Delîlê serketinê ne kûl u xezeb e
Piştgirî û hevkarî ye,
Rengê me, rengê insanî ye
Lê dara azadî, nazdar e, xwînavî ye.
Jîyan bi dijwarî derd u kûla
Her û daîm bi xwe re, anî ye,
Derbas dibin û diçin tengasî
Çavê min, li rojên bextewarî ye.
Kevoka dilê min şareza ye, bajarî ye
Dilê min peritî, îro parî- parî ye
Çavê min baş nabînîn, nizanim
Gelo dinya tarî, yan jî, ronahî ye.
Serfirazî ya me taze ye, cara yek carî ye
Lê, çî bikim
ku îro, welat ne yek e, çar parî ye,
Me ji Yezdan di xwest mizgînîyek xweş
Ku daye me, kubarî ya me, di saya serê Berzanî ye...