Di edebîyata Kurdî de kovara herî temen-dirêj Nûbihar, eve ji 15 salan pirtir e ku weşana xwe bi Kurdîyek xwerû diket û niha jî geheştîye hejmara 104ê...
Her wekî gelek Kurdî-hez jî baş dizanin di Nûbiharê de pir nivîskar û şairan berhemên xwe pêşkêş kirine.. Ji van berheman jî çîrok û şiir û pexşanên berkeftî û serkeftî hatine weşandin...
Antolojîya Çîrokên Nûbiharê jî, ji van çîrokan pêk têt ên ku di kovara Nûbiharê de weşîyane.
Ayhan Geverî, ji hejmara 1ê heta hejmara 99ê arşîva Nûbiharê danîye ber xwe û di nava vê arşîva hêja de jî 34 çîrok hilbijartine û ew daxilê Antolojîyê kirine...
Her wekî Geverî di pêşgotina pirtûka xwe de jî behs diket, di Nûbiharê de zehf çîrok hatine weşandin, lê ên ku di Antolojîyê de cih digirin çîrokên modern û ên ku li gor zewqa amadekarê Antolojîyê ne... Jixwe Ayhan Geverî jî li ser vê di pêşgotinê de wisa dibêje: “Ji bo hazirkirina vê antolojîyê, min hemû çîrok û çîrçîrokên baş û nebaş ên di Nûbiharê de weşîyane, berhev kirin. Bi rastî jî eger min hemû çîrok êxistibana nava antolojîyê dê hecmê antolojîyê gelek zêde biba.”
Ayhan Geverî di pêşgotinê de her wisa jibilî hilbijartina çîrokan, behsa maceraya çîroka Kurdî jî dike, antolojîyên çîrokên kurdî ên heta niha hatine weşandin jî dinirxîne...
Di Antolojîya Çîrokên Nûbiharê de çîrokên 27 çîroknivîsan cih digirin, ên wekî Ali Karadeniz, Ayhan Meretowar, Bavê Xecê, Berhîm Paşa, Cankurd, Dilşad Mutî, Felat Dilgeş, Husein Muhammed, Rahmetullah Karakaya, Ronî War, Roşan Lezgîn, Selman Dilovan, Sidîq Gorîcan, Silêman A., Zilkîf Xweşhêvî...
Di Antolojîyê de 34 heb çîrok û jibilî çîrokan jîyanên çîroknivîsan jî hene û jîyanên çîroknivîsan hem li pêşîya çîrokan cih digirin hem jî di dawîya Antolojîyê de hemû bi hev re hatine dan. Her wisa kronolojîya çîrokên antolojîyê jî beşek din e ku di vê antolojîyê de xwandevan dê bibîne ka kîjan çîrok di kîjan hejmara Nûbiharê de û di kîjan tarîxê de hatîye weşandin...
Antolojîya ku ji Weşanên Nûbiharê de derketî 293 rûpel e...
Antolojîya Çîrokên Nûbiharê – Ayhan Geverî
Îrtibat:
Weşanên Nûbiharê
Büyük Reşitpaşa Caddesi
Yumni İş Merkezi
Vezneciler-İstanbul
Tel&Faks: (0212) 519 00 09
nubihar@gmail.com ayhangeveri@gmail.com
9 00 09
www.nubihar.com
nubihar@gmail.com
|