|
Li
gundekî Kurdistanê mirovekî feqîr û
belengaz hebû. Navê wî Xalit bu, lê gundîyan
jê ra Galo digotin. Di cêbika Galo da qurişik
pere tune bû, lê rojê pakêtek titun dikişand.
Havîna ji gundîyan ra paletî dikir, lê pere
nedigirt. Suna peran da titun distand ku zivistanê bê
cigare nemine.
Berbi biharê berf dihelîya, hêşînayî
derdora gund dixemiland. Her roj ji bo hatina biharê li gund
şahîyek
çêdibu. Lê Galo di van şahîyan
da cîh nedigirt, kewra derdê wî yê giran
destpêkiribû, tituna wî xilasbibu. Ne di gunda
dikanek hebû jê titun deynkira, ne jî perê
wi hebu ku biçuya bajêr.
Tunebuna
cigarê Galo dîn û har kiribu. Ji van rojê
ku Galo dîn har dibe, diçe alî malê û
lavayî jina xwe dike.
- Keçê,
li malê tişteki
pere bike tune, ez bibim li bajêr bifroşim
û ji xwe ra hinek titun bistînim.
Hê
Galo gotinên xwe xilasnake, jina wî gotinên wî
di devê wî da dihêle û dest bi nifira dike.
Ser Galo da diqêre:
- Ma
tu rewşa
malê nizanî, nan tune ez bidim zarokan, tu bi derdê
cigara xwe ketî.
Galo
li ser gilî gazinên jina xwe hêrs serê xwe
xwar dike, ji malê derdikeve û diçe nav Gund.
Lazek şunda
dîsa vedigere tê malê, carek din dîsa lavayê
jina xwe dike:
- Ma
tu hergav hirîyê dirêsî. Qe gilokek rîs
jî tune, ez bibim bajêr bifroşim,
ez bê cigare perîşan
bum.
Jina wi carek dîsa ser Galo da hêrs
dibe û dest bi gilî û gazinan dike.
- Mala
te serê te da xirab nebe, tu xêncî cixarê
tiştekî
nafikirî. Gore di lingê zarokan da tu ne. Tu ji xwedê
natirsî rîs ji min hirêyî û glokek
rîs dixwazî. Ez heta gilokek rîs didim te, ezê
bikim gore û têxim lingê zarokan.
Lê
Galo dest ji lavakirinê bernade. Ji bo vê yekê
jina wî zêde tamul nake, radibe gilokek rîs tîne
li pêşîya
Galo datîne. Galo gilolka rîs digre û radibe,
bê xatir dikeve rê û berê xwe dide bajêr.
Rê da hem diçe, hem jî giloka rîs hêdî
hêdî diteqilîne. Mêze dike giloka wî
gelek sivik e. Hinek difikire û bi xwe bi xwe ra dibêje:
- Hewce nine ku ez, ji bo vê gilokê
ewqas rê biçim.
Ser
vê gotinê hinek di cîyê xwe da disekine
û difikir e, cixare dikeve bîra wî. Ji ber vê
yekê dîsa berê xwe dide bajêr. Piştî
çend gava d mêze dike ku li ser rê kusî
kî li xwe civîya ye û cîyê xwe da
sekinîye. Galo li ber Kusî hinek disekine û difikir
e. Paşê
giloka xwe ya rîs digre û li kusî dialîne.
Kusî di nav rîs da winda dibe. Galo, giloka rîsê
xwe dike hembêza xwe û tere nav bajêr. Nav bajêr
da rasti miroveki qelew tê.
Galo
mirovê qelew silav dike. Giloka rîsê xwe di hembêza
xwe derdixe û ravayê mirovê qelew dide û
jê dipirsê:
- Birayê
delal, ez vî risê xwe li kuderê dikarim bifroşim.
Mirovê qelew li Galo mêze dike û
dilê xwe da dibêje ezê vî mirovî bixapînim
û risê wî erzan jê bistînim.
Pistra divê:
- Heger
ku ez begem kim, ezê risê te bistînim..
Galo kêfxwes dibe û dibejê:
- Madem ku tu dixwazî rîsê min
bistînî, emê berê biçin dikanekî
gloka xwe biwezinînin.
Mirovê qelew:
- Ma
ev ne tiştekî
zor e.
Dikanek nêzik ravayê Galo dide û
dibêje:
-Keremke, em herin vê dikanê. Di wêderê
da gere terazi hebe.
Herdu bihevra dikevin dikanê, ji xwedîyê
dikanê misadê dixwazin û giloka rîs diwezinînin.
Mirovê qelew ji Galo ra dibêje:
- Ez
ji bo kiloya risê te panzdeh wereqa zêde qurişek
nadim.
Galo
jî:
- Baş
e, lê biryarek min heye. Ez ku tiştekî
bistînim jî, bifroşim
jî, serî da xêr dikim.
Galo destê mirovê qelew digre hem dihejîne
hem jî bi xwe bi xwe dibêje:
Bazar
heye bi hizn û riza ye
Qeregoz di navda raza ye
Ez terim tu dimînî, tu vedîkî dibînî
Paşê
li min digerî nabînî
Vê
çar rêzê sê cara li ser hev dibêje
û destê xwe berdide. Perê xwe digre, yek u yek
dijmêre dike cêba xwe. Gloka rîs a ku kusî
di nav da, dide destê mirovê qelew. Xatirê xwe
jê dixwaze û zorê dide gava ku zu ji wir dur keve..
Mirovê
qelew jî giloka risê xwe digre û berê xwe
dide malê. Dikeve hundir, ser jina xwe da diqêre û
dibêje:
-Te
hertim rîs ha rîs digot û guhê min dibir.
A han ji tera gilokekî rîs. Hezdikî ji zarokan
ra bike gore, hezdikî bike xalî û xalîçe.
Jina
wî ji bo rîs şa
dibe û dibêje:
- Lolo, ev gilok him mezin e, him jî gelek
giran e. Were alîkarîya min bike, em vî bikin
du gilok. Bila hevekî sivik be ku ez jî bikarim pê
ra bi hêsanî kar bikim.
Mêrê wi zikê xweyê ter mizdide
û dibêje:
-Tu
çi dixwazi bike. Rîs jî rîsê te ye,
kar jî karê te ye, çawa dixwazî wisa bike,
bese ku guhê min berde. tiştekî
ji min nexwaze.
Jinik
gumana xwe ji mêrê xwe di bire û serê rîs
dide destê xwe, hêdî hêdî giloka xwe
vedike. Giloka rîs hê nîvî nabe, mêze
dike fişe
fişa
kusîye û di nav rîs da raza ye. Jinik gilokê
qildike davêje û direve tere ba mêrê xwe.
- Malxirab,
kî te xapand, rabe pê keve. Nav giloka rîsê
te da kusî kî qasî serê te derket.
Li ser vê gotina jina xwe mirovê qelew
li çokê xwe dixe û dibêje:
- Wele
waxta ku me bazara xwe xêr kir, kurê kerê sê
cara ser hev got, "di nav da raza ye", lê min tiştek
jê fêm nekir.
Ma min tilîya xwe bihn kiribu ku bizanim di nav rîs
da kusî raza ye.
Lê ez ji kusî naqahirim, ez ji wê yekê diqahirim
ku, kurê kerê min xapand, serda jî qilfê
xwe bi min kir, dîsa jî min jê tiştek
fêm nekir.
ikramoguz@navkurd.net
|