|
Emro,
emro sibeye qîz û bûkê gundê me meşîyane
w’avê
Delal, bejn zirava, çepil dirêja, porkeja, nav qendîla
xwe da ne pêşîyê
Gemar û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemer a min a bi nîşan
dixemilî şeva
xatirê dilê rezîl xwe da bu navê
Geli gundî û cînarno gilî û gazin
û loma ji min nekin
Min sond xwerî tu cara li ser kawa xwe va kubar ra
Li tu qîz û bûkê xelkê ra nakim merhabatîyê
tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê
ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe di weşine
ji berfê ji qiraxê, ji xwe navê,
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be,
ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî
Emro,
emro sibeye vê sibengê diçû me Heleba şewitî
Cîyê gewran û rindan, dîkê şevê
nivê di şevê
min xulxuland
Delal, welatê xerib bû, durzîyê du delal
bûn
Ezê nexwesî bê halî nexweşê
nava cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes
û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê
min li xewê bû,
Guhê min li guhdarîyê bû, min serê
xwe ji xewa sêrîn bilindkir,
Min dit cote pîrê melumê kezeb serê min
sekinî bûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî
meqesê nav da difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dit kubara min xwe
dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikira beleg
çava
Vê Dîlberê Xwedê dizanibya
Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand,
xwe dixemiland,
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be
ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa yî
|