| |
| helbest/şevbiwêrk
|
|
|
|
Were..
Em şebiwêrkek
Ber fireh raxînin
Hemî rahêjalên evîniyê
Lê bi civÎnin wekÎ
Evdalê Zeynê û Gula keşe
Sisê şev û sisê rojan
li pey hev
Êrîşek serxweş û
mestvexwar
Berdin li ser lîsên
xewa giran
Pirek bê dawî
damezrînin
Di nav bera
çav û razanê de
Hemî helbestên
xweş û nexweş
bi rêsin
Gava xunava zelal
Li ser aniya te bi çirîsê
Ezê ji te bixwazim
Qulingek çeng şikestî
Da hem êşû janê xwe
Bi nalîna wî re bilorînim
MÎna Evdal û
Tevlî xwenerojên wî
bibim
Di gemya
dirika rengîn de
Bi hejim û
NÎgaşa te di
dilê seqlanê de
Noq bikim û
Bavêjim li himbêza
Pira bafid de
Bi wan birînê
derman dayi
Ji rondikên min û te
Emê zummênek kûr
berdin û
Hemî kulîlkên dil buhar
Bileyizînin
Çeqçeqa baskên
pirpiîÎka
Wê keserên me
bi firînin
Li hawîr dor gora
Beko bi civînin
Demê..
Qulingê dil birîndar
Derbasî
laleşa pîroz bi be
Emê
kevrê bextdana xwe
Di agirdana wî de
bi kolin û
Peymana kirîvatiyek
saxlem
Rawestînin
|
|
|