Cankurd kî ye?

|
CANKURD, yek ji sıyasetmedar u cefakaré kurde ku di hemu jıyana xwe de, tu wextekî, xebata ji bo rizgarıya Kurdistané ji bira xwe ne birıye. Min nameyek birayane jé re şand u lé daxwaz kir ku bersıva pirsén min bide. Spasek mezin u giran lé dikim ku bersivén min da. Ez kubar u şanazim ku rewşenbırek me yé weha heye. Ez vé hevpeyviné péşkéşé we dikim. Hividarim ku jé istifade bikin.
Xelkê binxetê ye, ji gundê Meydankê, li ber ava Efrîn, li herêma Çiyayê Kurdan, sala 1948 ji dayik bûye.
Li gundê xwe çûye dibistana bingehîn, pişt re li Efrîn û Helebê xwendina xwe kiriye, sala 1971 bûye mamosteyê zimanê Erebî li dibistanên navîn ên Helebê û derdora wê, lê ji wî ra qedexe bû, ku li herêmên kurdî karê xwe bike.
Ji sala 1968 de ketiye nav tevgera neteweyî ya kurdî, û ta sala 1977 gelek caran hatiye girtin, îşkencekirin û li dawiyê ji mafên niştevaniyê hatiye bêparkirin, dêrînê “mulkê” wî ji aliyê dewletê ve hatiye bindestkirin û ji kar jî hatiye avêtin.
Çavêd wî hîn di sala 1968ê de li zimanê Kurdî bi rêya Elîfbaya Osman Sebrî (APO), “Derdê reş” ê şehîdê mezin Mûsa Enter û helbestên hozanvanê welatparêz Cegerxwîn vebûne. Dest bi nivîsînê kir bi gotarek dirêj li ser çêrok û efsaneyên kurdî, ku bi navekî dî di kovara “Gulîstan” de, ya ku rehmetî Cegerxwîn sernûseriya wê dikir, hate belavkirin.
Ew ji 09.09. 1979ê de li Almaniya dijî, û di gelek saziyên kurdî de xebat kiriye. Ew yek ji avakarên serekîn ên komîtiya vejandina Partî Demokratî Kurdistanî – Sûriye (KDP-S) e, ku sala 2000 li derveyî welêt dest bi karê xwe kiriye. Tev li gelek kongireyên hembervaniya sûrî bûye, li Amerîka, Ewrûpa û Tûrkiye, ta niha jî di têkoşîna gelê xwe de, wek endamekî vê partiyê, tevî nexweşiyên (Şekir û Dil) bê rawestan digudîne.
Cankurd endamê PEN a Kurdî ye, û bi Erebî (4) pirtûkên wî hene, tev li ser gelê Kurd in, û bi Kurdî jî van pirtûk û berhem hene, li gel hejmarek mezin ji gotaran û hinde lêkolîn, nirxandin û wergerandinên ji Erebî û Almanî:
- Dilopeka xwîna dila (Helbest)
- Zembîlfiroş (Lêkolîn)
- Gundê Dîna (kurteçêrok)
- Selahiddînê Eyûbî – Kurdekî cîhan hejand
- Çêrokên Kurmancî – Vejandina pirtûka Alexander Jaba (Tîpguhastin)
- Bazarganê Vênîsiya – William Shakespeare (Wergerandin)
- Niştûwarkirin (li Almaniya) – (Wergerandin ji Almanî li gel Bayram Ayaz)
- Zindana Azadiyê – (Wergerandina filmekî almanî ye li ser Kurdan – Li gel Hemreş Reşo)
Berhemên nehatîne çapkirin:
- Wergerandina pirtûka (10.000 Nandozên Girîkî – ya Xenophon)
- Sênariyoyek bi Kurdî, ku amade ye bo filmekî bi navê “Alanê Kurd”
- Kurd di dema Imadeddîn Zengî de (Ji Erebî)
- Newroz û Kawa (Şano)
- Beyt û stranên me yên kevnare (Tîpguhastin)
Hinek berhem jî hîn neçûne serî wek romana (Welatê Hevrîşmê Sor)…
|
Rewşa Edebîyata Kurdî, îro beramber bi salén 80 çawane. Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi Kurdî parîyek azad bune, çî fersend daye pêşketina edebîyatê. Gelo em dikarin bêjin ku xwendin u nivsandin yekser di meşin yan na..?
Ma rewşa wêjevaniya kurdî wê çawa baş be, gava roşenbîrên Kurd di nav xwe de, bi hev re, bi zimanê Turkî her bipeyivin? Dayik û jinên Kurd di mal de bi zarokên xwe re bi Turkî bipeyivin û ji sibê ta bi dawiya şevê li bernameyên turkî temaşa bikin? Wê çawa wêjevaniya kurdî baştir be ji berê, gava piraniya bernameyên televîsyonên Kurdan bi Turkî, Erebî an Farsî bin? Bi ser de jî ciyê kovar û rojnameyên turkî li ba roşenbîrên me ji yên kurdî balatir bin?... Bi rast, ez ji vê rewşê hosan bûme... Ez roşenbîrekî kurd dinasim, ku paş gelek salan xebata di nav desteya kovarek kurdî de, paşnavê xwe kiriye “Turk”, da dên û bala Turkan bi ser xwe ve bikişîne, ku ew ne Kurdekî nijadperest e, ew welatiyekî kurd ê dilsoz ê “Turkiye” ye.
Hema dîsa jî em dikarin bibêjin, ku di dema niho de gelek Kurd êdî bi zimanê xwe yî dayîkî, bi Kurdiya şîrîn û resen dipeyivin, dinivîsin û dihoşin. Gava tu derbas bî nav rûpelên Internetê, û tu “Helbest a kurdî” an “Strana kurdî” an jî “Zimanê kurdî” bigoogilînî, tuyê pir rûpelên dagirtî bi berhemên kurdî bibînî. Internetê delîve û bergehek bê sînor û bê serhed xistiye destê gelê me, ku bi rêya wê wêjevaniya xwe ya devkî û ya nivîskî biparize... Ew niviskarê ku ji ber hinde egerên diravî nikane pirtûkên xwe bide çapkirinê an li ba hêzek kurdî bide pejiran, dikare bi asanî bigihîne milyonan ji xwendevanan bi rêya weşandina wan pirtûkan di Internetê de, an jî bi hinartina wan bi rêya blog û e-mailan ji nas û dost û wêjehezan re... Pirtûkên berî niha bi 80 salî li teviya Kurdistanê hatîne çapkirin, li ser tiliyên destan tên hejmartin, lê niha rast nayin jimartin. Berê mijar bi piranî mijara azadiya gelê Kurd bû, lê niha ji aliyê mijarê ve jî tabelaviyek mezin heye... Ev e jî nîşana pêşveçûnê ye, lê 80 sal jî ne hindik in. Divê em ji vê delîveyê jî hodeyek mezin bigirin, ku li Turkiyê piçekî derî li ber belavkirina wêjevaniya kurdî di va dema dawî de hatiye vekirin, lê em ji bîr nekin, ji aliyê dî ve pilanin Turkkirina gelê me nehatîne rawestandin û pêwîste em li hember vê ramyariyê livek wêjevanî ya fireh û xort bikin.
Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên Kurd sedem şert u zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin u herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye. Sûrgûn u xerîbî çî tesîrek danîye ser edebîyata Kurdî.?
:
Li ba Ereban yek ji niviskarên tewr mezin “Cibran Xelîl Cibran” e, ku jiyana xwe bi piranî li dûriyê û nenasiyê derbas kiriye, lê hem di ziman de, hem di bîranê de û hem jî di nêzbûna xwe de ji dilê gelê xwe ve, wêjevanekî wek “Nimûne” tê naskirin. Gelek niviskarên Hindî û Pakistanî li Brîtaniya jiyane an dijîn, lê bi rast romannivîs û helbestvan in mezin in. Yek ji wan Selman Rushdî ye, ku wek romannivîsekî cîhanî hatiye naskirin... Ew di naveroka romanî de herdu cîhanan, Rojhilat û Rojava tev li hev dike û fantaziya xwe li ser wan herduwan avadike... Dûrî carina di nav welatê niviskar de jî çêdibe, gava ew ji dûroka xwe, ji helbesta gelê xwe û ji zevînê xwe yê wêjevanî hatibe hilkirin, û carina jî ewê ku li Swêd û hî wêde daniştiye her û her li nav çiyayên Kurdistanê maye, nikane wan gund û koz û çem û berqef û newal û mirovên, ku demekê di nav wan de mayî, ji hiş û dilê xwe hilbike, bavêje û li ciyê wan cîhanek swêdî di hinavên xwe de biçîne, wek dûrokvanê ku her û her di nav rûpelên dûrokê de dimîne, nema dikare tev li jîna rojane bibe... Gelek wêjevanên kurd, ji hemî şaxên wê, wek helbestê, çêrokê û şanoyê, di van 30 salên dawî de li Ewrûpa belav bûne, û hikariya jîna ewrûpî jî li wan çêbûye, lê bi piranî ewana wefadarê kelepûra xwe ya neteweyî mane û mera dikare wê wefadariyê di berhemên wan de bişopîne. Di vir de Seyda Zeynilabidin Zinar, Mehmet Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewrî, Mahmûd Baqsî û Lokman Polat ber bi çavan dikevin...
İro jî navenda edebîyatê xerîbîye yan êdî edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe. Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.?
Ji xwe ew wêjevaniya ku di zevînê xwe de nejî, nabe para serekîn ji berhemên wêjevanî yên wê civatê. Ji wê re “Wêjevaniya koçberiyê” tê gotin. Da niviskar ji civata xwe bi giştî neyê birrîn, pêwîste ew têkiliya xwe bi civata xwe ya kurdî re nûbike, ewa mak û serekîn... Divê ew bizava xwe bike bo çapkirin û weşandina berhemên xwe li bajêrekî Kurdistanê. Diyarbekir an Hewlêr niha dikarin niviskarê Kurd bi ser xwe ve bikişînin, ji xwe şîrê berhemên wî bidoşin, niviskar jî bi wan re pevgirêdanek nû avadike, li xwe vedigere, li nişt û kevnewarê xwe... Eve jî pir giring e, da civatên ewrûpî niviskarê me bi tevayî ji dest me dernexînin.
Dengbêjî, xalek gelek giringe di edebîyatê de. Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê rumetek bilin hesab dike. Gelo Dengbêjên Kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebîyatê.?
Min di van 20 salên dawî de gelek stranên kurdî ji nû ve bo Internetê nivisandine, tîp guhastin an ji pirtûkan girtine û civandine ser hev, min bêtir ji 200 stran ji wan di malpera xwe de ( www.kurdax.net ) belav kirine, parek ji wan yên ji pirtûkên Eugen Prym û Alber Sosin hatîne, ku bi rast ez tê de westiyam. Egera vê yekê jî ewe, ku di strana kurdî de ziman û serohat û canê mirovê kurd hatîne paristin. Dengbêjên kurd ji me re Memê Alan, Siyamen û Xecê, Yûsif û Zelîxe, Cimcimê Sultan, Cenbelî û bi sedan berhemên dî yên dema axatiyê di dûroka me de paristine, eve jî pir giring e bo civaknasan, dûroknasan û zimannasan. Di stranê de ne tenê evîndarî, belku kesayetiya kurdî bi tevayî hatiye nasîn. Eve jî mezintirîn berdestî ye ji bo wêjevaniya kurdî. Neyaran kanî bûn niviskarê kurd bêqelem bikin, lê nekanîn dengbêjê kurd bêdeng bikin. Min qeftek ji “Stranên Kurmancî” bo melayekî li Dihokê hinartin, wî bi zûkî pirsek nedîd bo min nivisand: “Gelo! Tu ji min dixwazî, ez xwe bi strana kurdî gêro bikim?” Min bersiv dayê:”Min ji te re stranên kurdî hinartin ji ber ku ez dizanim tu xwe bi zimanê kurdî gêro dikî.”
Tê gotin ku Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêjaye di edebîyatê de. Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye. Edebîyat u romana Kurdî çî tesîrek li doza Kurdayetî kirîye.?
:
Berî her tiştekî divê em ji bîr nekin, ku Uris ne bi Qeyser ên xwe tên nasîn, ewana bi Tolostoy, Dostyêvskî, Poşkîn, Gorkî û Lêrmantof tên nasîn, navên piraniya şah û Kanzlerên almanan nayên bîra me, lê bêguman gava te got: Goethe, Şîler, an Beethoven, yekser navê Alman tê bîra mera..Wilo jî sira Shakespeare di hebûn û nebûna neteweya Brîtanî de, Aragon li Espanya, Nazêm Hîkmet û Celaledînê Romî li Tûrkiye û Hafizê Şîrazî an Xeyyam li ba Farsan... Hikariya ramanên Ehmedê Xanî, ku yek ji mezintirîn hozanvan, zimanzan û hişmendên neteweya kurdî ye, ta niha di hişyariya me neteweyî de heye. Bi taybet gava ew dibêje:
Bê ceng û cîdal û bê tehewûr Vî şuxlî qet mekin tesewûr
An jî Nacî Cezîrî, ku dibêje:
Ciwanan pêkve hûn harkirin Bibêjin em qebûl nakin
Ji kes re em xwe kêm nakin Eger em biçne Bomabyî
Romana kurdî, di vir de mebesta min ne ya ku bi Kurmanciya başûr e, hîn negihaye wê pileyê, ku daketibe nav gelê me, bi terzekî fireh. Ew di nav niviskar û çemberek teng a xwendevanan de maye. Pir hindik jimar ji wan tên çapkirin û firotin. Egera vê yekê ne niviskar e, belku teviya nîrên civakî, ragihandinî, sazendî û ramyarî ne. Romannivîsê kurd ê mezin li bakurê Kurdistanê Yaşar Kemal bi Turkî dinivîse û yek ji mezintirîn niviskaên Erebistanê Selîm Berekat ê kurd e, xudanê romanin pir hêja ye.. Divê ev rewş ji ortê rabe.. Bêguman Şahînê Bekirê Soreklî, Helîm Yûsif, Firat Cewerî û hinekên din berhemin pir payebilind û giranbiha di çêrokê de nivisandine, lê naye ji bîrkirin ku xwendevanê kurteçêrok û roman ên bi kurdî hîn hindik in, li gor hejmara mirovên Kurdistanê di hindikiyê de ne.
Divê saziyek hebe, ku xwendina kurteçêrok û romanê pêşve bide ji ber ku di her kurteçêrokekê de û di her romanekê de nameyek niviskarê wê heye, û bi piranî roşenbîrê kurd xwe bi mijarên neteweyî ve, bi serpêhatiyên gelê xwe ve û bi rewşa zorbaziya bênîşe ya ku netweya wî tê re diçe dinivîse. Di navbera pênivîs û netewayetiyê de têkiliyek xort heye, ji hev nabin û lew re hikariya romannivîs û çêroknivîs wek yê helbestvan di avakirina hişyariya neteweyî de pir mezin e û divê niha wilo bimîne, ji ber ku ev netewe li niviskarê xwe yê pêşeng digere û bi ser berhemên wî de diçe, li rohniyekê, li hîviyekê digere..
.
Di Hişyarbûn û pêşketîna mîlletan de rola ziman çîye. ?
Ziman wek Mahatma Ghandy dibêje ku kilîtê azadiya gel e. Ji ber vê yekê jî zimanê kurdî bi terzekî hovbaz li her parçeyên Kurdistanê te va dema dawîn dihat çewsandin, binzorkirin, qedexekirin û wêrankirin. Gelê ku zimanê xwe biparize, wêjevaniya, kelepûr û stranvaniya xwe û kesayetiya xwe ya neteweyî diparize. Dr. Kamran Bedirxan di helbesta xwe ya bi sernavê “Dengê Dê” de [Jêder: Dilê kurên min, Têlî Emîn, bi tîpên erebî, r. 42, Çapxana Darulhurriye, Bexdad, 1991] dibêje:
Kurmancî zimanê bav û kal e Tirba xwe de dê bi wî dinale
Kurmancî ye deng û şora pêşîn Kurmancî ye deng û şora paşîn
Sor û gewr û kesk bi rengê Kurdî Bi Kurmancî tenê bi dengê Kurdî
Bavê min û dadka sipî por Banî me dikin ji tariya gor
Kurmancî zimanê bav û kal e Tirba xwe de dê bi wî dinal e
Bêguman Dr. Kamran Bedirxan ê ku xebatkarekî ramyarî yê neteweya kurd bû û jîna xwe di wî warî de derbas kir, ev helbeste nivisand ji ber giringiya zimên di hişyariya neteweyî de, berî wî jî Ehmedê Xanî û gelek helbestvanên dî, ta digihe Şêx E’skerî li ser giringiya zimên rawestiyane. Şêx E’skerî di dastana xwe de [Iqdê Durfam] gelek xanîk li ser zimên nivisandine, ji wan jî evana:
Gelek şêrîn e ev zimanê Kurda
Dirîxa me ji dest yekcarî berda
....
Ne şah û sermiyanek rexbetê kit
Ku qedrê wê bizane muh’betê kit
....
Xisûsen ev zimanê Kurdî ya me
Ku maye hedye ez bav û diya me
[Binêre: Iqdê durfam, Şêx E’skerî, tîpguhastina Zeynelabidîn Zinar, r. 44, çapa Apec-Tryck&Förlag, Stockholm 1989]
Gelek niviskarên me yên ku hem wêjeparêz bûn û hem jî rêberên têkoçîna ramyarî bûn, wek Osman Sabrî (Apo), Cegerxwîn, Celadet Bedirxan û namdarên dî, giranbihayî ya zimanê Kurdî û hikariya wê di xebata ramyarî de naskiri bûn, eve jî ji me re, em ên ku pişt û paşserên wan in, histobariyek giring pêda dike, ew jî paristina vî zimanî ye, da em kesayetiya xwe ya neteweyî ji pişaftin û sîlbûnê qurtal bikin.
Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çîye. Berhemên edebî, lazime li gor zimanên xwe yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi nav kirin.?
Di dûrokê de gelek zanayên Kurd nivîsên xwe tev bi Erebî nivisandin, ji wan jî hinek navdarên cîhana îslamî hene, wek Ibin Teymiye, ku Şeyxilîslam bû, û zimanzanê zimanê Erebî yê pir navdar Ibinelhacêb, pişt re jî gelek helbestvan ên mezin derketin, ji wan jî mîrê helbestvanan “Ahmed Shewqî”, Bilind Heyderî û gelek ên din. Mixabin evana ne bi kok û nijada xwe ya kurdî tên nasîn, evana wek niviskarin Ereb tên jimartin, ji ber ku wan bi Erebî nivisandine. Lew re pevgirêdana ziman û niviskar bi hev de zor giring e.
Xwezî kesên wek Yaşar Kemal an Selîm Berekat bi Kurdî binivîsandana. Hem zimanê neteweya xwe bi pêş ve didan û hem jî dibûn darên berhemdar ên baxê xwe ne yên biyaniyan, û çi biyaniyan? ewên ku herdem bizava xwe bo bincilkirina mafên gelê Kurd kirine. Lê kesek nikare Cegerxwîn an Celadet Bedirxan ji me bistîne an bi me re bibe hevpar di berhemên wan de, ji ber ku wan bi zimanê gelê xwe nivisandine. Dibe ku niviskar hinek nivîsan xwe bi zimanekî an bi zimanin biyanî binivîse, û dîsa jî kesayetiya xwe ya neteweyî ji dest nede, lê pêwîste ew tîrê pişta berhemên xwe bi zimanê dayikî ava bike. Ez di vî warî de li gel wî nivîskarî me, ku zimanê xwe yê neteweyî di ser navdariya xwe re digire û dibêje: “Bila xwendevanên min ne pir bin, lê bila berhema min bi zimanê min be.” Musîk ne wilo ye, musîk bê ziman e, bê kesaniyek neteweyî ye, lê dîsa jî gelek sazbendên mezin meqam û acetên ku li ba gelê xwe dîtine, her bi kar tînin, da tamzariyek neteweyî ji sazên wan were. Irlandî, Hindî, Skotlandî û Çînî di vî warî de navdar in.
Pirs û kêşeya yekîtîya elfabe û zaravên di zimanê Kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.?
Li va dema dawiyê hinek berhemên Kurdên me yên li komarên Sovyêta berê, ku berê giş bi tîpên Kirîlî hatibûn nivisandin, ser ji nû ve, tên weşandin, lê bi tîpên Latînî. Eve jî berhevhatina me ya zimanî, û berhevkirina peyva kurdî asantir dike. Li başûrê Kurdistanê jî bizavek di mediya de heye bo nivisandina bi tîpên Latînî, û ez dibînim wê li dawiyê tîpa Latînî bi serkeve. Divê em vê livbaziyê leztir û bi hêztir bikin. Gava her yek ji me du berheman ji tîpên Kirîlî an Erebî biguhêze tîpên Latînî, wê ev kar pêşve biçe, lê ez dibînim ku ev di binyadê de histobariya saziyan e, berê saziyên me li derveyî welêt, wek komele û komikên wêjevanî barekî giran hilda bûn ser milên xwe, lê belê saziya me ya zimanî ya tev bilind îro wezaretên ku têkiliya wan bi peyv û huner û nivîsê re li başûrê Kurdistanê hene. Divê em lava û daxwazan li ber wan bikin, ku baş bi histobariya xwe ya giring di vî warî de rabin, di dibistana kurdî de tîpa Latînî bi firehî û bi sazendî bi kar bînin, nabe di vê yekê de dudilî çêbibe, û bila em ji bîr nekin, ku teviya dewleta Osmanî di dûroka xwe de bi tîpên Erebî dinivisand, lê Mustefa kemal di demek kin û kurt de kanî bû tîpên Latînî li Turkiyê bi cih bike, ji ber ku ew serkêşê saziyên fermî yên komara turkî ya nû bû. Çareserî heye, û ew jî biryardayîn e û divê ew biryar jî ji dil de be, ne nîvcoyî be û ne jî bi fedîkirin û dudilî be. Hîviya me di fermandariya kurdistanî de ye, ku vê yekbûnê di nav neteweya me de bike kar û barê xwe. Min bi xwe gelek berhem ji tîpên Erebî wergerandine bo tîpên Latînî û ezê di vê rêyê de her biçim, tevî ku neyên belavkirin jî, û daxwaza min ji hemî niviskarên kurd ewe ku piyan vemalin, da em giş bi hev re, piryek mezin di navbera zaravên zimanê xwe de bi firehkirina nivîsa bi tîpên Latînî ava bikin. Mamhoste Zeynulabidîn Zinar di vî warî de serkêşê dîlanê ye.
Xuyaye di edebîyata Kûrdî de, helbest zêdetir pêş ketîye. Çîma. ? Helbesta klasîk a Kurdî u ya nûjen bi çî şîweyî divê ji hev werin cuda kirin, yanî çî ferq di nabvbera wan de heye.?
Eve rast e. Helbestvan gelek in û di dûroka me de helbestvan pir bûn, lê nivîskarên pexşanê hindik bûn, çêrok û çêrçêrok û efsane tev mane devkî, û di nav gel de bi rêya çêrokbêj û stranbêjan li ser zimanan geriyan û man, hinek jî bi terzê helbesta çêrokî “Epos”, wek Mem û Zîn a Ahmedê Xanî, bi terzekî nivîskî hatine paristin. Mixabin, gelek jî winda bûne, an niha kesek nizane wan bi tevayî û bi zimanekî resen bibêje. Helbest bi piranî yekpel an dupelikî ne, bi zûkî tên nivisandin, gava kela dilekî radibe û agir canê helbestvanî disoje, û hinek helbest jî bi zûkî tên jiberkirin “Ezberkirin”, lê belê roman ne wilo ye, roman naye ezberkirin û demek dirêj bo nivisandina wê pêwîst e. Bi gumana min nîrên zordariyê rê li ber romanê, çêrokê û nivîsên dî yên wêjevanî û zanistî girtin, lê li pêş hunera helbestê nekanîn bigirin. Helbestvan wek masiyan di nav zireya gel de liviya û kanî bû bi zûkî berhema xwe belav bike. Helbestvan û stranbêj gavek pêşdatir di nav qelfê wêjevanan de avêtine, berê û niha jî. Hinde egerên dî jî hene: Ji xwe dûroka helbestê û helbesta çêrokî di nav mirovatiyê de pir û pir kevintir e ji ya roman û çêroka nivîskî. Li kijan welatî çapxane bi pêşve çûye, li wir nivîsên mezin jî, wek romanê bi zûkî vêre pêşve çûne, mixabin li Kurdistanê çapxane her û her hatiye qedexekirin. Ev jî yek ji egerên paşvemayîna romana kurdî ye.
Gelê Kurd di piraniya xwe de ne xwendevan bû, ewê xwendevan jî bêtir bi zimanên din ên biyanî dixwendin. Lew re jî pir xebatên hêja bo nivisandina romanê di rê de man.
Helbest di binyada xwe de ya kevinar e, bi paşek “qafiye” û terazî ye “Mîzane”. Karekî ne asan e, wek Şêx E’skerî dibêje:
Nezimgotin wekî durrê buha ye Ji heddê min gelek zêde xuya ye
Nebatê h’enzel e baxê dilê min Qijal e ne Hezar e, bulbulê min
Helbesta kurdî ya nûjen pir direng derket holê, mixabin gelek ji van helbestan tew têkiliya wan bi helbestê re nîne, hema dîsa jî hinek helbestvanên me yên nûjen ji xwe re bi helbestên kevin dikenin, tevî ku kesek ji wan ta niha negihaye pileya Melayê Cezîrî an Feqiyê Teyran an jî Şêx E’skerî...
Ka em bi hev re ji helbestên van pîrên helbesta kevnare du-sê malikan bixwênin û pişt re ji xwe bipirsin, gelo evana helbestvan bûn an ne:
Şêx E’skerî wilo dibêje:
“Binoşim xakî bim, xakê derê yar
Bi mujganan vemalim herdem û car
Du şêran pence bir sîne dirandin
Dil û hestî hemî pêkve helandin...” [r. 32]
Feqiyê Teyran di “Beyta Ey dilo ” de vê dibêje:
“Bûye payîz li van wara,
Xezal weryane bin dara,
Li bin çi diken gelî yara,
Li mêrgan bûye xîsar e..
Xezal zer bûn ji sermayê,
Rabûn rewneq ji dinyayê,
Li boşavan guşîn nayê,
Ne ew man û ne enhar e..
Buhar borî û av kêm bûn,
Hezar bexçe li ber dêm bûn,
Payîz dahat û gul kêm bûn,
Weşandin belkêt minxar e...“
…û nemir Melayê Cezîrî vê dibêje:
„Dîlberê serdarê xoban, ez nizam agah heye
Di hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye
Girtiyim mayim di hebsê, kî gelo mehder bikit
Carekê navê me bînit, pir sewabek zêde ye
Mîh’net û h’alê esîran kî li mîran e’rzekit
Dê bitin pirsê li min, lew pir bi reh’m û şefqe ye
Ger bipirsêt carekê xatûn li h’alê suxteyî
Qifl û zincîr dê vebin, bê îsm û dest û mufte ye
Bend û zincîr dê vebin, curhên di kul dê xweş bikit
Lew ku navê dîlberê dermanê derbende ye…” [Dîwana Melê, r. 109]
Min ta niha di nav hemî helbestên me yên nûjen de, helbestvaniyek wilo bala û balkêş nedîtiye. Lê naye wê wateyê ku helbesta nûjen ne helbest e. Gerdon digere, dem tên guhartin, helbest jî azad û serbest dibe… Mixabin gihaye wê pileyê, ku her kesek çar peyvan li pey hev rêzbike, dikare wan bi helbest nav bike, an bi pexşan, wek ew dixwaze. Min rojekê ji helbestvanekî pirs kir: “Gelo, mebesta te bi vê pevekê çîye?” Gote min:“Tu rast dixwazî, ji min pêve wê kesek tênegihînê mebesta min, ez hozanê ji xwe re dinivîsim…”
Bêguman hinek helbestvanên me yên navdar, wek seyda Evdireh’man Mizîrî, hene û mirov ji xwendina helbestên wan ên nûjen têr nabe, lê belê seyda Mizîrî pir baş dizane helbestvanî çîye û ciyê helbesta kurdî ya kevnare li ba wî jî bala ye, û mera nikane helbestên wî û yên gelekan tayî hevdu bike. Gava em helbesta wî “Ji evîna çirayên kevin” bixwênin, emê bibînin ku ew bihayê zimanê resen dizane û sîstemek sazî bi kar tîne, ku di teviya helbestê de wek tîrê piştê wê parçeyê dixuye, bi ber destê mera dikeve. Ev helbestvan e, lê ne her kesekê çar malikên pexşanê binivîse û sernavê wan bike “Helbest” ew dibe helbestvan û bi ser de jî tinaziyan bi Feqê Teyran, Melayê Cezîrî û Ehmedê xanî jî bike.
Xebata di warê ziman u gramera Kurdî de bese yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye. Gelo mumkune ku di ayende de (rojên pêş de) ferhengek mezin ku ji hemu zarav u devokên kurdî pêk hatîye çê be. Ji bo vî karî lazime çî were kirin ev wezîfeya giring lazime ji alîyê kî ve were pêk anîn. ?
Xebat di hemî waran de her ne bese, ji ber ku em ji her aliyekî ve li dawiya karwanê mane, di navbera me û Ewrûpa de çiyayek ji berhemên wêjevanî heye, ne şanogeriya me wek ya wan e, ne filmên me, ne stranbêjiya me û ne roman û çêrok û helbestên me... Divê em lezbikin, karê xwe di warê zimên de jî pêşve bidin... Ez nabêjim ku berhemên me nebaş in, na... Ez dibêjim: pir hindik in... Li Firansa komîtiyek heye bo çavdêriya bi karanîna zimanê Firensî, gava niviskarek, siyasetmendek, an xudanê karxaneyekê bêtir peyvên biyanî bi kar bîne, ew ji aliyê wê komîtiyê ve tête haydar kirin û komîtî ji dewletê dixwaze, ku ewê giraniyê nede ser zimanê Firensî, bite tawanbarkirin û gelek pere bide. Em pêdivê gelek saziyên zimanparistinê ne, di her warekî wêjevaniyê de divê bo me saziyên fermî bên pêdakirin û avakirin û ewan kanibin bi histobariya xwe rabin, û zagon wan biparize. Eve jî îro li başûrê Kurdistanê dikare bi cih bê. Bê sazî û li sazxistina karan, hîç şaxek ji şaxên wêjevaniyê nabe serdest û xweparêz.
Li ser ferhengan, ez dikarim bibêjim ku li hêla Soran ew kar ji zû ve bi pêşve çûye, lê belê pêwîstî bi nûkirin û firehkirina ferhengên mîna “Ferhengê Mahabad” a Geo Mokiryanî û “Ferhengê Xal” a Mihemmedê Xal û yên dî heye. Di nav Kurmancan de ev kar hîn qels e, bizavên ku ta niha hatîne kirin baş in, lê pêwîste hîn xortir bibin. Hêja Bîlal Hesen û hêja Dr. Husên Hebeş di warê amadekirina ferhengin mezin de ji zû ve kar dikin, û em hîvîdarin ku ewan di demek nêz de berhemên xwe bidin çapkirinê. Bêguman amadekirina ferhengek êlêktronî ya rêk û pêk pir pêwîst e, bo hemî xwendevanên ku li teviya cîhanê belav bûne û dixwazin di nav destên wan de ferhengek rojane hebe. Wek me gotiye Internet bê sînor û bê serhed dikare peyva kurdî belav bike û bike para her hezkiriyekî zimanê kurdî. Pir pêwîste jî ferhengek kurdistanî bo hemî zaravên Kurdî hebe, divê ez bizanim, ka ev peyva li nav Kurdên Heymanê û Qoniye tê lêvkirin, li nav Kurdên Xurasanê, Kurdaxê, û li nav Kurdên Kazixistanê bi çi şêweyê ye, çi hevta ji wê re li hemî navçeyên Kurdistanê hene. Televîsiyonên kurdî dikarin karek pir baş ji yên dibistanên kurdî yên derveyî welêt di warê fêrkirina peyva kurdî de bikin, lê mixabin ta niha min bernameyekî weha nedîtiye....