Adar Jiyan
kî ye?

|
Di sala 1962'an de li gundê xwe Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye, hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana navîn li Stewrê, peyre jî Amadeyiya Îmam-Xetîbê a Mecanî li Mêrdînê, Entîtuya Perwerdehiyê li Ruhayê kuta kir.Sê salan Li Beşa Zankoya ziman, dîrok û erdnîgariyê Beşa Zimanê Fransî û Wêjeyê xwend, belê ji ber sedemên ramyarî nivco hişt. Gelek caran hat girtin û darizandin. Wekî mamosteyê polê hate wezîfedarkirin. Li gelek bajaran geriya û hate mişextin. Vê gavê mamoste ye. Heta niha di gelek kovar û rojnameyên Kurdî û Tirkî de nivîsên wî hatine weşandin. Wî di Azadiya Welat, Agirî, Jiyana Rewşen, Tîroj, Vesta, Hîwa, Kevan, Bîrnebûn, Nûbihar,Zend, Kovara W, Tûrik(Pêveka Azadiya Welat)Gulistan û Rojevê de nivîsandiye.
|
Bi baweriya we rewşenbîr divêt xwediyê çi pênaseyekê bin?
Ji bo vê pirsa we ya girîng zor spas. Belê berî ku ez besiva vê pirsê bidim, dixwazim tiştekî bibêjim. Hûn dibêjin “bi baweriya we…”Carekê navlêkirin û ravekirina nasnameya rewşenbîrekî/ê ne li gorî bîr û baweriya kesan; li gorî pîvang û formulasyonên zanistî û zanyariya civakî têne danîn û navandin. Îcar divê pêşî em vê pîvanga ku rist û peywireke mezin li wateya rewşenbîriyê bar dike ji nêz ve binasin û li gorî wê tevbigerin.
Carekê çendî ku rerwşenbîr ji nav gelekî an jî civakekê derdikeve û xwediyê nasnameyeke neteweyî be jî, ew xwediyê nasnameyeke gerdûnî ye. Rewşenbîr ew e ku her gav têkilî pirsgirêkên mirovahiyê dibe û ji bo arîşe û gelemşeyên gerdûnî li çareseriyê digere. Rewşenbîr, him suxred û hem jî berpirsiyar û peywirdarê serdema ku tê de dijî ye. Pênasiya rewşenbîr a sereke têkoşerî ye. Têkoşeriya li hemberî neyinî û xerabiyê ye. Têkoşeriya li nik bindestî û bênasnmayiyê ye. Têkoşeriya aştî, azadî û yeksaniyê ye. Têkoşeriya maf, dad û demokrasiyê ye.
Rewşenbîr, divê ji her kesî bêtir xwediyê pejnkarî û dildariyeke bêlayan û bêdeman be. Ango, divê ew bi nasnameya xwe ya gerdûnî derkeve qada jiyanê. Û li her der û deverê êş û azarên mirovahiyê di dil û mêjiyê xwe de bihîsîne û çareseriyê wan bigere.
A rast, divê xislet û taybetiyên rewşenbîr tenê bi van çend xalan neyên sînordarkirin!
Hûn rewşenbîriya kurdî bi ser çend qonaxan de parve dikin?
Bi ya min divê, tu rewşenbîr an jî ronakbîr tenê bi netewe, nîjad an jî civaka xwe neyê nasîn. Rewşenbîrê/a ku ji hêla civaka xwe ve nehatibe nasîn û pejirandin, dê ji hêla gel û civakên din ve jî nehatibe nasîn. Bi rastî ez tu car naxwazim rewşenbîriyê (çi rewşenbîriya kurdî û çi jî wekî din) cihê cihê bisenifînim û têgiheke wisa girîng ji wateya wê ya rastîn bi dûr bixim. Lewre wateyeke rewşenbîriyî ya resen û xweser heye. Û ev wate jî li tu qonax û radeyên din nayê edilandin. Rewşenbîrî ne wekî pîşeyekî rojane ye ku mirov bikaribe wî li gorî dilê hin kesan bide navandin û xebitandin. Pîvanga rewşenbîriyê ne zanebûn tenê ye; her wiha cehd û hewldanên ku xwe dispêrin zanînê jî dixwaze. Ji bo wê, rewşenbîrî nayê parvekirin. Ew bi xwe qonaxeke payeberz ya hevpar e. Û her kes jê sûd û fêdeyê werdigire.
Yanî rewşenbîriya kurdî, tirkî, erebî, farisî nîn e; belê rewşenbîrên ku bi eslê xwe kurd in, tirk in, ereb in, faris in, İngilîz in, fransî ne, ermenî ne hene. Ew jî hemû tenê wekî rewşenbîr têne nasandin.
Heke mirov behsa rewşenbîrên ku bi eslê xwe kurd in dikin, gelek rewşenbîrên hêja, binav û deng û bêhemsal ji nav kurdan derketine û derdikevin jî. Lê mirov dikare nivîskarên kurd wekî çend nifşan bisenifîne. Ew jî; yek, yên ku bi kurdî nizanin û doza zimanê kurdî dikin; du, yên ku bi kurdî dizanin û qet xwe li kurdî nakin xwedî û bi zimanê biyanî dinivîsin; sê, yên ku bi kurdî dizanin û ar û bargirê civaka xw bi kurdî dixwînin û dinivîsin… Bê guman nifşê ku hêviyê dide ev nifşê sisiyan e ku him ji bo gelê xwe û him jî ji bo mirovahiyê tiştekî xêrê dike.
Nivîskarê ku bi zimanê xwe yê neteweyî berhemên xwe dihone û diyarî civakê dike, neteweyekî diparêze. Girêdayê wê jî çand, huner û wêjeya xwe diyarî mirovahiyê dike. Parastina çandekê, xizmetê ji parastina hemû nirxên mirovahiyê re dike û wêjeya dinê dewlementir dike.
Nirxandina we ji xebata rewşenbîrên me yên Kurd derheq nasyonalîzmê çawa ye?
Nasyonalîzm, parastina pergala nîjadperestiyê ye. Pergala nîjadperest, nivîskarên nijadperest digihîne û kîn û rikdariya navbera gel û neteweyên din kûrtir û dijwartir dike. Ev yek ji bo rewşenbîrekî ne pêkan e. Belê ji bo nivîskarekî nîjadperest guncan e. Ez bi xwe ne di vê baweriyê de me ku nivîskarekî/e bindest bikaribe xwe ragihîne radeya nîjadperestiyê. Lewre ji bo nîjadperestiyê, hewcetî bi hin tiştan heye. Ango divê pêşî nîjada wî/wê yekîtîya xwe pêk anî be ku bikaribe di qada cîhanê de doza serdestî û desthilatdariya nîjada xwe bike. Her çendî ku ev feraset dûrî xislet û taybetiyên rewşenbîriyê be jî, ji bo nivîskarên kurd îro zêde ne pêkan e. Ji kîjan neteweyê dibin bila bibin, dibe ku hin kes bi hestên nîjadperestî tevbigerin û xwe bi wî awayî bidin nasîn.
Belê rewşenbîrên kurd, bi giştî hê nebûne nîjadperest. Û divê nebin jî. Lewre nivîskarên ku nîjadperest bin, nikarin bibin rewşenbîr. Jixwe ku rewşenbîr bin, wê çaxê ne nîjadperest in.
Bi baweriya we rewşenbîrên me yên Kurd heya çi qasekî karîne xwedî bandor bin li ser doza gelê me?
Bêguman doz û daxwaza gelê kurd azadî û serfirazî ye. Ev jî tiştekî rewa ye. Ango ne tiştekî ji sêrêder û derehiqûqî ye. Heta niha çi hatiye serê gelên bindest, ji ber nezanî, bêtifaqî û sersariya wan e. Ji bo azadî û serfiraziya gelekî, ferzîndeya bingehîn zanîn û zanyarî ye. Ev jî tenê bi helwest û hewldana rewşenbîrên rastîn bi dest dikeve. Wekî hemû gelên bindest, gelê kurd jî bi salan e e ku bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî mijûl dibe. Her seriyekî sewtek jê diçe. Yekîtî û şêwirmendiya neteweyî/navxweyî heq bûye. Ev bar û peywir jî teqez li ser rewşenbîrên kurd dimîne.
Wekî ku me pêşî jî got, divê rewşembîr li hemberî hemû şer û pevçûnên navxweyî û navneteweyî derbikeve. Divê pêşî ji bo yekîtiya civaka xwe û peyre jî bo aştî û aramiya cîhanê tevbigere. Heke rewşenbîrên ku bi eslê xwe kurd in vê peywirê hildin ser milên xwe û peywira xwe ya dîrokî bileyîzin, dê pêşî bandoreke mezin li ser yekîtî û ahengiya gelê kurd û peyre jî li ser gelên herêmê û mirovahiya cîhanê bikin.
Rewşenbîr dikare bibe xwediyê îdolojjiyeke taybetî?
Tu mirov nikare bê bîrdoz hebûna xwe bikudîne. Kesên ku bîrdoza wan tune be; hebûna wan jî tune ye. Ji bo wê teqez divê bîrdozeke rewşenbîr hebe- Ji xwe heye jî- Belê ev bîrdoz ne girêdayî ramyariyeke demdemî û rojane ye. Heta bêbes domdar, berfireh û zansitî ye. Yanî bîrdoza rewşenbîr zanîn bi xwe ye. Bîrdoza rewşenbîr ne ji bo cihêwazî û pevçûnên navxweyî û navneteweyî ye; berevajî wê, ji bo yekîtî û lihevkirina civakê û tevê mirovahiyê ye.
Nebûna zimanekê hevgirtî yê Kurdî çi bandorek li ser pêvajoya rewşenbîriya Kurdî hebûye?
Tunebûna zimanekî hevgirtî, xwe dispêrê gelek sedem û egerên dîrokî û civakî. Carekê zimanê kurdî bi sedan sal hatiye astenkirin û qedexekirin. Heta ku zimanek nebe zimanê zanîn û perwerdehiyê û ber û berhemên cur bi cur bi wî zimanê neyên nivîsandin, yekîtiya wî zimanî pêkan nabe. Nivîskarî û rewşenbîriya kurdî hê nû nû bi ser xwe ve tê.
Divê em ji nebûna zimanekî hevgirtî bêtir, behsa girîngiya hebûna zimanê hevgirtî bikin. Ji bo vê yekê merc û derfet hatine afirandin. Here nivîskar bi zaravayê xwe; belê bi awayekî bi rêk û pêk bi kar bînin, dê yekîtiya hevgirtina ziman û pêwendiya navbera zaravayan xurtir û hêsantir bibe. Wê çaxê, gel jî dê hêdî hêdî arasteyî zimanê xwe yê hevgirtî bibe. Ji bo wê, hewce ye ku û rewşenbîrên kurd, vê pêvajoyê lezgîntir bikin.
Bi hizra we civaka me heya niha kariye saziyeke serbixwe a rewşenbîrî çê bike ku di wir de arîşe û girêpêçkên civakê bi awayekî zanistî bixe ber bas û lêkolînan?
Heta îro gelek sazî û mezrîngeyên siyasî, çandî û hunerî hatine damezrandin. Û her yek ji wan li gorî hêz û taqeta xwe suxre û peywira xwe pêk tîne. Belê heta niha tiştekî berbiçav ku ji yekîtî û hevgirtina neteweyî ya giştî re bibe hincet zêde pêk nehatiye. Di vî warî de jî kêmasiyeke mezin xwe dide der. Xebat û xizmetên ku têne kirin jî, cih bi cih û demdemî ne. Arîşe û pirsgirêkên heyî, bi dorfirehî û domdarî nehatine dahûrandin.
Pêdivî bi saziyeke ku bikaribe hemû rewşenbîrên kurd di bin banê saziyekê de li hev bicivîne û wan arasteyî lêkolîn û dahûrandinên zansitî bike, heye. Dê ev yek bandorê li ser çareserkirina pirsgirêkên hevpar ên neteweyî jî bike.
Ji bo avakirina saziyeke wiha serbixwe hewce ye ku çi gavek bên avêtin?
Ji bo avakirina saziyeke wiha, hewce ye ku pêwendî, şêwirmendî û danûstendineke xurt pêk were. Hewce ye ku, her kes ji cem xwe de piştgirî û alîkariyê bide pêşnûmayeke wisa girîng. Hewce ye ku her rewşenbîr û nivîskar nefsbiçûkiyê bike û xwe ji quretî û pozbilindiyên bêkêr û bêxêr pak bike. Hewce ye ku kes nebêje “ez” ê bikim; bibêje “em” ê bikin.
Pêwendiya navbera rewşenbîr û deshilatê divêt bi çi awayekê be?
Pêwendiya navbera rewşenbîr û desthilatdaran, pevçûn e. Pevçûna ramyarî ye. Her çend ku rewşenbîr, li hemberî şer û pevçûnên bêyom û bêoxir be jî ew her gav bi desthilatdaran re di nav şer û pevçûnên bîrdozî, hizrî û derînî de ye.
Rewşenbîr nikare bi desthilatdaran re li hev be. Rewşenbîr û desthilatdar du hêzên pozber û lêkneker hebûna xwe bidomînin. Divê rewşenbîr tu car eman û demanê nede kes û hêzên desthilatdar û bi wan re li hevdû neyê. Jixwe sedema hebûna rewşembîr, lihemberderketina desthilatdariyê ye. Ne lihevhatina wî/wê ye.
Berhemên Adar jîyan
Seyrê Destan (kurdî)
Raveya Peyvan (Kurdî) (Weşanên Pêrî)
Ziman û Jiyan (Kurdî) (Weşanên Pêrî)
Sekeftina Morîstanan (Fabl/rist)Kurdî) (Weşanên Pêrî)
Şevên Koçber ( Çîrok, Kurdî) (Weşanên Pêrî)
Nêzîkahîtêdanek Perwerdekar Ji bo Arîşeyên Perwerdehiyê (Tirkî)
Mamoste Bi Hezkirinê Tê Nasîn (Tirkî)
(Ev hevpeyvin ji alıyé Dara Natiq ve hatıye çékirin u di rojnama AGİRİ de, jimara 57 an de hatiye çap kirin)