|
Bi
axên û zarîn duxanek bilind dibî ji Dîyarbekir
Bi hawar û nalên dur û dirêj digirî yek
Ev Dîcla min e
Xirb, qûlube û sûr
Demên borî û yên pêşî yad dikin.
Dayîk, xûşk û rû yên xemgîn
Berhemên kevin û derebegan
Gav bi gav negere li Amedê
Tu yê verem bibî verem.
Nêzîkî nexweşxanê, dibîstanê ewlekarîyê
Xanîyê şehirdarîyê, derîyê
rêweberîyê nebe!
Tu nikarî bijî
Ku wicdan û îman bi te ra
hebe.
Gûh nede ax , derd û zarezara kesî
Bikeve cîyeke bê pencere
Bila pîyên te tebata
Nalêna axê nekin
Nexwe tu yê bi agirê Dîyarbekir bêyî vêketin
Bibî
wek Kerem, Kerem.
(Dîcle-Firat/1
sibat 1963 hêjmar: 5 rûpel: 3)
Çiya
Hevqas
axên we neda vêxistin
Qirn û sal borîn
Ne bûne yek, ne jî helîyan
Li ser sere we dûxan
We belav nekir mij û moran
Nalêna ku pêsîra we girt
Yeman bû , pir yeman
Kesi nebihîst, we rê neda
Hey çîya yên biberf, hers û duxan
Çîya yên xayîn, xedar û xemgîn
Rê bidine tavê.
( Dîcle-Firat/ 14 gulan 1963 hêjmar: 8 rûpel: 3)
Ev
herdu helbestên jor bi Tirkî hatine nivsandin û di rojnama Dîcle-Firat
de hatine weşandin. Şevket wê demê bi nave Dilbirîn
dinivsand. Min van helbestan wegerande Kurdî. Bedirxan Epözdemir
|