. Lê em dikarin di warê roman da jî nimûneyên baş bidin ku tesîrek baş li welatperverîya Kurd kirine. Yek ji wan romana “Dimdim” ya Erebê Şemo ye ku li ser Qela Dimdimê hatîye nivîsandin.
Xuyaye di edebîyata Kurdî de helbest zêdetir pêş ketîye. Çima? Helbesta klasîk a Kurdî û ya nujen bi çi şîweyî divê ji hev werin cudakirin, yanî çi ferq di navbera wan de heye?
Helbesta me ya klasîk him bi şikil, him jî bi naverok ji edebîyata modern cuda dibe
Burkay: Mirov dikare bêje ku di edebîyata hemû gelan da berê şiêr (helbest) peyda bûye û roman piştra hatîye. Wek nimûne, di Yunan û Latîna kevn da helbest hebû, destan û şiêr hebûn, teatir hebû, lê roman tunebû. Roman berê di edebîyata Ewrûpîyan da, bi taybetî di ya Frensî û İngîlîzan da xwe nîşan da. Di edebîyata Ereb, Faris û Tirkan da jî roman û çîroka modern di van sed- sed û pêncî salên dawî da xwe nîşan da, lê şiêr ta ji berê da hebû. Bona vê yekê ne ecêb e ku ji bo Kurdan jî usa be.
Eleqa “pêşketinê” jî bi vê yekê ra heye. Formeke edebî ku zêdetir bi kar bê helbet bi pêşkeve. Di zmanê Kurdî da roman dereng dest pê kir, emrê xwe hîn ne gihaye sed salî; bona vê yekê jî bibê nebê hîn edebîyata Kurdî di vî warî da dewlemend nin e û têrî xwe pêş ne ketîye. Helbet ev yek bi azadîya zman ra jî girêdayî ye. Bend û qeydên li pêş zmanê Kurdî tesîra xwe li ser hemû edebîyatê dike, rê nade ku edebîyata Kurdî bi xurtî geş be.
Helbesta me ya klasîk him bi şikil, him jî bi naverok ji edebîyata modern cuda dibe. Yê klasîk formên xwe ji şiêra Erebî û Farisî girtîye û bi wezn (piranî bi arûz) û kafîye ye. Dîsa, piranî bi dubeytan, yan jî bi şiklê rûbayî (çarîn) têne nivîsandin. Lê şiêra modern di Kurdî da jî şiêra “serbest” e. Ango weznên kevn bi kar nayên û kafîye hebe jî wek şiêren berê bi qeyde û dezge nin e.
Lê şiêra nujen her usa jî bi naveroka xwe nujen e. Ango şiêra nu xwedî babetên teze ye, behsa jîyana mirovan ya rojane û hemdem, pirs û derdên gel, yên bindestan jî dike.
Carina jî şair dikare di bin formên kevn da babetên teze bi kar bîne. Bi taybetî hin şair forma “Rubayî” ango “çarîn” îro jî bi kar tînin, lê tiştên teze dibêjin. Rûbayîyên wan ne tenê li ser gul û bilbilê, “şerava gulreng” û “delalên rûperî” ne... Min bi xwe jî qasî 300 çarîn nivîsandin, ku bi raya min, ew sentezek (li hevanînek) ji şiêra kevn û ya nujen in.
Di hişyarbûn û pêşketina milletan da rola ziman çi ye?
Mirov, her usa jî bi zmanê xwe mirov e.
Burkay: Zman yek ji wan anasirên esasî ye ku bê wê millet nabe millet; wek welat, wek dîrok... Zman hebûna milletekî ye. Milletên mezin her usa jî xwedî zmanên taybetî û dewlemend in.
Yê me Kurdan, welatê me jî zmanê me yê taybetî û dewlemend jî heye. Dîroka me gelek kevn û dewlemend e, ji Hûrî û Mîdan tê. Bav û kalên me hîn hezaran sal berê bi nivîsa mixî û hîyeroglîfî nivîsandine. Kurdîya îro ji wan çavkanîyên dîrokî tê.
Lê bi taybetî di van sedsalên dawî da ji ber ku Kurd ne azad bûn, welat parçe û millet bindest bû, zmanê me jî şunda ket, rê û ronahî ne dît ku geş be, pêşva biçe.
Pêvendîya ziman û raman û edebîyatê çi ye? Berhemên edebî, lazim e li gor zmanên xwe, yan li gor kesayetîya nivîskarên xwe werin bi nav kirin?
Edebîyateke baş li ser bingehê zmanekî pêşketî çê dibe.
Burkay: Mirov bi rîya zman didin û distînîn. Ango mirov, her usa jî bi zmanê xwe mirov e. Zman her usa hacetê neqilkirina zanînê ye di navbera mirovan da bi devkî û nivîskî. Dema zman nebe, zanîn jî nabe û berhemê bav û kalan di vî warî da nayê parastin.
Edebîyat berhemekî delal e di warê zman da. Edebîyateke baş li ser bingehê zmanekî pêşketî çêdibe. Her usa jî zman bi destê mirovên nivîskar û edîb bi pêşva diçe û dewlemend dibe. Çawa zêrkêş û sîmkêş li ser zêr û zîv dişuxulin û jê berhemên xweşik diefrînin, nivîskar jî usa li ser zman dişuxulin û berhemên teze û xweşik pêk tînin.
Helbet berhemên edebî, divê gor hêjayîya xwe bêne nirxandin, eleqe û qîmetê bibînin, ne gor nav û kesayetîya nivîskar.. Lê rastîyek jî heye, berhemên nivîskarên bi nav û deng bala xwendevanan zêdetir dikişînin. Nav û deng jî di rojekê da çênabe, jê ra zeman lazim e. Ger nivîskarek bi berhemên xwe bawer e, divê sebir bike û dev ji kar û xebata xwe bernede.
Her usa jî, berhem xweşik be jî têrê nake, divê bê naskirin, xelk jê agahdar be. Ew jî bi riya mirovên rexnekar, ango mirovên ku di warê edebî da berhemên nivîskaran dinirxînin; başî, delalî û kêmasîyên wan nîşan didin; bi riya wan dibe. Mixabin hîn di civata me Kurdan da mirovên usa zana, ku bi karê han mijûl in, kêm in.
Pirs û kêşeya yekitîya elfabe û zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe?
Ger yekitîya gel û welat hebe, zmanekî standart jî di zeman da çêdibe
Burkay: Eva pirseke mihîm e ji bo zmanê Kurdî. Hebûna zaravayên cuda cuda tiştekî normal e, ango ev yek di hemû zmanên mezin da heye. Ger yekitîya gel û welat hebe, zmanekî standart jî di zeman da çêdibe. Lê mixabin, ku welatê me parçebûyî ye, ji bo nêzikbûna zaravayan jî asteng hene. Her usa jî, ji ber parçebûna welat, di zmanê Kurdî da çend elîfbayên cuda bi kar tên, wek Erebî, Latînî û Kîrîlî...
Ji bo vê yekê, mixabin çareyekî hêsan nîn e. Di vî warî da her usa jî çareserîya sîyasî û zeman lazim e. Ango divê Kurd azad bin û sazîyên wan ên çandî hebin. Ew di vî warî da sîyasetekê bidin pêş xwe, qeyde û dezge daynin ji bo yekitîya zman û elîfbê.
İro li Başûr ji bo vî karî mecal heye. Ango li wir hukumeta Kurd û û dezgeyên Kurdî bi hevra dikarin li ser vê babetê bisekinin û sîyasetekî rast bikin ji bo çareserîya van pirs û probleman. Hin kes dibêjin zaravayê Soranî, ku di warê xwendin û nivîsandinê da zêdetir pêş ketîye, bila di temamîya Başûr da û bi tenê bi kar bê. Lê ev ne pêşnîyareke realîst e. Him beşekî Kurdistana Başûr û Rojava zaravayê Kurmancî bi kar tîne, him jî Kurdistana Bakûr bi giranî Kurmancî bi kar tîne. Bi raya min, divê li Başûr jî herdu zarava him di dibistanan da, him jî di warê fermî da bi kar bên. Ev pirs bi rê olaxên zorî çareser nabin. Divê metodên demokratîk bi kar bên. Ango hemû zaravayên Kurdî jî bila serbest bin, bi kar bên. Ew hêdî hêdî nêzî hev dibin û yekitî di zeman da çêdibe. Eger çênebe jî dinya hilnaweşe...
Pirsa elîfbê jî usa ne. Devberdan ji elîfba Erebî (ji bo Kurdên Başûr û Rojhilat) ne tiştekî hêsan e. Bi sedsalan Kurdan ew elîfba bi kar anîne, berhem bi vê elîfbê dane. Lê dibe ku di dahatû da ji vê yekê ra çare tê dîtin.
Xebata di warê ziman û gramera Kurdî de bes e yan na? Hewceyî îro zêdetir bi çi heye? Gelo mumkun e ku di ayendeyî de (rojên pêş de) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên Kurdî pêk hatîye çêbe? Ji bo vî karî lazim e çi were kirin û ev wezîfeyê girîng lazim e ji alîyê ke ve were pêk anîn?
Divê em, berî her tiştî zmanê xwe zelal bikin,
Burkay: Rewşenbîrên Kurd û biyanî di warê elîfba, rêzman û ferhengê da heya nuha gelek kar û xebat kirine û gelek berhemên hêja dane. Lê helbet ev yek têrê nake. Ji nuha pêve jî divê di vî warî da kar berdewam be. Ji xwe zman, wek civaka mirovan di halê xwe da namîne, tim diguhure, xwe teze dike, pêşva diçe û tim pirs û pirsgirêkên teze derdikevin pêş.
İro, bi raya min, ji bo parçên dinê (Bakûr, Rojhilat û Kurdên Sûrî) tiştê herî mihîm xwendin û nivîsandina bi Kurdî û karanîna Kurdî ye di karê rojane da. Ji ber ku, bi taybetî li Kurdistana Bakûr li ser Kurdan asîmîlasyoneke mezin heye, zmanê Kurdî di xeterê da ye.
Lê mixabin, li vî parçeyî (Bakûr) dibistanên Kurdî tunin û gelek asteng hene li pêş karanîna zmanê Kurdî. Têlevîzyon dikare di vî warî da roleke baş bilîze, ango zmanê Kurdî bi kar bîne, bernamên baş çêbike û bala Kurdan bikişîne, zmanê Kurdî xurt bike. Lê ji ber ku Tirkîye destûra têlevîzyonên Kurdî nade û li pêş weşana radyo û têlevîzyona Kurdî hezar astengî datîne, hingê divê Kurd vî karî li dervayî Tirkîyê pêk bînin, têlevîzyonên baş ava bikin.
Di warê ferhengê da jî helbet, nuha şunda jî kar û xebat wê bê kirin û ferhengên têkûztir wê derkevin. Lê bi şiklê ku mirov gotinên hemû zarav û devokên Kurdî di ferhengekê da bicivîne, bi raya min, nabe. Ev yek xizmeta yekitîya zman nake, lê dikare serda jî di zman da tevlihevî derxe.. Helbet sal bi sal têkilîyên Kurdên parçên cuda cuda xurt dibe, çûn hatin û danustandin zman jî nêzî hev dike. Ew gotinên teze ji hevdu digrin û eva tiştekî baş e. Lê ev tişt jî bi lez û bez nabe. Ango mirov nikare zarava û devokan tev li hev bike û tiştekî wek aşûre jê derxe...
Ger em di vî warî da li halê kurmancî binêrin, gor 30-40 sal berê guhartin û peşveçûneke baş çêbûye, di warê xwedin û nivîsandinê, heya di warê axaftinê da zman standardîze bûye. Divê li ser vê bingehê em bimeşin.
Di vî warî da rola ku dikeve ser nivîskaran mihîm e. Divê ew, berî her tiştî zmanê xwe zelal bikin, usa binivîsin ku baş jê bê fêmkirin. Bona vê yekê jî divê hosteyên berî xwe baş bixwînin, jê feyde bistînin û nebêjin ku “zmanê Kurdî bi min dest pê dike!”
Berhemên Burkay yên Nivîskî:
Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivîsandinê kirîye. Berê tenê bi Tirkî dinivîsand. Wê wextê kovar, rojname û pirtûkên Kurdî bi dest ne diketin û wî jî xwendin û nivîsandina Kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkîyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivîsên Kurdî xwe nîşan dan û çend kitêbên Kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivîsandina Kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivîsand. Ew kovar li Elmanya bi destê rêxistina "Hevra" derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.
Dema 1974 da ku vegerîya welat û wî û hevalên xwe Rîya Azadî û Roja welat derxistin, wî di van weşanan da bi Kurdî jî nivîsand.
Kemal Burkay di 30-40 salê derbazbûyî da di gelek kovar û rojnamên Tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrûs Yarina Dogru, Yeni Toplum, Sesimiz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yeni Akiş, Ezilenler, Ronahî, Rîya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze, Dema Nû) yên edebî û sîyasî da, him bi navê xwe, him jî bi gelek navên dinê nivîsandin. Yên heyî da hîn jî dinivîse.
Nuha jî di Dema Nû da, ku rojnameyeke hefteyî ye û him li Dîyarbekê, him jî li Elmanya çap dibe, her usa jî di malpera www.kurdistan.nu da bi Kurdî û Tirkî dinivîsîne.
Heya nuha qasî 40 kitêbên wî û bi dehan jî brûşûrên (kitêbik, yan jî kitêbên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beşeki wan bi Tirkî, beşek bi Kurdî, beşek jî bi herdu zmanan in. Beşek ji van kitêb û broşûran sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka Kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partîyê ne. Beşekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandî ne, wek şiêr, roman, çîrok (hîkyat), çîrokên zarokan, lîstikên teatir û hwd…
Çend berhemên wî jî, di demên rev û veşartinan da winda bûn. Di nav wan da berhevoka şairên Tirk û gelek şiêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn Kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî..
Hin şiêrên wî hatin wergerandin û bi zmanê Îngilizî, Elmanî, Îtalyanî, Swêdî, Bulgarî, Yunanî, Erebî û Farisî di kovarên biyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji şiêrên wî bi navê "Helîn" bi zmanê Elmanî di nav Weşanên KOMKAR da derket. Dîsa beşek ji çarînên wî hatine wergerandin û bi navê ”Vierzeiler” bi zmanê Elmanî di nav Weşanên KOMKAR da çap bûn. Bajarê Cremona li Îtalyê di sala 2004 da, xelata Premio Cremona ya şiêr ji bo biyanîyan, ji ber şiêra wî ya bi navê Hêlîn, da Burkay.
Pirtûka wî ya ser tarîx, çand û erdnîgarîya ”Kurd û Kurdistan” hat wergerandin û bi zmanên Bulgarî û Yunanî li Atîna û Sofyayê çap bû.
Berhemên Burkay ên çandî ku heya nuha çap bûne ev in:
1- Yaşamanin Ötesînde (Li Wî Alî Jîyanê); roman, bi tirkî; di sala 1964 da di rojnama "Vatan" da derket. Wek kitêb çap nebûye.
2- Prangalar; şiêr, bi Tirkî; di sala 1966 li Enqerê, di nav weşanên "Memleket" da çap bû.
3- Helbestên Kurdî; şiêr, marş û fabl; di sala 1974, li Elmanya, di nav "Weşanên Ronahî" da derket.
4- Dêrsîm; şiêr, bi Tirkî, di sala 1975 li Enqerê, di nav weşanên "Toplum" da derket.
5- Dawîya Dehaq, pîyesê manzûm (lîstika teatir e, bi şiêr); him bi Tirkî him bi Kurdî, berê di kovara Rîya Azadî da derket, piştra di nav weşanên Rîya Azadî da li der welat,, piştî wê jî di nav weşanên Deng da li Îstembolê çap bû.
6- Aliko û Baz; Kitêb bo zarokan; bi Kurdî, sala 1988, li Stokholmê, di nav "Weşanên Roja Nu" da çap bû. Piştra bi zmanê Elmanî, bi navê ”Aliko und Bussard” di nav Weşanên Komkar da çap bû. Dîsa di sala 2005 da bi navê ”Aliko ock Sparvhöken” bi zmanê Swêdî û di nav Weşanên Roja Nû da çap bû.
7- Dersên Zmanê Kurdî; bi navê Baran; sala 1988, di nav Weşanên Roja Nu da derket. Piştra li Îstembolê di nav Weşanên Deng da çapên teze derketin. (Vê dawîyê çapa 6. derket).
8- Azadî û Jîyan (Özgürlük ve Yaşam); Hin şiêrên ku ji du kitêbên wî ên berê (ji Prangalar û Dêrsim) wî hilbijartîye û kirîye Kurdî; tevî Tirkîya wan di sala 1988 da, di nav "Weşanên Roja Nû" da çap bûn; piştra, sala 1993, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da cara duwemîn çap bûn.
9- Çarîn (Rubaîyên Kurdî), sala 1992 di nav Weşanên Roja Nû da çap bûn. Cara duwem sala 1996, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da, tevî Tirkîya wan çap bûn. 244 heb in û temamîya wan eslê xwe Kurdî ne û piştra bi destê Burkay bûne Tirkî. Beşek ji wan hatin wergerandin û bi zmanê Elmanî di sala 2003 da li Elmanya di nav Weşanên KOMKAR da bi navê ”Vierzeiler” çap bûn.
10. Geçmişten Bugüne Kürtler ve Kürdîstan, Cild 1; (Ji Destpêkê Heya Îro Kurd û Kurdistan); li ser erdnîgarî, dîrok û edebîyata Kurd e; 544 rûpel, bi Tirkî; sala 1992 li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket. Heya nuha sê çapên dinê çêbûn. Ev kitêb li Bulgarîstanê, bi zmanê Bulgarî, li Yunanîstanê jî bi zmanê Grêkî çap bû.
11- Yakilan Şiirin Türküsü (Kilama Şiêrê ku Hat Şewitandin); şiêr, bi Tirkî, sala 1993, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
12- Berf Fedî Dike; şiêr, bi Kurdî, sala 1995, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
13- Can Taşir Dîcle; şiêr, bi Tirkî; di sala 1998, li Îstembolê, di nav Weşanên Deng da çap bû.
14- Cemalî li Welatê Qirokan; çîroka zarok û mezinan e, mîzahî (pêkenî) ye; dı nav Weşanên Roja Nû da, navê nivîskar wek ”Cemalî” çap bû; 1998- Stockholm; bi wêne, 176 rûpel.
15- Şahînşahîya Goga Lingan; Hin nivîsên mîzahî (pêkenî) ku di kovar û rojnaman da derketibûn; hinek bi navê Cemalî bûn, hinek jî bê nav; Kurdî û Tirkî bi hevra; 1997-Îstembol; weşanên Deng.
16- Telefon; listika çar perde; sala 2003, di nav Weşanên Roja Nû da bi navê Cemalî çap bû.
17- Adim Adim Özgür Kürdistan; nivîsên gerê li Kurdistana Başûr; bi Tirkî ; bi wêne; Weşanên Roja Nû, 2005-Stockholm.
18- Gav bi Gav Kurdistana Azad; nivîsên gerê li Kurdistana Başûr, bi Kurdî; bi wêne; weşanên Roja Nû; 2005-Stockholm.
Hin kitêbên Bûrkay yên teorîk û yên ku ji nivîsên sîyasî pêk tên jî ev in:
1-Türkiye Şartlarinda Kürt Halkinin Kurtuluş Mücadelesî (Di Rewşa Tirkîyê da Têkoşîna ji bo Rizgarîya Gelê Kurd); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanên Ronahî, 1973, li Elmanya, bi navê Hidir Murad.
2- Mîllî Demokratîk Devrîm (Şorişa Netewî-Demokratîk); lêkolîn; bi Tirkî, Weşanên Ronahî, 1973-Elmanya.
3- Sosyal Emperyalizm Sorunu ve Türkiye'de Maocu Akim (Pirsa Împeryalîya Civakî û Tevgera Maoîstî li Tirkîyê); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere.
4- Milli Mesele ve Kürdistan'da Feodalite-Aşiret (Pirsa Netewî û Feodalî-Eşîrtî li Kurdistanê); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere; bi navê C. Aladax.
5- Kürdistan'in Sömürgeleşmesi ve Kürt Ulusal Hareketleri (Kurdistan Çawa Bû Kolonî û Tevgerên Neteweyî ya Kurd); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Rîya Azadî, 1978-Enqere.
6- Emperyalizm ve Kültür; 1978-Enqere; Weşanên TOB-DER.
7- Devrimcilik mi Terorîzm mi? (Şoresgerî yan Terorîstî?); lêkolînek li ser PKK; bi Tirkî; Weşanxana Rîya Azadî, 1984, li Ewrûpa.
8- Kürt Sorunu, Bariş ve demokrasi (Pirsa Kurd, Aşitî û Demokratî); hin nivîsên Tirkî ku di Kovara Deng û Rojnama Azadî da derketibûn, Weşanxana Deng, Îstembol; bi navê Alî Dîclelî.
9- Seçme Yazilar, Cilt 1 (Nivîsên Bijarte, cild 1); bi Tirkî, Weşanxana Deng; 1995-Îstembol.
10- Seçme Yazilar, Cilt 2 (Nivîsên Bijarte, cild 2); bi Tirkî, Weşanxana Deng, 1996-Îstembol.
11- Gula Çile; hin nivîsên Burkay ku bi Kurdî û bi navê Ferhad Can di Rojnama Azadî da derketibûn; Weşanên Deng; 1995-Îstembol.
12- Aso; beşek dinê ji nivîsên Kurdî bi navê Ferhad Can; Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.
13- Baxçe; beşek dinê ji nivîsên Kurdî bi navê Ferhad Can; Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.
14- Aç Adam ve Kaval (Mirovê Birçî û Bilûr); Hin nivîsên Bûrkay ku bi navên Ali Dicleli û Cemil Baran di rojnameyên hefteyî wek Azadî, Ronahî da (li Îstembolê derdiketin) çap bûn. Weşanên Roja Nû, 2003-Stockholm.
15- Cin Çarpmiş Toplum; beşek dinê ji nivîsên bi navê Cemîl Baran; Weşanên Roja Nû-2003-Stockholm.
16- PSK Ne Diyor Ne İstiyor? Bersîvên ji bo nameyên xwendevanan; Weşanên Roja Nû; 2003-Stockholm.
17- Kurdish Question and Socialist Party of Kirdistan; Hin nivîs, beyan, rapor, nameyên Burkay ku bi zmanê Îngilizî çap bûne. Weşanên Roja Nû, 2004-Stockholm.
18- Anilar-Belgeler, Cilt-1; Bîranînên Burkay, Cildê Yekem; bi Tirkî; 414 rûpel ; çapa yekem: Weşanên Roja Nû, 2001-Stockholm; çapa duwem: Weşanên deng, 2002-Îstembol. (Bîranînên Burkay qasi 4 cildan digrin, cildên mayî jî hazir in û di dema pêşîya me da wê çap bin).
Hin berhemên Burkay ku wek broşûr çap bûne
(kitêbik, ango ji sed rûpelî kêmtir). Vana hemû bi zmanê Tirkî ne:
1- Sîyasetên Şaş yên Çep û Rastê û Sîyaseta Sosyalîstan (Sağ ve Sol Sapmalar ve Tutarlı Sosyalist Politika); 1979, Weşanên Roj.
2- Di Hilbijartinên 14’yê Çirîya Paşîn da Emê Rîya Rizgarîyê a Rast jı Xelkê ra Nîşandin (14 Ekim Seçimlerinde Kitlelere Gerçek Kurtuluş Yolunu Gösterelim) 1979-Weşanên Roj.
3- Li Ser Ehlaqa Sosyalîst (Sosyalist Ahlak Üzerine); 1988-Weşanên PSKT.
4- Li Ser Demokratên Şoreşger û UDG Çima bi Ser Neket (Devrimci Demokratlar Üzerine ve UDG Neden Hayata Geçmedi) 1981-Weşanên Rîya Azadî.
5- Şoreşa Kurdistana Îranê (İran Kürdistanı Devrimi) 1982-Weşanên PSKT.
6- Derheqê Partîyê (Parti Üzerine) 1982-Weşanên PSKT.
7- Ji Bo Milîtanên Partîyê (Parti Militanı İçin) 1988-Weşanên PSKT.
8- PSKT, Prensîbên Wê û Uslûbê Xebatê ( TKSP-İlkeleri, Mücadele Anlayışı); 1988-Weşanên PSKT.
9- Ray û Dîtinên Konferansa PSKT ya Dervayî Welat ( TKSP Yurtdışı Konferansı Tezleri); 1989-Weşanên PSKT.
10- Pirsa Jinan (Kadın Sorunu); Weşanên Deng, 1996-Îstembol.
11- Li Ser Ol û Sîyasetê (Din ve Siyaset) Weşanên Deng, 1996-Îstembol.
12- 25 Sal-Têkoşîneke bi Prensîp û bê Westan (25 Yıl – İlkeli, Uzun Soluklu Bir Mücadele) Weşanên PSK, 1999-Koln.
Wek Werger:
Hin kitêbên ku Burkay ji Kurdî wergerandine Tirkî; yan jî ji zmanên din kirine Kurdî ev in:
1- Şivanê Kurd (Kürt Çoban), ji Ereb Şemo, roman; sala 1977 li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
2- Destana Memê Alan (Memê Alan Destanı); Berevoka Lescot; sala 1978 li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
3- Kulîlkên Çîya (Dağ Çiçekleri); şiêrên Eskerê Boyîk; li sala 1979, li Îstembolê, di nav Weşanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
4- Wllîam Tell, ya Katharîna Scherman, Burkay ji Îngilizî wergerandîye Kurdî; di sala 1993, di nav Weşanên Roja nu da derket.