|
I
Ser
meda girtin
Berbangeke kûr
Em du bira bûn
Eme deste vala
Isdêrk
huldişîyan
Dîkê subê hê xewdabûn
Em du bira bûn
Ketibûn pey belengazîya xwe
Derketibûn serê çîya
Çîya
ne bê bext bûn
Mîna cendirma
Pêxasbûn
Birçîbûn
Û belengazîya mera
Vekiribûn hemêza xwene mezin
ÇÎYA
Sîha
me bû mera heval
Yek jî çîyayê bilinde por sipî
Me zanibû
Çîya ne bê bext bûn
Mîna cendirma ...
II
Helya
Berfa zivistana reşe dirêj
Derbihare niha
Gundî gi derketin COT
Çar kod cehê me man
ÇELADA
Em du
birane
Dudu jî tivingê MARTENÎ
Ketin serê van çîya
Çîya
ne bê bextin
Mîna cendirma
Guhê
me ne qiryaye
Dilê me tijî kul
Kes newêre bê ser meda
Mîrata mirinê rû sare ...
Dûrva
tê xuyanê kulîlkê zozana
Û tê dengê şivan û gavana
Gelo bigîjin em, wan çaxana
ZOZANA
KOTANA
GAVANA
Em du
birane
Baranê dest pê kirîye
Îşev
Mîna
zalimekî heyanî subê
Bê dew û bê dar be
Rûbarê dunêda
Kevir
û kuç dane hev
Ser meda tê çar gav
ŞEV
Dîsa
kete bîra min
XEZAL
Porê
zer
Çavên reş
Û kenê delalva
Gilî gazinê xwe meyne ser meda
Reva
me,
Reveke pir bê eman e
Derd kul û birîneke bê derman e
Em herdu bira
Derketin serê
VAN ÇÎYA
Em du
birane
Dudu jî tivingê MARTENÎ
Ketin serê van ÇÎYA...
*
Ev helbest salên 60î da di kovara Yeni Akiş'ta hatîye capkirin...
|