Wekî destpêk hûn dikarin vê konferansê çawa binirxînin? Kêmasî li gor we çi bû û ji bo pêşerojê hêviyên we çine.?
Pêş hemu tiştî lazime ku ez bêjim amade kirina konferansek wiha gelek gring u ewqas jî, pêwîst bu. Lewra dibe ku civîna vê konferansê, hûnermendê Kurd li hev nêzîktir bike u ev nêzîkbuyîn ber bi yekîtîyek ve bimeşe. Her wek tê zanînn, îro gelek pirsgrek u kêşeyên mûsîq u hûnerê Kurd hene u hemu jî, li benda çareser kirinê ne. Ji asîmîlasyon u pişaftin u talan kirinê, bê gûman musîq, ji hemu waran zêdetir para xwe distîne..Yên ku sitranên welatan çê dikin, ji wanên ku zagonên welatan çê dikin, hêjatir u bi rumettir in. Ev gotinek pir bi nirx e. Lewraye ku asîmîlasyoner ewil ji pişaftina mûsîqa Kurdî dest bi kar kirine. Dibe ku ev konferans bibin silsile u her tim dewam lê were u xal u halên asîmîlasyon u pişaftinê, ji ser sîngê mûsîqa Kurdî, were paqij kirin u maliştin.Konferans namzetê vê yeke bu , bi raya min.
Her weha Mûsîqa Kurdî gelek jar u zeîf buye ji ber derb u zerbên bîyanîyan. Wisan ku ber bi bê pênasîyê ve daketîye rê. Ev rê rêya xeter u nemanê, rêya xela u mirinê buye. Ger xebatên weha bi nirx u akademîk nebin, bê şik mûsîq tenê bi serê xwe nikare ji vê rêyê vegere. Kor u tîm u ekîbên lêkolîner dikarin di nav xwe de her kes li gor zanebun u pisporîya xwe, kar u barên xwe dabeş bikin u bi hêz u xebatêk bijare wê mûsîqa ku niha sewse u hatîye tewş kirin carek din ji nu ve bi ser esl u astarê wê paşve vegerînin.
Ev hêvî min zêdetir heyecan dike u ez bawerim ku bi xizmet u xebatên wiha di zûtirîn wextek de wê gelek berhem u çalakîyên baş bi dest bikevîn. Her weha cîyê şanazîyê ye ku êdî xweş halin ku desteyek bijare lêzan u agdarê mûsîqê ji nav jenerasyona nu a Kurdan perwerde dibe.
Ji bo destpêkê ev konferans bi raya min serkeftî bu. Di hemu karan de kêmanî xûya dikin. Her weha ew kêmasîyê ku hatindîtin carek din wê nemînin u konferans u xebatên ayende, wê baştir u têkûztir bêne amade kirin. Ez bawerim ku dem u derzgeyên mûsîqa Kurdî çiqas zêde bibin ewqas başe u wê karê me hêsantir bikin. Lazime ku rojek zûtir mûsîqa Kurdî vebere ser koka xwe.Her weha taze aj bide u rabe ser pê. Vî karî jî, tênê korên xebatê, dem u dezgeyên wekî vê konferansê dikarin bidin hewil dan.
ASTA MÛSÎQ U HUNERÊ KURD
Li gor we ji bo muzîka Kurdî bigihêje asteke giranbiha divê çi bê kirin?
Ya rast îro jî Mûsîqa Kurdî geyîştîye astekî berz u bilind. Beramber bi dû, gelek gavên baş hatine avêtin.Ji roja ewil u hetanî îro mûsîq kutahî bi jîyana xwe nanîye. Lewra folklora Kurdî tenûr u kûreya musîka Kurdî buye. U dengbêjên Kurd wekî bilbilên baxê beheştê, her sitrîyane u ji ser lêvên xwe sitran u kilaman kêm nekirine hetanî îro. Di dîwan u hizûra mazin u mêvanan de her dem wekî şalûl u bilbilan destê wan li pala gûhê wan buye u xasima di wan şevên dirêj ên zivistanan de hetanî berê sibê qîriyane. Ev kevneşopîyek taybetî u serwetek hêjaye di destê hunermendên Kurd de ku dikarin pê kûbarîyê bikin. Lewra şensek wiha di destê kêm hûnermendên dunyayê de heye.
Sedem ku xezîneyek wiha giranbiha di destê me de heye, lazime em jê gelek îstîfade bikin. Reng u rûyê mûsîqvan, çî be, bila bibe, divê ew ji kanîya folklora Kurdî dûr nebin u jê avê vexwin.Her huner li ser aqara xwe perwerde dibe u digêjê astên bilind.
Heyf u mixabin ku îro gelek hunermend u sitranbêj hene ku di nav şaşîyek mezin dene u her tim bi wî alî, bi vî alîve kaş dibin. Ew nizanin ka gelo çî bikin. Di nav alozîyek pênasî de ser u dilê xwe di êşînin. Lazime ku ew dev ji xwe kaşkirinê berdin u bi zûyî ve werne ser kanîya folklora xwe u tênîtîya xwe li wê bişkênin. Wê bibînin ku ew ê serfiraztir u dilşatir bibin.
İro divê li gor sewtên nûjen ên dûnyayê em jî mûsîqa xwe bi pêş ve bibin. Dengê me li derveyê sînorên me jî bê bihistin. Bizer dema ku gûhdarîya me bikin bizanin ku em Kurdin u ew sitranên li ser lêvên me berhemên folklor u çanda Kurdî ne. Ez li gor karîna xwe wezîfeyek weha dikim. Helbete bi min wisa xuya dike. Nizanim geleo ka bese yan na.. ? Bê şîk têne cehd u hewla min jî, ne bes e. Lazime gelek kesên din jî berê xwe bidne ser wrê sewt u mûsîqa dunyayê.Lê li ser koka xwe tiştên nu nûjen bi afirînin.
Jİ ALÎYÊ GEL VE NİRXANDİNA HUNERÊ KURDÎ Dİ ÇÎ HALÎ DE YE .
Em dikarin bêjin hunermendên Kurd bi her awayî mafên ku divê bê dayin distînin. Hem ji aliyê gel, hem ji aliyê sazî û dezgehan û hem jî ji aliyê aborî?
Bi rastî em îro nikarin bêjin ku yek hûnermendê me jî, di hal u mercek baş de dixebite. Her wiha reşa aborî u zirûfên civakî mixabe ku ne ligora xwesteka dilê me ne. Lewra em hûnermendên miletek bin destin. Li her cîyekê dunyayê xebatên çandî u hûnerî ji alîyê dezgeyên herêmî yan jî dewletî ve têne piştevanî kirin. Yanî hûner sizîyek bilinde u perwerdebuyîna huner jî lazime were paldan u ev kar hewceyê piştgirîya dewletê ye. Lê em xwedîyê tiştek weha nînin.Lewra em hê jî sêwîne li dunyayê u bê xwedîne. Lewra tenê kûrdin ku li ser rûyê erdê nifusê wan ji 50 milyona zêdetire u hêj jî, bê dewlet in.
Di halek weha de ne qabile ku em di hemu warên jîyanê de, di kar u barên hûnerî de u di jîyana cîvakî de serfiraz u rûgeş bin. Tu dem u dezgeyek me tune ku nîşanên liyaqatê bide me. Em hûnermendên gelekî bindestin ku zor caran sitranên me xewa nevana durevînin. Wê çawa ew qedrê me bizanibin. Tenê dimîne geleme yê reben.. Ew di nav vê şerpezehî u bextreşîya xwe de wê bikare gelo çiqas me li ser desta bigre u qedr u qîmeta me bi parêze. ? Yan jî jîyana me a aborî wê çawa bi gêjê astek hevdemî di hal u mercek weha de.
Lê dîsa jî em ewqas gilîkarnebîn baştire. Eger têr u eger birçî, lazime ku em dengê sitranên xwe nebrin u her tim bi lorînin da ku rojên xweştir, bibînin. Hûnermend oksîjena gelên xwe ne. Dema dengê hunermenda bê seknandin, milketê wan nikare nefesê bidstîne. Lewra em bi dil u can di her qonaxî de hewl didin ku nefesa gelê me neyê birîn.Hîvîdarim ku di demek kurt de rewşa hûnermend u mûsîqvanên Kurd wê baştir bibe.
REWŞA MÛSÎQA KURDÎ YA ÎRO ÇAWA YE Bİ DÎTİNA AYNUR DOXAN. ?
Lazime mirov bi zanîyarîyên mûsîqa Tûrkî, mûsîqa Kurdî şirove neke. Lewra herdu ne yek tiştin.Her weha yer yekek zirûfên xwe ên taybetî hene. Her yek ji wan di merc u aqarê xwe de perwerde dibe. Ev herdu ne berevacîyê hev in. Bi hemu şîveyan ji hev cûdane u heta mirov dikare bêje ku ne cînarê hev in jî. Lewra zimanê herdukan jî her yek ji cîyek derbûye ku nêzîkî hev jî nînin. Dîsa raman u çand u folklor u zargotina herdukan jî jihev gelek dûr in. Sedem vê yekê, xeterên li ser rêya mûsîqê ji bo herduyan ne bi yek rengin. Yanî wekî ku tê qebul kirin Arabesk li ser rêya mûsîqa Tûrkî xeterek mezin e. Lê di nav mûsîqa Kûrdî de hatîye hevîr kirin. Lewra êdî buye parçeyek ji vê mûsîqê. Keza Pop, îro di mûsîqa me de hê ranebuye ser pê u hêdî hêdî xûrt dibe.Bi gûncan u îmkanên şexsî ne qabile ku zûtir geş bibe. Lewra berê hunermendê Kurd ê gelekan ber bi dûnyayê ve ketîye.
Hunermendê me jî, hê bi sererastkirin u têkûz kirina xwe ve mijulin. Zêde hayê wan ji musîka cîhenê a îroyîn tunneye. Tenê ewên ku li derveyê welat dijîn ew hinekî nasyarin lê bê gûman ev yek ne bes e. Lazime ku mirov li ser mûsîqa xwe zana u hosta be. Dema ku mirov şarezayê musîkê be, mirov ji zimanê mûsîqê fêm bike wê demê karê mirov rihettir dibe. Bi vê yekê mirov dikare li ser mûsîqa cîhanê jî, serê xwe bi êşîne. Di vira de tîştê balkêş ewe ku divê mirov tu carî ji kevneşopîya mûsîqê veneqete u ji kok u reh u rişelên mûsîqa xwe a netewî dûr nekeve ango jê cûda nebe.
İro êdî mûsîqa me jî, mîna hemu warên jîyanê li ser rêya raperîn u perwerde u pêşveçûnê ye.Ez jibo paşerojê umudwarim. Lewra ji niha ve van îşareta distînim. Lazime ji başûr ve dest bi seferberîyê were kirin u bi zûyî mûsîq ji nav lepê dijwarî u xederayî bête felîtandin. Lazime zêdetir akademî u enstîtûyên hûner u mûsîqê bêne çêkirin u li ser mûsîqa Kurdî zêdetir lêkolîn çê bin. Di radyo u televîzyona de zêdetir cih bidin mûsîqa kûrdî u rêya geşbûna mûsîqê xweştir bibe. Televîzyonê u qanalên taybetî ên mûsîqa Kurdî bêne damezrandin u li ser mûsîqa Kurdî pispor li hev bicvîn, bernameyek ajdanê dirûst bikin.
Her wek tê zanîn ku tu sazgehên fermî yan taybetî tunenîn ku pisporan perwerde bikin li ser mûsîq u torevanîya Kurdî. Ne bestekar u torevan u ristevan, ne aranjor u tonmaîster u supervîzor u kesên pispor ên mûsîqê. Em jîmecbûrê mûsîqzanên Tûrkî ne. Lewra şerît u newarême pîrnî di tema Kurdî dene lê hinek caran jî bêhna Tûrkî ji wan tê. Helbete ev tişt pirsa hemu hunermendde Kurdin. Ev jî bêçarîyek mezin e. Lazimê konservwatûar u aqademîyên Kurdî bêne danîn ku ev pirs çareser bibe. Eger dewlet neke jî, bi yamin beledyeyên Kurdî dikarin dest bavêjine tiştek weha u li ser vê pêşnîyarê serê xwe bi êşînin.
XEBAT U CEHDA ROJÊN AYENDE
Xebatên we yên niha ji bo albumeke nû hebe em wê jî ragihînin xwendevanên xwe.
Niha xebateke min ê amadebûyî tuneye. Lê ez li ser repertuwara xwe di xebitim u min nîyete ku ez kasetek baş u xûrt amade bikim. Hê ev xebat ne geyiştiye. Ez baş dizanim kû bîzer u gûhdarên min ji min tiştên baştir hêvî dikin. Lewraye ku ez jî acelê nakim. Bi bêhna fireh wirde wirde ezê xebata xwe bidomînim. Wexta ku min bi xwe got “erê temam. Êdî hevîrê me hazire. Em dikarin bidne tenûrê.“ wê deme emê bîr u raya Kurd ji xebata xwe a nû haydar bikin. Bi vê rêyê ez ji we u ji xwendevanê we re, hez u rêzên xwe pêşkêş dikim u ji were serkevtinê dixwazim. Serfirazîyê jî, ji hemu gelême re hîvî dikim.Ez baş dizanim ku Kurd hewceyé tiştén baş in. Lewra divé mirov layiqî gelé xwe be. Divé gelé mirov bikaribe bi ewladén xwe, bi taybetî jî, bi hunermendén xwe kubarîyé bike.
(Pırsén vé hevpeyvîné ji alîyé desteyek xwendevanén zanîngehé ve ji Dîyarbekir hatıbune şîyandin. Aynur Xanim jî, bersîva wan da. Sererastkirina hevpeyvîné ji alîyé Latif EPÖZDEMİR ve hatiye çékirin.) |