Gulistan:
Kak Latîf em bi navê kovara Gûlistan
gelek kêf xweşin bi dîtin û naskirina te di vê fîstîvala
ku bi navê Bedîrxanîyan, îro sê roje li Dihoké,
hatiye li dar xistin. Me jî xwest ku vê firsetê bidest
bixin û hin pirsan ji te bipirsin
û bersva wan, bi riya kovara Gûlistan, bigihînin
xwendevanan. Pirsa pêşî jî, ewe ku tikaye xwe bidi nasîn bi xwendevanén me.
Başe. Gelek sipas ji were. Hevalê delal.Bi rastî
şa me ku navé kovara
we, Gûlistan e. Ez endamê
Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî ya li Istenbolim
û sekretêrê weqfé me. Em jî, kovarek mehane derdixin
bi navé GULISTAN. Vêca em îro vê hev peyvînê bikine sebebê
biratiya herdû kovaran ku yek Kurdê Sûryê derdixin navê wê Gûlistan e
û yek jî Kurdên Turkiyê derdixin( li İstenbolê) bi
navê Gûlistan.
Gulistan: Belê ev
mihrîcana ku tu têde beşdar bûyi îro, û te jî, xelata
mihrîcanê wergirt, em
di xwazin tu, nêrîn û dîtinên xwe li ser
vê mihrîcanê, ji xwendevanên me re, diyar biki.
Mihrîcana li ser binemala Bedîrxanîyan ku li
Dohokê hate durust kirin, îsal ya diduyan e. Ev mihrîcanekî netewî yani, milliye.
Bi sedemê sed û heft saliya rojnama Kurdistan ku rojnameyekî wisa
bû, ewé, kari,bibe nûrek ji bona gel u her weha, ew
bû rênîşanderé hemû Kurdên cîhanê. Ew ne tenê rojnameyek
bû,lé belê wekî rêxistinekî jêhatî bû. Sedem vê yekê,
festivalé mijarek xwe ji, li ser rojnama
KURDISTANÊ durist kiriye.
Pêş ku ez dîtinên xwe
bêjim, dixwazim sipas bikim ji wan kesan re ku karekî wiha bi
nirx,bi encam dan,u tiştekî wiha baş pêk anîn
û bûne sebeb ku, rewşen bîrên Kurd, hev û dinê nas kirin
û hatin, dîtinê xwe derheqê malbata Bedîrxanîyan , derheqê rojnamenûs
û rojnamevaniya Kurdî de, gotin û ev sêr roje jî, bi rastî, gelek tiştê
baş, li ser tarîxa Kurdistanê, li ser rojnamevaniya Kurdistanê,
li ser malbata Bedîrxanîyan, gelek tiştên baş û hêja
û bi nirx anîne ziman. Bi rastî ez
gelek kêfxweşim û gelek xweş halim ku min, bi
vê fersendê, gelek însan nas kirin, gelek ronak bîrên Kurd, rewşenbîrên
Kurd jî, min nas kirin.
Gulistan:
Ev
çalakiyén weha çi tesir dikin li
ser Mileté Kurd.?
Diyare, tiştê weha gelek muhîmin û başin.
Ez hêvî dikim, xebatên wiha, çalakiyên weha, her berdewam bin, yanî li
Kurdistana başûr, ku diyare şertê vira baştir û
xweştirin, lewra azadi
heye , hukûmetekî azad heye, û ez bawerim ku ev hukûmet ya me
hemû Kurdan e, ne tenê ya Kurdê Iraqé ye, ez bixwe wisa dibînim.
Wetenê me her yek e, welatê me, her yek e û em Kurd ,her yek miletekin.
Hêvîdarim ku, çalakiyén wiha, konferansên weha, her bêne
çê kirin. Eger imkan hebe, em bi karibin, li Qamişlo ji,
carekê em konferansek weha çê bikin,yan eger imkanên me, hebin,
em bi karibin, carekê ji, li Diyar Bekir, çê bikin, eger mecal hebe, em li Mehabadê çê bikin,
gelek baş u bi rumet e.Lewra xebatén weha, li seranser
di nav hemû bajar û parçên Kurdistan de, dibin, wek adetek.
Her weha ku em xwedî li tarîxa xwe, li çanda xwe, li kultûra
xwe, û li hejanên Kurdistanê
derkevin, ev tiştekî gelek muhîm e. Ez hemu hevalan, carek
din gelek pîroz dikim ku, fistîvalek wiha pak, çêkirin û em jî
hatin beşdar bûn.
Gulistan:
Derheqé
babet u mijarén mihricané de raya we çiye.?
Di fistîvalê de, diyare, du babetên gelek muhîm hebûn.Ev
herdu babet u mijar
lazim bu ku ji hev cuda bén minaqaşe kirin.
Eger ev rexneyekî piçûk be ji, bila heval, li min
bi borin. Lazim bû ku, ev herdû babet di yek fistîvalêk
de, ne hatibûna dest nişan kirin.Sedem vé
yeké bu ku, barê fistîvalê giran bûbû. Yanî hevala di kariya
tenê festîvalek, yanî konferansek li ser malbata Bedîrxanîyan
çêkirna û paşê jî, li ser rojnamevaniya Kurdistanê jî, semînerkî
din, konferansekî din çê kiribane. Lê herdûkan bi hevre xistin yek projeyêkê. Dîsa wa jî başbû.
Lê ez hêvî dikim ku, di rojên hatî de, van herdû tiştan,
ji hev cuda bikin, ne tenê li ser rojnamenivisi,
rojnamevanî u li
ser malbata Bedîrxanîyan, gelek pirs u kéşey"n giring
én Kurdan hene.Lli ser wan hemuyan , konferans bêne çê kirin.
Wekî li ser ziman ku îro, bûye problemekî herî mezin di navbera
Kurdan de.Û her weha, di nav beşên Kurdistanê de. Zimanê
me, zimanekî pir dewlemend e. Lewma çend devok û çend lehce û
zaravê zimanê Kurdî hene. Êdî wisa bûye
ku kurmanc, badînî, şikakî, zaza, lorî u soran, ji
hev û din baş fam nakin,em, her yek miletekin, lazime di
demekî kin de, konferansekî li ser vê yekê werê danîn ku, Kurd
hemî ji hev û din fam bikin.Ev yekem kéşeya navbera mileté
Kurd e.
Ya diduya, piroblimekî herî mezin, bi dîtina min ewe ku, Kurd miletekin, lê mixabin
sê elfebê wan hene : Kurdê Sovyata berê elfebaya Kirîlî bikar tênin. Wek hûn dizanin Kurdê me yé Turkya û yê we yé Sûrya, ew jî, elfaba
latînî bi kar tînin. Kurdê
me yén Iraqê û yên Iranê jî, elfaba Sanskiriti,
ango ya erebî, bi kar tînin. Vêca mîrê rewşenbîran,Mîr Celadet Elî Bedirxane,ku her kesek bé guman
wi, réşander qebûl dike, şîretek kiriye: Mîr Celadet
Bedirxan gotiy ku: lazime Kurd li ser elfeba latînî
merema xwe bînin ziman û zimanê nivîsinê yê Kurdan bi herfê latînî
baştir şirove dibe. Wi
şîretek wiha mezin, li hemû Kurda kiriye lê mixabin,
hêj Kurda guhdariya şîreta Celadet Bedirxan ne kirine.
Ev piroblemekî gelek mezine. Lewma, em bi Erebî nizanin, herfên erebî nas nakin u nizanin, her weha,hevalên me yén Kurdistana Başur
û Rojhilat, ew jî, bi yên latînî
nizanin. Em, wexta ku, ji zimanê hev, ji nivîsînên hev, fam nekin,
em ji dilê hev jî, nikarin fam bikin. Yanî wexta ku mirov, nizanibe
kesé li hemberî mirov çi dinivîsîne
û ew jî nizanibe mirov çi dinivîsîne,
wê li ser piroblimekî çawa hev dîtinê me bibine yek.? Yan
ji,ji hev cuda bibin.? Ev piroblimeke gelekî mezine. Ez hêvîdarim
ku di rojên ayende de, ev herdû piroblem, ji ortê rabin û Kurd,
karibin, bi civin û elfeba Kurd, li serî xebatek taze were çê
kirin. Bi nezera min, çaxa ku Dr. Ebdula Cewdet û Kemal Fewzî
dibêjin, heta û heta sî û du herfên elfeba latînî jî nebesin ji
boyî deng û sewtên di Kurdîde,ew rastin,lewra ziman gelek xurt
e, deng u sewt pir dewlemend u cur bi cur in.Sedem vé yeké, lazime
komisyonek were danîn, vê elfabê perwerdetir bike, ne ku, ji halê
rake, yani ji, serpoş bike..
Gulistan:
Kak Latîf,
berhemên te yên çapkirî çi hene dixwazim ku ji xwendevanên Gûlistan re bidi nîşandan.
Belê, dixwazim bêjim ku, ez zêdetir helbestvan im.
Pênc heb kitêbé min hene, du heb bi Turkîne û sê jî, bi Kurdî ne. Ew
kitêbên helbesta nin. Lê îro li Turkiyê û li Kurdistanê gelek kovarên
edebî yên Kurdî, yan ji, kovar u rojname yén ku li ser Kurdan derdikevin hene, ji bo geleka dinivsinim.
Her wiha ez dikarim bêjim ku ez, nivîskarekî wisame kul i
ké deré li ser edebiyet û çanda Kurdî tiştek hebe, bi
gora imkan u mecala xwe, ez arîkarya wan dikim û dikarim bêjim,ev
ji bo min, serfirazî u şanaziye. Jî
bo min ciyê xweş haliyê ye,ku
hetanî îro, ji gelekan re,min meqalat şandine
û gelek nivîsarên min, di wan kovarên edebî û hunerî de çap bûne.Niha
li ser kitêbekê disekinim, li ser kesayetiya Melayê Cizîrî. Eger
şertên min, mercên min musaid bin,
hetanî sala taze yanî
dawiya sala 2005' an, ezê wê kitêbê bi qedînim.
Hetanî niha li ser Melayê Cizîrî gelek tişt hatine
nivîsandin. Wekî çendin meqale. Heta dîwana wî jî, çap bûye
bi herfê latînî û herfên erebî jî. Lé, mebesta min, mexseda min, ne ewe ku, tiştê hatine çapkirin, ez wê dû bare
bikim, ducar bikim. Ez
di vir de, tenê li ser şexsiyeta Melayê Cizîrî disekinim.Li ser kesayetiya wî, li ser
eşqa wî, li ser evîna
wî, ku evînek platonîk, ango tesewifi
jê re dibêjin. Li ser tesewifa Melayê Cizîrî û pêwendi
u bîr û raya Melayê Cizîrî û evînê, ez li ser
wê yekê disekinim.Kitêb wê xelas bibê û eger şertên me jî,
musaîd bin,emé çap bikin. Yek ew e.
Yek jî, kitêbek din jî, heye di tarîxa Kurda de, wekî
birînekî, piroblemekê ye. Hetanî îro kesek bi kuri , li ser
ne sekinye.Ew kitêb jî, eger ez bi karibim, belge u wesîqeyên
wé, hemû temam bikim, mumkine
ku, ew jî, di sala taze de, meha yek yan diduwande, çap bibe.
Ev kitêb jî li ser mesela
herdûk Seîdan e. Seîd
Elçî û Seîd Kirmizitoprak
( Şivan). Ka gelo, ew problemê wan çibûn,
ew du insanên welat parêz, ji bo çi hatin kuştin.? Lêkolînek miné wisa heye. Min gelek wesîqe di vî warî de, xistine destê xwe, gelek jî mane.Dema ku ez, téra xwe, karibim
bixim destê xwe,ezé dest bi nivsiné bikim. eger min hemî xelas kir îcar ezê çap bikim.
Ew jî, ji bo min, karekî gelek giringe. Niha herdû tişt ji,li
ber desté min in.
Gulistan:
Li ser
vê babeta dawî mamoste Hemîd Derwêş Sekretêrê Partiya Dîmêqrata
Pêşverû ya Kurd li Sûrya, di kitêba xwede
ku, tê de, bîrhaninên xwe nivîsandine, bi erebî, bi dirêjayî li ser vê buyera Seîd Elçî a
giring, sekiniye û zelal nivîsiye, nizanim te diye an na.?
Min bihîstiye, lê, mixabin ne ketiye dest min. Min
beri çend wextan, dawe li hevalekî kir ku,bi xwe li
Ewropa dimîne, min jê xwest ku, eger riya wi,bi keve Suriya,
yan ji, pêwendiyên wi, bi kesén di vi waride,agadarin
re hebi,
Yan ji, bi kak Hemîd re hebi,bikari, ji
bo min wan nivisaran di dest bixi, gelek
başe. Vêca tu bikari, ji min re bişîne, baş bû, ezê ji we, recayê bikim, ku, karekî
wisa bom in bikin. Êmîla min heye, eger hûn bi karibin,
di riya êmîlê re bişînin wê kitêbê.
Vêca ez nizanim bi Kurdiye an bi Erebiye.? Eger bi Kurdîbe
tu mişkile nîne, lê ko bi Erebî be, divê, hevalek ji min
re tercume bike, ezé gelek memnun bi bim.Hividarim
ku ew serkaniyek gelek başe. Lewra Hemid derweş
ji, şahidé wi qonaxi ye.
Gulistan:
Ew kitêb
bi du çapa derketiye bi zimanê Erebî çapa yekê li Sûriya bû, û
gelek zû xelas bû. Çapa diduyan jî, li Kurdistana Iraqê bû.
Bi soz emê tercume
bikin û li ser êmîla te, di demek nêzîk de, bişînin.
Pirsa dawî kak Latîf: Tu rewşa tevgera Kurdî li Sûryê, çawa
dibînî û bi taybet rewşa rewşenbîrên Kurd li Sûryê.?
Her weha çawa em dikarin têkilyan bi hevreçêbikin ku ev herdû kovarén Gûlistan,
bi pêşde herin.?
Belê , dixwazim bêjim ku, Kurdê Sûryê, ji hemû Kurdê
Kurdistanê, bi wefatirin. Lewra kî
Kurdêk ( yé Iraqê, yê
Iranê û yê Turkiyê) ketibê
tengasiyé, ewana deriyê xwe, li ber wan vekirye.
Ji Bedîrxanîyan ta Paşê zadeyan (mala Cemîl Paşa ) û
ji wan bigre hetani, gelek rewşenbîrên Kurd, wexta ku,
ketin tengasiyê, xwe avétine bin xeté, cem Kurdén Suriyé.
Ku, Kurdê Sûriyê, mala xwe ji wan re, vekirne,
gelek mêvandariyek baş kirine.
Bi rastî, ji wan re sipas dikim. Vêca, ez dizanim, çawa
min nerixandiye ku rewşa Kurdê Sûriyê, ne baş e,
gelek xirabe. Lewra, ne wekî Kurdê Turkîye, yan yê İranê,
yan ji, yên Iraqê ne, ez dizanim ku, halê wan, xerabtire
jî .Sedem ku hukûmet zulmekî mezin li wan dike,
lê kes bi hewara wan ve jî, naçe.
Feqet îro, ji nû ve, rê hinekî li me vebûye,
şewqek li me da ye. Kurdên
Sûryê jî, wê édi, karibin dengê xwe bigihînin hemu deri.
Mesela hevkari u yekîtya rewşenbîran jî,
ji berê, u heta
îro, her li seri gengeşi té kirin. Ji
nav Kurdên Sûryê gelek insanê rewşenbîr, derketine, gelek
şaîrên mezin, derketine. Bi rastî ji wan re, rêz û hurmet pêşkêş
dikim û hayê min ji gelekan jî heye. Vêce, ew wezîfa me ya serekeye ku, rewşenbîrên
hemû parçên Kurdistanê, di navbera wan de elaqeyek, pêwendiyek,
xurt, hebi. Ez bi xwe, pê kêf xweş im. Bi nasîna we jî, gelek
kêfxweş bûm. Min qewil jî, kiriye ku, hetanî ji dest min
werê, ezê arîkariya kovara we bikim
û vêca, ez li we jî, dawe dikim ko hûn jî, arîkarya kovara
me Gûlistan bikin.
Gelek sipas
ji were .