Bi
kerema xwe dikarî xwe bi xwendevanên me re bidî nasîn?
 |
Di
sala 1944an de li gundê Qereyaziyê, li Meleosman hatime dinê.
Min di sala 1970an de, li Erzeromê Fakulta İktîsadê,
Beşa Aborîzaniyê qedand. Di salên 1969 û 1970an de kovarên
wekî Ant û Emekê de li ser pirsgirêka Kurdî nivîsên min hatin
weşandin. Sala 1963an de jî di kovara Dîcle-Firatê de
dîsa nivîsên min hatibûn weşandin. Ev kovar bi Tirkî
û Kurdî derdiket. Her weha piştî damezrandina Partiya
Karkerên Tirkiyê (TİP), min jî dest bi xebatên siyasî
kir. 12 Adarê 1971an de ji ber sedemên siyasî derketim dervayî
welat, li Swêdê cîhwar bûm. Min çend sal li Swêdê mamosteyî
kir. Di dawiya sala 1977an de carekî din vegeriyam welêt.
Ji wê demê heya niha bi lêkolînên edebî û zargotinî ve mijûl
im. Heta niha sê pirtûkên min ên lêkolînî hatine çapkirin:
Şairê Efsanevî yê Kurda Evdalê Zeynikê, Kerr û Kulik,
Siyabend û Xecê. Ev 14-15 salên dawî de hinek rojname û kovaran
de jî nivîsên min hatine weşandin. |
Em
dizanin ku tu bi salanî li ser zargotina Kurdî dixebitî. Wekî
te jî got, berhemên te yên hatine weşandin jî hene. Em dikarin
ji berhevkirina van berheman destpê bikin. Te berhemên xwe çawa
berhevkir? Her weha, ji bo berhevkirina zargotina Kurdî, çi pêşniyarên
te hene?
Min bi sedema Evdalê Zeynikê di sala 1961an de dest bi berhevkirina
zargotinê kir. Dema biçûktiya min de li hêla me gelek dengbêj
û çîrokbêjên baş hebû. Min bi hewes ewana gûhdarî kiribûn.
Piraniya wan kilamê Evdalê Zeynikê digotin û qala Evdalê Zeynikê
dikirin. Ji wê demê virda Evdal ji min re bû meraqekî mezin. Piştî
qedandina lîseyê, min ji hinek kesan pirsa Evdalê Zeynikê kir
û ketim pey kilamên wî. Dema ku ez xwendekarê unîversîteyê bûm,
havînan li gunda digeriyam. Bi vî teherî hîn bûm ku kilam bi çi
awayî tê berhevkirin; meriv dikare kîjan kilaman hilde; kilam
û zargotin çawa tên berhevkirin...
Paşî min bala xwe dayê, çênabe ku bi awayekî rastedûz meriv
qîma xwe tenê bi berhevkirina kilaman bîne. Lewra hem Evdalê Zeynikê,
hem jî dengbêjên din destan jî gotine. Wê demê min destpêkir,
li destan û çîrokan jî geriyam. Min tiştekî din jî dît ku
şexsiyetekî edebî tenê bi kilam û stranên xwe nayê famkirin.
Di warê edebiyatê de ciyê wî çiye? Meriv gere li ser vê yekê jî
raweste. Bi rastî baweriyekî mezin bi min re hebû ku Evdal, di
şaxa edebiyatê de fenomenekî girîng bû. Lê çiqas girîng
bû, min ew nizanîbû. Sala 1969an de dema ku min di kovara Antê
de nivîsand, di nivîsekî xwe de bi kurtî min qala Evdalê Zeynikê
jî kiribû. Li ser vê yekê Yaşar Kemal li min geriyabû; me
hev û du dît û xeber da. Ewî, di şaxa edebiyatê de ji min
re qala Evdalê Zeynikê kir. Got: "Kuro, ne tenê di çarçova edebiyata
welêt de, di şaxa edebiyata dinê de jî Evdal, fenomenekî
pir girîng e. Bi jiyana xwe, bi stran û gotinên xwe ve, ew di
edebiyatê de ciyekî girîng digre."
Yaşar Kemal jî beriya wekta,
ango di serê salên 1950 de, ji destanbêjekî Kurd stranên Evdalê
Zeynikê guhdarî kiribû. Di sala 1967an de, di berhema xwe ya "Yer
Demîr Gok Bakir" de, ewî qala Evdalê Zeynikê kiribû. Li ser van
gotinên Yaşar Kemal ji min re yeqîn bawerî çêbû ku, Evdal
di warê edebiyatê de şexsiyetekî pir girîng e. We demê tevî
kilaman, min ji dengbêj û çîrokbêjan destan jî guhdarî kir û hilda.
Bi vî teherî min destana Kerr û Kulik, ya Siyabend û Xece, ya
Memê Alan, ya Dewrêşê Evdî û ya Alî Xarziya berhev kir. Gelek
kilam û kilamên destankî jî wê demê ji alî min hatin berhevkirin.
Hinek ji van xebatên min hatin çapkirin, hinek jî ji bo çapê ji
alî min tên amadekirin.
Bi rastî wê demê kesî ku meriv qaîde û usûlên berhevkirina zargotinê
jê hîn bibe tunebû. Vî karî min usa desto-lepo dikir. Bi zeman
ve di nav pratîkê de ez hînî hinek tiştan bûm. Lê niha ne
weha ye. Gelek îmkanên pêşketî hene. Lêkolînvanên niha, dikarin
bi hêsanî gelek berhemên zargotinê berhevbikin. Meriv çiqasî jî
li ser bişoxile, şaxa zargotinê, bi taybetî jî zargotina
Kurdî hê jî xam e.
Di zargotinê de ciyekî taybetî yê
dengbêjiyê heye. Her weha destanbêjî û çîrokbêjî girîng in. Çiye
taybetmendiyên vana? Ma herkesên ku kilam û destan gotiye, dengbêj
û destanbêj in?
Na...
Ne tenê şertekî dengbêjiyê heye. Serî de gere sewta wî/ê
xweş be. Gerek zîrek be û zêhna wî/ê vekirîbe. Gere yan qaîde
û meqamên xweş bi xwe biafirîne, yan jî dema kilamên dengbêjên
din dibêje, qaîde û miqamên wan baş biqefilîne û îfade bike.
Gelek kes bi navê dengbêjiyê kilaman dibêjin, lê duma wan kurt
e. Lewra, ew ji alî gel de nehatine hebandin û ecibandin. Pîvana
dengbêjiyê, ecibandina gel e.
Belê, tu dibê "pîvan ecibandina gel
e,". Lê em dibînin ku gelek dengbêjên bi nav û deng ne wekî dengbêjên
gel in. Bi piranî li cem axa û beg û şêxên Kurda dengbêjiyên
xwe didomînin. Ev, serbestiya dengbêjan ji destê wan nagre?
Di
nav axa û begên Kurda de jî hurmetekî gelek mezin ji dengbêjan
re hebûye. Gelek ji wana dengbêj hîmaye kirine. Têkîlî kar û gotinên
wan nebûne. Lema ji bo dengbêja tê gotin ku, "Dengbêj destûrdayî
ne,". Herkesekî/ê ku kilaman dibêje jî ne dengbêj e. Gel, sifetê
dengbêjiyê dide dengbêja. Yanî dengbêjên rastî, ne dengbêjok...
Hinek "dengbêj" henin, yan jî sifetê dengbêjiyê bi xwe ve datînin,
ji axa û began re kutgenimiyê dikin, rast û nerast methê wan didin.
Ji dengbêjên weha re dibêjin, "hestîkoj". Ne gel wana dengbêj
qebûl dike, ne jî kilamên dengbêjên bi vî teherî, dimînin.
Li vir em pirsa xwe bidomînin. Tu
karibî hem pîvanên dengbêjiyê vekî û hem jî hinek mînakan bi nav
bidî, wê gelek baş be...
Çawa
ku me li pirsa pêşî de jî got, serî serî de yê herî pêşîn
sewta xweş e. Divê qaîde û meqam jî xweş bin û bûyera
ku derhaqê wî de distirê, gerek baş bi cîh û war bike. Evana
hev û du temam dikin. Yek jî, estetîka stranê jî divê pir baş
be. Şertekî girîng jî ev e ku dengbêj însanekî zanyar be
û objektîf be. Lewra kilam û destanên Kurda rûhê gel, jiyana gelerî
çiqasî objektîf be û baş îfade bike, ew ji alî gel de ewqas
zêde tê hezkirin û ecibandin. Ê, dengbêjekî ku bi vî teherî rûhiyeta
gel ewqas baş îfade bike û ji alî gel de ewqas zêde bê hezkirin,
hadê kîjan axa û begî ye ku ji wî re tiştekî bêje an jî pirsekî
pê bide gotin. Pîvana gel, ji alî axa û began jî tê qebûlkirin.
Ne mumkune ku axa û beg li hemberî vê yekê rawestin. Wekî mîsal,
Evdalê Zeynikê li cem Surmelî Memed Paşa bûye, lê di stranên
xwe de ji herkesî zêdetir pirsên tûj û giran ji wî re gotiye.
Dengbêjê rastî ew e ku rêçekî li pey xwe hiştibe. Li Serhedê
û li her derê merivên ku kilaman dibêjin hene. Navê dengbêjiyê
jî li xwe xistine. Lê piraniya wan ji bîr bûne, çûne. Di vê sedsala
dawîn de bi qasî tiliyê du desta dengbêj henin ku nav û dengê
wan mane û li pey xwe rêç hiştine. Wekî Mistoyê Xelê Heyran,
Zibêtê Qîrka, Mistefayê Çiftborî, Evdilkerîmê Kuştiya, Pêroya
Têxûtê, Ferzê, Şeroyê Biro, Sosika Simo, Meyrem Xan, Efoyê
Esed, Hamîdê Mecîd, Eyşe Şan, Resoyê Kopala, Şakirê
Bedih (Şakro), Huseynoyê Muşî, Mihemedê Zibêt û çend
dengbêjên din, navê wan û kilamên wan di nav gel de maye û stranên
wan bi qaîde û meqamên wan tên gotin.
Em dizanin ku zargotin bingeha edebiyatê
ye. Ango zargotin, edebiyata devkî, beriya edebiyata nivîskî ye.
Ev edebiyata devkî an jî zargotina Kurdî, çi tesîr li edebiyata
nivîskî kiriye? Her weha em dixwazin tesîra wî ya li ser edebiyata
îro jî hîn bibin...
Edebiyata
modern ya welatên pêştaçûyî jî rehên xwe ji edebiyata devkî
hildane. Ji bo Kurda ev yeka pir girîng e. Lewra ji her gelî bêtir
edebiyata devkî ya Kurda pir pêşta çûye, pir dewlemend e.
Kurd, hemû tiştên xwe, bûyerên dîrokî û siyasî û gelerî di
edebiyata devkî de civandiye. Ev edebiyata devkî ya Kurda ji sedsala
derbasî sedsala bûye û xwe gîhandiye roja me. Nivîskarên edebiyata
Kurdî ya modern, berî her tiştî gere li zargotinê baş
hûr bin û zargotinê baş bizanibin. Ahmedê Xanî berhema xwe
ya bi nav û deng Mem û Zîn, ji Memê Alan girtiye. Naveroka wan
wekî hev in. Lê gelek xalên wî, Ahmedê Xanî guherandiye. Sedemê
ecibandin û hezkirina Mem û Zîna Ahmedê Xanî, destana Memê Alan
a gelerî ye. Li gor fikra min eger destana Memê Alan a gelerî
nebûya, Mem û Zîn nedihat nivîsandin. Edebiyata modern çawa ku
hal û ehwalê civakî bi her awayî îfade dike, bi vî teherî gere
hîmê xwe li ser edebiyata devkî dayne.
Kilam û destanên Kurda ji bo zimanê Kurdî jî gelek girîng e. Pirs
û terkîb û bêje û teşbîh û gotin, hemû di kilam û destanên
Kurda de veşartiye. Edebiyat berî her tiştî, neqişandina
ziman e. Edebiyatvanekî roja me ji vî nexşî hayîdar nebe,
nikare ziman jî baş bikarbîne.
Wexta ku meriv li destanên Kurda yên kevin mêze dike, jiyanê civakî
ya zemanê kevin û mantalîta gelerî ya wê demê hîn dibe. Ji bo
mînak, di destana Kerr û Kulik de wexta ku meriv şerê wan
guhdarî dike, dibîne ku wana bi rim û mertal û zerga li hev xistine.
Ji meriv re qenaat çêdibe ku ev bûyera beriya îcada çekên bi barutê
bûye. Di ya Memê Alan de meriv peywendiyên mîrekên Kurda û gel
hîn dibe. Di ya Siyabendê Silîvî de (Siyabend û Xecê) jî di derheqê
xûy û xûsusiyetê Kurda, bi taybetî jî di derheqê mêranî û mêrxasiyê
de gelek xalan dibîne.
Ev tiştên tu dibêjî, îro çiqas
gêhîştiye xwendevanên Kurd? Edebiyatnasên Kurd di derhaqê
van tiştên tu dibêjî de çi xebat kirine û dikarin çi bikin?
Bêgûman,
hinek xebat hatine kirin. Tiştên weşandî jî gelek hene.
Meriv dikare qîma xwe bi vana jî bîne û ji wan îstîfade bike.
Lê berî her tiştî, gere zargotina Kurdî bi firehî bê berhevkirin
û bi zanistî bê nivîsandin û bê weşandin ku edebiyatnas jê
îstîfade bikin. Lê tiştekî din jî heye, Kurd zêde bi nivîsandinê
Kurdî ve eleqeder nînin; xwendina berhemên Kurdî pir û pir kêm
in. Ji ber vê yekê jî xebatên weha kêm dibin. Xwedêgiravî hinek
rêxistinên çandî gûh nadine tiştên weha. İş û
karê wan bi piranî sloganavêtin û siyaseta rojane ye. Wan îmkanên
ku di destê wan de ye ji bo amelên weha bikar naynin. Ev kara,
wekî xebatên ferdî dimîne. Berhevkirina zargotina Kurdî jî, ji
bo ferda barekî sivik nîne. Pêwîst e alîkarî bê kirin. Ez bawer
im ku di pêşerojê de girîngiya karên weha wê bên famkirin
û xebatên baş, wê çêbin.
Em hatin dawiya mijara xwe. Di dawî
de em dixwazin hîn bibin ku çi xebat destê te de hene? Her weha
tiştên tu bêjî heye, keremke...
Lêkolîna Evdalê Zeynikê ji alî hevalê
me Fehîm Işik ve hat wergêrandin û wê çendekî şûn de
bi Tirkî derkeve. Wê di pêşerojê de Siyabendê Silivî û Kerr
û Kulik jî, bi Tirkî bên wergêrandin û çapkirin. Bêguman, ev tiştên
dibêjim berî bi Kurdî hatin çapkirin û dûra hatin wergêrandin.
Bi ya min zargotina Kurda çênabe berî bi Tirkî an jî bi zimanekî
din bên nivîsandin. Pêwîst e ku ev berî her tiştî bi zimanê
xwe yê aslî derkeve holê. Dûra meriv dikare wergêrîne hemû zimanan.
Min gelek serpêhatiyên civakî û ferdî, wekî kurteçîrokan berhevkirine.
Beşek ji wan di van çend salên dawîn de di hinek kovar û
rojnaman de hatin weşandin. Pêşerojê de eger ku fersendê
bibînim, dixwazim ewana wekî pirtûk bidime çapê. Wekî din, çend
şaxên destana Memê Alan, du şaxên destana Alî Xarziya,
çar-pênc şaxên destana Derwêşê Evdî û du waryantên kilama
Fîlîtê Qûto jî min berhev kirine, niha li ber destê min e. Pêşerojê
de karibim evana bidim çapê, wê baş be. Tiştekî din
jî, min di derheqê serhildana Şêx Saît, serhildana Kirrê
Grîdaxê, Fîrariya Beraza (Alîcan û Seyîtxan) û hinek bûyerên siyasî
yên sedsala buhurî jî hinek hevpeyvîn û lêkolîn kirine. Dixwazim
wana jî bi awayî dokumenterî biweşînim.